Azadiya KombûnêAzadiya RêxistinbûnêBinpêkirina Mafan

Çalakîyên hêwirînê li Enqereyê û Hevdîtina 12ê Berfanbarê ya Tevgera Em Nikarin Bihêwirin

İbrahim Demiryürek

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin.



Xwendekaran behsa çalakîyên hêwirînê yên li Enqereyê, binçavkirinên çalakîyê û binpêkirinên piştî vê pêvajoyê kirin.


Tevgera Em Nikarin Bihêwirin, şeva 19ê Îlona 2021ê li Stenbolê nobeda xwe ya yekem girt û piştre xwendekarên li Enqereyê ku nikarin stara xwe bikin jî şeva 22yê Îlona 2021ê dest bi nobeda xwe ya çend rojane kirin.

Dema ku xwendekaran xwest daxwazên xwe bigihînin meclîsê rastî astengî û binçavkirinan hatin û ev yek wekî hinceta avêtina ji waran, birîna bûrsan û astengkirina mafê perwerdehîyê jî hat nîşandan. Em ji van xwendekaran ligel Gülten Şevval Sarı û Ozan Deniz Ödemiş axivîn.


Nobeda yekem li Enqereyê 

Şeva 22ê Îlona 2021ê polêsên Enqereyê xwendekarên ku dixwestin li Kuğulu Parkê nobedê bigirin asteng kirin û nehiştin ku xwendekar bikevin Kuğulu Parkê. Xwendekaran got ku tu der tune ye ku biçin û polêsan jî got ku ew nahêlin xwendekar li park û kolanan bisekinin. Bi vî awayî heta ku meşa xwendekaran qedîya polêsan ew bi saetan şopandin. 

Ji bilî koma ku di bin şopa polêsan de bi saetan li kolanên Kızılayê meşîyan, nobeda Tevgera Em Nikarin Bihêwirin ligel komeke duyem li Kuğulu Parkê berdewam kir. Rojên piştre jî li Stenbol, Enqere û li çar alîyê welat li park û kolanên curbecur nobedan berdewam kir.

Meşa bo meclîsê hat astengkirin û xwendekar hatin binçavkirin

Tevgera Em Nikarin Bihêwirin bi mebesta ku hevdîtineke xurttir û navendî pêk bîne û çar daxwazên (zêdekirina kapasîteyên waran, çêkirina bernameyekê bo piştgirîya malên xwendekaran, kontrolkirina kirêyan û bihayê apartan) ji bo çareserkirina pirsgirêka hêwirînê bîne ziman, navberek da nobedan û bang li xwendekaran kir ku 12ê Berfanbarê tevlî meşa li Enqereyê ya bo Meclîsê bibin. 

Bi sedan xwendekarên ku nikarin bihêwirin ji Stenbol, Îzmîr û bajarên cuda hatin Enqereyê da ku li Meydana Ulusê kom bibin û berê xwe bidin mixatabê xwe yê esas Meclîsê da ku pirsgirêka hêwirînê çareser bike. 

Walîtîya Enqereyê rojek berîya 12ê Berfanbara 2021ê got ku çalakîya ku dê were kirin “li gor wan ne guncan e” û li dijî zagon û peymanên navneteweyî ne ku Komara Tirkîyeyê jî alîgirê wan peymanan e. Li ser vê yekê otobusên ji Stenbol û Îzmîrê derketibûn rê li ser sînorê Enqereyê hatin sekinandin û ciwanên ku dixwestin li Meydana Ulusê werin ba hev bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Ciwanên ku mafê wan ê hêwirînê ji destê wan hatiye standin, azadîya wan a seyahetê jî ji bo ku walîtîyê guncan nedîtiye ji alîyê Emnîyeta Enqereyê ve bi awayekî derqanûnî û keyfî hat xespkirin. 

Ankara il sınırında durduruldu ve Ulus Meydanı’nda buluşmak isteyen gençler işkence ile gözaltına alındı. Barınma hakları ellerinden alınan gençlerin, seyahat özgürlüklerini de valiliğin uygun görmemesi üzerine Ankara Emniyeti tamamen kanunsuz ve keyfi bir şekilde gasp etmişti.

Bu esnada buluşma çağrısının yapıldığı Ulus Meydanı polis ablukasına alınmıştı. Ankara’da Kızılay’ın çeşitli sokaklarından Ulus Meydanı’na yürümeye başlayan barınamayanlar gruplar halinde işkence ile gözaltına alınıyor, polisin engellemeye dair tüm saldırılarına rağmen eylemlilikler sürüyordu.

12 Aralık’ta Ankara sokaklarında gerçekleşen eylemlerde 23 genç gözaltına alındı. Ankara sınırında ve Kızılay sokaklarında gözaltına alınan gençlerin toplam sayısı 90’ı buluyordu.

“Nexwestin em bibêjin ‘Em nikarin bihêwirin’ û em bi îşkenceyê hatin binçavkirin”

Tu dikarî behsa çalakîya 12ê Berfanbara 2021ê û serborîyên xwe yên di dema binçavkirinê de bikî?

G.Ş.S.:  Dema ku em li 12ê Berfanbarê dinêrin,  ew hewldanek bû ku dengê xwendekarên ku ji bo xwendinê ji bajarên xwe hatine bajarekî din û pirsgirêka hêwirînê dijîn an jî ji ber pirsgirêka hêwirînê tew nekarîne qeyda xwe jî çêbikin, bi her kesî bidin bihîstin. Walîtîya Enqereyê, ev hewldan bi awayekî îronîk, bi hinceta “Aramîya giştî û ewlehîya bajarî” asteng kir. Hevalên me yên ji bajarên cuda hatibûn, berîya ku bikevin Enqereyê bi awayekî keyfî hatin binçavkirin û mafê wan ê seyahetê tune hat hesibandin û ew şûnde vegerandin.  Li navenda Enqereyê jî gelek polês şandin Kızılayê û nexwestin em bibêjin “Em nikarin bihêwirin” û em bi îşkenceyê hatin binçavkirin.

O.D.Ö. : Bêguman, tekane xwendekarê ku nikare li vî welatî bijî ne ez im. Bi sed hezaran kes nikarin bijîn. Her çiqas bikarin jî jîyaneke baş, birêkûpêk û li gor şert û mercên mirovî najîn. Pirsgirêka her kesî ligel mal, wargeh û aparta ku lê dijî/(nikare bijî) heye. Bidestxistina vî mafî li alîyekî dema ku te bi dest xist jî ji nişkê ve gelek pirsgirêkên mezin rû didin. Ji ber ku kredîyên em distînin têra kirê, teqsîd, lêçûna mitbexê û fatûreyan nake û em hew dibînin şûna ku em bixwînin em dixebitin. 

Ji bo ku li hember van hemû tiştan dengê xwe bilind bikin, ji bo daxwaza çareserkirina hemû pirsgirêkan û ji bo ku ji heval û hogirên xwe re bibêjin ku hûn ne tenê ne, me xwest roja 12ê Berfanbarê ku wê rojê li Meclîsê budçeya 2022an a Wezareta Sporê û Ciwanan dihat nîqaşkirin, em ji Ulusê bimeşin bo Meclîsê û derdê xwe bînin ziman.  Lê belê polêsan Meclîs li alîyekî nehiştin em biçin Ulusê û otobusên hevalên me yên ji Stenbol û Îzmîrê hatibûn li ser sînorê Enqereyê rawestandin. Ji hevalên me re gotin ku hûn nikarin bikevin bajêr. Kanê azadîya rêwîtîyê? Hevalên me berxwedaneke xurt nîşan dan, lê ji ber ku polêsên dewletê hêzdartir bûn hevalên me hatin binçavkirin.

Dema ku li Enqereyê em ê biçûna cihê hevdîtinê, me ferq kir ku Ulus hema bibêje ji alîyê polêsan ve hatiye dorpêçkirin. Piştî dorpêça Ulusê em hîn bûn ku rê nadin hevalên me yên ji derveyî bajêr hatine bikevin nava bajêr. Loma me bi biryareke ji nişka ve berê çalakîya xwe da Kızılayê, Kolana Yükselê. Me got mafir nahêlin em biçin Ulusê em dikarin dengê xwe li her derê bilind bikin. Lê belê bi lêdan, îşkence û kelepçeyan em hatin binçavkirin. Nikarin bi van yekan me bitirsînin. Em ji binçavkirinê natirsin, ji bêmalbûnê ditirsin.

“Ji ber ku min got ‘Ez nikarim bihêwirim’ ji wargehê hatim avêtin”

Tu piştî ku hatî binçavkirin li zanîngehê rastî binpêkirinên wekî lêpirsîn, qutkirina bûrs/kredîya KYKyê an jî avêtina ji wargehê hatî?

G.Ş.S.: Piştî 12ê Berfanbarê, ez jê haydar bûm ku ewil bûrsa min a KYKyê veguherîye kredîyê û paşê hatîye birîn. Tevî ku 850 lîre kredîya KYKyê têra nîvê lêçûna wargehê nake, xwestin me bi vî rengî terbîye bikin. Nêzîkî mehekê piştî ku bûrsa min hat birîn, ez hîn bûm ku ji ber ku min gotiye “Ez nikarim bihêwirim” ji wargehê hatime avêtin û divê di nav 24 saetan de ez wargehê vala bikim. Piştî ku ez ji wargehê hatim avêtin, ji ber kirêyên giran min nekarî ez xanîyekî nû bigirim û bi qasî sê mehan bê mal mam.  Ew wisa difikirin ku ew dê bikarin bi van hemû cizayan me bitirsînin. Em ê tu carî serî netewînin û em ê bi berdewamî dengê xwe bilind bikin. 

O.D.Ö.: Di 12ê Berfanbarê de, heçko em sûcdar in û yên polîtîkayên ku xwendekaran bê mal dihêlin bi rê ve dibin an jî yên hewl didin bi binçavkirina xwendekaran dengê wan bibirin sûcdar nînin, li zanîngehên me derbarê me de lêpirsîn hatin destpêkirin. Bûrs û kredîya KYKyê ya hemû hevalên me yên beşdarî çalakîyê bûne hat birîn. Hevalên me yên ku li wargehê diman ji wargehê hatin avêtin. Yanî kesên ku piştgirî dane hevalên xwe yên ku nikarin bihêwirin jî bê stargeh man. Wan hevalên me bi mehan derek nedîtin ku lê bihêwirin. Desthilatdarîyê xwest ku çavê me bitirsîne. Gotin “Heger hûn piştgirîyê bidin yên bêstargeh hûn ê jî bê stargeh bimînin, heger hûn piştgirîyê bidin yên bûrsê nastînin hûn ê jî bê bûrs bimînin û heger hûn piştgirîya deyndaran bikin hûn ê deyndar bin.” Têkoşîna me tam jî têkildarî têkbirina vê stratejîyê ye. Ev stratejî têkilîyên mirovan jî xirab dike. Dema ku hin hevalên we ji bo ku hûn nikarin bihêwirin û ji bo vê yekê dengê xwe bilind dikin silavê jî nadin we, wê demê hûn dizanin ev têkoşîn ne tenê ji bo pêdivîyên fîzîkî û aborî ye, di heman demê de ji bo başkirina têkilîyên mirovan e jî.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button