İbrahim Keskin
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Xwendekarên li İzmitê behsa çalakîyên parkê, kirêdarbûn û zehmetîyên xwendekarbûnê kirin.
Xwendekarên li İzmitê ku 19 Îlon 2001ê şeva xwe li parkan derbas kiribûn û bi vî awayî dest bi zanîngehê kiribûn, bi daxwazên wekî bûrseke baş, warên têrcih û pîştgirîya civakî beşdarî “Tevgera Em Nikarin Bihêwirin bibûn. Xwendekaran diyar kiribûn ku ew ji van mafên bingehîn bêpar mane û weke şêweyeke protesyoyê li parkan dimînin.
Em bi endamên Tevgera Em Nikarin Bihêwirin û xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê Emin B., Eymen D. û S.K. re li ser çalakî û pirsgirêka hêwirînê ya li İzmitê axivîn.
Bersiva polêsan a ji bo xwendekarên li parkê dîmînin: “Lî mala min bîmînin”
Emin B. dupat kir ku polês berî rayedaran hatin çalakîya li parkê û got “Heçkû mafê hêwirînê litfek e ji me re dibêje li mala min bimînin û gotinên wekî ji vir herin ji me re gotin”. Emin B. dîyar kir ku gelek hevalên wî li benda dora yedekan a Sazîya Kredî û Wargehan mane û serborîyên xwe wiha anîn ziman:
“Berê me dane wargehên cimaetê, me derek peyda nedikir ku em herin û me rewşa karkirina warên cimaetan ji bûyera Enes Kara baş dizanî.”
“Em bi daxwazên gelek biçûk çûbûn parkan û me daxwazên xwe gihandin rayedarên ji her partîyê û yên dewletê. Piştî hefteyekê hem gelek soz hatin dayîn hem jî gelek gef li me hatin xwarin û bi vî awayî em ji parkan derketin. Soz li ser çareserkirina pirsgirêkan hatin dayîn û gef jî ji bo belavbûna me dihatin xwarin an na em ê bihatana binçavkirin. Dixwestin erd biqelêşe em bikevin binê erdê.”
“Piştî em 7 rojan li parkan man, ji ber gefên polêsan me bi deyn xanîyek peyda kir. Xanî saetek û nîv ji zanîngeha me dûr bû. Xwedîyê mala me wekî mafyayan bû û bi senetan ode ji bo xwendekarên ku jixwe çar alîyê wan bi dîwaran hatine dorpêçkirin kirê dikir. Du kes dikirin odeyekê de û ji xanîyekî şeş-heft hezar lîre qezenc dikir. Dema ku kirê rojekê dereng diket, dihat ser derîyê me û gefên wekî lêdan û avêtina ji malê dixwarin. Her wiha digot ez ê we ji malê biavêjim û bi seneta ku em neçar mabûn ku îmze bikin, dê bihayê salane jî bi zorê ji me bistanda.”
“Piştre salek ji emrê me ji bo deyn, kirê û fatûreyan çû. Ez sala borî hema bêje ji nîvîya salê zêdetir li kafeyan wek garson xebitîm. Ne ku wek xwendekar wek mirov jî nêzikî me nabin û tu cidîyetê nadin me.”
“Îro em neçarî wan wargehan bûne ku kursîyên parkan jî ji wan rehettir in û em bûne mehkûmî kirêyên ku nikarin bidin. Tu tişt ber bi başîyê ve naçe.”
Gotina “Em ê li derve nehêlin” û rastîya xwendekrên dev ji dibistanê berdane
Walîyê Kocaeliyê Seddar Yavuz meha borî di civîna lijneya şêwirmendîyê de der barê pirsgirêka hêwirînê de daxuyanî da û got ku hejmara xwendekarên ku di sala xwendinê ya 2022-2023an de hatine qeydkirin 15 hezar û 250 e û ji wan şeş hezar xwendekar li Kocaeliyê dijîn. Wî diyar kir ku hejmara cihên berdest 10500 e û ger hewce bike dikarin odeyeke otêlê jî kirê bikin.
S.K. ku li parkan beşdarî Tevgera Em Nikarin Bihêwirin a Kocaeliyê bûye, wek bersiva axaftina Walî Yavuz a “Me got em ê kesî li derve nehêlin û me nehişt” got ku “Haya Birêz Yavuz jê tune ye ku hevalê min Eymen D. ku par di rêza du hezarî de di nav yedekan de mabû, ji ber endîşeyên xwe dev ji zanîngehê berdaye.”
Eymen D. ku rastî vê pirsgirêkê hatîye bi kurtasî got “ Ez xwendekarê pêşlîsansê yê Zanîngeha Kocaeliyê me, qederek pere min berhev kiribû û ez bi wan pereyan çûm Kocaeliyê û heta dawîya salê ez qederekê deyndar bûm.”
Eymen D. destnîşan kir ku ev rewşa dijwar ku hate serê wî ji bo gelek xwendekaran jî derbasdar e û wiha berdewam kir:
“Ez ji zanîngehê bêhtir diçûm kafeyan û li wan deran dixebitîm. Meaşê ku min distand nîvîyê mehaneya asgarî bû û em çiqas dixebitîn jî têrê nedikir.”
“Fatûreyên malê li ser navê xwedîyê xanîyê me bûn û her gava ku dereng diket dihat ser derîyê me. Rojekê wisa hizir kirîye ku berî ku em kirêya dawî bidin em ê birevin. Loma hat ser derîyê me, bi zorê ket malê û dest danî ser tiştên me yên şexsî û xwest ku em di nava rojekê de kirêya meha dawî bidin û hemû fatûreyên nû hatine birazînin. Em bi saetan li pereyî gerîyan. Bi zehmetî me peyda kir û bi vî awayî me karî em tiştên xwe jê bistînin. Kesên ku em anîne vê rewşê û em neçarî vê kirine ew kes in ku ji bo vê rewşê çareserîyek peyda nekirine û em ji parkan qewirandine.”
“Me tenê dixwest em bihêwirin, li xwe binêrin û bixwînin”
S.K. bersiva pirsa me ya “Mayîna li parkan encamek da?” wiha da: “Di encamê de hin tişt çêbûn lê belê tiştên baş çênebûn.” S.K. her wiha got “em tepisandin, em provoke kirin” û daxwaza me tenê “hêwirîn, lixwenêrîn û xwendin” bû.
S.K. got ku seroka Şaredarîya İzmitê Fatma Kaplan jî di nav wan rayedaran de bû ku hatine parkê û spasîya wan dike. Wê piştgirîya çay o şorbeyê da me. Şeva 4. sozên xwe dubare kirin û me hejmarên xwe dan hevdu. Lê belê roja din hejmara ku em lê gerîyan venebû û salek derbas bû, ne kesekî gerîya ne kesekî pirs kir.
S.K. dîyar kir ku piştî Tevgera Em Nikarin Bihêwirin ava bû, rayedar berevajî sozên dayîn tevgerîyan û bihayê gelek pêdivîyên bingehîn zêde bû.
“Îsal ji Rêbendanê heta Tîrmehê bihayê hatûçûnê sê caran hate zêdekirin. Xerca zanîngehan ji sedî 36 zêde bû. Ev tenê yên berbiçav in. Heqê rêya xwendekaran ku rêbendanê 2.75 bû, meha avrêlê bû 3.45 û meha tîrmehê jî bû 4.10. Xerca zanîngehan jî meha tîrmehê bi biryara serokkomar Recep Tayyip Erdoğan ji sedî 36 hat zêdekirin.
“Saleke me pêve çû, em gavekê jî pêş neketin. Heger hûn bibêjin hûn hînî çi bûn, ez hîn bûm ku tenê keda me dê me xilas bike. Heta malbatên me jî nikarin kirêyên xwe bidin, hema em dibêjin em îro jî nemirin û hew.”