Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin.
Xebatên çêkirina rêyên diçin bo Zanîngeha Çukurovayê bi xwe re mexdûrîyetên nû jî tînin.
Zanîngeha Çukurovayê, bi kampusa xwe ya hêşîn, xwezaya xwe ya balkêş, kadroyên akademîk ên serkeftî û perwerdehîya xwe ya hêja yek ji zanîngehên herî populer ên Tirkîyeyê ye. Lê belê xwendekar ji ber xebatên çêkirin û başkirina rêyan ku bi salan e didomin û pirsgirêkên veguhestinê yên bi vê yekê re girêdayî pirsgirêkan dijîn.
Ligel nûkirina avahîyên kevn û cudakirina fakulteyên ku di heman avahîyê de cih digirin, ev pirsgirêkên ku li qadên nû yên ku fakulte lê hatine barkirin jî rû didin, tevî bi hezaran serlêdan, daxwazname û hevditînan, di pêvajoyeke gelek giran de li benda çareserîyê ne. Ev pirsgirêk ne tenê li kampusê, li wargehan jî tên jîyîn. Dema ku qerebalixa trafîka bajêr jî lê zêde dibe mexdûrîyet jî bi heman rêjeyê zêde dibe.
Pirsgirêka çûnûhatinêrê li ber tacîzê jî vedike
Tacîz jî wekî perçeyekî vê pirsgirêkê derdikeve pêşberî me ku di van salên dawî de bi taybetî li zanîngehan ji ber nestandina bergirîyên têrker zêde bûye, jinan di gelek waran de sînordar dike.
Xwendekarên jin tînin ziman ku fakulteya hiqûqê yekemîn fakulte ye ku karê nûkirin û veguhastinê lê hat kirin. Her wiha ji ber ku avahîya nû ya fakulteyê ji kampusê dûr e, rê xirabe ne, hatûçûn zehmet e, seferên otobusan kêm in heta ku mirov dikare bibêje qet nînin û rê jî tenya ne gelek caran rastî tacîzê hatine û yan bi hevalên xwe yên mêr re yan jî bi awayekî komî dikarin biçin mal, wargeh û fakulteyên xwe.
Niha jî ji ber ku liv û tevger hinekî din zêde bûye, bûyerên tacîzê kêmtir rû didin. Lê belê di pandemîyê de perwerdehîya dûr dihat meşandin û wext guncan bû ku rê di demeke kurt de werin çêkirin. Tevî vî wextî, rê têra xwe baş nehatine çêkirin û ne ewle ne. Her wiha ji ber ku li pêşîya fakulteyan xebatên rêçêkirinê nû dest pê kirine û seferên otobusan kêm in, tê dîtin ku xwendekar an bi meşê an jî bi otospopê diçin mal û wargehên xwe.
Ev rewşa rêyan ne tenê zehmetîyê dide xwendekarên wan fakulteyên ku tên barkirin, bi awayekî xwezayî zehmetîyê dide hemû xwendekarên zanîngehê.
Di lêkolînên derbarê fakulteyan de nûçeyên tacîzê û pirsgirêkên veguhastinê balê dikişînin
Saadet Tok ku xwendekara pola çaremîn a Fakulteya Hiqûqê ye tîne ziman ku sala ku ezmûna ketina zanîngehê qezenc kiriye, derbarê fakulteya hiqûqê de lêkolîn kiriye û dîtiye ku ji perwerdehî û serketina fakulteyê zêdetir nûçe derbarê pirsgirêkên hatûçûnê û xwendekarên jin de ne ku rastî tacîzê hatine. Her wiha dibêje tevî ewqas dem ser re derbas bûye, di vî demê borî de dikarîn van pirsgirêkan çareser bikin. Çimkî dema ku wê dest bi zanîngehê kiriye wê jî heman tişt jîyane.
Saadet dîyar dike ku ew ne tenê li derdora fakulteyê her wiha li Wargeha Xwendekarên Jin a Fevzî Çakmakê jî ji ber nebûna serbihorê gelek caran rûbirûyê bûyerên tacîzê hatîye. Her wiha lê zêde dike û dibêje: Tevî ku civata me ya Lêkolînên Jinan a Zanîngeha Çukurovayê ku me sê sal berê ava kiribû, ji bo pêşîlêgirtina van pirsgirêkan bi hezaran îmze berhev kirin, tu pêşketin çênebû. Saadet dîyar dike ku îsal ji ber kêmbûna rîngan, gelek caran neçar maye bi peyatî vegere wargehê, ji ber vê yekê jî gelek diweste û ev yek bandoreke xirab li ser jîyana wê ya perwerdehîyê û kalîteya jîyana wê dike. Loma dixwaze ev pirsgirêk demildest werin çareserkirin.
Tijîbûna rîngan ji bo tenduristî û ewlehîyê xeternak e
Rîng di nav kampusa Zanîngeha Çukurovayê de bi awayê ku ji pêşîya her fakulteyê derbas bibe xizmeta bêpere ya hatûçûnê dide xwendekaran. Lê belê her çend îsal hejmara xwendekaran zêde bûye jî rîngên ku salên borî gelektir dihatin û diçûn û hejmara wan zêde bû, îsal hejmara wan kêmtir e û kêmtir diçûn û tên.
Di vê serdemê de ku roj bi roj em nêzî mehên zivistanê dibin û xetereya Covid-19ê hêj berdewam dike ku li welat di serî de di qadên wekî aborî, tenduristî û perwerdehîyê de bû sedema krîzan, xwendekar di rîngên tijî de hema bibêje di nav hevdu de di bin xetereyeke gelek mezin de hewl didin biçin û bên.
Xwendekar jî ji ber şert û mercên aborî ku roj bi roj xirabtir dibin û rê li ber pêşketina wan digirin û wan mexdûr dikin di warê hatûçûnê de zehmetîyan dikêşin. Ji ber ku bêpere ne û ji otobusên şaredarîyê erzantir in neçar in ku di nava kampusê de rîngan bi kar bînin. Lê belê rîng hem ji ber qerebalixê rê li ber gelek xetereyan vedikin hem jî ji ber Covid-19ê ku hêj derbas nebûye û divê mirov tu carî xwe li hember wê sist neke, ji hêsanîyê zêdedir dibin sedema zehmetîyê. Ev pirsgirêk di heman demê de dibin sedema gelek mexdûrîyetan. Bo nimûne xwendekar gelek caran bo dersan dereng dimînin an jî mecbûr dimînin ku bi rê ve herin zanîngehê.
Xebatên rê yên li derdora wargehê mirovî nerehet dikin
Xwendekar ji ber xebatên rê yên ku li der û dor û li ser erdê wargehan dest pê kirine û dibin sedema qirêjîya dengî û hawirdorê gelek nerazî û mexdûr in. Ev xebatên der barê wargehê de li şûna ku di betlaneya havînê de bên çêkirin ku di wê demê de xwendekar jî tune ne, niha di nav serdema perwerdehîyê de tên kirin û ev rewş jî dibe sedema bertek û nerazîbûnan. Xwendekaran dîyar kir ku ev yek bandoreke xirab û mezin hem li ser jîyana wan a perwerdehîyê hem jî li ser kalîteya jîyana wan dike û xwendekar li bendê ne ku sazî û dezgehên eleqedar li ser serlêdan û daxwaznameyên wan bisekinin û pirsgirêk demildest werin çareserkirin.