LGBTI+/KUZanko

Bo Ronahî û Azadîyê

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin.

Em ligel xwendekarên LGBTI+ yên Zanîngeha Çukurovayê, tevî kiryarên nefretê yên li dijî LGBTI+yan didomin, li ser rewşa LGBTI+bûna li Edeneyê axivîn.

Biryar hat dayîn ku Peymana Stenbolê ya ku jinan ji mirin û tundûtûjîyê diparêze, bi hinceta ku peyman û LGBTI+ “Zirarê didin avanîya malbatê” hat betalkirin. Jin, kujer, sûc û mirin hatin paşguhkirin.

LGBTI+ nikarin bi hêsanî xwe bigihînin mafên wekî hêwirîn, perwerdehî, tenduristî, qadên xebatê, ewlehîya civakî û şexsî ku ev mafên bingehîn ên mirovî ne û divê dewlet van dabîn bike. 

Em dibînin ku sîyasetmedar û beşek ji raya giştî li kêleka îdeolojîya heteroseksîzmê gav bi gav dimeşin. Ez jê piştrast nînim ku em dikarin tevî mirovên ku cudakarî ji xwe re wekî îdeolojî qebûl kirine, xwe bigihînin mafên ku em daxwaz dikin. 

Tişta jê re dibêjin avanîya malbatî ji zewicandina keçên zarok, ​​pedofîlî, baviksalarî û pergala baviksalarî, şîdeta psîkolojîk, şîdeta fizîkî, kuştinên “namûs”ê, têkilîya ensest, jixwenebarîya hînî zarokan dikin, wek ferd qebûlnekirin, nedana mafê axaftinê, sînordarkirin, destdirêjîya zayendî, tacîz û tecawizê pêk tê. Lê belê tevî evqas tiştan LGBTI+ wek sûcdar tên nîşandan û helbet ev jî têra xwe trajîkomîk e…

Di bin navê “Civîna Malbata Mezin” de li dijî LGBTI+yan hatin ba hev û dewlet û RTUKê piştgirî dane vê sûcê nefretê. Vê piştgirîyê jî biryara belavkirina mîtînga nefretê ya li bajarên din jî bi xwe re anî. Em li ser vê rewşê ligel du xwendekarên LGBTI+ yên ji Zanîngeha Adana Çukurovayê axivîn ka rewş li Edeneyê çawa ye.

“Bi ya we wek LGBTI+yekî jîyana li Edeneyê çawa ye? Helwesta malbat, civak û rêveberîya welatî ya di vê mijarê de hûn çawa dinirxînin?”

Dila, xwendekara Beşa Sêwirîna Modeyê ya Zanîngeha Çukurovayê: Wek kesekî LGBTI+ jîyan ne tenê li Edeneyê li Tirkiyeyê jî gelek zehmet e. Çimkî li seranserê welatî wekî ku rêz li tu tiştî nayê girtin, li hember kesên LGBTI+ jî rêz nayê girtin. Mixabin ev yek li Edeneyê jî wisa ye. Nefreta li hember kesên LGBTI+ bi awayekî eşkere li ber çavan e. Afîşên li dijî kesên LGBTI+ hatin çapkirin û li gelek deverên Edeneyê hatin daliqandin. Meşa nefretê li welat hat lidarxistin û tu kes ji hikûmetê li dijî wê derneket û heta piştgirîya meşê kirin. Dema ku rewş wiha be, em dibînin ku hem li Edeneyê hem jî di rêveberîya welatî de li hember kesên LGBTI+ rêz nayê girtin û tundûtûjîya li wan tê kirin tê erêkirin.”

Deniz, li Zanîngeha Çukurovayê dixwîne: Jîyana li Edeneyê wek kesekî LGBTI+, ji bo min tecribeyeke din a cuda ye.  Çimkî berevajî bajarên ku ez berê lê jîyame (Trabzon, Mêrdîn, Giresun, Sakarya), li hin deverên Edeneyê li gorî van bajaran hindik be jî, dikarim bi azadî nasnameya xwe bijîm. Lê belê li hin cihên Edeneyê ez neçar dimînim ku xwe veşêrim. Malbata min malbateke pir zordar e, birayê min dema ku ji min guman kir ku ez LGBTI+ me gefa kuştinê li min xwar û malbata min jî di vê mijarê de gelek tund e. Helwesta hikûmetê eşkere ye, gotinên wekî LGBTI+ tune ne û yên armanca wan tunekirina LGBTI+ ne dike. 

“Hûn li ser tevgera LGBTI+ ya li Tirkiyeyê çi difikirin? Tevî ku êrîşên li dijî LGBTI+yan ewqas zêde bûne, hûn giringîya didin kesên LGBTI+ ku ev giringî bû yek ji sedemên betalkirina Peymana Stenbolê, çi difikirin?”

Dila: Berê, kesên LGBTI+ ji niha bêtir bêhiş û bêcesaret bûn û nedikarîn xwe nîşan bidin. LGBT+yan, xwenîşandana kesên din li alîyekê ji ber zextan wan bi xwe jî nedikarî vê cudabûnê qebûl bikin. Lê belê ji ber ku tevgera LGBTI+yan niha bêhtir xuya ye, mirov zûtir hişyar dibin û wêrektir dibin. Çimkî gelek kesan bi derengî xwe nas kiriye. Betalkirina Peymana Stenbolê ne tenê li ser kesên LGBTI+, li ser jin û zarokan jî bandorê dike. Mirov dikare bibêje ku bi rakirina Peymana Stenbolê ewlehîya jîyana jin, zarok û LGBTI+yan ji holê rabû.

Deniz: Bi ya min giringîpêdana tevgera LGBTI+yan jî bû sedemek ku Peymana Stenbolê bê betalkirin. Çimkî ew wisa difikirin ku em îmaja”malbata adetî” xirab dikin û her tim hewl didin ku me tune bikin. Ji ber ku ew bi korayî girêdayî kevneşopîyên xwe ne, her tim meyla wan li ser paşguhkirina kesên wekî me ne ku em bîyanîyê wan in. 

Binpêkirinên ku li Edeneyê hûn rastî wan hatine an hûn bûne şahid hene?

Dila: Ez dikarim du mînakan bo vê pirsê bidim. Dema carekê ez bi dergistîya xwe re derketim derve û me destê hevdu girt, jinekê li me nihêrî û dest bi axaftinê kir û got: “Bêrûmetno.” Wê demê me tu rûreşî nekiribû lê belê ji ber ku em her du jî jin bûn, rastî destdirêjîya devkî hatin. Piştî wê rojê min nekarî li derve bi rehetî destê hevala xwe li derve bigirim û bigerim. Çimkî îhtîmal heye ku destdirêjiya devkî veguhere tundîya fizîkî û min nekarî bikevim vê rîskê û hîn jî nikarim. Dema ku ez bi hevaleke xwe ya din re jî digerîyam, em dîsa rastî destdirêjîya devkî hatin. Hevala min keseke maskulen bû û tenê ji ber ku porê wê kurt bû, gotinên nebaş ên mîna “lezbîyenno, qûnekno” lê hatibûn kirin.

Deniz: Ez bi xwe li Edeneyê heta niha rastî tu neheqîyê nehatime, ji ber ku ez neçar im her tim xwe veşêrim. Bi sepanên hevnasînê, ez dikarim kesên ku wekî min xwedî heman meylê ne nas bikim. Ji ber ku ez di jîyana civakî de xwe vedişêrim nikarim baş fêhm bikim ka kî wekî min xwedîyê heman meylê ye.  Carna ji hal û tevgerên wan dikarim fêm bikim. Lê belê wêneyên taybet û peyamên hevalekî min ê berê yê hevzayend ji hêla dergistîyê wî yê berê ve hatin îfşakirin û rastî zextê hat.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button