Mafê StarbûnêSansorvan

Nûçeyên Derbarê Çalakîyên Hêwirînê De: Hevpeyvîn ligel Hazar Dost-I

Mert Batur

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Em ligel Rojnamevan Hazar Dost li ser pirsgirêka hêwirînê û nûçeya kuştina Mehmet Sami Tuğrul axivîn.

Hazar Dost rojnamevanek e ku ji Îlona 2021an ve li ser mafê hêwirînê nûçeyên girîng çêdike û dema lêkolîna nûçeyeke derbarê vê mijarê de dikir hate binçavkirin. Em bi Hazar re li ser tiştên ku di sala dawî de derbarê pirsgirêka hêwirînê de qewimîn, çalakîyên Tevgera Em Nikarin Bihêwirin û nûçeya kuştina Mehmet Sami Tuğrul ku bû sedema binçavkirina wî, axivîn.

Hazar Dost,  dema ku li Stenbolê nûçe dişopand rastî dîmenên hêwirînê yên xirab tê û dema li Antalyayê kuştina Mehmet Sami Tuğrul dişopand dibe şahidê rewşa wê derê. Wî behsa van dîtin û şahidîyên xwe kir. Em ligel wî li ser rêyên çareserîya pirsgirêka hêwirînê û taybetmendîyên bingehîn ên vê pirsgirêkê axivîn.

“2021ê kapasîteya wargehên KYKyê kêm bû û kapasîteya wargehên Cemîyeta Belavkirina Zanistê (İlim Yayma Cemiyeti) zêde bû”

Te par jî berî çalakîyên Tevgera Em Nikarin Bihêwirin, derbarê vê mijarê de nûçe çêkiribûn. Em ji wir dest pê bikin. Berî çalakîyên hêwirînê rewş çawa bû?

Wê demê sedema pirsgirêka qeyrana hêwirînê ev bû: hejmara wargehên Sazîya Kredî û Wargehan (KYK) wekî xwe dima lê belê hejmara xwendekaran her ku diçû zêde dibû. Ev rewş di pandemîyê de ji ber perwerdehîya ji dûr ve zêde nehat ferqkirin. Hejmara xwendekaran di van du salan de zêde bû lê belê wargehên nû yên KYKyê nehatin çêkirin. Loma rewşeke dîyar bû ku dema xwendekar vegerin wargehan dê rastî pirsgirêkeke bi vî awayî bên. Her wiha xwedîyên xanîyan jî ji xwe re rêyeke nû dîtin û bihayê xanîyan du caran zêde kirin. Di vê kêlîyê de qeyrana hêwirînê di nav xwendekaran de rû da. Li her derê Stenbolê di heman demê de xwendekar ketin nav telaşa peydakirina xanîyan û vê yekê jî ji nişkê ve pîyaseya xanîyan zindî kir. 

Di heman serdemê de tişteke wiha derket holê: Kapasîteya wargehên nêzî îktîdarê her ku diçû zêde dibû. Me jî xwest em vê yekê lêkolin. Me dît ku kapasîteya pênc weqfên ku ji alîyê raya giştî ve tên zanîn, ji sedî 200 zêde bûye. Ev zêdebûn jî bi rêya îmkanên şaredarîyan û veguhastina çavkanîyên dewletê pêk hatiye. Me ev yek ji belgeyên eşkerebûyî yên Weqfa Ciwanan a Tirkîyeyê (TÜGVA) jî dizanî lê belê me nedizanî evqas zêde ye. 

Hin weqfan ev agahî bi raya giştî re parve dikirin lê belê hinekan vedişart. Bo nimûne Cemîyeta Belavkirina Zanistê (İlim Yayma Cemiyeti) vedişart. Cemîyeta Belavkirina Zanistê, yek ji wan weqfan e ku bi saya îktîdarê herî zêde kapasîteya xwe zêde kiriye. Çimkî piştî 15ê Tîrmehê piranîya wargehên ku ji FETOyê hatin standin ji bo vê weqfê hatin veqetandin.

Ma ev ne ew weqf e ku Bilal Erdoğan di lijneya wê ya rêvebirinê de bû? 

Erê erê… Ji ber ku bi salan e ew bi van karan re eleqedar dibin, ev bû sedem ku wargehên FETOyê ji bo vê weqfê werin veqetandin. Îktîdarê wezîfeya karên “civaka sîvîl” dabû weqfên wek Ensar û TÜGVAyê û wezîfeya karê wargehan jî dabû Cemîyeta Belavkirina Zanistê. Cemîyeta Belavkirina Zanistê jî agahî û sermayeya derbarê wargehan de vedişart. Tiştê ku me derxist holê ev e. Dema me li raporên salane nêrî, navnîşanên wargehên ku hatibûn vekirin dinivîsî û bi salan hejmara wan rûpel bi rûpel zêde dibû. Lîsteya wargehan, ku di sala 2010an de yek rûpel bû, di sala 2021an de digihîje sê çar rûpelan.

Îktîdarê îdîa dikir ku di vê pêvajoyê de kapasîteya wargehên KYKyê zêde kiriye lê belê di sala 2021ê de derket holê ku li Stenbolê kapasîteya wargehan kêm bûye. Bo nimûne hin wargehên KYKyê piştî peyana derba 15ê Tîrmehê tên girtin. Çimkî xwedîyê milkê van wargehan rasterast Fetullahparêz bûn an jî ev wargeh ji alîyê FETOyê ve hatibûn bidestxistin. Loma ji bilî girtina wan tu rêyeke din nemabû.  Bêguman alîyê mexdûr dîsa xwendekar in. 

Rewşa xanîyan jî xirab bû. Mînak Kocamustafapaşa ji bo xwendekaran taxeke populer e. Îro li wê derê ji bo xanîyeke 1+1 pênc-şeş hezar lîre tê xwestin. Dema ez li wir -Îlon an jî Cotmeh 2021- ji bo xanîyeke bêcam 400 lîre pere dihat xwestin. Ev bihayeke pir zêde bû, îhtîmal e ku îro bûye 3-4 hezar lîre. ji ber ku îmkana xwendekarên ku ji KYKyê bûrs an jî kredîyê distînin jî tune ye ku vî pereyî bidin, xwendekar ketin nav qeyraneke berdewam a hêwirînê.

“Piştî ku wezaretê got pergala ranzeyan bi dawî bû, du roj şûnde îhaleya ranzeyan vekir”

Tu dibêjî em ji bo pirsgirêka hêwirînê “Bi rê ketin”. Gelo bi ya te rewşa sala borî rû dayî rewşeka derasayî bû an destpêka pirsgirêkeke demdirêj bû?

Bêguman ev yek destpêkek e. Li vê derê cihê ku em ê bikarin mezinahîya vê qeyranê bibînin ev der e: Çima îsal bi hezaran xwendekarên ku zanîngeh qezenc kirin qeyda xwe çênekirin? Ji ber qeyrana aborî, pirsgirêka hêwirînê an pirsgirêka debarê… Her sal bi hejmareke mezin xwendekar li zanîngehan bi cih dibin lê belê îsal ev hejmara mezin aîdî wan xwendekaran e ku qeyda xwe çênekirine. (Îsal nêzî 105 hizarî ye.) Bi ya min li vir pirsgirêka sereke hêwirîn e. Li bajarên wekî Stenbolê ku xwendekar lê gelek in, qeyran gelek mezin e. Îro li Stenbolê çar xwendekar werin ba hev nikarin xanîyekê kirê bikin. 

Li vir hevkêşeyeke gelek hêsan heye: qadên ku xwendekar dikarin lê bihêwirin li 27 bajaran wekî xwe mane lê belê ligel vê yekê ji ber ku hejmara xwendekaran bi berdewamî zêde dibe ev têrê nake. Xwendekar ji ber qeyrana hêwirînê nikarin ji xwe re xanîyekê jî bigirin û yên ku xanîyên wan heye jî tê wê rewşê ku mala wan ji destê wan biçe. Li Stenbolê pirsgirêka xanîyan bi awayekî dualî mezin dibe lê belê hikûmet hewl dide vê pirsgirêkê bêyî ku ji bo wargehan polîtîkayekê pêş bixe çareser bike. 

Bo nimûne em îhaleyên wargehan dişopînin. Wezareta Ciwanan û Sporê daxuyanîyeke wiha da: “Me li wargehan sîstema ranzeyan xilas kir.” Piştî du rojan wezaretê ji bo standin û venêrîna ranzeyên wargehan îhale vekir. Nexwe we xilas nekiriye û hûn derbasî pergaleke nû jî nebûne. 

Îktîdar îdîa dike ku îsal kapasîteya wargehan bi qasî 100 hezarî zêde kiriye lê belê vê yekê vedişêre ku beşa mezin a vê zêdekirinê, bi zêdekirina hejmara ranzeyên di odeyên wargehan de pêk hatiye. Odeyên çar kesî bûne şeş kesî, odeyên şeş kesî bûne heşt kesî. 

Jixwe li wargehên KYKyê daxwaza hêwirîna baş derdikeve pêş. Axir hêwirîn ne tenê mayîna di nav çar dîwarî de ye. Hêwirîna baş; ew celeb hêwirîn e ku xwendekar bikarin li wir bi rehetî dersên xwe bixebitin, birazên, guhdarîya stranan bikin û aktîvîteyên civakî bikin. Li vir sedema bingehîn a pirsgirêka hêwirînê diafirîne, polîtîkaya wargehan a îktîdarê ye. Weqfên ku pê çavkanîyên dewletê bazara odeyên xwe yên rehet bi gotina “Em li benda we ne!” dikin. Lê belê xwendekarên li KYKyan dimînin neçarî şert û mercên xirab dimînin an jî wekî Boğaziçiyê, ji hêla rektorîyê ve berê wan didin van wargehên weqfan. 

“Her kesî hay jê hebû lê belê tu kesî nedikarî bi tena serê xwe li ber rabe”

Dema ku sala borî xwendekar bi van pirsgirêkan re têdikoşîyan nobedên Tevgera Em Nikarin Bihêwirin dest pê kirin. Te ev nobed jî şopandin. Çavdêrîyên te çi bûn? Hem li ser parkan hem jî li ser nîqaşên di nav raya giştî de belav dibûn, tu dikarî çi bibêjî? 

Bi ya min du sedemên giring yên xwedîlêderketina çalakîyên Tevgera Em Nikarin Bihêwirin hene. Ya yekem; haya her kesî ji zêdebûna bihayên xanîyan hebû lê belê tu kesî nedîkarî bi tena serê xwe bertek nîşanî vê yekê bide. Dema ku xwendekar çûn li parkekê rûniştin û gotin “Em nikarin bihêwirin”, mirov li ser vê yekê fikirîn û gotin “Yaw bi rastî jî em nikarin bihêwirin, niha em bixwazin ji xwe re xanîyekê kirê bikin em nikarin” û bi vî awayî xwedîlêderketina van daxwazan bi lez pêk hat.  Ya duyem ev pirsgirêkeke gelek dijwar e, mirov nikare demildest çareser bike lê belê pirsgirêkeke jîyanî ye. Ji ber van her du sedeman ev daxwaz gelek zû belav bûn.  Her tişta ku xwendekaran digot xwe dispart xaleke mafdar. 

Piştgirîya xurt a ji bo daxwazên xwendekaran ji bo daxwazên hemû karker û betalên ku xwedî heman pirsgirêkê ne jî hat dayîn. Jixwe ji ber vê yekê  nobed jî bi lez berbelav bûn. Ji bo xwendekarên ku gotin “Em nikarin bihêwirin” gotinên wekî “bi vê re girêdayî ye, bi vê re eleqedar e” hatin kirin, lê xwendekaran bi gotina “Ma çareserî ev e niha?” bertek nîşanî van gotinan da. Ji hêla tevgera ciwanan ve jî mirov dikare bibêje ev yek ji 2014-15an pêve rengvedana sîyaset û daxwaza herî rasteqîn bû ku qeyrana hêwirînê bi awayekî rasteqîn anî rojeva Tirkîyeyê. 

“Ajansê nûçe weşand: Li wargeha xwendekaran kuştin”

Piştî van pêvajoyan xeber ji me re hat ku Mehmet Sami Tuğrul li Antalyayê li wargeheka cimaetê hatîye kuştin. Tu jî ji bo ku lêkolîna vê bikî ketî ser rê lê belê hêj tu neketî bajarî tu hatî binçavkirin. Pêşîya wê û piştî wê çi qewimî?

Piştî ku Mehmet Sami Tuğrul hate kuştin ajansê nûçeyek weşand, “Li wargeha xwendekaran kuştin”. Me jî dest bi lêkolînê kir. Em bi rayedarên emnîyetê re axivîn, gotin em nikarin agahîyan bidin. Ez sedema vê yekê nizanim, tişteke wisa tune ye ku polês nekarin agahîyan bidin. Em hîn bûn ku telîmat ji wan re hatîye û agahîyan nadin. Piştî vê yekê, ji bo ku lêkolînê bikim, ez rabûm çûm Antalyayê.

Polêsan biryara binçakirinê ya derheqê min de nîşanî min dan. Erê biryareke wiha heye lê belê ne sedemek dinivîse ne jî li ser dîrokek heye, tenê 2021 dinivîse. Yanî polêsê ku vê belgeyê nîşanî min dide kengî bixwaze dikare min binçav bike. Me ferq kir ku li wir rewşeke seyr heye. 

Nemaze ew wargeheke derqanûnî bû. Serokê Komaleya Çand û Zanistê ya Antalyayê (ALİM-DER) li lîseyeke mele xetîban midûrê cîgir bû, alîkarê serok jî li Zanîngeha Akdenizê akademîsyen bû. Milkê wargeh li ser hatî çêkirin aîdî serperiştê mezin ê emnîyetê bû. Ev kes rayedarên astbilind ên di nav emnîyetê û dezgehên dewletê de ne û li navenda Antalyayê xwedîyê wargeheke terîqetê ya derqanûnî ne.

Fikara sereke ya xwendekarên li wê derê ev bû: “Ma em mecbûrî vê yekê ne?”. Her kesî ji min pirs dikir ka ez ji ku agahîyan distînim, kesên ku min ji wan agahî distand ew xwendekar bûn ku ji ber ku nikarin bihêwirin neçarî van wargehan mane û loma serî radikin. Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê ku ez wan nas nakim ji min re peyam dişandin, ez ji her tiştî agahdar dikirim. Ev beşek ji berteka wan bû. Piranîya wan jî digot ku ew min ji nobedên Tevgera Em Nikarin Bihêwirin nas dikin.

Bihayê mehane yê cihê ku Mehmet Sami Tuğrul lê hatî kuştin û wek wargeh dihat binavkirin 450-500 lîre bû. Rayedaran got ku ew der ne wargehek e. Xwendekaran digot ku ew her meh bi awayekî rêkûpêk vî pereyî didin. Bi awayekî rêkûpêk ji xwendekaran kirê tê standin, hevalên wan yên odeyê dîyar in û bi şimikan dikevin hundir… Ev der çawa ne wargeh e? Derbarê bûyerê de tu lêpirsîn nehat kirin. Bûyer hat nixumandin. Ji ber ku ez çûm wê derê hatim binçavkirin û îhtîmal e ku dê doz jî were vekirin lê belê li ser rûdanên wê derê tu lêpirsîn nehat kirin. Ya rastî ev kuştineke wekî qezaya Susurlukê bû. Bûyereke wisa bû ku têkilîya terîqetan a bi emnîyet, zanîngeh û Wezareta Perwerdehîya Netewî re nîşan dida.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button