Onat Barın Turan
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Armanca Kongreya Aborîyê ya Serbixwe ya Xwendekarên Zanîngehên Tirkîyeyê, karkirina giştî û 20emîn serpêhatîya TÜOBİKê
Derdora ramana azad ji aliyê dewletê bi xwe û medyaya ku di bin kontrola dewletê de ye yan jî bi wê re hevkarîyê dike, ji alîyê sermaye û cimaetan ve an jî rasterast ji aliyê dadgeriyê ve bi zextên siyasî, bi zorê û heke hewce bike bi tundûtûjîyê tê tepeserkirin. Rektorên ku rasterast ji aliyê serokkomar ve hatine tayînkirin, li zanîngehan nahêlin ku xwendekar werin cem hev û bi rengekî kolektîf agahîyan hilberînin û xwe birêxistin bikin. Xebatên koman sînordar dikin, astengîyên îdarî yên cihêreng disepînin û wek berê komeleyên xwendekaran digirin û her wiha bi cezayên dîsîplînê xwendekaran ditirsînin.
Di vê demê de ku welatê me qeyraneke mezin a aborî dijî, bi taybetî ji Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ), Zanîngeha Marmarayê, Zanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Yıldız Teknîk û Zanîngeha Enqereyê, ji her çar alîyên welat xwendekar, di bin banê Kongreya Aborîyê ya Serbixwe ya Xwendekarên Zanîngehên Tirkîyeyê (TÜOBİK) de kom dibin. Xwendekar ji bo ku aborîyê baştir fêm bikin ji zanistên civakî yên wekî psîkolojî, civaknasî û dîrokê îstîfade dikin û hem ji bo mijarên aktuel hem jî ji bo hêmanên bingehîn ên zanista aborîyê bergeheke rexneyî diafirînin.
Beşdar û axaftvanên kongreyê ji xwendekarên zanîngeh û beşên cuda pêk tên. Ev xwendekar dixwazin bergehên cihêreng nas bikin û li gor wan zanista aborîyê dike ku em têkilîya mirovekî ya bi mirovên din re, ya bi civaka xwe û xwezayê re fêm bikin. Loma li gor van kesan ne mimkin e ku zanista aborîyê bi tenê li dibistanan bi bergeheke pozîtîvîst û materyalîst were fêmkirin.
Wek endamên Koma Aborîyê ya ODTÜyê, li gor me taybetmendiya herî giring a kongreya me ew e ku sponsoran qebûl nake. Em wisa bawer dikin ku tenê bi vî awayî minkin e ku hem mijar bi serbestî werin hilbijartin hem jî axaftvan bi rehetî biaxivin. Ji ber ku em dizanin ku heke em ji bo çalakîya xwe sponsoran bigirin, pargîdanî an komeleya ku dê pereyan bide me û navê xwe li ser afîşên me binivîse, dê bixwaze ku derbarê mijar û naveroka kongreyê de bibe xwedî gotin û dê pêşkêşîyên ku polîtîkayên îktîdara îro rexne dikin bi temamî rake an jê dê wan lawaz bike. Mijara herî girîng a ku kongreya me soz daye bi cih bîne ew e ku ji bo nîqaşeke azad derdoreke azad ava bike û em hewl didin ku vê qadê biparêzin.
Hevalê me yê ku endamê Koma ABorîyê ya ODTÜyê û di pola yekem de cara ewil beşdarî vê çalakîyê bûye bi vî awayî behsa derdora ramana azad dike:
“Ji ber ku TÜÖBİK platformek e ku ji bo beşdarên her zanîngehê vekirî ye, bergehên cuda pêşkêş dike. Bi saya vegotinên bêsansur, mijarên ku ez pêşdetir derbarê wan de xwedî agahî bûm min ji bergehên cuda careke din nirxandin. Her wiha bi saya wan ez ji mijarên ku berê haya min jê tune bû haydar bûm û ev ji bo gelek giring bû.”
Naverok çawa tê dîyarkirin?
Her sal bajarê ku dê kongre lê bê lidarxistin, piştre zanîngeh û herî dawî jî komîteya xwendekaran a mazûvan tê hilbijartin. Ji ber ku xwendekarên ji zanîngehên beşdar jî tevlî vê komîteyê dibin hemû berpirsîyari nakeve ser milê komên xwendekaran ên zanîngeha organîzator. 20emîn TÜOBİK di bin banê ODTÜyê de û bi mazûvanîya Koma Aboriyê hat lidarxistin û xwendekarên Zanîngeha Enqereyê gelek alîkarî dan. Tevî ku beşa me di xebatên îdarî de hinek zehmetî dan me, îsal li avahîya İİBF-A ya ODTÜyê 2 pol ji me re hatin veqetandin û rûniştin li vir hatin lidarxistin.
Îsal wek mijara sereke “Di Cîhana Qeyranan de Pêşeroja Aborîyê” hat hilbijartin. Mijarên wekî “Li hember pandemîyê rêyên çareserîyê yên îktîdarê”, “Polîtîkayên navneteweyî yên dabeşkirina koçberîyê”, “Di nav pergala tenduristîyê ya yekdestî de xwegihandina derfetan”, “Aborîya şerî û pîşesazîya çekan” ji alîyê komîteya xwendekaran ve wek jêr-mijarên kongreyê hatin diyarkirin. Her wiha ji bo çeşîddarkirina mijaran û afirandina qadeke serbest ji bo nîqaşê, rûniştineke serbest hat lidarxistin. Di vê rûniştinê de jî rûniştineke din hebû ku ji bo beşdarên ku ne xwendekarên beşa aborîyê ne bikarin biaxivin, mijarên hêsan ên wekî aborîya werzîşê dihatin nîqaşkirin.
Piştî ku cih û mijarên kongreyê teqez bûn, xwendekarên ku dixwazin derbarê van mijaran de gotaran amade bikin, ewil pêşnûmeya pêşkêşîya xwe û paşê jî halê dawî yê pêşkêşîya xwe ji bo lijneya ku ji aliyê xwendekaran ve hatiye avakirin rêdikin. Pêşkêşîyên ku guncan têne dîtin, li gor konteksta mijaran li rojên guncan têne dabeşkirin. Ev rûniştin ji pêşkêşîya du an jî sê kesan pêk tên û teqrîben bi qasî saetek û nîv didomin. Piştî ku axaftin bi dawî dibin moderatorê li kêleka axaftvanan, mafê axaftinê dide temaşevanên ku dixwazin biaxivin û bi vî awayî nîqaşê bi rê ve dibe. Min bi xwe jî dît ku, wextê ji bo pirs û bersivan tê veqetandin têra me nake. Loma em di navberan de û di dawîya rojê de bi pêşkêşvanan re rûdinin û diaxivin. Ev yek bingeha qadên nîqaşên dualî yên azad ava dike.
Hevalê me yê endamê Koma Aborîyê ya ODTÜyê, ku îsal mezûn bûye û bi salan e di organîzekirina vê kongreyê de cih digire, bi van gotinan behsa vê mijarê dike:
“Ev demeke dirêj e ku ez bi awayekî çalak di organîzekirina vê kongreyê de cih digirim. Di berdewama vê pêvajoyê de bi saya vê kongreyê min ji zanîngeh û bajarên cuda gelek kes naskirin û bi wan re bûm heval. Bi saya van têkilîyên hevaltîyê ez fêrî gelek tiştan bûm û belkî jî hevalinîyên min ên heta hetayê çêbûn.”
Hevalekî me jî ku ji Fakulteya Veterînerîyê ya Zanîngeha Enqereyê beşdarî kongreyê bûye wiha got:
“Ez bi saya hevalekî xwe yê nêz ku yek ji organîzatorên TÜOBİKê ye, ji kongreyê haydar bûm. Her çiqas beşa min bi mijarên ku li vir têne nîqaşkirin re ne têkildar be jî, bi ya min aborî mijarek e ku divê her kes kêm jî be jê haydar be, çimkî aborî bi awayekî bandorê li jîyana me hemûyan dike. Berî ku ez bêm vir, min aborî weke qadeke wisa dizanî ku kesên xwedî jargoneke taybet û perwerdehîya aborîyê nedîtine nikarin zêde behsa wê bikin. Ez li vê derê ji hin pêşdarazîyên xwe xilas bûm û ez fêrî bingehên civakî yên zanista aborîyê bûm. Her çiqas min di rûniştinan de neaxivîbe jî sala bê ez ê careke din beşdar bibim, lê belê vê carê bi xwendinên xwe ez dê bibim xwedî agahîyên zêdetir û beşdarî nîqaşan bibim.”
Ji xeynî rewşa giştî ya kongreyê, dema me amadekarîya TÜOBİKa 20emîn dikir ji bo me pirsgirêka herî dijwar peydakirina pereyê pêwîst bû. Baş e gelo pereyê vê çalakîya ku ji du sed kesî zêdetir kes beşdar bûne û sed û pêncî kes du rojan bûne mêvan ji ku hat peydakirin? Me pereyê ku ji bo pêvajoya berbehs hewce dike ji endamên koma aborîyê, asîstanên beşa me – ku hin ji van asîstanan endamên berê yên koma aborîyê bûn- û mamosteyan kom kir. Her wiha em çûn komele û sendîkayan, me behsa tiştên ku em dixwazin bikin kir û me ji wan alîkarî xwest. Her çiqas Komeleya Derçûyîyên ODTÜyê ji hêla aborî ve piştgirî neda me jî, alîkarîya çay û qehweyê da me ku em di navbera rûniştinan de belav bikin. Me bi rêya Linkedinê xwe gihand xwendekarên berê yên zanîngeha xwe û bi vî awayî du bexşdarên nenas piştgirî dane me.
Piştre, me di pirtûkxaneya dibistana xwe de kermesek li dar xist. Me di vê kermesê de kekên ku ji aliyê malbatên endamên me ve hatibûn çêkirin firotin û borekên ku me bi xwe çêkirine û qehweya ku me çêdikir li sifreya xwe zêde kirin. Wextê ku kongre dihat lidarxistin, me ligel endamên xwe ji bo polên ku dê pêşkêşî lê werin kirin mase bar kirin. Ji bo ku em di navberan de wek îkram bidin mêhvanên xwe me di kazanan de çay û qehwe çêkir û me alîkarîya paqijîyê da kedkarên ku di beşa me de alîkarî dane me.
Rêveberîyê daxwaznameya me ya çalakîyê da sekinandin û ji ber vê yekê dîyarkirina cihê kongreyê bi derengî ket. Loma me demeke kêm hebû ku em ji bo hevalên xwe yên ji derveyî bajêr tên cihê mayînê dîyar bikin. Di vê pêvajoyê de em bi mêvanxaneyên şaredarîyê û otêlên sendîkayan re axivîn û bi keda me ya mezin cihên li gorî budçeya me, di demeke kurt de hatin peydakirin. Me otêleke sendîkayê û karsazîyeke piçûk a taybet peyda kir. Otobusên ku her roj hevalên me ji otêlên wan digirtin û dianîn zanîngehê jî ji şaredarîyê hatin peydakirin.
Bandora qeyrana aborî ya ku cara ewil di destpêka salên du hezarî de li hemû cîhanê belav bû hîn dewam dike. Lê belê kongreya ku ji hêla xwendekarên Koma Aborîyê ya ODTÜyê ve ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên heyî yên li seranserê Enqereyê hate damezrandin, bi tevlêkirina komên xwendekaran ên zanîngehên din û xwendekarên serbixwe mezin bû û pêş ket. Kongre bi keda xwendekarên ku ji bilî pêşxistina cîhana ramanî tu armanceke wan tune ye, hebûna xwe didomîne û mezintir dibe. Wek xwendekarên zanîngehê em ê bi hev re li hember her cure zext û zorê li ber xwe bidin. Em ê werin ba hev û derdora nîqaşa azad ava bikin û xwe ji nîqaş û rexneyan dûr negirin. Her wiha bêyî ku tu sponsoran qebûl bikin em ê her sal werin ba hev û kongreya xwe li dar bixin.
*Tîrmeh 2022