Lêpirsîna Dîsîplînê

Bûrsên bi bihaneya Berxwedana Boğaziçiyê hatine birîn bi têkoşîn û dozan dîsa tên qezenckirin

Doruk Tunaoğlu

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin


Xwendekarên piştgirîya Berxwedana Boğaziçiyê kirine mafê xwe yê bûrsê ji dest dan. Xwendekar û parêzerên wan behsa birîna bûrsan, piştgirîya hemberî birînê û pêvajoya dozan kirin.


Xwendekarên zanîngehê yên ji Saziya Kredî û Waran bûrsê distînin ji Gulana 2021ê heta niha rastî birîna bûrsan tên. Li gor nivîsa ku saziyê ji bo xwendekaran şandiye, sedema birîna bûrsan “Beşdarbûna bûyerên terorî û anarşîst” e. Li gor xwendekaran jî sedema birîna bûrsên wan “Piştgirîya Berxwedana Boğaziçiyê” ye. Li ser pêvajoyên birîna bûrsan, piştgirîya hemberî birînan û pêvajoyên hiqûqî em bi xwendekar û parêzerên wan re axivîn.


Birîna bûrsan di Gulana 2021ê de dest pê kir



Xwendekar cara ewil di Gulana 2021ê de ji birîna bûrsan haydar bûn. Di destpêka Rêbendana 2021ê de, piştî ku Melih Bulu wek rektorê Zanîngeha Boğaziçiyê hat peywirdarkirin, xwendekar agahdar bûn ku bûrsa hin hevalên wan yên hatine binçavkirin hatiye birîn.


Li gor nivîsa Gerînendetîya Giştî ya Kredî û Waran hin sedemên birîna bûrsan ev in: “tevlêbûna bûyerên terorî û anarşîst”, “binpêkirina azadiya perwerdehîyê” û “berxwedan”.


Piştî ku xwendekar pê hesîyan ku bûrsên wan hatine birîn dest bi xebata avakirina tora piştgirîyê kirin. Di Hezîrana 2021ê de bi bihaneya berxwedana Boğaziçiyê bûrsa 30 xwendekaran hatibû birîn. Heta Gulana 2022an hejmara xwendekarên bûrsa wan hatîye birîn bû 103.

* Mînakek ji nivîsên birîna bûrsan ku Gerînendetîya Giştî ya Kredî û Waran şandîye.



Piştgirîya Li Hember Birîna Bûrsan




Xwendekarên ku Nobeda Boğaziçiyê digirtin listeya kesên bûrsa wan hatiye birîn amade kirin û Ji Bo Zanîngeha Boğaziçiyê Peyana Derçûyîyan (BUIM) jî ku ji derçûyîyên Boğaziçiyê pêk tê dest bi amadehîya hewzeka bûrsan kir.


Armanca van her du tîmên ku bi hev re dixebitin ew e ku ji bo xwendekarên piştgirî dane Berxwedana Boğaziçiyê, çi xwendekarên Boğaziçiyê çi jî ne, dabînkirina bûrsan e. Xwendekar û derçûyîyên zanîngehê ji ber kêmasîya çavkanîyên xwe neçar man ku sînoreke bi vî awayî danin. Lewma dema ku belgeyên birîna bûrsan dihatin piştrastkirin, serlêdana xwendekarên bûrsa wan ji ber sedemên ji bilî Berxwedana Boğaziçiyê hatîye birîn hatin redkirin.

Di encama vê piştgirîyê de di Tîrmeha 2021ê de bûrsa 30 kesî hat dayîn û ev hejmar bi demê re gihîşt heta 103 kesan. Ji 103 xwendekaran 39 xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê, 64ên wan jî ji zanîngehên cuda ne. Ji bajarên xeynî Stenbolê jî kesên ku bûrsên wan hatine birîn hene. Bi saya piştgirîya madî ya derçûyîyan û çavkanîyên wan peyda kirî ev bûrs her meh hatin dayîn û hêj berdewam e. Ev bûrs, heta doz werin qezenckirin dê bo xwendekaran wek piştgirî berdewam bikin.

Bandora Birîna Bûrsan Li Ser Xwendekaran: Karên Neewle û Ji Alîyê Serketina Akademîk ve Bandoreke Neyînî

Me ji xwendekarê Zanîngeha Boğaziçiyê E.K. ku bûrsa wî hatibû birîn û piştre doz vekir û bûrsa xwe dîsa qezenc kir û Dilara Kayayê ku ew jî xwendekara Zanîngeha İstanbulê ye û doza wê dewam dike, pirsa ‘bandora birîna bûrsan kir û me got gelo hûn çawa serî bi vê pêvajoyê re derdixin.’

E.K got: “tenê bûrsa min hebû ku pê debara xwe bikim û heta min bûrseke alternatîf bi dest xist ez ketim zehmetiyê ku debara xwe bikim.”


Dilara Kayayê jî anî ziman ku ji ber ku ew jî ji malbata xwe alîkarîya madî nastîne di vê pêvajoyê de ketiye tengasîyê û di gelek karên neewle û demkurt de xebitîye. Her wiha got ku vê rewşê bandoreke xirab li ser serketina wê ya akademik jî kirîye. Dilara Kayayê diyar kir piştî ku bi Nobeda Boğaziçiyê re têkilî danîye ew ji hêla aborî ve rehet bûye.


Her du xwendekaran jî anîn ziman ku wan tişteke wisa nekirîye ku bûrsên wan werin birîn. E.K. got ku gotina “Em Rektorê Qayûm Naxwazin” nabe sebebê jêstandtina mafê wan yê bûrsan.

Dilara Kayayê jî bi bîr xist ku ji bo ku wan mafên xwe yên zagonî bi kar anîne û protestoyên aştîyane kirine wek “terorîst” hatine tawanbarkirin û diyar kir ku “kesên ku divê werin cezakirin ne ew ciwan in ku daxwaza mafên xwe yên demokratîk dikin, ew îktîdar e ku mafên wan yên zagonî binpê dike.”

Her du xwendekaran gotin ku vê pêvajoyê ji hêla derûnî ve bandoreke xirab li wan kirîye. Dilara Kayayê anî ziman ku pêvajoya binçavkirinê û polîtikayên emnîyetê yên bêzarkirinê bûne sebeb ku têkilîyên wê yên malbatî xirab bibin û ji ber ku zanîngeh û wara lê dimîne jî derbarê wê de lêpirsîn dane destpêkirin ji bo wê pirsgirêka hêwirînê rû daye. Dilara Kayayê got ku wê hem bi rêyên tibî hem jî bi alîkariya hevalên xwe karîye barê manewî yê pêvajoyê hilgire.


E.K. jî anî ziman ku ji ber nebûna delîveyên madî nekarîye piştgirîya derûnî bistîne û di vê pêvajoyê de ketîye tengasîyê.



16 xwendekaran dozên ku hemberî birîna bûrsan vekiribûn qezenc kirin


Ji xeynî piştgirîya li hember van birînan pêvajoya hiqûqî jî berdewam dike. Heta niha 16 xwendekaran doza ku li hember birînan vekirine qezenc kirine û doza 20 xwendekaran jî dewam dike.

REWŞA DOZAN

ZANÎNGEHÊN KU BÛRSA XWENDEKARÊN WAN HATIYE BIRÎN

*Rewşa doza 103 xwendekarên bûrsa wan hatiye birîn




Abdullah Tıkıç ku parêzerîya dozên bûrsan dike, pirsa “bûrs dikarin li gor kîjan şertan werin birîn” wiha bersivand:

“Li Gor Rêziknameya Kredî-Bûrsan ya Sazîya Perwerdehîya Bilind Kredî û Waran sedemên mihtemel yên birîna bûrsan ev in: Biserneketin, cudabûna ji sazîya perwerdehîyê, destûrstandin an jî sekinandina qeydê, girtina saziya perwerdehîyê, devjêberdana bûrsê, avêtina ji warên sazîyê, mehkûmbûn, ji hêla sazîyên perwerdehiyê ve dayîna cizayê dîsîplînê.”

Tıkıç diyar kir ku hemû dozên ku parêzerîya wan dike van şert û mercan bi cih naynin:

“Ji xeynî xalên rêziknameyê bi tu awayî ne pêkan e ku bûrsa xwendekarekî/ê were birîn. Ji hêla hêzên emnîyetê ve binçavkirin û standina îfadeyên wan nabe sebebê birîna bûrsê. Heta ku derbarê xwendekaran de amadekirina îdîanameyê û vekirina dozê jî têra vê yekê nake. Ji bo bûrsa xwendekaran ji bilî sebebên derveyî zanîngehê were birîn divê şeh meh an jî zêdetir ciza lê were birîn.”

Tıkıç, pirsa “tevî van yekan çawa dibe ku bûrsên xwendekaran tên birîn” wiha bersivand:


“Di vê rewşê de çend pirsgirêk hene. Pêşîya her tiştî Wezareta Ciwanan û Sporê dema ku xwendekar mafên xwe yên zagonî yên wekî civîn, xwepêşandan, meş û azadîya ramanî bi kar tînin têne binçavkirin, sedema vê yekê wekî ‘anarşî û teror’ pênase dike. Pênasekirineke bi vî awayî tê wateya paşguhkirina Makezagonê û qanûnên têkildarî wê ku bi îradeya gel pêk hatîye. Pirsgirêka duyem jî birîna bûrsan ya li gor xaleke kevin ya Rêziknameya Kredî-Bûrsan ya Sazîya Perwerdehîya Bilind Kredî û Waran e. Xala berbehs bi mewzûata di 14 Hezîran 2008an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin guherî. Ev rewş ligel rêzika hiqûqê ya “lex posterior dergat priori” (qanûna nû ya pêşîya xwe ji merîyetê radike) li hev nayê. Ne hiqûqî ye ku xala ku di rabirdûyê de guherîye ji bo cizayeke îroyîn wek sebeb bê nîşandan.”

Tıkıç, her wiha piştrast kir ku hemû dozên ku xwendekaran li hember birîna bûrsan vekirine bi erênî encam dane. Her wiha tevî ku divê piştî dozan encam da herî dereng di nav pêvajoya zagonî ya 30 rojî de dayîna bûrsan dest pê bike, dayîna bûrsan bi derengî dikeve.


“Her çiqas derfeta dubare vekirina dozên têkildarî paşguhkirina biryarên dadgehê hebe jî ev dibe sedema vekirina dosyayên nû û bargiranîya dozan. Ev jî hem ji bo dewleta me hem jî ji bo xwendekaran dê bibe îsrafa çavkanî û wextî.”



Têkoşîna Zanîngeha Serbixwe Didome


Parêzer Tıkıç got “Hêvîya me ew e ku ew dest ji pêkanînên dij-hiqûqî berdin û gavek berî gavekê li gor biryarên dadgehê tevbigerin.”

E.K.yê ku doza xwe qezenc kirîye li bendê ye ku bûrsên wî yên hatî birîn ligel faîzên xwe li ser hev bistîne. Doza Dilara Kayayê jî berdewam dike. Her du xwendekaran jî got ku dê ji bo zanîngeha serbixwe berxwedana xwe bidomînin. Wekî Dilara dibêje “Xeyala wan avakirina wan zanîngehan e ku tê de pêkhateyên zanîngehê serdest in ne qayûm.”

*Hezîran 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button