İrem
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Têkoşîna li dijî êrîşên li ser jîyana jinan li welat li gorî salên berê zêde dibe. Bandora vê tekoşîna ku bilind dibe li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) jî xwe nîşan dide.
Tevgera jinan a ku bi dehan salan e li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) hebûna xwe didomîne, niha xwe gihandîye asteke wisa ku êdî jin dikarin li ser pêdivîyên xwe nîqaşan bikin û li dor daxwazên xwe zûtir werin ba hev. Her wiha tevgera jinan li her qada ku hebûna xwe didomîne têkoşînê bi rêxistin dike.
Tevgera jinan a li ODTÜyê îro ji duh zêdetir hewcedarê têkoşînê ye. Çimkî êrîşên li ser qadên ku jin dikarin xwe bi rehetî îfade bikin roj bi roj zêde dibin û zext û tundûtûjîya ku gefan li jîyana jinan dixwe her roj zêdetir dibe.
Êrîşên îktîdarê û vê zîhniyeta ku jinan îstîsmar û sînordar dike, dibe xwedî nasnameyeke biîstîkrar û birêkûpêk. Li dijî vê êrîşa biîstîqrar, reaksîyonên jinan ên bihevrebûnê jî zêdetir dibin. Her çiqas şert û mercên heyî ji wan re bibin asteng jî jin dev ji bihevrebûnê bernadin. Tevî şert û mercên pandemîyê jî, li hember pêngava îktîdarê ya xwejêkişandina Peymana Stenbolê, li seranserê welat jin dadikevin kolanan û jinên ODTÜyê jî li kampusan têne ba hev, li dijî biryara xwejêkişandina Peymana Stenbolê çalakîyan organîze dikin, bi pankat û nivîsên xwe daxwazên xwe diqîrin. Jin tevî zext û zordarî û sînordarkirinên li hember jîyana wan, li her qada ku lê ne li gor şert û mercên xwe tên ba hev.
JINÊN ODTÜyê LI QADÊN TÊKOŞÎNÊ NE
Rojên weke 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinê ya Navneteweyî qadên ku jin dikarin daxwazên xwe bînin ziman ji wan re dabîn dikin û jin di van rojan de ji bo daxwazên xwe tên cem hev û qadan tijî dikin. ODTÜ jî yek ji van qadan e. Li ODTÜyê hefteya 25ê Mijdarê û 8ê Adarê, bi çalakîyên koman ên wekî panel, hevpeyvîn û nîşandana fîlman ku ev çalakî jinan tînin rojevê tijî dibe. Ligel van çalakîyan jinên ODTÜyê di 8ê Adarê û 25ê Mijdarê de forûmeke ku ji hemû jinan re vekirî li dar dixin û di nav çarçoveya vê forûmê de pirsgirêkên xwe, rêyên çareserîyê yên ji bo van pirsgirêkan û daxwazên ku dê li qadan bînin ziman nîqaş dikin.
Piştî daxwazên ku ji vê forûmê derdikevin holê, li ODTÜyê ji bo 8ê Adarê û 25ê Mijdarê plansazîya meşa şevê dikin. Jin di vê forûmê de, bi hev re biryar didin ku ka dê li ser pankartên xwe çi binivîsin, kîjan daxwaza sereke derxînin pêş, meş dê li ku derê dest pê bike û li ku derê biqede û ka kîjan roj û saetê dê were lidarxistin. Jin li van qadên ku dikarin daxwazên xwe bînin ziman bi hev re çalakîyên xwe organîze dikin. Ew tenê di nav sînorên ODTÜyê de namînin. Jinên ODTÜyê bi pankartên xwe yên ku daxwazên wan tînin ziman dikevin qadan û wek Jinên ODTÜyê û wek dengekî ku ji ODTÜyê bilind dibe beşdarî meşa mezin ya li Kızılayê dibin.
AVAKİRİNA TOREKE BERFİREHTİR A TÊKOŞÎNÊ
Jin li gor dîrokên dîyar tên ba hev, lê belê gelek caran ev kombûn bi van dîrokan re sînordar dimînin û piştî çalakîyan ev kombûn belav dibin. Ji bilî van kombûnên dîroka wan dîyar, jin dema ku mafê wan ji alîyê rektorîyê ve tê binpêkirin, dema ku bûyereke tacîzê rû dide an jî dema ku êrîş li qadên wan ên xweîfadekirinê tê kirin, têne cem hev. Bereksî xwendekaran, jin zûtir reaksîyonê nîşan didin û helbet li ser navê têkoşînê ev pêşkeftinek e. Lê belê jin li hember her êrîşê xeteke têkoşînê ya cuda li dar dixin û piştî êrîşê ev xetên têkoşînê ji hev belav dibin.
Berevajî vê yekê xeta êrîşê xwedî taybetmendeyeke pir berfirehtir e û tenê ji cihekê ve êrîşê dibe ser jinên bûne hedef. Jin rojekê bi nûçeyên ku dibêjin “Tirkîyeyê ji Peymana Stenbolê xwe da alî.” û roja din dibînin ku li Amerîkayê kurtaj hatîye qedexekirin. Axir tam dibêjin ku “Qet nebe em li kampusê azad in û di ewlehîyê da ne”, dibînin li kampusê bûyereke destdirêjîyê rû daye, dibihîzin ku li hin zanîngehan komên jinan têne girtin û herî dawî pê dihesin ku Wezareta Karên Navxweyî pêşnûmayeke ku platformên jinan û komên jinan ên li zanîngehan asteng dike weşandîye. Her çiqas kombûna jinan bi awayekî refleksîf be jî, jinên ODTÜyê jê haydar in ku li hember êrîşên biîstîkrar divê xeteke berfireh a têkoşînê ava bikin û hewl didin ku vê xeta berfireh a têkoşînê ava bikin.
KOMBÛNÊN HERÊMÎ YÊN JINAN
Ya rastî, ODTÜ bi çanda têkoşînê û komên têkoşînê jixwe van torên têkoşînê di xwe de dihewîne. Lê belê jin ne tenê li zanîngehan li fakulte û beşên xwe jî rastî êrîşên mafan, mobîng û destdirêjîyê tên. Êrîşên her ku diçin zêde dibin di heman demê de li van qadan bi cih dibin. Jin, li hember pirsgirêkên ku di nava fakulte û beşan de bi cih dibin, li fakulteyên xwe tên cem hev û kombûnên herêmî ava dikin. Di van kombûnan de pirsgirêkên ku di fakulteyê de hatine serê wan nîqaş dikin û li hember van pirsgirêkan li ser avakirina xeta têkoşînê diaxivin. Her çiqas em vê kombûnê di her fakulteyê de nebînin jî, di çend fakulteyan de wekî Jinên Beşa Zanistên Mirovî, Jinên Beşa Zanistên Biyolojîk û Jinên Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî (İİBF) çend mînakên wê têne dîtin. Her çend şert û merc ji bo wan astengîyan derxînin jî, jinên ku berê xwe dane têkoşînê, qadên têkoşînê yên ku lê dikarin xwe bi azadî îfade bikin bi destê xwe ava dikin. Li van qadan li ser pêdivîyên xwe yên li zanîngehê xebatan dimeşînin, ji bo bihîstyarîyê belavokan amade dikin, kampanyayên îmzeyan li dar dixin û daxwazên xwe tînin ziman.
Li ODTÜyê derbarê xwendekarekî de ku li Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî perwerdehîyê dibîne, 5 jinan gilîya destdirêjîyê kiriye û tevî vê yekê lijneya fakulteyê ya ku biryara dawî dide hêj tu tişt nekiriye. Li hember vê yekê Jinên İİBFyê ji bo avakirina Komîsyona Wekhevîya Zayenda Civakî kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Jinan berê jî bi mamosteyên xwe re derbarê vê komîsyonê de axivîbûn ku ev komîsyon bibe berpirsîyarê pêkanîna wekhevîya zayenda civakî, pêşî li destdirêjîya li fakulteyan bigire û dozên destdirêjîyê yên ku Yekeya Pêşîlêgirtina Destdirêjîya Zayendî (CİTÖB) ji bo fakulteyê şandine bişopîne. Jinanu 281 îmze berhev kirin û ev daxwazname radestî dekanê fakulteyê kirin. Lê belê, ev kampanya rastî rexneyan hat. Çimkî jixwe li ODTÜyê komîsyonek ji bo van berpirsîyarîyan hatiye avakirin: Yekeya Pêşîlêgirtina Destdirêjîya Zayendî (CİTÖB). Ev yeke di sala 2016an de di encama têkoşîna jinan de li ODTÜyê hat avakirin. Armanca vê yekeyê ew e ku derbarê wekhevîya zayendî de bihîstyarîyê pêk bîne, di temsîlîyetê de piştgirîya wekhevîyê bike, bi taybetî li hember êrîş û destdirêjîya zayendî bihîstyarîyê zêde bike û serlêdanên derbarê bûyerên tundûtûjîyê de yên ku xwe dispêrin zayendê binirxîne û piştgirîya kesên serî lê dane bike.
Lê belê ji ber ku zanîngeh vê yekeyê têra xwe nade nasandin û jê re budçeyekê dîyar nake, ev yeke bêwesf û qels e. Ev yeke bi dirêjkirina pêvajoya darizandina sûcdaran, mexdûrên destdirêjîyê bêhtir mexdûr dike, pêvajoyê bi awayekî zelal bi rê ve nabe, piştgirîyeke derûnî ya baş nade mexdûran, şopa dozên ku ji fakulteyê re şandine nake û ji ber van kêmasîyan wekî me li jor jî anî ziman carna dibe sedem ku derbarê sûdaran de doz neyê vekirin.
Lê belê jinên ODTÜyê dev ji CİTÖBê bernedane. Daxwaza wan ew e ku Komîsyonên Wekhevîya Zayenda Civakî yên ku dê CİTÖBê kontrol bikin û li fakulteyan wekhevîya zayenda civakî dabîn bikin werin avakirin. Her wiha daxwaza pêşxistina CİTÖBê jî didomînin. Kombûnên herêmî ne tenê li dora daxwazên herêmî dibin yek, di heman demê de bi hêza ku ji herêmê distînin li dora daxwazên giştî li hev kom dibin.
Serdema borî, kombûneke din ya jinan a herêmî ya ODTÜyê, Jinên Fakulteya Zanistên Mirovî, ji bo ku li fakulteyê li hember destdirêjîya zayendî bihîstyarîyê zêde bikin belavok amade kirin û her wiha ji bo nîqaşa li ser pêşvebirina CİTÖBê bang li her kesî kirin ku beşdarî forûma ji her kesî re vekirî bibin. Di vê forûmê de ligel biryarên hatine standin, daxwaznameyeke ku têde xalên derbarê pêşxistina CİTÖBê hatine dîyarkirin dihewîne hate nivîsin. Her wiha jinan kampanyaya îmzayan dan destpêkirin. Ev kampanyaya ku bondoreke erênî li ser kombûnên herêmî dike her çiqas ji ber betlaneya havînê lebikî be jî, di dibistana havînê de bi kampanyaya îmzeyan jinan di her firsendê de kêmasîya CİTÖBê anîn ziman.
Ji xeynî kombûnên li fakulteyan jin li waran jî têne cem hev. Êrîşa bênavber li waran jî rû dide. Saeta ketina waran ji bo jinan tê sînordarkirin, di warên mêran de sepaneke bi vî rengî tune ye, lê belê jin dema dereng dikevin waran neçar dimînin ku parêznameyê binivîsin. Ev pirsgirêk li şert û mercên nebaş ên waran zêde dibin. Ev rewş jî rê li ber jinan vedike ku jin li hev kom bibin û ger hewce bike bi gerînendeyê warê re hevdîtinê pêk bînin û qadên ku bikarin bi hev re li rêyên çareserîya pirsgirêkan bigerin ava bikin. Weke fakulteyan, ev dengê ku li waran bilin dibe li zanîngeh û qadên din jî belav dibe. Jinên ku li qadên herêmî têne cem hev, bi daxwazên xwe qadan tijî dikin û bi hemû hêza xwe hewl didin ku daxwazên giştî bi hêztir û bi hev re bi rêxistin bikin.
*Tîrmeh 2022