Azadiya KombûnêCivatî

Sazîya Perwerdehîya Bilind xebatên Lijneya Nûnerên Xwendekaran (ÖTK) heta demeke nedîyar dane sekinandin û ji ber vê yekê nûnertîya xwendekaran lawaz bû

Ekin Bal

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Lijneya Nûnerên Xwendekaran ji roja avabûna xwe heta îro ji pirsgirêkên akademîk ên xwendekaran bigirin heta pirsgirêkên wan ên rojane, di her mijarê de xebatên çareserîyê dimeşandin, lê aniha xebatên wan bi destê YÖKê hatin sekinandin.

Di sala 2022’an de li Tirkîyeyê em bi rewşeke wisa re rû bi rû ne ku qadên ku xwendekarên zanîngehê dikarin bên cem hev, nîqaşan bikin û xwe îfade bikin her ku diçe teng dibin. Xebatên civatên xwendekaran tên astengkirin, li ser xwendekarên ku hewl didin dengê xwe bilind bikin lêpirsîn tên vekirin, bûrsa xwendekarên beşdarî xwepêşandanan dibin tê birîn, heta ji senatoya ODTÜyê re pêşnîyazên sererastkirinê tên ku xwendekarên beşdarî xwepêşandanan bûne ji waran werin avêtin. Li hember van kiryaran pêdivîya xwendekaran a bihevrebûnê roj bi roj zêde dibe.

Hilbijartina serdema 2018-2019an ya Lijneya Nûnerên Xwendekaran (ÖTK) ku di vê lijneyê de xwendekar dikarin li hev bicivin, beşdarî pêvajoyên biryargirtinê bibin û ji pirsgirêka herî biçûk re jî bertek nîşan bidin, bi hinceta ku “Dê di qanûnê de guherîn bên kirin” ji aliyê YÖKê ve heta demeke nediyar hat rawestandin. Baş e gelo Lijneya Nûnerên Xwendekaran (ÖTK) çawa ava bû, serpêhatîyên xwendekarên ODTÜyê yên di vî warî de çi ne û rewşa van lijneyan îro çawa ye? 

Sedema nivînsandina min a vê gotarê ew e ku ez lêkolînekê li ser avabûn û erka Lijneya Nûnerên Xwendekaran (ÖTK) bikim û serpêhatîyên xwendekarên ODTÜyê yên di vî warî de çi ne û rewşa ÖTKyên îroyîn çawa ye destnîşan bikim. 

Lijneya Nûnerên Xwendekaran (ÖTK) çi ye?

ÖTK, avabûnên çareserîyê ne û li derdoreke demokratîk tên hilbijartin. Bi alîkarîya van avabûnan ji bo pirsgirêk an jî daxwazeke herî piçûk xeteke hevpar a têkoşînê bi hev re tê avakirin û daxwazên her kesî li ber çavan tên girtin. ÖTK bi awayekî rêkûpêk tên kontrolkirin û her xwendekar ji ber wesfa xwe ya xwendekarîyê wek endamekî xwezayî yê van avabûnan tê hesibandin. 

Peydabûna Lijneya Nûnerên Xwendekaran (ÖTK)

ÖTK cara ewil li ODTÜyê hatin avakirin. Her çiqas rayedar hewl didin ku wekî “mafekî bexşandî”  nîşan bidin jî, di Nîsana 1975’an de boykotek pêk hat û 6 mehan dewam kir ev maf di encama vê boykotê de hate bidestxistin.

Lijneya Nûnerên Xwendekaran ku dema hat damezrandin ne avabûneke fermî bû û di sala 1978an de ji alîyê Lijneya Rêveberîya ODTÜyê ve hat naskirin. Li gor qebûla giştî ku ÖTK sazîya herî rayedar a nûnerîya xwendekaran e, ji alîyê lijneya birêvebirinê ve hat naskirin û hat gotin ku dê bi her cure pirsgirêka xwendekarên ODTÜyê re eleqedar bibe. 

Lijneya Rêveber a ku bingeha Lijneya Nûnerên Xwendekaran ava dike, ji 9 xwendekarên ku ji aliyê hemû xwendekarên zanîngehê ve hatibûn hilbijartin pêk dihat. Nûnerên beşan ji aliyê xwendekarên heman beşê ve dihatin hilbijartin û di heman demê de ji bo her warekê nûnerek û ji bo hemû warên ODTÜyê jî nûnerek hebû.

Bi kurt û kurmancî, bi saya ODTÜ-ÖTKyê, ji pirgirêkên akademîk ên xwendekaran heta yên rojane, hemû xwendekarên  ODTÜyê karîn di her mijarê de nêrînên xwe bînin ziman û di nav pêvajoya biryargirtinê de cih bigirin. 

Serpêhatîyên Xwendekarên ODTÜyê yên salên dawî

Di van salên dawî de ji ber ku dixwazin li zanîngehan her mefhûma ku bi demokrasîyê re eleqedar ji holê rakin bêguman Lijneya Nûnerên Xwendekaran jî para xwe ji van qedexekirinan girt. Wesfa nûnertîyên beşan ku me li jor behsa wan kir hat rakirin û nûnertîyên waran jî ev demeke dirêj e nînin. Mirov dikare bibêje hilbijatinên Lijneya Nûnerên Xwendekaran veguherîne pêşbirkên karîyerê û bi vî awayî mekanîzmayên venêrînê yên xwendekaran ji destê wan hatin standin. Tevî van hemû tiştan di serdema 2015-2016 û 2017-2018an de hewla xwendekarên amadehîyê yên ODTÜyê ya ji bo Lijneya Nûnerên Xwendekaran, li ser navê başkirina rewşa Lijneya Nûnerên Xwendekaran hewleke giring bû.

Ligel vê çarçoveya piçûk a ÖTKyan, bi armanca ku baştir werin naskirin mirov dikare mînakên cûrbicûr bide. Wek mînak serdema 2015-2016an ya Lijneya Nûnerên Xwendekaran a xwendekarên amadehîyê yên ODTÜyê xebatên cuda pêk anîn. Xebatek, ji ber ku xwendekar ji guherîna pûanên derbaskirina astan dereng hatin agahdarkirin hat birêvirin. Xebateke dîn jî bi boykota li hember bombeyên li Güvenparkê peqîyan hat meşandin ku ji ber van bombeyan Ozan Can Akkuş û Bekay Baş jîyana xwe dest dan. Bi boneya ku hevalê xwe bi bîr bînin û bibêjîn “Em şer naxwazin aşitîyê dixwazin” boykotek hat lidarxistin. Yanê xwendekaran ji pirsgirêkên herî biçûk bigirin heta qetilkirina hevalên xwe dikarîn li hember her rewşa nebaş li kêleka hev bisekin.

metin, ağaç, açık hava, kişi içeren bir resimAçıklama otomatik olarak oluşturuldu

Lijneya Nûnerên Xwendekaran a amadehîyê ya serdema 2017-2018an jî xwedî cudahîyekê bû. Di vê serdemê de hewl didan ku bi meylên karîyerparêz, berjewendîparêz û komparêz erka Lijneya Nûnerên Xwendekaran ji holê rakin. Her wiha li hawirdoreke ku Lijneya Nûnerên Xwendekaran wek avabûneke bes ji serok û cîgirekî pêk tê dihat dîtin, xwendekaran bi dîyarkirina namzedên xwe dest bi pêvajoya avakirina demokrasîyê kirin û bi hewandina hemû xwendekarên amadehîyê ya li Lijneya Nûnerên Xwendekaran cudahîya vê serdemê derxistin pêş. Di vê serdemê da nûneran bi awayekî rêkûpêk civîn li dar dixistin û ev ev civîn ji bo beşdarîya hemû xwendekarên amadehîyê bi awayekî vekirî pêk dihatin.

Di sala 2018an de ku êdî krîza aborî xwe bi her awayî dida hîskirin, lijneya biryarder a bihayê kantînan ji bo ku li tevahîya ODTÜyê bihayê herî giran yê kantînan diyar bike civînek li dar xist. Di heman demê de Lijneya Nûnerên Xwendekaran a amadehîyê ya ODTÜyê jî li hemû pol qat û blokan ev mesele nîqaş dikir û serê xwe bi çareserîya vê pirsgirêkê re diêşand. Di civînê de hem rêveberîyê hem jî dezgehên kantînan dixwestin ku biha werin zêdekirin û civîn bi lidijderketina Lijneya Nûnerên Xwendekaran bi dawi bû. Piştî vê yekê bi dirûşmeya “Bila biha kêm bibin û kalîte baştir bibe” li beşa amadehîyê ya ODTÜyê boykota kantînan pêk hat. Xwendekarên ku kantîneke alternatîf ava kirin, hêj di roja ewil de dema ku hemû daxwazên wan bi cih hatin boykot bi dawî kirin. Xwendekaran ne tenê bihabûn betal kirin her wiha mafê venêrîna kantînan jî bi dest xist. 

metin, kişi, iç mekan, bina içeren bir resimAçıklama otomatik olarak oluşturuldu

Roja îro rewşa Lijneya Nûnerên Xwendekaran

Di serdema 2018-2019an de YÖKê bi bihaneya ku dê “qanûn bê guhertin” da zanîn ku hilbijartin heta demeke nedîyar dane rawestandin. Li hember rawestandina xebatên Lijneya Nûnerên Xwendekaran li ODTÜyê li Beşa Zanistên Bîyolojîk û Fakulteya Mîmarîyê xwendekaran bi xwe nûnerên xwe hilbijartin.

13ê Hezîrana 2020an, di Rojnameya Fermî de rêziknameya Lijneya Nûnerên Xwendekaran hat weşandin. Di nav xalên vê rêziknameyê de du xalên gelek giring hebûn. Ya ewil, fakulte, konservatuvar û dibistanên bilind ên meslekî ku nûnertîya xwendekaran dikin divê herî kêm ji pola duyem dest pê bikin. Ya duyem jî li gor rêza alfabetîk a fakulte/konsevatuvar/dibistanên bilind dê nûnertîyên xwendekaran bên dîyarkirin. Bi vî awayî mafê nûnertîyê yê xwendekarên pola amadehîyê û pola yekemîn ji destê wan hat standin û bi rêza alfabetîk jî mafê hilbijartina nûnerê beşa xwe hat astengkirin.

Ji ber ku rêzikname di dema pandemîyê de hat weşandin ne diyar bû ku ka dê çawa were sepandin. Lê belê dema ku xwendekar vegerîyan kampusan ji “rastîya meseleyê” haydar bûn. Li ODTÜyê ji bo Lijneya Nûnerên Xwendekaran hêj hilbijartinek nehatîye kirin, li Zanîngeha Hacettepeyê demeke kurt berî hilbijartinên ÖTKyê xwendekar ji bo hilbijartinê hatin agahdarkirin, li Zanîngeha Yıldız Teknikê bi hinceta parvekirinên medyaya civakî, daxwaza îstîfaya nûnerê xwendekarên beşa Bîyo-mihendisîyê û ji alîyê rêveberîyê ve jikardûrxistina wî tev de wek çend pêngavên vê rêziknameyê ne.

Wekî di destpêkê de jî me anî ziman, Lijneya Nûnerên Xwendekaran avabûnek e ku li wê derê xwendekar dikarin li hev bicivin, beşdarî pêvajoyên biryargirtinê bibin û ji pirsgirêka herî biçûk re jî bertek nîşan bidin. Îro hewcedarîya li hember van avabûnan ji her demê dijwartir e. Loma dema ku xwendekar zanîngeh û kampusa xwe û azadîya akademîk û zanîngeha demokratîk diparêzin, heger Lijneya Nûnerên Xwendekaran ji nû ve çalak bikin dibe ku rêyên nû yên çareserîyê werin peydakirin.

*Tîrmeh 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button