Mafê Perwerdeyê

Kampusa ku berê ji bo gelek xwendekaran qadeke ewle ya jiyanê bû, êdî veguherîbû  mekanekî trawmatîk ku mirov her dem li ser derzîdankê lingan e.

Perit

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Berxwedana Boğaziçiyê di 4ê Rêbendana 2021an de bi tayînkirina namzetê parlamenterîyê yê AKPê yê berê Melih Bulu dest pê kir. Berxwedan ji ber bandora paşxaneya siyasî ya kesê tayînkirî jî di rojên destpêkê de bi tevlêbûneke mezin dest pê kir. Lê belê ev ne tenê bertekeke li dijî şexsîyeta kesekî bû ku ne endamê Boğaziçiyê ye, têkoşînek bû ku me bi daxwaza zanîngeheke azad, xweser û demokratîk dabû destpêkirin. Di vê pêvajoyê de gelek xwendekar bi awayên cuda rastî binpêkirina mafan hatin. Midaxeleyên ji bo tepeserkirina tevgera xwendekaran têra xwe cuda bûn.

Gelek caran em rastî tundûtûjîya polêsan û tacîzên dadwerî hatin, hin caran medyaya nêzî desthilatdarîyê yek bi yek navê me eşkere kir û em wek hedef nîşan dan. Loma em li dibistanê rastî lêpirsînên dîsîplînê hatin û bûrsa me hat birîn. Ya rastî em dikarin bibêjin ku ev hemû destwerdan rasterast an nerasterast dibin sedem ku mafê me yê perwerdeyê were astengkirin, heta ku mirov dikare bibêje tenê ji bo vê têne kirin. Berxwedana Boğaziçiyê têkoşîneke demdirêj e û kirdeya wê ya sereke xwendekar in. Hikûmet jî ji bo şikandina berxwedanê pêkanînên ku bi taybetî perwerdehîya xwendekaran qetûbir dike pêk tîne.

Hewldana berdewamkirina zanînhegê di şert û mercên tecrîdê de têkoşîneke giring bû

Van pêkanînên desthilatdarîyê wekî jîyana gelek xwendekaran  jîyana min jî qetûbir kirin. Ji ber ku ez beşdarî çalakîya ku di 5ê Cotmeha 2021an de ya li ber avahîya rektorîyê bûm, di 5ê Cotmeha 2021 an de ji aliyê Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan ve hatim hedefgirtin. Piştî axaftina Erdoğan ez hatim binçavkirin. Di 6ê Cotmehê de jî hatim girtin. Min serdemek ji perwerdehîya xwe li girtîgehê derbas kir. Desteserkirina mafê min ê perwerdehîyê tenê  rehendeka vî cizayî bû, lê belê ez wisa bawer dikim ku giring e ku ez serpêhatîya xwe di vê çarçoveyê de binirxînim. Çimkî dema ku ji alîyê desthilatê ve em ne wek xwendekar wek terorîst hatin sûcdarkirin û azadîya me ji destê me hat standin, hewldana ku me di bin şert û mercên tecrîde de ji bo berdewamkirina zanîngehê dida têkoşîneke giring bû.

Girtîgeh ew mekan in ku her roj têde binpêkirinên bêhejmar ên mafan pêk tên… Heger hûn girtî bin, hin caran ji bo hewcedariyên xwe yên herî bingehîn jî divê hûn têbikoşin. Ez heyameke kurt girtî mam û di vê heyama kurt de mafê min ê hevdîtinê du caran hat astengkirin. Min ji bo xwendina rojnameyan du mehan li ber xwe da. Heta ku hefteyek berîya ku ez werim berdan li qawîşa me ava vexwarinê tune bû. Ji xeynî van, li hawirdoreke ku hûn li hember pêkanînên wekî serjimartinê yên li dijî rûmeta mirovahîyê li ber xwe didin, her çend mafê we yê perwerdehiyê di makeqanûnê de parastî be û bi qanûnî gengaz be ku xwendina bilind li girtîgehan berdewam bike, hûn bi gelek zehmetîyên fizîkî û binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. 

Êrîşên li ser mafê perwerdeyê hem li girtîgehê hem jî li kampusê dewam kirin.

Roja ez hatim girtin dersên min jî dest pê kirin û ji roja ewil ve ji bo bidestxistina keresteyên min ên dersê min, parêzerê min û hevalên min ên li derve me gelek hewl da. Tevî vê yekê, bi qasî mehekê min nekarî xwe bigihînim tu keresteyên dersê. Dema ku parêzerên min an jî hevalên min ên ku dihatin dîtina min û keresteyên dersê ji min re dianîn, lijneya perwerdehîyê ya girtîgehê ev kereste kontrol dikirin û carna demeke dirêj radestî min nedikirin. Ji xeynî rêgezên girtîgehê û astengkirinên bizanebûn, şert û mercên fizîkî jî destûr nedidan ku ez salnameya akademîk ya li derve bişopînim. Di 51 rojên dîlgirtina min a 3 mehî de, min maseyek jî tune bû ku li ser bixebitim. Min di hucreyeke yekkesî de li ser erdê rût dinivîsî û dixwend. Di vê pêvajoyê de nedîyar bû ku ez ê heta kengî di girtîgehê de bimînim, lê belê ji ber maweya girtina hevalên me yên ku di dema berxwedanê de hatibûn girtin, em difikirîn ku em ê di nav çend mehan de serbest werin berdan. Ji ber vê yekê piştî ku ez ji girtîgehê derketim bikarim zanîngehê bidomînim, giring bû ku ez ligel salnameya akademîk di nav hevdemîyekê de bim. Lê belê dema ku dîroka ezmûnên min ên fînalê nêzîk bûn ez neçar mam ku dibistana xwe bidim sekinandin. 

Piştî ez hatim berdan jî êrîşên li ser mafê min ê perwerdeyhîyê berdewam kirin. Li dibistanê derbarê min de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin û ligel hevalekî xwe ku em bi hev re hatibûn girtin, bi biryara rektorê tayînkirî Naci İnci, mehek cizayê dûrxistinê li me hat birîn. Dema em di girtîgehê de bûn, ji bo hevalên me yên ji ber heman dozê dihatin darizandin jî hefteyek cizayê dûrxistinê hatibû dayîn.  Vê pêvajoyê alîyeke derûnî jî hebû ku bandor li ser berdewamkirina perwerdehîya min dikir.  Dema ku ez vegerîyam dibistanê, bi taybet li derdorên girtî, ji hêla psîkolojîk ve ji bo min pir dijwar bû ku ez beşdarî dersan bibim. Ji xeynî vê jî di nava 3 mehan de zextên li dibistanê têra xwe zêde bibûn, her roj lêpirsînên dîsîplînê li xwendekaran dihatin vekirin û xwendekar ji ber ferzkirinên exlaqî yên rêveberîyê ji alîyê peywirdarên ewlehîyê ve timî rastî tacîzê dihatin. Kampusa ku berê ji bo gelek xwendekaran qadeke ewle ya jîyanê bû, êdî veguherîbû  mekanekî trawmatîk ku mirov her dem li ser derzîdankê lingan e.

Jîyana akademîk zirar dît

 Di dema berxwedana Boğaziçiyê de wek xwendekarên berxwedêr em her tim rastî zexta desthilatdarîyê û gelek binpêkirinên mafan hatin. Belkî jî qada ku herî zêde weke şexs me zirar dît jiyana me ya akademîk bû. Bi ya min xaleke giring heye ku dema em serpêhatîyên xwe dinirxînin divê em li ber çavan bigirin: Dema em li alîyê berxwedanê yê ku xwendekar bi rê ve dibin dinêrin, em dibînin ku li şûna birêvebirina têkoşîneke xwe li ser berjewendîyan ava dike û berê xwe dide jinûveavakirina rabirdûyê, em bi daxwaza pêşerojeke ku di rêveberîya zanîngehê de biryardêr in tevgerîyan. Wek xwendekar em ne tenê li hember tayînkirineke bi mebestên sîyasî hatîye kirin derketin, dema me dît ku ev tayînkirin dê hêjahîya perwerdehîya em dibînin kêm bike me bertek nîşanî vê yekê jî da. Her wiha me bi daxwaza rêveberîya xweser têkoşînek bi rê ve bir. Tişta ku me diparast neS tenê mafê me yê perwerdehîya çak bû. Di heman demê de îradeya me ji aliyê desthilatdarîyeke ku ciwanan wek rajêrîya xwe dibîne hatibû binpêkirin û em li dijî vê têkoşîn dida. Binpêkirina mafên me û neheqîyên em rastî wan hatin ji wêrekîya ku me nîşan dida ne serbixwe bûn.

*Hezîran 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button