Gamze Çetintepe
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Me pêvajoya lêpirsînên dîsîplînê yen derbarê xwendekarên tevlî Berxwedana Boğaziçiyê bûne ligel xwendekar û parêzerên wan axivî.
Xwendekarên tevlî Berxwedana Boğaziçiyê bûne tevî tundûtûjîya polêsan, binçavkirin û darazkirina nehiqûqî, li zanîngehê jî rastî heman zextan tên. Dayîna rayeyên derveyî karê peywirdarên ewlehîyê yên taybet û vekirina lêpirsînên dîsîplînê yên ku prostestoyên aştîyane û azadîya ramanî wek sûc qebûl dikin mînakên vê yên berbiçav in.
Di pêvajoya destpêkirin û birêvebirina lêpirsînên dîsîplînê de ku li gor zabitnameyên Yekeya Ewlehîyê ya Taybet (ÖGB) hatine vekirin gelek nelirêtî xuya dikin. Xwendekar bi kamerayên ewlehîyê tên kontrolkirin û mîmkirin. Bi vî awayî bi delîlên ku ji zagonan dûr cizayan ji çalakîyên ne sûc re dibirin. Encamên van lêpirsîn û cizayan jî wekî astengkirina mafê perwerdehîya xwendekaran, rîska birîna bûrsan û peydabûna endîşeyê rû didin.
Me ji xwendekaran ligel Berke li ser pêvajoyê axivî ku ew ji ber lêpirsînên dîsîplînê hatîye cizakirin.
Zabitnameyên ÖGByê bandorê li lêpirsînan dikin
Lêpirsînên dîsîplînê, li gor Rêziknameya Dîsîplînê ya Xwendekaran ya Sazîyên Perwerdehîya Bilind tên birêvebirin. Li gor vê rêziknameyê rayeya destpêkirina lêpirsînan aîdî dekan û gerînendeyên enstîtuyan e. Dekan bi gelemperî ji bo amadekirina lijneya dîsîplînê akademîsyenan peywirdar dike, lijne bûyerê lêkolîn dike û biryarekê pêşnîyaz dike, lê dekan xwedî wê rayeyê ye ku ji bilî vê pêşnîyaze biryareke dî bide.
Gava yekem a lêpirsînên berxwedanê jî zabitnameyên ÖGByê bûn. Zabitnameyên rastîya wan gumanbar ku li gor zagonan divê wek delîl neyên qebûlkirin di lêpirsînan de hatin bikaranîn. Bûyer di zabitnameyên ÖGByê de ji bêalîbûnê dûr dihatin vegotin. Heta piştî demekê ev zabitname ne wek şahidîya bûyeran wek belgeyên ku ji rêziknameya dîsîplînê sûcan hildibijêrin û xalên têkildarî van sûcan tê de têne nivîsîn lê hatin.
Di van zabitnameyan de, tevî ku xwendekaran piştrast kir ku ew neçûne zanîngehê, dihat îdîakirin ku ew beşdarî çalakîyên li zanîngehê bûne. Hin xwendekar jî şaş hatin teşhîskirin û cizayê hişyarîyê li wan hate birîn. Ligel vê yekê, dîroka amadekirinê ya hin zabitnameyan nehat diyarkirin. Her wiha dema ku zabitname pêşkêşî xwendekeran kirin ku îmze bikin û parastina xwe bikin, navên peywirdarên ewlehîyê hatin veşartin. Destpêkê nav dihatin diyarkirin û xwendekaran dikarîn li dijî buxtanên li wan hatine kirin gilîyên xwe bikin. Piştî vê yekê navên peywirdarên ewlehîyê hatin veşartin û bi vî awayî mafê xwendekaran yê xweparastinê hat astengkirin. Piranîya dîmenên wek ‘delîl’ hatin qebûlkirin jî dîmenên nehiqûqî bûn ku ÖGByê bi kamerayên nepen yên bendikên xwe ve tomar kiribûn.
Gava duyem jî ew belge ne ku nivîsevanîya giştî ev zabitname jî lê zêde kirine û ji dekanan daxwaz kirîye ku li gor xala 12. (1-a) ya rêziknameyê (xala ku dibêje rayeya vekirina lêpirsînan aîdî dekanan e) lêpirsînê bidin destpêkirin. Her çend dekan ji ber van belgeyên ku cîgirê rektor îmze kirine ne mecbûr in lêpirsînê vekin jî, eşkere ye ku bi zimaneke hiyerarşîk û bikaranîna rêziknameyê tê xwestin ku zext li wan bê kirin. Ji ber vê zextê jî gelek caran ciza nehatibe dayîn jî lêpirsîn hatin vekirin.
500î zêdetir lêpirsîn, 11 cizayên dûrxistinê
Ligel van hemû bêhiqûqiyan, her çend di destpêkê de gelek caran lêpirsîn hatin vekirin jî, cizayên wan nehatin birîn, cizayên dihatin dayîn jî cizayên hişyarkirin û şermizarkirinê bûn. Naci İnci piştî wek rektor hat tayînkirin derbarê dekanên fakulteyan de jî bi hinceta ku peywira xwe pêk neanîne, lêpirsînên dîsîplînê vekirin. Di vê pêvajoyê de 6 xwendekar ji ber beşdarbûna xwepêşandanan cara ewil ji zanîngehê hatin dûrxistin. Xwendekaran nerazîbûna xwe anîn ziman ku zexta li ser dekanan wek ciza li xwendekaran vedigere. Piştî demeke kin sê dekan ji ber cizayên dîsîplînê yên derbarê wan de ji peywira xwe hatin girtin û Naci İnciyê qayûm li şûna wan xwe û alîkarên xwe Fazıl Önder Sönmez û Gürkan Kumbaroğlu tayîn kir. Piştî ku qayûm wek dekan hatin bicihkirin, di nav demeke kin de hin cizayên din jî yên dûrxistinê hatin dayîn.
Berîya protestoyan lêpirsînên dîsîplînê li ser mijarên wekî duristîya akademîk an jî tacîza zayendî dihatin vekirin. Lê ligel berxwedanê lêpirsin derbare xwendekarên hatine binçavkirin de hatin vekirin.
Kiryarên ne-sûc ên wekî “vekirina konan”, “hewldana vekirina konan” û “vekirina ala LGBTI+” û îfadeyên ku wateya wan ne diyar e, yên wek “propaganda” û “qerebalixîya dengî” ku di rêziknameyê de hevtayê wan tune ye, ji bo vekirina lêpirsinê wek hincetên têrker tên qebûlkirin.
Wekî din, “bêdestûr” daliqandina afîş an jî pankartan, belavkirina belavokan û organîzekirina çalakiyan, her çend di rêziknameyê de weke sûc derbas bibin jî ji aliyê komîsyonên dîsîplînê ve darizandina wan biryareke nakok bû. Xwendekar ji ber çalakîyên bi boneya protestokirina rektorê qayûm, ji alîyê lijneya ji akademîsyenan pêk tê hatin cizakirin. Xwendekaran destûra rêveberiya tayînkirî nestandîye ji ber ku wê meşrû nabînin. Loma ev darizandin li dijî helwesta akademîsyenan a li hember rektorê qayûm bû.
Di dema berxwedanê de zêdeyî 500 lêpirsînên dîsîplînê hatin vekirin, 11 cizayên dûrxistinê (ji bo heft kesan hefteyek, ji bo 3 kesan mehek, ji bo kesekê serdemek) hatin dayîn û gelek cizayên hişyarî/şermezarkirinê hatin dayîn.
” Ji ber ku gelek lêpirsîn hebûn min ji bîr kir ku parastina yekê bikim “
Ji xwendekaran Berke ku ji ber tevlêbûna berxwedanê rastî gelek doz û lêpirsînên dîsîplînê hatiye, wiha behsa armanca lêpirsînan û rêbazên vekirina wan kir:
“Nêzî 10 lêpirsîn derbarê min de hatin vekirin û 30 caran hatim tawanbarkirin. Lêpirsîn li ser wan kesan tên vekirin ku pir caran di xwepêşandanan de hatine dîtin. Armanc ew e ku xwendekarên xwepêşander bitirsînin û biçewisînin. ÖGB agahîyên taybet yên xwendekaran ên wekî nav û nimareya wan bi awayekî neqanûnî -bi şopandina wan, dema ku ji tûrnîkeyan derbas dibin bi dizî temaşekirina agahîyên wan an jî li qadên hevpar tacîzkirina wan- distîne û ji bo vekirina lêpirsînê bi kar tîne. Lêpirsîn li ser îfade û îdîayên derew ên ÖGByê tên vekirin.”
Berke got ji ber ku gelek lêpirsîn li ser wî hatine vekirin wî ji bîr kiriye ku parastina yek ji wan bike û li ser vê yekê sûcdar hatîye qebûlkirin û cizayê hişyarîyê lê hatîye birîn.
Halbûkî di xala rêziknameya berbehs de hatiye nivîsandin ku ger xwendekar bê hincet beşdarî banga parastinê nebe, dê were hesibandin ku tenê dev ji mafê xwe yê parastinê berdaye û li gor delîlên din divê biryara pêwîst bê dayîn. Berke anî ziman ku di lêpirsîna xwe ya dawî de komîsyona dîsîplînê pêşnîyara cizayê hişyariyê kiriye lê belê Naci İnci wek dekan mehek jî cizayê dûrxistinê dayîyê. Li gorî rêziknameyê tenê lijneya dîsîplînê dikare yek an jî du serdeman cizayê dûrxistin an jî avêtina ji zanîngehê bide. Ji ber vê yekê mehek cizayê dûrxistinê, cîzayê dîsîplînê yê herî bilind e ku Naci İnci dikare wekî dekan bide.
Ji bo lêpirsînan hinceta nû: Vexwarina alkolê
Lêpirsînên dawî yên li zanîngehê derbarê vexwarina alkolê de ne. Li gorî rêziknameya YÖK’ê vexwarina alkolê li kampusê wekî sûcê dîsîplînê tê qebûlkirin. Lê belê berê li Zanîngeha Boğaziçiyê ne pirsgirêk bû ku xwendekar li kampusa xwe alkolê vexwin.
Xwendekar di mehên dawî de rastî tacîza peywirdarên ewlehiyê tên ku bi komî di saetên dereng de li kampusê digerin. Peywirdar videoya kesên alkolê vedixwin digirin û qertên xwendekaran ji wan distînin. Karta şeş derçûyîyên zanîngehê bi hinceta ku alkol vexwarine bo salekê hatin blokekirin û nehiştin derbasî zanîngehê bibin û bo hin xwendekaran jî bi heman hincetê cizayê hişyarîyê hat dayîn.
Xwendekaran careke din anîn ziman ku ew tayînkirina qayûman ya xwe dispêrin zagonan ku “qanûnî, lê ne rewa” ye qebûl nakin.
Parêzer: Lêpirsîn dij-hiqûqî ne
Parêzerekî xwendekaran ku parêzerîya lêpirsînên dîsîplînê dike, alîyên hiqûqî yên lêpirsînan wiha tîne ziman:
“Xala berbiçav ya lêpirsînên dîsîplînê yên Zanîngeha Boğaziçiyê ew e ku rêveberîya qayûm lêpirsînan dispêre wan belgeyan ku li gor zabitnameyên peywirdarên ewlehîyê yên taybet hatine amadekirin. Ev zabitname bi awayekî ji rastîyê dûr li dijî xwendekarên ku mafên xwe yên zagonî bi kar anîne amadekirin.”
“Di van belgeyên berbehs de agahîyên nasnameyî yên peywirdarên ewlehîyê yên taybet hatine veşartin. Ev yek bi tena serê xwe jî nîşan dide ku rêveberî li gor xwe tevgerîyaye û tu palpişta lêpirsînan tune ye. Tu têkilî di navbera tawanbarkirin û şexsan de tune ye û tawan nehatîye şênberkirin, çimkî li holê tu tawan tune ye.”
“Kiryarên xwendekaran di nav çarçoveya azadîya ramanî de ne û armanca wan ji bo perwerdehîyê dabînkirina hawirdoreke demokratîk e. Derket holê ku ji bo vekirina hin lêpirsînên dîsîplînê serdozgerîya komarê li dijî rêgeza cudahîya hêzan tevgerîyaye û ji bo zanîngehê nivîs şandiye. Ji bo amadekirina raporê divê pispor werin peywirdarkirin ku hemû delîlên baş û xirab yên derbarê kiryara bûye mijara cizayê dîsîplînê de analîz bikin. Her wiha bi taybet berhevkirina dane û belgeyên dikarin bûyerê zelal bikin û keşifkirin, guhdarkirina şahidan û analîzkirina deng û dîmenên di vîdeoyan de jî dîsa divê di bin çavdêrîya pisporan de werin kirin. Ligel van divê serî li agahîyên kêsên din yên eleqedar bidin ku bi awayekî teqez were tespîtkirin ku ka sûcê dîsîplînê rû daye an na. Tevî van yekan di hin lêpirsînên dîsîplînê de bes delîlên dijber hatin berhevkirin.
“Eşkere ye ku biryarên dîsîplînê ji hêla armanc û sedemê ve dij-hiqûqî ne. Her wiha balkêş e biryarên derbarê cizayê dîsîplînê de bi gelemperî xwe naspêrin tu binasîyê û tu rêyên serlêdanê nayên nîşandan.”
*Hezîran 2022