Yağız
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Pirtûrxaneya ODTÜyê ku bi fêmbarîya pirtûkxanetîyê jî modelek e, herçiqas bi kapasîteya xwe ya temam xizmet bide jî nekariye bersiva hewcedarîya qadên xebatê yên xwendekaran bide.
Bi qasî pêkanîn û hilberîna zanînê, parastin û belavkirina wê jî ewqas pêvajoyeke pîroz û zehmet e. Sazîya ku zanîn bi awayê herî vekirî tê de tê parastin û belavkirin pirtûkxane ne û beşa herî girîng a zanîngehan e ku tê de zanîn tê hilberandin, parastin û belavkirin.
Ji roja ku hatiye damezrandin pê ve pirtûkxaneya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) bi fêmbarîya xwe ya pirtûkxanetîyê jî wekî modelek heyîna xwe domand. Pirtûkxane herçeqis wekî cihekî ku pirtûkên çavkanî tê de ji bo xizmeta lêkolîneran tê pêşkêşkirin were dîtin jî, bi qada xwe ya xebatê jî hewcedarîya herî bingehîn ya qada xebatê ya hemû pêkhateyan pêk tîne. Lêbelê kêmbûna çawanî û hejmara qada xebatê îro di Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn de bûye yek ji pirsgirêkên herî mezin ên xwendekaran.
Pirtûkxaneya ODTÜyê bi kapasîteya temam
Heta naverasta serdema yekem a piştî pandemîyê ya di kampûsê de ango heta naverasta serdema biharê ya sala xwendinê ya 2021-2022an kapasîteya pirtûkxaneya ODTÜyê bi 600 kesan hatibû sînordarkirin. Pirtûkxane ji ber kêmbûna kapasîteyê û bergiriyên kêm ên li hember pêketina nexweşîyê ji hêla xwendekaran ve hate rexnekirin. Bergiriya tekane ya li hember rîska pêketina nexweşîyê daxistina hejmara çar heta şeş kursîyan ji bo du heta çar kursîyan e. Ev bergiriya xwedîgiravî di dema ezmûnên vîze û fînalan de ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran a di pirtûkxaneyê de rê li ber pêketina nexweşîyê ya xwendekaran negirt.
Dema ku sala xwendinê ya 2021-2022an nû dest pê kiribû, bi biryara rektoriyê hate ragihandin ku saetên xebatê yên pirtûkxaneyê dê navbera saet 09.00 û 18.00 be. Ev biryar bû armanca berteka xwendekarên lîsansê yên ku bi awayekî fermî heta saet 18.30 ders dibînin û hemû pêkhateyên zanîngehê. Ev bertek di qadên civakî de hatin nîşandan û li pêş rektoriyê biryar hate girtin û çalakî were lidarxistin. Ji ber vê biryara çalakiyê rektorî vê biryara xwe paşve kişand. Lê dîsa jî vê yekê pirsgirêka kêmbûna qada xebatê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn çareser nekir.
Di naverasta serdema biharê de pirtûkxaneya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn ji nû ve bi kapasîteya temam dest bi kar kir. Lê dîsa jî pirtûkxane nekariye bersiva hewcedarîya qada xebatê ya xwendekaran bide.
“Ma salonên xebatê bes in?”
Rektorî ragihand ku “Cihê xebatê yê di nav kampûsê de tenê ne pirtûkxane ye, salonên xebatê yên kolejan û salonên xwendinê jî heye.”
G.A. ku yek ji xwendekarên Endazyarîya Elektrîk û Elektronîkê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn e wiha qala rewşa salonên xebat û xwendinê kir:
“Beşa me yek ji wan beşan e ku di vê mijarê de bi şans e, di nav avahîya beşa me de ji yekê zêdetir salonên xebatê hene ku bi awayekî çalak tên bikaranîn û mercên wan li gor salonên xebatê yên beşên din baştir e, lêbelê ew salon li gor beşekê ku her sal 195 xwendekarên nû yên lîsansê werdigire gelek kêm in. Digel ku bi awayekî çalak bi kar tînim, gelek car min lê cih nedîtiye û ez ji ber deriyê wê vegeriyame û ji bo xebatê dema ku li cihê alternatîf digeriyam min gelek car xwe di nav cihên sektora taybet de dîtiye. Ev rewş rewşa min a aborî ku jixwe xirab e xirabtir dike.”
Di nav kampûsê de ji bilî pirtûkxane û salonên xebat û xwendinê rewşa cihên ku mirov bikare lê bixebite ne hêvîdar e. Ji bilê pirtûkxane û salonên xebat û xwendinê, dersxaneyên ku wek potansiyel ji bo cihê xebatê dikare werin dîtin piştî saeteke dîyar tên girtin û di dawîyan hefteyan de ji bilî hin beşan dersxane girtî dimînin. Digel ku hin avahîyan beşan vekirî bimînin jî, dersxaneyên hin beşan ji bilî saetên dersê girtî dibin û ev yek cihê pirsê ye. Ji bilî avahîyan beşan qadên din ên ku hewcedariyên qada xebat û xwendinê ya pêkhateyên zanîngehê jî aydê sektora taybet e ku ev cih jî di nav xwe de hin pirsgirêkan dihewînin.
Bihayê jîyanê ku êdî bûye rastîyeke Tirkiyeyê, di nav wan cihên sektora taybet de bêtir xwe nişan dide. Xwendekarekê/î ku ji Sazîya Kredî û Wargehan bi mercê ku şûnde vegerîne kredî distîne eger di cihê erzan yê wargehan de bimîne 50 lîre di berîka wê/wî de dimîne ku mirov bi vî pereyî nikare di van cihên sektora taybet de rûne û bixebite. Tenê di nav salekê de bihayên berhemên di nav kampûsê de sê qat bû û ev kargehên sektora taybet di mijara qadên xebat û xwendinê de nikarin ji bo pirsgirekê çareyekê pêk bînin.
Xwendekarên ku di wargehan de ji wan re qadeke şeş metre goşe tê veqetandin, ne xwedî cihekî ne û hewcedariya wan bi qadeke wisa heye kû tê de bixebitin. Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn ku qada wê 4.500 hektar e, xwe wekî kargeheke CEOyê di nasandin û bi van kêmasîyên xwe dikeve nakokiyeke mezin.
“Hemû avahiyên beşan bila vekirî bin”
Xwendekara/ê bi navê O.B.T ya/yê Beşa Aborîyê li ser kêmbûna cihên xebatê, derfet û rewşa pirtûkxaneyê ya di Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn de wiha dibêji:
“Zanîngeha me her çiqas mezin jî be mixabin qadên wê yên xebatê têra xwendekarên wê nake. Ne tenê di dema fînal an jî vîzeyan de, lêbelê di nav serdemê de jî gelek zehmet e ku mirov di pirtûkxaneyê de cih bibîne. Di dema fînal an jî vîzeyan de jî sibê zû eger mirov cihê xwe negirin, nikarin di pirtûkxaneyê de cih bibînin. Li gel vê di nav avahîyên beşan de eger em hewl bidin jîngeheke xebatê pêk bînin em li rastî astengiyan tên. Hin avahîyên beşên endezyariyê bêtir vekirî ne lêbelê ev rewş ji bo avahîya her beşekê ne wisa ye. Ez li ser aborîyê dixwînim û avahiya me di nav hefteyê de pişî saet heftê êvarê û di dawiya hefteyan de jî bi temamî girtî dibe. Hin kantînên wargeha xwendekaran ji bo xebatê guncan jî be ji ber bêhna xwarinê û dengê mirovan jîngeheke guncan a xebatê pêk naynin. Di nav wargehan de salonên xebatê ji hêla kapasîteyê ve her çiqas wekî ku bes e bixuyê jî ji ber kêmbûna mercên fîzîkî û xirabbûna şertên heyî tu xwendekar naxwaze wan salonan bi kar bîne. Ev rewş wisa nîşan dide ku qadên xebatê yên wargehan cihên alternatîf xebatê pêk naynin. Ji bo çareseriya vê kêmasiyê divê mercên wargehan were başkirin û hemû avahiyên beşan yên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn vekirî bimînin û ev yek li gor budceya saziyê dikare were pêkanîn.”
Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn ku her tim wekî yek ji zanîngehên baş ên Tirkîyeyê tê bilêvkirin û di dîroka xwe him li nav welêt him jî li derveyê welêt zanîngeh bi awayekî baş hatiye dîtin, lêbelê kêmasiya qadên xebatê ya zanîngehê mirov dikare tabloya giştî ya Tirkiyeyê texmîn bike. Xwendekarên ku di nav qeyrana aborîyê, zexta li ser jiyana civakî û akademiyê de haps bûye, di ser de jî li rastî van cure kêmasîyan tên, dibe sedema şkestina xeyala ciwanên ku jixwe bê hêvî mane. Zehmetiyên aborîyê rûbirûbûna bi vê rastiyê ya xwendekarên ku her sal di ezmûna têketina zanîngehan de encamên baş distînin, bandoreke xirab li ser siberoja Tirkiyeyê dike.
*Tîrmeh 2022