Kargeh

Kargehên ku dê xwendekar beşdar bibin, dê ji hêla rojnamegerên xebatên xwe dispêrin nûçegihanîya mafparêz ve werin dayîn. Naveroka kargehan ji sererastkirina nûçeyan, nûçegihanîya mafparêz, jêhatinên parastin û vekolîna daneyançêkirina vîdeoyan bo nûçegihanîya onlinerojnamegerîya li hember zayendîya civakî hesas û herî dawî ji piştrastkirina nûçeyan pêk tê.

AMADEKIRINA NÛÇEYAN

Di vê beşa ‘’Rojnamegerî 101’’ê de, dê behsa hêmanên bingehîn ên di merheleyên nivîsîn û berhevkirina nûçeyan de bê kirin. Ligel beşdaran dê xalên girîng ên di dema amadekirina nûçeyekê de bi mînakên ku ji rojnameyên rojane û malperên nûçeyan ên înternetê hatine berhevkirin werin analîzkirin. Di kargehê de dê girîngiya çêkirina nûçeyan di çarçoveya etîka pîşeyî ya rojnamegeriyê de bê nîqaşkirin û bi rêya mînakan dê li ser çawanîya nivîsandina nûçeyên baş û xirab nîqaş were kirin.

ROJNAMEGERÎYA LI HEMBER ZAYENDA CIVAKÎ HESAS

Kargeh, dê bi ragihandina perspektîfa li ser têgeha ‘’zayenda civakî’’ û wekhevîya zayenda civakî hûr dibe û awayê bihevrebûna vê perspektîfê û hişmendîya nûçegihanîyê dest pê bike Piştre dê ji naverok û navendên nûçeyan ên li cîhanê û Tirkiyeyê daneyên li ser rewşa heyî ya bên parvekirin. Xalên girîng ên di nûçeyên tundûtûjiyê û/an binpêkirina mafan de dema ligel kirde/çavkanîya nûçeyê tê axaftin û nûçe tê amadekirin an jî di rewşên hewce de veşartina nasnameya çavkanîyê ji bo ewlehîyê dê werin ravekirin. Her wiha ji bo wêneyên nûçeyan û nûçeyên vîdeo dê behsa xalên girîng bê kirin.

NÛÇENIVÎSÎNA MAFPARÊZ

‘’Nûçegihanîya Mafpararêz’’ çi ye, çima girîng e û çawa tê kirin? Bi encamên berdest ên vê têgeha ku ligel nûçegihanîya Walter Cronkite ya li Vîyetnamê bûye mijara nîqaşê, dê li ser ‘’rojnamegerîya çak’’ destpêkeke teorîk were kirin ka çima ji pektîfeke mafparêz derbas dibe û ji bo vê yekê divê kîjan pirs werin pirsîn û li gor kîjan endîşeyan were birêvebirin. Piştre bi mînakên berdest peydakirina pirsgirêkan, sererastkirin û ji bo ku ka mijarek çawa bi perspektîfa mafparêz tê nirxandin were ceribandin dê ji destpêkê nûçe werin nivîsîn.

JI BO NÛÇEGIHANÎYA ONLÎNE AMADEKIRINA NAVEROKA NÛÇEYAN

Ji bo hilberîna vîdyo-nûçeyan çi amûr û jêhatin hewce ne? Di hilbijartina mijareke nûçeyê û diyarkirina çarçoveya wê de divê çi li ber çavan bê girtin? Ji bo nûçeyan mêhvan çawa tên peydakirin? Rê û rêbazên avakirina ragihandineke baş û hevbeyvîna dîtbar çi ne? Dê li ser plansazîya kêşanê, hilbijartina mekanê guncan ji bo mêhvan û mijarê û li ser rewşên bêhemdî diqewimin were axaftin. Dê li ser çêkirina plansaziyek gulebaranê, hilbijartina cîhek minasib ji bo mijar û mêvanê, û meriv çawa bi rewşên ku dibe ku ji kontrolê derbikevin re mijûl bibe. Her wiha dê teknîkên bingehîn ên çîrokbêjî û honandinê jî werin vegotin.

JÊHATINÊN PARASTIN Û LÊKOLÎNA DANEYAN

Armanca vê kargehê ew e ku li ser ewlehiya daneyan perwerdehiyeke bingehîn bide xwendekaran. Kargeh, dê li ser mijarên wekî ewlehîya peywendiya înternetê, parastina ji êrîşên sîber (phising), afirandina şîfreyên bihêz, bikaranîna VPNê li qada nûçeyan, parastina çavkanîya nûçeyan, şîfrekirina dualî, erêkirina dugavî, xetereyên dîjîtal ên potansiyel ji bo amûrên elektronîkî yên nivîsgehê, biaxive.

PIŞTRASTKIRINA NÛÇEYAN

Di serdema înternetê de nemaze ligel berbelavbûna bikaranîna medyaya civakî awayê xebata rojnamevanan gelek guherî. Lê belê rojnamegerî bes neguherî, di heman demê de ji ber ‘’bombebarana agahîyan” zehmettir bû. Di kargehê de jî dê derbarê pirsên wekî yên li jêr de agahî werin dayîn: “Rojnamevanî, di serdemekê de ku rastî li gorî berê bi hêsanî dikare ji wateya xwe were dûrxistin, tê çi wateyê? Angaştên ku li ser medyaya civakî têne belavkirin an cih digirin divê di warê rojnamegeriyê de çawa werin nirxandin? Ma divê her angaşt bibe nûçe? Heger bibe nûçe divê bala xwe bidin çi? Mekanîzmaya erêkirinê ji bo rojnamevan û rojnamegeriyê çawa dixebite? Ji bo erêkirina angaştan kîjan amûr dikarin çawa werin bikaranîn?"

Başa dön tuşu