Xwendekên Berxwedana Boğaziçiyê
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Li Zanîngeha Boğaziçiyê; Polêsan êrîşî 9. Meşa Rûmetê kir. Meş bi bangewaziya Kulûba LGBTİ+, ku ji aliyê rektorê qayûm ve hatibû girtin, hat lidarxistin. 70 xwendekar bi îşkence û kelepçeyan hatin binçavkirin. Xwendekaran xwestin bikevin kampusê da ku li dijî binçavkirinan piştgiriya hevalên xwe bikin lê rastî astengîya ewlehîyê hatin. Lewma nekarîn bikevine kampusê. Em ligel E.K. ku ew jî beşdarên meşê bûye, li ser tundûtûjîya polêsan ya li hember xwendekarên LGBTI+ avivîn.
Berî 9. Meşa Rûmetê ya 20ê Gulanê li Zanîngeha Boğaziçiyê hatî lidarxistin, hat dîtin ku li derdora Zanîngeha Boğaziçiyê, ku jixwe bi polêsan dorpêçkirî ye, gelek otobusên binçavkirinê û hêzên çewîk hene. Dema ku koma LGBTI+ meşa xwe ya rûmetê li dar dixist, bi sedan polêsên ku ew dorpêç kiribûn, bêyî ku wan hişyar bikin dest bi binçavkirinê kirin. Di encama êrîşa polêsan de 70 xwendekar hatin binçavkirin, gelek gotinên nefretê hatin kirin, kelepçe hatin bikaranîn û îşkence li xwendekaran hat kirin. Kesên nehatine binçavkirin û yên ji bo piştgirîyê hatibûn, li pêşiya deriyê Guney Kampusê hatin ba hev û daxuyanîya çapemeniyê dan.
“Em rastî midaxeleyeka dûrî rûmeta mirovahîyê hatin. Bi nefreteke fobîk êrîşî me kirin.”
Em ji xwendekaran ligel E.K. li ser rûdanan axivîn ku ew jî bûye şahidê binçavkirina hevalên xwe, tundûtûjîya polêsan û binpêkirina mafên mirovan. E.K. got: “Dema meşa me di saet 17.00an de dest pê kir, me dît ku bi hejmareke zêde polêsan derdora me dorpêç kiribûn. Polês li pey me ketin lê me rêya xwe guherand. Dema em hatin ber odeya kulûba xwe ya hatî girtin, BULGBTİ+yê, polêsan ewilî emdorpêç kirin. Piştre rêya me vekirin û bêyî ku tu hişyarîyê bikin em binçav kirin. Ji ber nasnameyên xwe em li erdê hatin rakêşan û em rastî tundîyê hatin. Hin hevalên me ji ser hişê xwe çûn û krîz derbas kirin û rastî midaxeleyeke dijwar ya polêsan hatin. Me demeke dirêj nezanî ka hevalên me li ku ne. Tam 70 hevalên me hatin binçavkirin.”
Sedema zêdebûna polêsan wekî konserên Taşodayê hatibû nîşandan. E.K. dibêje demeke dirêj e ku zexta polêsan ya li ser LGBTI+yan berdewam dike û wiha didomîne: “Rêveberiya qayûm a li zanîngeha me, ji berhem û xwepêşandanên di xwe de hêmaneke aîdî LGBTI+yan dihewîne heta azadîya ramanî, mafên mirovan û mafên me yên perwerdehîyê jî asteng dike. Sedema zêdebûna polêsan ev bû, rêveberîya qayûm bi piştgirîya dewletê gazî wan kiribû.”
Li gor zagonên Tirkîyeyê, ji bo ku polês kesekî/ê binçav bike divê xwedî gumaneke berdest be. Li ser vê yekê dema ku me ji E.K. pirsa “Tevî ku mafê me ye ku em li zanîngehan xwepêşandanan li dar bixin ku ev yek halêhazir di Makezagona Tirkîyeyê de hebûna xwe diparêze, ev binçavkirin xwe dispêrin kîjan zagonan?” kir wiha bersiv da:
“Dema me ji polêsan pirs kir bi tu awayî bersiva me nedan, me bi tu awayî sedema binçavkirina hevalên xwe û îşkencekirina wan nezanî û em ê nezanin.”
Xwendekarên ku li cihê bûyerê ji ser hişê xwe çûn, krîz derbas kirin û rastî tundûtûjîyê hatin di dîmenan de hatin dîtin. E.K. derbarê van dîmenan de wiha axivî:
“Em rastî midaxeleyeka dûrî rûmeta mirovahîyê hatin. Bi nefreteke fobîk êrîşî me kirin.”
E.K. got ew ji bo hevalên xwe yên hatine binçavkirin metirsîdar in û wiha berdewam kir: “Em li benda midaxeleyeke wiha bûn. Çimkî bi cîhazên x-ray û bi gelek awayên din em dihatin astengkirin û em bêgav dihiştin. Dema me li pêşîya zanîngeha xwe mafên xwe yên azadîyê diparastin jî nedihiştin em bikevin zanîngeha xwe. Niha jî bi taybetî ji bo ku li hember xwendekarên LGBTI+ nerazîbûna xwe nîşan bidin Meşa Rûmetê asteng kirin. Em ji serdemeke wisa derbas dibin ku mafên me yên mirovî ji her alîyî ve tên binpêkirin. Em rastî destdirêjî û heqaretên homofobîk û zayendparêz hatin. Ew hewl didin ku bi îşkenceyan me asteng bikin lê belê ew çiqas zextê li me bikin em ê ewqas li ber xwe bidin. Rûmeta mirovahîyê dê tundûtûjîyê têk bibe.”
Dema ev bûyer diqewimîn xwendekarên li pêşiya Guney Kapiyê ji bo piştgirîya hevalên xwe bikin disekînin ji aliyê ewlehîyê ve hatin astengkirin û nehiştin ew bikevin zanîngeha xwe. Li ser vê yekê dema derketina ji zanîngehê jî hate qedexekirin, xwendekar rastî dorpêçkirina polêsan hatin. Dirûşmên xwendekaran ên wekî “Neredesin Aşkım, Burdayım Aşkım” û “Dönmeyiz, dönmeyiz, biz bu yoldan dönmeyiz” tevî hemû êrîşan berdewam kirin. Xwendekaran li vê derê daxuyanîya çapemenîyê da. Di daxuyanîyê de anîn ziman ku dê Lijneya Temsîlkar ya Xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê şopdarê êrîşê be û her wiha bal kişandine ser protestoyên li hember cihazên x-rayê ku bi hinceta astengkirina alkolê tê bikaranîn.
70 xwendekarên hatibûn binçavkirin, piştî kontrola tenduristîyê û ifadeyên wan serbest hatin berdan. Xwendekarên berî sibehê serbest hatin berdan ku piranîya wan bi taybet LGBTI+ bûn, tundûtûjîya derûnî, lêdan û êrîşa fobîk ya li wan hatî kirin anîn ziman.
Peywirdarên Ewlehîya Taybet bi maseyan êrîşî xwendekaran kirin
Derîyê Kampusê jî yek ji wan qadan bû ku tundûtujîya 20ê Gulanê li wir rû da
Bi cîhaza x-rayê ya li ber deriyê Zanîngeha Boğaziçiyê hatiye danîn, midaxeleya li Meşa Rûmetê û astengkirina xwendekaran, mafên me hatin binpêkirin. Xwendekarên ku ji ber astengkirina peywirdaran nikarin bikevin zanîngeha xwe ji mafê xwe yê perwerdehîyê jî bêpar dimînin. Dema ku Xwendekaran xwestin biçin zanîngeha xwe li ber derî rastî peywirdaran hatin ku bi awayekî fizîkî êrîşî wan kirin. Peywirdaran xwestin maseyan bavêjin ser wan û ew dînûhar bibûn.
Hate tomarkirin ku di dîmenan de peywirdaran gef li xwendekaran xwariye û xwendekaran jî gotiye “Em xwendekar in, li me nexin, vî kesî li me xist.” Peywirdarekî ku êrîşî xwendekaran kir, ji aliyê peywirdarên din ve hat parastin û bi lez hat ji wir derxistin.
Hat diyarkirin ku li gor pênaseya rayeya peywirdaran divê ew midaxaleya fîzîkî li xwendekaran nekin. Lê tê gotin ku ew li gor fermanên ku ji rektoriyê digirin tevdigerin.
Rektorê qayûm ku li Zanîngeha Boğaziçiyê hatiye wezîfedarkirin, di bin navê bergirîyên ewlehîyê de destdirêjîya gelek tiştan dike. Rêveberîya Qayûm guhertinên radîkal dike û mebesta wan ew e ku kontrola xwe ya li ser xendekaran xurttir bikin. Lewma li zanîngehê hejmara kamerayan zêde dike da ku bi hêsanî nasnameya xwendekaran tespît bike, bi caxan qelebalixa xwendekaran kontrol dike û kadroyên zêde vedike da ku zêdetir peywirdarên ewlehîya taybet li zanîngehê bi cih bike. Ne tenê xwendekarên li kampusê dijîn, di heman demê de wekhevî, edalet û azadî bixwe jî bo xwe kirine armanc. Xwendekar bi cîhaza x-rayê ku nû anîne zanîngehê, rastî kontrolên heta radeya tacîzê tên. Yek ji wan xwendekaran K.S. serpêhatiyên xwe yên di 22ê Gulanê de, li ser medyaya civakî ya zanîngehê wiha anî ziman:
“Berî niha wexta ku ez bi hevala xwe re ji Guney Kapiyê derbas dibûm, tevî ku deng ji dedektorê nehat peywirdaran xwest ku li ser hevala min bigerin. Dema ku me red kir got, ‘nexwe cilên xwe ji xwe bike û nîşanî me bide’. Me got ‘ka nîşanî me bide deng ji dedektorê tê an na’ helbet deng jê nehat. Min nû dest bi kişandina vîdeoya bûyerê kiribû, nobedarê li kêleka min, cîhaza xwe danî ser dedektorê da ku deng jê were. Piştre danî ser hevala min û got ‘binihêre’ deng jê hat. Dema ku me îtîraz kir û got deng ji peywirdarî tê, yekî din qêriya û got ‘gazî emniyetê bike’. Ji ber ku em li hember kesên ku ji ber hovîtiyê dînûhar bûne têdikoşin û em dizanin ku li Tirkiyeyê bi tu awayî em nikarin li mafên xwe bigerin, me dev ji nîqaşê berda û em ji zanîngehê derketin.”
Ji ber ku rayeya peywirdarên ewlehîyê tune ye ku li ser mirovan bigerin, gazî polêsan dikin, ku bi çekên giran li wê derê amade ne, da ku zorê li xwendekaran bikin. Ev yek serpêhatîyên wan xwendekaran berbiçav dike ku ji ber buxtana peywirdarên ewlehîyê hatine girtin. K.S. wiha behsa bandora xirab ya serdema rektorê qayûm û zêdebûna polîtîkayên ewlehiyê yên li ser qadên ewle yên li kampusan kir:
“Dîtina van guherînan mirovî gelek xemgîn dike. Berê, peywirdarên ewlehîyê bi rastî jî ji bo ewlehîya xwendekaran dixebitîn. Me ligel wan sohbet dikir û em li hev dişêwirîn. Rewşa îro bi rastî jî gelek metirsîdar e çinku piranîya peywirdarên ku em wan nas nakin wekî polêsên dewletê tevdigerin. Qaşo dê ewlehîyê dabîn bikin, pê maseyan êrîşî me dikin.”
Di 23ê Nîsana 2022an de bi hezaran kes ji derve anîn zanîngehê û xwarina fitarê hat dayîn. Qayûm Naci İnci jî wek axêver beşdarê fitarê bibû. Xwendekaran ev xwarin protesto kir. Her wiha kesên tu eleqeya wan bi zanîngehê re tune ye û endamên terîqetan in ji bo xwarinê hatine vexwendin. Şert û mercên tund ên li ser xwendekaran têne sepandin li ser van kesan nehatine sepandin. Ne cihaza x-rayê hebû ne jî li ser wan geriyan. Dema me ji K.S. pirs kir ku “Tu derbarê vê cudahîya mezin ya di navbera her du rewşan de çi difikirî?”, wî wiha bersiva me da:
“Ya rastî ev midaxeleyeke wisa ye ku li hember cudahîyan tê kirin û ev nîşaneke berbiçav ya durûtî û du-standardîyê ye. Li zanîngehê dawet filan jî çêdibin, bergirîyên ji bo van têne girtin jî li holê ne, bi sedan kes ketober dikevin zanîngehê. Lê belê dema tevgera xwendekaran bû mijar, ji ber ku em ne ji ‘wan’in, dema me xwest em çalakîyekê li dar bixin em di bin navê ewlehîyê de rastî tundî, tacîz û nefretê tên. Ev der zanîngeha me bû, me li vê derê perwerdehî didît.”
Xwendekar rastî midaxeleyên bi vî awayî tund tên. K.S. bi van gotinan polîtîkayên hikûmetê ku li zanîngehê li hember xwendekaran dimeşîne rexne dike:
“Hikûmet van polîtîkayan ne tenê ji ber ku zanîngeh zanistê pêş dixin bi rê ve dibe. Zanîngeh wek cihekî ku azadîya mirovan lê tê parastin, wekî ronahîyê ne bo civakê. Dema me zanist pêş dixist me girîngî dida parastina cudahîyan, azadî, demokrasî û mafên mirovan. Niha hikûmet bi polîkayên xwe dixwaze zextê li ser me bike û me bitirsîne an jî dixwaze me li vê derê bêgav bihêle û em herin derveyî welat. Bi rêya van zextan hewl dide ku kiryarên xwe bi me bide qebûlkirin. Em jî mecbûr in li hember van zextan têkoşînê bidomînin.”
*Hezîran 2022