Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Çima xwendekar neçar in ligel xwendinê bixebitin? Xwendekarên jin dema dixebitin rastî çi tên? Dibistan û xebat bi hev re çawa dimeşin? Em li kampusê li ser vê mijarê bi hevalên jin re axivîn.
Di vê heyamê de ku ji çûnûhatinê bigire heta razanê em nikarin hewcedarîyên xwe yên herî bingehîn jî bi cih bînin, xwendekar neçar in bi pereyekî gelek kêm bixebitin. Bi zêdekirina bihayan hemû xwendekar ketine tengasîyê û hemû barê vê bihabûnê ketîye ser milê xwendekaran. Lê belê rewş ji bo xwendekarên jin hîn dijwartir dibe.
Tevî têkoşîna li dijî şert û mercên zehmet, xweparastina ji tacîza devkî û fizîkî ya li cihê kar jî ji bo xwendekarên jin pirsgirêkek giring e. Ji sedî 92ê jinan li cihê kar rastî tacîz, mobîng û astengîyan tên. Ji sedî 59ê jinan li cihê kar rastî mobîngê tên, ji sedî 39ê jinan dema ku mafên xwe yên zagonî yên wekî destûr û rêxistinbûnê bi kar tînin rastî astengîyan tên; ji sedî 39ê wan dibêjin ku di warê karîyer û bilindbûnê de rastî cudakarîyê tên û ji sedî 28ê wan jî dibêjin ku bi devkî destdirêjî li wan tê kirin.
Baş e xwendekarên jin ên ku di heman demê de perwerdeya xwe didomînin di bin çi şert û mercan de dixebitin? Sedemên ku wan neçarî karî dikin çi ne? Çima neçar in ku di bin şert û mercên giran de di karên pir erzan de bixebitin? Em li ser vê mijarê bi hevalên jin ên li kampusê re axivîn.
“Ez difikirîm ku dema biçim zanîngehê ez ê rehet bim, lê şert û merc dijwartir bûn”
Yasemina ku mamostetîya pêşdibistanê dixwîne got ku ji xeynî dibistanê ew piranîya roja xwe li kar derbas dike:
“Min di 13 salîya xwe de dest bi kar kir. Dema ez zarok ez li zevîyan dixebitîm loma min nekarî zarokatîya xwe bijîm. Hewce bû ku xwe adapteyî şert û mercên dijwar bikim. Min digot dema ez biçim zanîngehê ez ê rehet bim lê belê şert û merc dijwartir bûn. Ez havînê li Ayvalikê li otêlekê xebitim, midûrê otelê ji ber ku min ew red dikir hem destdirêjî li min dikir hem jî karên zehmet bi min didan kirin. Ez neçar mam ku terza cil û bergên xwe biguherînim û ligel vê yekê zextên psîkolojîk dibûn sedem ku ez biwestim. Min nekarî karê xwe baş bikim. Dema ku dixebitîm ez her tim aciz û nerehet bûm.
“Niha ez bi navînî 8-10 saetan dixebitim. Her çiqas ez wek karkerên mêr heman karî bikim jî ji wan kêmtir meaş distînim. Tevî ku bi hevalê xwe re li heman kargehê dixebitim û berî wî 1-2 saet zûtir dest bi kar dikim, ew 1000 lîre ji min zêdetir distîne. Ev fikra baviksalarî min gelek diêşîne. Ez hewl didim heta ku ji destê min tê ji bo jîyana xwe ya civakî wextê xwe veqetînim, lê belê ji ber ku wext pir kêm e têrê nake. Ji ber ku ez neçar im jîyana xwe ya perwerdehî û karî bi hev re bidomînim dem têrê nake. Ya rastî pere ji me re dibe alîkar ku em ji xwe re wextî peyda bikin. Heger pereyê te tune be tu hemû wextê xwe difiroşî û wek berdêla wê pereyî distînî. Mesele bi kurt û kurmancî ev e. Ez niha ji bilî fêrbûna zimanî diçim kûrsa dansê. Tevî vê, ji bo dayîna pereyê kûrsa zimanî divê bixebitim loma ez ji dersên ziman dimînim. Ez di nav çerxeke bêwec de me. Ez mehê tenê carekê dikarim hevalên xwe bibînim. Dema ez derdikevim jî serê min her tim mijûl e. Wekî divê ez heqê kirê bidim, fatûre jî hatine gelo pêşîyê ez wan hel bikim an berî ku zivistan were pêlavekê bikirim.”
“Dem têra jîyana min a civakî nake”
Ji beşa endezyarîya elektrîk û elektronîkê Sılayê jî behsa pirsgirêkên xwe kir ku di dema stajê de jîyane:
“Bûrs û piştgirîya ku ez ji malbata xwe distînim têrê nake. Ji ber vê yekê ez hefteyê 6 rojan dixebitim. Ji bo min pir zehmet e ku ez van her duyan bi hev re bimeşînim. Piranîya wextê min li kar û dibistanê derbas dibe, dem ji bo jîyana min a civakî namîne. Tevî vê yekê meaşê min têra tiştekî nake. Her wiha ji ber ku ji dersên xwe dimînim dibe ku ji pola xwe derbas nebim. Lê dîsa jî ji ber ku armanca kardêran tenê kedxwarî ye, ji bo vê yekê zêdedir hewl didin û ne xema wan e ku tu dê çiqas biwestî an jî çi hîs bikî. Ez diçim dibistanê û paşê gava vedigerim malê divê bixebitim. Li vî welatê ku serlêdana karî jî dibe sedema pirsgirêkan, hûn dikarin kêm-zêde zehmetîya karî texmîn bikin. Demekê min ji bo stajê serî li kargehekê dabû lê belê piştre ez bi telefonê û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî rastî tacîzê hatim. Em ji têkoşîna li dijî şert û mercên xirab ên karî zêdetir li dijî tacîzê şer dikin.”
“Dem tenê têra razanê dike”
Dila jî ku di beşa Mode û Tekstîlê de dixwîne diyar kir ku ji ber pirsgirêkên aborî neçar maye bixebite:
“Ez neçar im ku hem ji bo debara xwe hem jî ji bo debara malbata xwe bixebitim, çimkî di rewşa heyî de em bi zehmet debara xwe dikin û ne mimkin e ku em bêyî kar bijîn. Pir zehmet e ku mirov di heman demê de dibistan û karî bi hev re bimeşîne. Çimkî hem divê tu biçî dibistanê, bikevî ezmûnan û di heman demê de jî divê tu bixebitî û debara xwe bikî. Bi gotineke din, ji bo dibistan û xebata ezmûnan tu nikarî demeke zêde terxan bikî. Wekî her kesî min jî jîyana civakî tune ye. Ji ber ku dema ez ne li dibistanê bim divê ez li ser kar bim, dema ez ne li kar bim divê ez li dibistanê bim. Tenê ji bo razanê wext heye ku ew jî têrê nake.”
Zümrüt jî ku endezyarîya zîraetê dixwîne got; “Her çiqas min nedixwest dema ku ez xwendekar ez bixebitim, ji bo ku bo malbata xwe nebim bar ez li kar gerîyam. Ez ketim yekem karê ku min dît û min dest bi kar kir.”
“Me wekî rojê 10 saet û 80 lîre li hev kir. Hewce bû ku ez demildest karekî peyda bikim loma min qebûl kir. Tevahîya rojê bê navber xebitîm û min xwarin jî nexwar. Saetek mabû ku mesaîya min biqede û ez jî derketim derve da ku cixareyekê bikêşim. Gotin tu çawa naxebitî û erza min şikandin û ez ji kar hatim avêtin. Divê em mafên xwe bînin ziman û bi hev re li çareserîya vê pêvajoya xelet bigerin. An na em nikarin xwe ji kedxwarî û heqaretan xilas bikin. Divê em bi hevalên jin ên din re tevbigerin.”
Têkoşîn li dijî destdirêjîyê
Jinên, ji bo pêdivîyên xwe yên bingehîn bi cih bînin neçar in di bin şert û mercên nebaş de bixebitin û bi mehan di bin navê stajê de tên xebitandin. Ji bo ku bikarin debara xwe bikin nikarin xwe ji kedxwarîyê rizgar bikin. Wateya karekî baş ji bo jinan ne karekî payebilind e; karekî baş ew kar e ku metirsîya wê ya destdirêjîyê kêm e. Her jinek dibêje ku xwezî bûrsê têrê bikira da ku ez neçarî karî nebûma. Zanîngeh ji bo jinên ku taqeta wan nîne biçin dibistanê wekî derdorekê lê tê ku şerê hebûnê didin.
Her sal qaşo bûrs tên zêdekirin, lê belê desthilatdarîya ku bihayê wargeh, xwarin û çûnûhatinê bilind dike, pereyekî zêdetir ji bêrîka xwendekaran derdixîne. Li gel van deynê KYKyê jî li ser milê xwendekaran wek barekî dimîne. Xwendekarên ku ji ber nebûna derfetên karî ji bo dahatûya xwe dikevin metirsîyê, kûr û hûr difikirin ka piştî ji zanîngehê der çûn wê çi bikin. Divê jinên zanîngehan ji bo daxwazên xwe yên hevpar ên wekî karê ewle û zêdekirina bergirîyên li dijî destdirêjî û kedxwarîyê bibin yek û daxwaza mafên xwe bikin. Ji bo pêşerojeke baş û jîyaneke perwerdehîyê ya di bin şert û mercên baş de ji bilî têkoşînê tu çareya me nemaye.
*Wêne: Evrensel