Gizem Sert
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê ji ber zêdebûna kirêyan û bihabûna warên li kampusê pirsgirêka hêwirînê dijîn. Xwendekar dibêjin ku bûrsa KYKyê têra pêdiviyên wan yên hêwirîn û xwarinê nake.
Taxa Rumeli Hisarıyê ku xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê dihewîne, di saleke dawî de li Stenbolê bûye taxa ku herî zêde bihayê kirê lê zede bûye. Li Taxa Rumeli Hisariyê ku ji ber nêzikbûna zanîngehê ji aliyê xwendekaran ve tê tercîhkirin, kirêya ku par ji sedî 290 zêde bûbû, îsal jî ji rêjeya TUFEyê ku TUİKê wek ji sedî 70î ragihandibû derbas bû. Ji bilî zêdebûna kirêyan, bihayê warên li kampusê jî hatin zêdekirin.
Em li ser zêdebûna kirêyên taxê, kêmasîya malan û zêdekirina bihayên waran bi xwendekarên Beşa Siyasetê ya Zanîngeha Boğaziçiyê Yiğit û Eftelyayê re axivîn.
“Em ji bo xaniyên ku mirov nikare lê bijî bihayên giran didin”
Eftelya ev 2 sal in li Rumeli Hisarıyê dijî û li ser bihabûnê wiha dibêje: “Li Hisarê li gor par di kirêya xaniyan de zêdebûneke nedîtî çêbû. Berî ku kirêyên xanîyan evqas biha bibin min ji xwe re xanîyek girtibû. Loma her çend xwedîyê xanîyê me bihakirina herî zêde ya salane kir jî vê yekê zêde bandor li kirêyê nekiribû. Lê belê wan çaxan kirêya me ku 2 hezar û 700 lîre bû li gor me biha bû. Me dît ku bi rêjeyên nû re kirêyên hatine zêdekirin herî kêm ji 5 hezarî dest pê dikin. Ji bo ku em bihayên gelek giran didin xanîyên ku mirov nikarin lê bijîn, di nav vê qeyrana debarê de man. “
Yiğit bal kişand ku rêjeya TUFEyê ku TUÎKê herî dawî eşkere kirî ji sedî 73,5 e. Lê belê zêdebûna kirêyên li Rumeli Hisarıyê van reqeman nîşan nade. Lê belê komên serbixwe yên lêkolîna enflasyonê dibêjin ku ew ji sedî 160 e. Zêdebûna bihayê kirêyên li Hisarê jî wekî rêjeya van koman bû. Bo nimûne hevalekî min hebû ku 3 hezar lîre kirê dida. Niha neçar e ku di meha tebaxê de ji xanî derkeve çimkî xwedîyê xanî 6 hizar lîre kirê dixwaze Ji ber vê yekê xwediyê malê dixwaze wan ji malê derxîne. Çimkî, li gor qanûna nû, tenê dikare % 25 zede bike. Xwediyên xaniyan hinekî çavbirçî ne. Ji bo şevnişîneke 80 metrekare mirov 6 hezar lîre kirê bixwaze ne normal e.”
JI BO XWENDEKARAN TÊRA XWE MAL TUNE NE
Zêdebûna kirêyan, li Taxa Rumeli Hisarıyê daxwaza xaniyên bi kirê kêm nake. Ji ber ku Sazîya Perwerdehîya Bilind (YÖK) her sal kontenjana Zanîngeha Boğaziçiyê hinekî din zêde dike û her sal zêdetir xwendekar tên taxê. Yiğit got, “Akademîsyenên beşa me pêşnîyaza 40 an 50î kontenjanan li YÖKê kirin. Lê YÖKê kontenjan derxist 90î. Lê ev mirov ne tenê dê perwerdehiyê bibînin, di heman demê de dê bihêwirin û li vir bijîn. Hatina gelek kesan jî ji bo zêdebûna kirêyan sedemeke giring e.
RÊVEBERIYA QAYÛM BİHAYÊ WARÊN ZANÎNGEHÊ JÎ ZÊDE KİR
Li gor rêveberiya qayûm, çareseriya pirsgirêka zêdekirina kontenjanan û kêmasîya wargehan zêdekirina bihayê waraan e. Par bihayê odeyeke şeş kesî ya wara zanîngehê 350 lîre bû û îsal bû 600 lîre. Dîsa par bihayê daîreyên warê yên şeş kesî ku serê her mirovî 630 lîre bû îsal heta 1100 lîreyî derket. Yiğit der barê bilindbûna bihayê waran de wiha got: “Sala par bihayê waran baş bû. Îsal rêveberîyê biha ji sedî 70î zêde kirin û ji bo odeyeke 6 kesî serê mirovî 750-800 lîreyan dixwaze.” Eftelyayê, diyar kir ku xwendekarên ku nikarin biçin waran û xanîyekê bigirin, hewl didin ku di xaniyên 3 kesî de 5-6 kes bijîn û wiha got: “Êdî dev ji şert û mercên xirab ên jîyanê berdin, tew em nikarin bijîn.”
XWENDEKAR NEÇAR IN KU DI HEMAN DEMÊ DE HEM BIXWÎNIN HEM BIXEBITIN
Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyip Erdoğan, par li ser rexneyên derbare 650 lîre bûrsa Gerînendetiya Kredî û Waran (KYK) de wek bersiv gotibû ku, “Dema em hatin 45 lîre bû, xwedê qebûl neke.” Xwendekar dibêjin bûrsa KYKyê ya ku îsal ji 650 TLyî derket 850 TLyî têra pêdiviyên wan ên hêwirîn/xanî û xwarinê nake. Xwendekar dibêjin ku ji bo ku xwendina xwe bidomînin pêdivî ye ku ew di karên nîv-demî an tam-demî de bixebitin û daxwaza zêdekirina bûrsên KYKyê dikin. Yiğit got, “Ez hezar lire bûrs distînim. Dema ku min nû bûrs distand min dikarî ez herim cihekê xwarinê bixwim û qehweyekê vexwim. Niha kirêya min nehat zêdekirin lê belê ji ber bihabûna erzaqî ez nikarim vê yekê bikim. Tevî ku rêjeya zêdebûna kirê li ser rêjeya enflasyonê re ye, rêjeya zêdekirina bûrsan gelek kêm e. Bûrsan zêde nakin. KYK ji 650yî derket 850yî û tu eleqeya vê yekê bi rêjeya enflasyonê ya rastîn re tune ye. Qaşo ev dewleta civakî ye, tişta em jê re dibêjin têgihiştina dewleta civakî; dewleta civakî qet nebe bûrsekê dide min da ku hewcedariyên xwe yên hêwirîn û xwarinê bi cih bînim. Bi vî pereyî ez nikarim herduyan jî pêk bînim. Ez li derve dimînim. Ez diçim karên nîv-demî dikim. Bi vî rengî ez hewl didim ku jiyana xwe bidomînim. Bêguman dema ez dixwînim di heman demê de jî divê bixebitim. Bûrsa KYKyê têra lêçûnên min ên xwarin û hêwirînê nake. Ez dikarim ji malbata xwe jî heta radeyekê pere bistînim. Ez karên rojane dikim û dersên taybet didim. Her wiha wek anketor dixebitim. Divê xwendekarekî zanîngehê yê 20 salî van tiştan neke. Ev yek bandorê li dersên min jî dike. Wextê ku divê li ser dersê xwe bim û bixebitim ez li ser kar im.”
Eftelyayê diyar kir ku dê di demeke nêz de xwediyê malê wê ji malê derxîne û wiha got: “Di xanîyekî 80 metrekareyî de 3 kes dijîn û em 3 hezar lîre kirê didin. Ez bi piştgirîya malbata xwe û bûrsên ku distînim kirêya xwe didim. Niha em dikarin vê kirêyê bidin, lê xwedîyê xanîyê me dixwaze me derxîne. Dema ku em xaniyekî nû bigirin û em bifikirin ku kirê dê herî kêm 5-6 hizar lîre be, divê em ji xwarin û vexwarina xwe kêm bikin da bikarin stara xwe bikin. Bûrsên me bi heman rêjeyê zêde nabin, dahata malbatên me bi heman rêjeyê zêde nabe, lê belê zêdekirinên mirov nikare ji bin derkeve tên kirin. Me neçarî xizanîyê dikin.”
“Dema ku ez derengê şevê dimeşim bo malê ez metirsîdar nabim.”
Xwendekarên Boğaziçiyê difikirin ku heta ew li Taxa Rumeli Hisarı û warên zanîngehê nemînin, dê zehmetîyê bijîn. Xwendekar dupat dikin ji ber ku navçeyên din dûrî zanîngehê ne û ji wir ew bi zehmetî dikarin xwe bigihînin delîveyên zanîngehê yên wekî xwaringeh, pirtûkxane û yên din divê li vir bijîn. Eftelyayê got, “Dema ku min li vir xanî girt yekem faktora ez li ser fikirîm nêzîkbûna wê bû. Li Stenbola ku hatûçûn gelek zehmet û biha ye û mirov pê diweste, bêyî bikaranîna wesayîteke komguhêzîyê mirov di nav pênc deqîqeyan de li dibistanê be ev avantajeke gelek mezin e. Di heman demê de, îhtîmala rewşên bêhemdî yên wekî derengketina bo dersan/ezmûnan kêm dike. Piştî ku min li Hisarüstüyê dest bi jiyana xwe kir, yek ji sedemên herî mezin ku ez li vir jiyana xwe didomînim jî ewlehiya wê ye. Serê gavê ez rastî heval an jî nasekî xwe yê ji zanîngehê têm. Dema ku ez derengê şevê dimeşim bo malê ez metirsîdar nabim. Her wiha di rewşeke awarte de ez dikarim ji hevalên xwe yên li kolanên nêzîk dijîn alîkarîyê bixwazim. Ji bilî van rehetiya li derdora taxê jî xwedî bandor e. Piraniya niştecihên Hisarüstüyê jî ku ne xwendekar in mirovên rêzdar û rehet in. Herî dawî li taxê derfeta me heye ku em xwe bigihîjin her tiştê ku pêdivîya me pê heye.”
“Borandina jiyaneke normal êdî luks e”
Gelek xwendekar dixwazin li Rumeli Hisariyê bi cih bibin û heta xwendekar beşdarî mezadên xaniyên kirê dibin. Ya rastî taxeke wisa ye ku ji plansazîya bajarvanîyê bêpar e. Xwendekarên Boğaziçiyê yên ku ji pirsgirêkên wek ritûbet, tenî û dûpişkên ku ji hemamê derdikevin gazinan dikin, dîsa jî bi israr li vir dimînin. Eftelya wiha behsa sedema vê yekê dike: “Taxek e ku bi piranî ji avahiyên kevnar û şevnişînan pêk tê. Dema ku koçberîyeke gelek mezin bo Stenbolê çêdibe ev tax tê avakirin û mirov dikare gelek avahiyên mîmarî û kolanên cihêreng li taxê bibîne. Kolanên teng, avahiyên pêkve û rêyên tevlihev ku ji bo teserifa qadê bi vî awayî hatine çêkirin taybetmendiyên karakterîstîk ên vê derê ne. Her wiha ji ber ku piranîya avahîyan şevnişîn in û kevn in nikarin qet xwe li ber erdhejê bigirin. Dîsa jî hem xwendekar hem jî şênî li vir mayîna xwe didomînin, ji ber ku ew taxeke ewle ye û mirov dikare bi hêsanî xwe bigihîne gelek deveran.”
Yiğit dupat kir ku ne tenê pirsgirêka hêwirînê, xwarin û vexwarina li qehwexane û xwaringehên li taxê jî biha ye û wiha got: “Rumeli Hisarı, yanî cihê ku em xwendekar lê dijîn, ji plansazîya bajarbûnê bêpar e. Lê du kolan wêdetir sîte hene. Em nikarin li wir bijîn. Pereyê me têrê nake ku em li wir bijîn. Em li şevnişînan dijîn. Em bihayên pir giran didin xaniyên piçûk, mîmariya wan xirab, bêronahî û du metre jî tuneyî. Li dora me rêze-market hene û ji bo xwendekaran kafe û xwaringeh hene. Ew ne luks in, lê dîsa jî ji bo me bihayê wan pir zede ye, hemû pir biha ne. Ji bo danekê tu nikarî ji bin 40 an 50 lîreyî ji wir derkevî. Ger em bixwazin qehweyekê vexwin em herî kêm 25 lîreyan didin. Yanî ji bo me jiyaneke asayî bûye luks.”
*Hezîran 2022