Zanko

Derçûyîyên ODTÜyê behs dikin: Em çima nikarin ji ODTÜyê veqetin?

Ecem Bakkal

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Em li ser dilsozîya wan a li hember zanîngehê ligel du derçûyîyên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn yên di salên 1978 û 2015an de derçûne axivîn.
Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) di sala 1956an de hatiye avakirin û ev sazîya perwerdehîyê xwedî çandeke xweser e. ODTÜ zanîngeha wan kesan e ku erdê bêber şîn dikin. Ji avabûna xwe heta niha 135 hezar xwendekar jê derçûne. Niha malbateke mezin e ku xwedî 26 hezar 500 xwendekaran e û her ku diçe mezintir dibe. Erê em jê re dibêjn malbat. Çimkî her kesê ku li vê derê dixwîne dizane ku ODTÜ ji bo wan stargehek e. Dema tu li stadyûma DEVRİMê rûdinî çavê te li kiteya “EV”ê (mal) ya nivîsa DEVRİMê dikeve. Ev nivîs dema tu xwendekar bî zêde bala te nakişîne. Tu tenê li çend tiştan difikirî û wan xeyal dikî. Lê belê bandora wê piştî ku mirov mezûn dibe xwe dide der. Li stadyûma DEVRİMê merasîmeka binavûdeng tê lidarxistin. Trîbûn bi mirovên serfiraz tijî dibin. Tam wê kêlîyê tu bi cibeyê xwe li wê derê disekinî, ew dera ku te di tevahîya xwendekarîya xwe de li ser gîyayê wê xwe gêr kirîye û heta gelek caran piştî dersan ji bo bêhna xwe vedî hatîyê.

ODTÜ zanîngeheke gelek cîyawaz e. Belkî jî rengvedaneke din a sendroma stokholmê ye. Dema tu xwendekar tu ji dersan aciz dibî. Dema tu bi spartek, pêşkêşî û ezmûnan re dikevî nav geremolekê tu ji zanîngeha xwe û tercîhên xwe yên jîyanê dikevî şikê. Tu ji biryarên xwe poşman dibî. Di vê pêvajoyê de gelek kes jî hene biryar didin dev ji zanîgehê berdin. 

Li vê dibistana ku her çar alîyê wê bi daran hatîye dorpêçkirin, ya rastî min herî zêde hez ji meşa serê sibehê dikir. Mehên biharê sibehê zû derdiketim meşê, min guhê xwe dida dengê çûkan û ew hewayê pîr û pak dikêşa hinavên xwe.

Dema dibe dawîya hefteyê mezûn têne kampusê. Ya rastî kampus ji bo wan wek cihekê bêhnvedan û nûbûnê ye. Gelek ji wan jî dixwazin malbatên wan jî bigihêjin van tamên zanîngehê. Li zanîngehê dawîya hefteyê dengê çûkan û zarokan têkilhev dibin.

Dema tu xwendekar tu zêde jê hez nakî û tu gazindeyan ji qerebalixîya zanîngehê dikî. Lê belê tu jî dizanî dê rojek were tu jî dê ji destê zarokekî bigirî û li ser hêşînahîya beşa fîzîkê û stadyûma DEVRİMê bibezî û bi malbata xwe re rojên yekşemê li Çatıyê taştê bixwî.

Dilsozîya derçûyîyên ODTÜyê ya li hember zanîngehê ne rasthatinek e rastîyek e. Bîranînên zanîngehê yên nejibîr û wêneyên mirov ji temaşekirina wan têr nabe digihêjin ber destê her kesî… Li zanîngehê cihekî bi navê ODTÜDEN heye ku berhemên ODTÜyê difroşe. Ji ber vê yekê di nav xwendekaran de bûye mijara henekan û dibêjin “Kî dê pereyan li van xerc bike, kapîtalîzm gihiştîye asteke çawa!”. Lê dîsa jî dema tu vê derê dibînî tu wisa hîs dikî ku dixwazî “Ax, av û hewayê ODTÜyê” jî bikirî.

Em li ser têkilîya derçûyîyên ODTÜyê ya bi zanîngehê re bi derçûyîyê sala 1978an S.Ç û bi P.A. re  axivîn ku di 2015an de lîsans û di  2019an de jî lîsansa bilind qedandîye.

 “Ez ODTÜyê wekî mala xwe dibînim”

Tevî ku 44 sal ser re derbas bûne, S.Ç demên xwe yên zanîngehê hêj bi kêfxweşî tîne ziman. Wî ders û naveroka dersên xwendine qet ji bîr nekirine. Demên xwe yên lîsansê û sala amadehîyê jî bi kelecaneke wisa mezin behs dike ku ez xwe nagirim û ji xwe dipirsim ka min van çaxên xwe yên perwerdehîyê çi jîyaye. Ji dersa matematikê ya ku sala yekem dîtîye pirsan ji min dike. Ji ber ku ez jî wek wî xwendekarê Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî me, şîretan li min dike.

Ecem Bakkal (E.B): Ez ne şaş bim serdema ku te zanîngeh qezenc kir ewilî tercîh dihatin kirin piştre jî hûn diketin ezmûnan. Di bicihbûneke bi vî awayî de dema ku te dît tu li ODTÜyê bi cih bûyî tu qet poşman an jî xemgîn bûyî?

S.Ç. Na qet poşman nebûm. Destpêkê tenê ji ber ku ji bajareke din ez ê werim Enqereyê hinek dilnerehet bûm. Bi salan tu bi malbata xwe re jîyayî û di carekê de li derdoreke gelek cuda ji nû ve dest bi jîyaneke nû dikî. Belkî jî hemû hevalên te dê ji te dûr bikevin. Gelek tişt serê mirovî mijûl dikin lê belê ODTÜ zanîngeheke wisa ye ku her tişta ku ji te distîne lê zêde dike û dide te. Di serî de dema ez hatim vê zanîngehê ez di nav çandake wisa de jîyam ku heta hingê min qet nedîtibû. Kesên li derdora min ewqas mirovşêrîn bûn ku ji nişkê ve bûn hevalên min û ji min re bûn malbat. Vaye ji ber vê yekê ez ODTÜyê ji zanîngeheke jirêzê wêdetir her tim wek mala xwe dibînim. 

E.B. Ev bûye 44 sal ku tu derçûyî, lê belê hîn bi heman kelecanîyê bi min re diaxivî. Bîranînên ku te berî hevpeyvînê behsa wan kirî û piranîya tiştên ku ez niha li zanîngehê dijîm wekhev in. Jîyana waran, dora xwaringehê, dijwarîya dersan û hwd. Bi ya te tiştê ku vê yekê pêk tîne çi ye?

S.Ç: Bi ya min yekem hêmana ku vê yekê pêk tîne çanda zanîngehê ye. Piştgrîyeke ku li gelek zanîngehan nayê peydakirin li vir heye. Jixwe ez wisa difikirim ku ev ji alîyê tevahîya Tirkîyeyê ve tê zanîn. Ji navê stadyûmê –DEVRİM- bigirin heta bêîstîkrarîyên sîyasî yên berê û ev atfosfera yekîtî û bihevrebûnê jî tê de hemû vê yekê nîşan didin. Her tişt esasen hêmanekî çêbûna vê çandê ye. Ev keda Kemal Kurdaş û ya her kesê ku alîkarî daye wî ye ku ev deşt bi daran tijî kirine. Çawa ku wan daran rehê xwe berdane li ser wê axa ziha, em endamên ODTÜyê jî wisa bi hev re girêdayî ne. Ez wisa difikirim ku xurtbûna têkilîyên me jî dişibe vê yekê. Dema ku te ketî nav alema karî ev yek dê bi awayekî gelek zelal derkeve pêşîya te. Li cihê ku tu lê dixebitî dema te got ez ji ODTÜyê me dê xwezîya xwe bi te bînin. Mimkin e ku midûrekê te jî ji ODTÜyê be. Tu dê ferq bikî ku ev piştgirîya em didin hev ne tenê di nav kampusa ODTÜyê de dimîne, li her dera ku mirovên di dilê wan de ODTÜ heye lê dijîn ev piştgirî jî heye. 

P.A : Min bi saya ODTÜyê xwe nas kir

P.A. derçûyîyê lîsansê yê sala 2015an e. Wî destnîşan kir ku gelek sal ser re derbas bibin jî hestên derçûyîyan ên derbarê ODTÜyê de naguherin.

E.B: Ez bawer dikim ku li vê kampusa bêhempa ku te deh salên xwe lê borandine, gelek bîranînên te hene. Bi ya te piştî van deh salan tu rastî guherîneke çawa hatî?

P.A: Heke mirov behsa guherîneke bedenî bike, dema ku min ODTÜ qezenc kir ez 18 salî bûm. Ez ciwan bûm û xwîna min dikelî. Ez xwedî enerjîyeke bilind bûm. Wekî her kes dikare texmîn bike ODTÜ zanîngeheke zehmet e. Divê tu tim bixebitî û xwe pêş bixî. Loma hema bibêje ji sêyan yekê jîyana min bi xebatê derbas bû. Ji ber stres û bêxewîyê ez gelek westîyam. Porê min spî bû. Lê ji hêla rûhîyetê ve ez wisa difikirim ku vê zanîngehê alîkarîya min kir ku ez xwe nas bikim. Hem ji hêja xwendekaran ve hem jî ji hêla akademîsyenan ve ev der zanîngeheke qerebalix e. Loma tu gelek mirovan nas dikî. Li gor eleqeya her kesî komalgeh, çalakî û hwd hene. Hem bi beşdarîya van çalakîyan hem jî bi naskirina kesên nû tu dibî xwedî hizrên nû. Ji vî alîyî ve bi min ODTÜ cihekî bêhempa ye. Bi saya wê min xwe nas kir. 

E.B: Te got ku tu di laboratuvaran de xebitîyî. Gelo bi ya te ODTÜ ji hêla van îmkanên teknîkî ve zanîngeheke baş e?

P.A: Ne rast e ku mirov ligel zanîngehên weqfan berawird bike. Heger mirov wek zanîngeheke dewletê û wek zanîngeheke teknîk binirxîne li gor şert û mercên welat baş xuya dike. Min ji bo pirsa berî niha behsa qerebalixîya zanîngehê kiribû. Ji ber qerebalixîyê di dema xwendina lîsansê de di bikaranîna laboratuvarê de carna kêmasî çêdibin lê ji bo xebatên lîsansa bilind mirov dikare zêdetir bi kar bîne. Lê belê ez dîsa jî wisa difikirim ku li zanîngehê derfetên teknîk ên bi vî awayî divê pêşvetîtir bin. 

E.B: Wek kesekî derçûyî em gelek caran te li zanîngehê dibînin. Bi ya te çima te nekarîye tu têkilîya xwe ya bi zanîngehê re qut bikî?

P.A: ODTÜ cihekî gelek balkêş e. Jîyana we ya xwendinê, bi taybetî dema ezmûn hebin hûn çiqas bibêjin ez ji zanîngehê nefret dikim (dikene), bila êdî ez mezûn bibim û jê xilas bibim jî, hûn dibînin ku rastî ne wisa ye. Dema ku hûn di merasîma mezûnîyetê de wî cibeyê navûdeng li xwe dikin û bi pankarta xwe bi serfirazî li pêşiya qerebalixa ku li çepikan dixe derbas dibin, hûn dibêjin ku dîsa çêbibe ez ê dîsa li vê zanîngehê bixwînim. Ji ber vê yekê ye ku min xwendina xwe ya doktorayê jî li vê derê bir serî. Dema em werin ser meseleya têkîlîya min a berdewam a bi zanîngehê re jî ev nêzî deh salan e ez li vê derdorê me. Kesên ku ez wan wek malbata xwe dihesibînim jî li vê derê ne. Ev der ji bo ku mirov xwe ji bargiranîya karî xilas bike û bêhna xwe vede derfeteke gelek mezin e. Tu tişt nakeve şûna wê yekê ku ez bi dilekî azad ligel kesên ku ji wan hez dikim li vir dema xwe biborînim û kêf bikim. Tew gelek kesên ku li ODTÜyê xwendine (heger armanca wan akademî be) li vê derê berdewam dikin. Gelek lêkolîner kesên ji derdora we ne û hûn wan dûr û nêzik nas dikin. Zehmet e ku mirov ji cihê ku lê rehet e veqete. Loma em jî nikarin ji vê zanîngehê veqetin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button