Em kî ne?


Ji Bo Xwendekarên Li Her Çar Alîyên Tirkîyeyê Bikarin Dengê Xwe Bigihînin Portala Nûçeyan a Xwendekaran Tê Aavakirin: Dengê Zanîngehê!

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne.

Li Tirkîyeyê azadîya ramanî hema li derî rastî astengîyan tê. Ev astengî tevî ku roj bi roj qada sivîl teng dike li alîyê din jî bandorê li ser têkoşîna takekesan ya mafparêzîyê jî dike. Girêdayî vê yekê ji ber mekanîzmayên ku sansûrê li ser medyayê dikin û bi qedexekirina naverok û malperên nûçeyan, çapemenî jî wekî parçeyeke qada sivîl tê qedexekirin. Tevî ku malperên nêzî hikûmetê xurttir dibin, malperên mixalif tên astengkirin û nûçeyên derbarê binpêkirina mafan de tên rakirin û derbarê mirovan de doz tên vekirin. Rojnamegerîya Welatîyan ku demên dawî de her ku diçe em navê wê bêhtir seh dikin, ji ber van zextan êdî zêdetir xuya dike. Armanca me jî ew e ku em jêhatina xwendekaran ya amadekirina nûçeyan baştir bikin, arşîvekê ji nûçegihanîya domdar ava bikin û kartêkirinekê li çêkirina nûçeyên xwe dispêrin mafparêzîyê bikin, me Portala Nûçeyan ya Dengê Zanîngehê ava kir.

Armanca me; avakirina platformeke domdar e ku xwendekarên tên paşguhkirin bikarin dengê xwe bigihînin, derbarê jîyana kampûsan de bikarin raya giştî agahdar bikin. Di heman demê de rojnamegerên xwedî tecribe jî bi rêya atolyeyan dê zanînên xwe ragihînin xwendekarên ku dixwazin di vê qadê de jêhatin û zanîna xwe pêşdetir bibin.

Girêdayî vê yekê kirdeya sereke ya portala nûçeyan jî dê xwendekarên ji komalgeh û kulûbên ji zanîngehên cûrbecûr ên Tirkîyeyê pêk were. Bi rêberîya komaleya me û şêwirmenda me ya rojnameger; her mehê dê ji bajarekî cuda kulûb an jî komalgeheka xwendekaran naveroka nûçeyan û mijarên nivîsan dîyar bike û bi vî awayî dê agahîyan hilberîne. Xwendekar, bi rêya portalê hem dê nivîs û nûçeyên xwe dispêrin mafparêzîyê amade bikin hem jî dê ligel xwendekarên agahîyên rojane dabîn dikin di nav piştgirîyê de bin.

Kargehên ku dê xwendekar beşdar bibin, dê ji hêla rojnamegerên xebatên xwe dispêrin nûçegihanîya mafparêz ve werin dayîn. Naveroka kargehan ji sererastkirina nûçeyan, nûçegihanîya mafparêz, jêhatinên parastin û vekolîna daneyan, çêkirina vîdeoyan bo nûçegihanîya online, rojnamegerîya li hember zayendîya civakî hesas û herî dawî ji piştrastkirina nûçeyan pêk tê.


unises.net projeyeke Komaleya Lêkolînên Qada Sîvîl e. Komaleya Lêkolînên Qada Sîvîl, ji ber piştgirîya dane malperê spasîya PENa Norwecê û Balyozxaneya Swêdê ya Stenbolê dike. Berpirsîyarîya naveroka malperê aîdî weşankaran e û ne girêdayî nêrînên wan sazîyan e ku piştgirî dane malperê.