BêmalîMafê Starbûnê

DERBAJAR, XIZANÎ û CIMAET

Doğukan Akan

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Tevî ku rastîya derbajarî ev e di hesabên wan de nakokî derdikevin. 12ê Rêbendanê li meydanan dengek diqîre: “Enes KARA rûmeta me ye!” Dengekî din li pey bilind dibe “Serhildan… Her tim serhildan!”, “Boğaziçi ya xwendekaran e!”…

“Li gor daxuyanîya 25ê Cotmeha 2021ê hatî kirin, li Tirkîyeyê bi tevahî 349 wargehên aîdî 49 weqfan û 592 jî wargehên taybet hene. Wargehên dewletê jî di du salên dawî de 20 heb kêm bûne û ji 793yan daketine 773yan. Ji sala 2021ê pêve hejmara xwendekarên zanîngehê 3 milyon û 801 hizar û 204 bû lê belê kapasîteya wargehên Sazîya Perwerdehîya Bilind (KYK) tenê 695 hizar û 834 bû.”

Li Kayseriyê ji ber ku ji min re KYK derneketibû sala ewil a zanîngehê, ez li wargehên taybet dimam. Lê belê bihayê wargeha taybet gelek zêde bû, tevî ku me evqas pere dida dîsa jî du rojan carekê heman xwarin dihat çêkirin. 

Bêguman xwarina ku rêveberîyê herî zêde jê hez dikir pitat bû. Hewdel, şorbeya pitatan, baqila bipitat, pitatên kelandî, xwarina pitatan ya di firneyê de… Min êdî nekarî li hember vê yekê hedar bikim û min ji xwe re xanîyekî ku heman pere lê diçû girt. 

Bêkarî, kesên bêmal û terikandina Kayseriyê

Destpêkê ji bo ku kirêya xwe bidim ketim karekî ku saeta wê 8 lîre bû. Kayseri jî wekî gelek bajarên din ên taşrayê li hember xwendekarên xwe baş nebû. Karên ku xwendekarek dikare serî lê bide di bin navê karên nîvrojî de rojê 8 saet û hefteyê 6 roj bûn û beranberî vê yekê 12-13 lîre qezenc dikirin. Ji ber ku min dixwest ez dibistana xwe bidomînim ez mebûr mabûm ku 8 lîreyê ku dikir nîvîyê mehaneya herî kêm qebûl bikim. Dema ku mehaneya herî kêm hat zêdekirin min daxwaz kir ku mehaneya min jî were zêdekirin. Daxwaza min nehat qebûlkirin û di encamê de bê kar mam lê dibistanê dewam dikir. 

Piştre bê mal mam. Min û xwedîyê malê me li hev nekir û ez ji malê derketim, heta demekê li cihekî gerîyam ku lê bihêwirim. Bi rojan ez li mêvanxaneya cemevîya bajarî û li cem malbatên hevalên xwe mam. Di nîvîya serdemê de min qebûl kir ku ne ez ê xwendekarekî peyda bikim ku ji xwe re li xanîyekê digere û ne jî kesekî peyda bikim ku odeyeke wî ya vala hebe. Loma min Kayseriya ku dibistana min lê ye terikand û ez hatim Enqereyê li cem hevalên xwe.

Her wiha di encamê de ez bê mal mam û lîmîta karta kredîyê ya cihê ku berê ez lê dixebitîm dabû min, avansên bûrsa min a KYKyê û hemû heyînên xwe yên din min xerc kirin. Ez îro hêj wan deynan didim. Belkî rasterast ne ji alîyêî kesekî ve lê belê ji alîyê kes an jî hêzeke nedîyar ve ez neçarî vê yekê hatim kirin.

Derbajar, malbat, dewlet, cimaet, bûrjûvazî

Her çiqas ez wek kesekî ku nikare debara xwe bike ji serborîyên xwe dest pê bikim jî ya rastî ez ê behsa çîrokeke gelek tê zanîn bikim. Çimkî gelek caran, li cihekî ku xuya nake an jî naxwaze xuya bike; dema ez behsa şahidîyên xwe yên li zanîngeheke derbajarî dikim, ez dixwazim dîyar bikim ku ez li ser heman kursîyan rûdinim, li heman xwaringehê xwarinê dixwim û xwendekarê heman polê me. 

12ê Berfanbara 2021ê, 90 xwendekarên ku gotin em nikarin bihêwirin hatin binçavkirin. 11ê Rêbendana 2022yan Enes KARA hat kuştin.

Dema ev bûyer hemû diqewimîn yekî qîr da û got: “Ma ji bo ku weledek mir em ê cimaetan bigirin?” Piştre bi hezaran hevalên min bersiv dan û gotin: “Enes KARA rûmeta me ye.”

Ya rastî hisaba vê pergalê ya dikeve para me têra xwe hêsan e. An tu yê perwerdehîya baş danî alîyekî û hewl bidî ku jîyana xwe bidomînî; an tu yê bikevî nav deynekî bêhesab an jî tu dê bikevî ber bextê paşverûtîyê û torên qaşo parêzvan in ku bi tiştên paşverûtîyê ji me dizîne hatine avakirin. Bêguman piranîya me di nav wan toran de ji dayîk bûn. Heta ji van hin kesan xeyala xilasîyê jî nekir, jixwe tu kes tune bû ku xeyalan nîşanî me bide. Hin kesan ji me wisa bawer kir ku xilasî nepêkan e, ya rastî em bi vê qanih kirin. Hin kes hene bêhêvîtîyê hînî me dikin û rûyê van kesan wekî rûyê wan kesan e ku wan toran ava dikin. 

Bajarên mezin ji alîyekî ve lê derbajar wek li jorî me behs kirî bi temamî ketine nav çiravekê. Hemû keda gel tê xwarin; li hember rîska serhildana gelê keda wî tê xwarin çekên kevnar yanî polîtîkayên mihafezekar tên bikaranîn. 

Ev pergal xwe ji çavkanîyên gel têr dike ku ev çavkanî ji alîyê cimaet û weqfên wek derîyê cimaetan ve ji gel hatine dizîn. Bi vî awayî ev pergal di nav malbatan de jî xwe dubare dike û ji dê û bavan derbasî zarokên wan dibe. Perwerdeya dînî hem li sazîyên fermî hem jî li sazîyên girêdayî cimaetê ku malbat wan wek “dergehê zanistê” dibînin, li ser zarokan tê ferzkirin.

Di vê pêvajoyê de zarokên keç ji dibistanê tên dûrxistin û wan dikin bendeyên malê. Piranîya zarokên keçik di temenê xwe yê biçûk de rastî zordarîya zewacê tên. Dayîkbûna di temenê biçûk de li Tirkîyeyê gihîştîye sed hezaran. Di pênc salîya xwe de perwerdeya subyan, di deh salîya xwe de perwerdeya medreseyan li ser keçikan tê ferzkirin. Heger ev zarok li wargehên cimaetan nemînin, hem li malê hem jî li zevîyan dixebitin. Bi taybetî di serdema perwerdehîya onlîne de bi deh hezaran zarok ji hêla dewlet-cimaet-bûrjûvayê ve ji dibistanê hatine qutkirin. Hejmara zarokên ku li wargehên cimaet û weqfan dimînin nayê zanîn û daneya berdest ya herî “pêbawer û fermî” daneyên TÜİKê yên berî pandemîyê yên sala 2019an in. Li gor van daneyan li Tirkîyeyê bi tevahî 720 hizar zarokên karker hene. Li lîseyên pîşeyî jî di bin navê “perwerde û staj”ê de bi deh hezaran zarok neçarî xebatê tên kirin. Bila gumana we jê tunebe, kardêr ferqa di navbera staj û hêza erzan ya karî de bi qasî me baş dizanin. 

Rêxistinên paşverû, gelê bêperwerde mayî wekî depoyeka dengan bi kar tînin û bi doktirîna cimaetan a şikirkirinê ku tim bi bîr dixin, berdewamîya kedxwarîya bûrjûvazîyê tê dabînkirin. Her wiha perwerdehî û mantalîteya zarokan jî bi heman rêyên kêrhatî bi awayê ku kedxwarîyê bidomîne tê eyarkirin. Kurt û kurmancî bi van çerxên ku ji hev qut xuya dikin lê belê di nav hev de ne, ciwan û gel mehkûmî xizanî û paşverûtîyê tên kirin û ji ber ku hemû rêyên xilasîyê jî hatine dorpêçkirin dewlet-cimaet-bûrjûvazî qezenca xwe didomînin. 

Rastîyên derbajaran û dengên li meydanan

Enes KARA di nav pergaleke bi vî awayî de ji dayîk bû. Di nav vê pergalê de mezin bû. Li derbajaran malbat feqîr in, zext li zarokan tê kirin; cimaet jî hindî tu bixwazî dewlemend in û têra xwe hêzdar in… Ciwanekî ku zanîngeh qezenc kiriye, heger jê re wargeha dewletê dernekeve nikare li wargehên taybet ku bihayê wan gelek zêde ye bimîne. Loma berê xwe dide wargehên cimaetan. Jixwe yekemîn tercîha malbatan jî ev e. Derketina xanîyekî jî hem di nav şert û mercên heyî yên kirê û dahatê de nepêkan e hem jî -bi taybetî ji bo jinan- malbat destûr nadin.  Wargehên dewletê yên heyî hem têrê nakin hem jî qirêjî ne lê belê wargehên weqfan ji bo her xwendekarekî ji dewletê pereyeki distînin û bi vî awayî pergala zordestîyê bi her awayî dizane ka dê çawa kar bike. 

Piranîya me dikarin vê nivîsm di sê çar deqîqeyan de bixwîne lê belê ji bo bi hezaran zarok, ciwan û rêhevalên me jîyan bi xwe ye. Zarokên keçik ku ji dibistanê hatine veqetandin, ciwanên ku li hember zextan xwe ranagirin û xwe dikujin, xwendekarên dibistana seretayî ku ji her du dersên dawîn “direvin” û li zevîyan dixebitin…

Tevî ku rastîya derbajaran ev e di hesabên wan de nakokî derdikevin. Di 12ê Rêbendanê de li meydanan dengek diqîre: “Enes KARA rûmeta me ye!”  Dengekî din li pey bilind dibe “Serhildan… Her tim serhildan!”, “Boğaziçi ya xwendekaran e!”, “Verşan KÖK nîkare bîbe rektorê ODTÜyê!”.

Li wargehan li hember bihayê xwaringeh, hatûçûn û paşverûtîyê xwendekar kom bi kom têdikoşin. Ciwan li hember kesên ku ji me re digotin tu xilasî tune ye û şikir bikin û hewl didin qederê bi me bidin qebûlkirin, radibin ser pêyan, derfetên têkoşînê diafîrînin û ji xwe re rêyekê dîyar dikin.  Ev rê dê bi demê re li tevahîya derbajaran belav bibe, dengên li meydanan dê her derê welatî dorpêç bike. Çimkî em hemû yek bi yek ferq dikin, xilasîyek heye û ev xilasî zêde ne dûr e, ne li meclîsa sê çar zilamên bistûbend; gelek nêzî me li kêleka me disekine. 

Enes KARA rûmeta me ye!

Wêne: Sedat Suna

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button