Ebru Sert
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Kapasîteya wargehên KYKyê bi daxuyanîyên dawî yên Wezîr Kasapoğlu, di sala perwerdehîyê ya 2022-2023yan de derket 800 hizarî. Divê bê zanîn ku ev zêdekirina kapasîteya wargehan ligel vekirina KYKyên nû, bi zêdekirina kapasîteya odeyên heyî pêk hat. Ligel vê agahîyê em guhê xwe didin tecribeyên xwendekarên ku berî vê sepanê li wargehên KYKyê diman û guhê xwe didin xwendekarên ku bi xeyalên cihêreng ji bajarên cuda yên Tirkîyeyê hatine Stenbolê û li wargehên KYKyê dimînin; em xwendekarîya li metropolan careke din ji wan guhdar dikin.
Stenbol her sal mazûvanîya sed hezaran xwendekaran dike. Dema ku mazûvanîyê dike mêwanperwerîya wê jî cihê nîqaşê ye. Bi karîkaturîzebûna gotina “Stenbol, ez ê te têk bibim.” gelo mirov dikare bibêje kesên ku tên Stenbolê bi awayekî têkçûyî jê vedigerin an ji xwe re rêyeke peyda dikin ku li vê derê bijîn û jîyana xwe bidomînin?
Ji xeynî xwendekarên ku malbata wan li Stenbolê dijîn û dikarin bi wan re di heman malê de bimînin (ku em dikarin vê yekê ji bo roja îro wekî şansekê bihesibînin), xwendekarên ku ji derveyî bajarî hatine rastî pirsgirêkên curbecur ên wekî hêwirîn, kirêya malê û çûnûhatinê tên û bi wan re têdikoşin.
Li Stenbolê 17 yên jinan 8 jî yên mêran bi tevahî 26 wargehên KYKyê hene. Êşa xwendekaran a derbarê wargehên KYKyê de ji serlêdanê pê ve dest pê dike. Xwendekar bi endîşeyeke mezin li bendê dimînin ka mafê mayîna li KYKyê bi dest xistine an na.
Baş e piştî ku encam eşkere dibin çi li benda xwendekaran e? Em ê hewl bidin ku bînin ziman ka jîyana li KYKyê, bi taybetî li bajarekî wekî Stenbolê jîyana li KYKyê tişteke çawa ye. Li ser vê meseleyê em ligel du xwendekarên zanîngehê li ser sê wargehên KYKyê û tecribeyên wan ên li wargehên KYKyê axivîn.
Di 3 salan de tecribekirina 2 wargehên KYKyê
Emre 20 salî ye. Beşa Mamostetîya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Yıldız Teknikê qezenc kiriye û ji memleketê xwe Balıkkesirê hatiye Stenbolê. Emre niha xwendekarê pola sêyemîn e. Ew dibêje “Ji ber ku ez li bajarekî ku ji ber şert û mercên aborî zehmet e xanîyekî bigirim xwendekar im, ji bilî KYKyê tu alternatîfeke din tune bû ku ez lê bimînim. Her wiha dibêje heger alternatîfeke min a din hebûya helbet min KYK tercîh nedikir.” Bi vî awayî dîyar dike ku KYK ji bo wî vebijarka dawî û tenê ye.
Ji ber ku sala wî ya ewil a zanîngehê rastî pandemîyê hatîye, Emre sala xwendinê ya ewil li ba malbata xwe derbas kiriye. Emre niha wargeha xwe ya duyemîn e. Wargeha wî ya ewil Wargeha Kanuni Sultan Süleyman (KSS) bûye. Em wargeha KSSyê ji sala par ji ber çalakîyên sedan xwendekaran dizanin. Ji ber rêya wê ya tik û tarî û nebûna otobusan, xwendekar li ser vê rêyê rastî dizîyên bi kêran dihatin û tevî vê yekê ava germ jî li wargehê tune bû. Loma xwendekaran par gelek çalakî pêk anîn. Emre jî dibêje ku “Dema ez li Wargeha KSSyê dimam dûrahîya di navbera zanîngeh û wargehê de ji bo min pirsgirêk bû. Xeteka nû ya İETTyê danîn lê belê piştî ku roj tarî dibû min nediwêrî ku ez herim wargehê. Dibêje “Her kesî gilî ji xwaringeha wê dikir” û ev pirsgirêk dianîn bîra me. Emre dîyar kir ku piştî kedeke mezin karîye ji wargeha KSSyê derbasî wargeha Fatih Sultan Mehmet (FSM) bibe û dibêje ji ber ku nêzî zanîngehê ye şert û mercên FSMyê ji bo wî baştir in. Her wiha dibêje ku wekî KSSyê şert û mercên xwaringeha FSMyê jî xirab in lê belê ew êdî hînî van şert û mercên xirab bûye û ji ber ku li wargeha FSMyê dimîne û li YTÜyê dixwîne, gelek caran ji wargehê tê zanîngehê xwarinê dixwe û dîsa vedigere wargehê.
Di nav pirsgirêkên wargeha FSMyê de ku Emre ji me re qal dike ev yek hene: Înterneta xirab biçûkbûna odeyên. Tevî biçûkbûna odeyan kapasîteya odeya wî ji sê kesan derxistine çar kesan. Helbet nerehetîya ku ev yek jî tîne di nav van pirsgirêkan de ye.
Emre dixwaze sala bê ji wargehê derkeve û plansazîya peydakirina malekê dike. Ji ber ku sala wî ya dawî ye û nerehetîya wargehê dê jê re bibe asteng ku dersên xwe bixebite û xwe ji bo KPSSyê amade bike li ser vê yekê difikire. Lê belê dibêje ku dema berê xwe dide kirêya malan û fatûreyan di vê plansazîyê de dikeve bêhêvîtîyê û lê zêde dike: “Ez bi tu awayî nafikirim ku li wargeha KYKyê bimînim, ez ê rêyekê peyda bikim û ji xwe re malekê bigirim. Çimkî KYK derûnîya min xirab dike.”
Mayîna li KYKyê: Gelo ez ê bigihêjim dibistanê?
Ezgi 19 salî ye. Salek berî niha ji memleketê xwe Diyarbekirê hatiye Stenbolê. Ezgi jî yek ji wan kesan e ku bi endîşeyeke mezin li benda eşkerebûna encamên wargehan maye. Ezgi wiha behsa pêvajoya bicihbûna xwe ya wargeha KYKyê dike:
“Destpêkê dema cara ewil ez ê bihatama vir hêj cihê min ê mayînê tune bû û wargeha KYKyê jî ji min re derneketibû. Wargehên taybet jî ji ber bihayên xwe yên giran êdî ne alternatîf jî bûn. Ji bo odeyên 4-6 kesî biha nêzî 2 hezar û 500 lîreyî bû. Wekî her kes dizane biha jî îsal ji sedî sed zêde bûn. Piştî ku ez heta demekê li gel nasekî mam û dora min a yedekan a wargehê hat pêvajoya min a derbasbûna wargehê dest pê kir.”
Ezgi jî yek ji wan kesan e ku di navbera dibistana wê û wargeha wê de dûrahîyeke dirêj heye. Ezgi dibêje ji ber ku ji bilî wargeha KYKyê tu alternatîfeke din tune ye mirov neçar dimîne ku her roj ji bo ku here dibistanê di saet 06.00an de derkeve rê. Her wiha dibêje ji ber ku ev wargeh li cihên herî dûr ên bajarî hatine çêkirin, mirov mecbûr dimîne ku rojê du sê wesaîtan biguherîne û herî kêm du saetan di rê de bimîne. Ev jî dibe sedem ku mirov gelek caran pirsa “Gelo ez ê bigihêjimê?” ji xwe bike.
“Ez li afîşên konseran dinêrim û jê derbas dibim”
Xelet e ku mirov jîyana xwendekaran tenê li gor dema ku ew li dibistan û wargehan derbas dikin binirxîne. Lê belê her çiqas ev xeletîyeke eşkere be jî şert û mercên ku em tê de ne dikin ku em li ser van yekan bifikirin. Loma dema ku em berê xwe didin standardên jîyana xwendekaran em li ser dûrbûna wargehan a bo zanîngehan, baş û xirabîya xwaringehan û hebûn û nebûna ava germ disekinin. Loma ev jî dibe sedem ku em jîyana xwendekaran a civakî paşguh bikin. Ezgi wek bersiva vê meyldarîyê serpêhatîyên xwe hem bi gazin hem jî bi serhildêrî bi me re parve dike:
“Erê ez xwendekar im û ji hezar kîlometre ji dûr ji bo xwendinê hatime lê belê ez meraq dikim ma ji xeynî xwendekarîyê jîyaneke me tune ye? Divê em ji vê pirsê re bibêjin ‘Heye’. Ez ferdekî civakî me, ma mafê min nîne ez biçim sînemayê, biçim konserê? Heye. Ez dikarim bibêjim hezar xwendekarên ku li wargeha min dijîn nikarin ji çalakîyên wekî konserên bêpere ku her meh tên lidarxistin sûd wergirin. Çimkî konserên ku saet 20.00-21.00ê dest pê dikin saet 23.00-00.00an bi dawî dibin. Heger em hesab bikin ka ji bo ez vegerim wargeha xwe ya ku tu metro, marmaray û metrobus naçinê divê ez saet çendê derkevim rê, wê demê ez fêm dikim ku em tenê li afîşên konser û şanoyan dinêrin û derbas dibin.
“Saeta ketina wargehê”
Ezgi dibêje, “Belê, wargeheke min heye, erê ez dikarim lê bimînim lê belê dema em dibêjin hêwirîn tişta ku tê qestkirin çi ye? Ma cihê ku ji çar dîwaran pêk tê, te ji bajêr qut dike, bi saetan te di rê de digire û nahêle tu bigihêjî dersan, nahêle tu li derekê bixebitî dibe stargeh? Na, nabe stargeh. Armanca vê pergala ku wargehan li derên ku hatûçûn lê tune ye çêdike û saeta têketinê dike 23.00 ew e ku me ji hemû jîyanê îzole bike.”
Pirsgirêkeke din jî ku mêr behsa wê nakin lê Ezgi bi taybetî behsa wê dike, saeta ketina wargehê ye. Bi taybetî li wargehên KYKyê yên jinan saeta dawî ya ketina wargehê 23.00 ye û dema dereng dimînin an jî destûr xwestibin bi zanebûn li malbatên jinan digerin û gilîya wan dikin. Xwendekarên jin yên ku di navbera wargeh û zanîngeha wan de 3-4 saet hene û dersên wan di saet 19.00-20.00an de xilas dibin, dema ku bixwazin ligel hevaleke xwe çayekê vexwin û sihbetekê bikin, mecbûr dimînin ku bi hûr û kûr hesaba saeta dawî ya ketina wargehê bikin. Nexwe eger ji ber hatûçûnê û dirêjîya rê dereng biçin wargehê, bi îhtîmala herî baş dê hişyarîyek li wan were kirin. Ev yek bi taybetî bandorê li jîyana civakî ya xwendekarên jin dike û weke ku Ezgi dibêje, dibe sedem ku ew du caran li ser çûna cihekî bifikirin.
“Hêwirîn ne tenê hebûna çar dîwar û banekî ye”
Hevalên me yên xwendekarên zanîngehê behsa serpêhatîyên xwe, pirsgirêkên ku jîyane û awayê qewimîna van pirsgirêkan kirin. Encamên ku em dikarin ji van serpêhatîyan derxînin ev in ku xwendekarên ku li metropolan li wargehên KYKyê dimînin, kedeke gelek mezin didin da ku hem lêçûnên hatûçûnê bidin hem bi satean rê biçin û piştre jî ji bo xebata dersan û sosyalîzasyonê wextî veqetînin.
Encameke din jî ew e ku rastîya gotina “Hêwirîn ne tenê hebûna çar dîwar û banekî ye” û rengvedana vê rastîyê ya di jîyana me ya şexsî de ye. Dikarin bi feraseteke paşdemayî ji bo pirsgirêka hêwirînê ya hevalên me yên xwendekar – çi xwendekarên ku me karî em bi wan re hevdîtinê pêk bînin çi jî xwendekarên ku me nekarî em xwe bigihînin wan- bibêjin “Çawa be jî wargehek heye lê bimînin” lê belê dê ne şaş be ku em bibêjin tu xwendekar ne xwedî mafê hêwirîna baş e.