Deniz
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Xwarinên di nav de kêzik hene, wargehên KYKyê yên wekî girtîgehan, wargehên taybet yên wekî şûnmayên malan ku tu bi hizaran lîreyî encax dikarî jê cihekî kirê bikî an jî xanîyên bi kîlometreyan ji zanîngehan dûr, xanîyên ku tu nizanî kengî dê hilweşin, xanîyên teng û birutûbet… Va ye favelaya “me” ev e.
“Favela”ya ku em di demên dawî de navê wê ji stranên tirkî ên rapê gelek caran seh dikin, navê taxên şevnişînan e ku li Brezîlyayê cara ewil di sedsala 19. de ji alîyê bêkar û bêmalan ve hatine avakirin. Li van taxan karker, bêkar an jî bêmal dijîn. Piranîya herêman ji binavayîyê bêpar in. Ev tax ji şert û mercên “mirovî” dûr in û ronahîyên xweşik ên navendên bajaran ronahîyê nadin wan. Çareserîya dawî “hêwirîn” e. Gettoyên navdar ên cîhanê ku navdarîya xwe ji bicihbûna li hêrêmên bajarî distînin, yanî alîyê din ê bajarên Brezîlyayê.
Niha em alîyê din ê Stenbolê binêrin. Stenbola ku parzemîna Ewropa û Asyayê digihîne hevdu, bajarê birqdar ku em ji kampanyayên hilbijartinê jixweber dizanin gelheya wê 16 milyon e lê belê gelheya rojane digihêje 20 mîlyonî. Em berê xwe bidin gettoyên xwe, favelayên me yên li her çar alîyên bajarî bi bînahîyan hatine avakirin.
Li Stenbolê Serê Cihekî 40 Xwendekar Dikevin
Stenbola ku hema bibêje xwedîyê çaryeka gelheya Tirkîyeyê ye ji hêla çeşîddarîya zanîngehan ve jî xwedî dewlendîyeke mezin e. Li gor çavkanîyên Walîtîya Stenbolê dewlet, weqf, dibistana perwerdehîya bilind û çalak-neçalak bi tevahî xwedî 61 sazîyên perwerdehîya bilind e. 14 heb zanîngehên dewletê, 3 heb dibistanên perwerdehîya bilind ên weqfan û 44 jî zanîngehên weqfan in. Hejmara xwendekarên van zanîngehan ji sedî 29,71ê zanîngehên Tirkîyeyê ye. Yanî mirov dikare bibêje ji sêyan yekê (3/1) wê ye.
Dîsa li gor daneyên salên borî yên walîtîyê hejmara xwendekarên li Stenbolê perwerdehîya zanîngehê dibînin 1 milyon û hizar û 834 e. Kapasîteya 24 hizar 651 ya 21 wargehên li Stenbolê, wekî 12 hizar û 488 ji bo jinan û 12 hizar û 163 ji bo mêran hatiye veqetandin. Yanî dema mirov berê xwe dide daneyên sala borî û li gor wê nirxandinekê dike, dîsa bi awayekî zelal tê dîtin ku kapasîteya wargehên dewletê ji hejmara xwendekarên ku bi awayekî çalak perwerdehîyê dibînin kêmtir e. Li gor rapora Rêxistina Ciwanên Weqfa Demokrasîya Civakî (SODEV Genç) ya “Li Hîndekarîya Bilind Pirsgirêka Wargehan” li Stenbolê serê her cihekî 32 xwendekar dikevin.
Ligel daneyên sala borî, bi rakirina bendê re îsal hejmara kesên ku ketine ezmûnê ji 3 milyonî derbas bû û rekor şikand. Her wiha hejmara kesên bi cih bûne jî sala borî ji xeynî perwerdehîya-vekirî bi giştî nêzî 690 hizarî bû. Lê belê îsal nêzî 850 hizarî ye. Ligel vê yekê li bernameyên lîsans û pêşlîsansê zêdebûneke bi sed hezaran çêbûye û hejmara kesên bi cih bûne digihêje 1 milyon 5 hizar 490î. Bi vê hisabê re em dikarin bibêjin ev hejmara 32yan nêzî 40î dibe.
Em tevahîya van daneyan bi nûçeyên derbarê zêdekirina kapasîteyan de ku di serî de ji Stenbolê û ji her çar alîyên Tirkîyeyê tên piştrast dikin. Wargehên KYKyê ji bo sala nû ya perwerdehîyê, ji bo ku ne mimkin e kapasîteya heyî têrê bike, bi pergala ranzeyan, kêmkirina mase û dolaban û zêdekirina kapasîteya odeyan xwe amade kir.
Her kes pê dizane ku berê ji ber şert û mercên jîyanê yên baş wargehên KYKyê di rêza duyem de, bi taybet ji bo sala yekem dihatin tercîhkirin, lê niha ji ber bihayên bilind, enflasyona bilind û zêdekirina bêdawî ya bihayan hat wê rewşê ku xwendekar mecbûrî wan mane heta herî zêde dixwazin li wargehan bimînin. Ji bo xwendekarên ku di lîsteyên yedekan de mane ku ji hezaran kesan pêk tên, du plan hene: peydakirina wargeh/apartên taybet an jî kirêkirina xanîyan.
Ka Hilbijêre: Wargehên Taybet yên wekî Şûnmayên Xanîyan an Xanîyên Wekî Wargehan
Bi zêdebûna asta enflasyonê ya di salekê de, li Stenbolê wargehên taybet îsal bi navînî ji 22 hizar lîreyî dest pê dikin û digihêjin 200 hizarî. Bi kurtasî; li odeyên şeş-heft kesî ku ji bilî taştê xwarin nayê dayîn, di bin navê “wargeha taybet” de ciheke yek kesî kirêya mehane bi navînî sê-çar hizar lîre ye.
Heger em werin ser meseleya kirêkirina xanîyan; kesên ku par di dema protestoyên mezin de ku Tevgera Em Nikarin Bihêwirin li dar dixistin, digotin “Li Tirkîyeyê pirsgirêka hêwirînê tune ye” niha jî bi kamûflajên çêkirî yên wekî “krîza xanîyan” hewl didin zêdebûna kirêyan yanî rastîyeke awarte veşêrin. Wezîrê Hawirdor û Bajarvanîyê ku pêşnîyaza “heger hûn nikarin xanîyekê kirê bikin an jî li wargehekê bimînin, nexwe wan xanîyên ku hûn nikarin kirê bikin bistînin” li me kir, dema ku zêdebûna kirêyan ku ji hêla me ve têra xwe rasteqîn e wekî zêdebûnên sunî nirxand, li Stenbolê bihayê kirêyan bi lez ji 6 hizar û 500î derbas dibû.
Li gor nirxandina Ajansa Plansazîyê ya Stenbolê (IPA) ya girêdayî Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB), têkildarî qeyrana avahîyan a li bajarî, di sala dawîn (2021-2022) de kirêya kirêdarên heyî ji sedî 45,48 zêde bûye. Rêjeya zêdebûna bihayê kirêya avahîyên nû jî gihîşt ji sedî 161,4an. Li Stenbolê ji bo kirêdarên nû bihayê kirêyan gihîşt şeş hezar û 500 lîreyî. Tê gotin ku heger zêdebûn sala bê jî berdewam bikin dê ji sedî 85,1ê kirêdaran nekarin kirêya xwe bidin.
Li gorî Rapora Endeksa Emlakê ya Sibata 2022an, di sala dawî de li Stenbolê bihayê xanîyên kirê sê qat zêde bûye. Li gor raporê li welat, bajarê ku herî zêde bihayê xanîyan zêde bûye bi rêjeya ji sedî 149 bû Stenbol.
Favelaya “Me”
Di sala 2011ê de bi kredîya xwendekarîyê ku 240 lîre bû 153 dolar dihat kirîn, di sala 2021ê de bi 650 lîreyî 78 dolar û niha jî bi 850 lîreyî 46 dolar tê kirîn. Dema em li rewşa aborî ya welatî, asta enflasyonê, bihayên bênavber tên zêdekirin, lêçûnên wekî ceryan, av û gaza sirûştî jî zêde dikin, xwendekar mecbûr dimînin li Stenbolê ku bajarê erdhejan e, -heger bikare krîterên kirêdaran yên salên dawî bi cih bîne (du depozîto, karmendê dewletê, zewicandî/malbat)- xanîyên xot-1 an jî 40 salî ligel 4-5 kesan bigirin.
Mafê hêwirînê, wekî mafekî bingehîn ê mirovî tê pênasekirin ku ewledar e, erzan e, nêzîk e, li gor standardên jîyanê yên mirovî ye, li hember bobelatên wekî erdhejê qahîm e û di heman demê de pêdivîyên herî biçûk ên jîyanî (ceryan, av, înternet û gaza sirûştî) dihewîne. Dema mirov li googleyê dinêre bi dehan peymanên navneteweyî dibîne, lê em van danin alîyekî û em li Makezagona Komara Tirkîyeyê binêrin ku di gelek xalên wê de behsa van mafan tê kirin û berpirsîyarîyên dewletê tên zelalkirin.