Deniz
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Xwendekarên ku li wargehên jinan ên li kampusa Zanîngeha Çukurovayê dimînin, li dijî qezayên trafîkê daxwazên xwe yên çêkirina serbihorê anîn ziman.
Xwendekarên ku li wargehên jinan ên li kampusa Zanîngeha Çukurovayê dimînin, ji bo pêşîlêgirtina qezayên trafîkê, daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de serbihor were çêkirin. Tevî ku di demên borî de gelek caran qezayên mezin çêbûn û xwendekar bi giranî birîndar bûn tu bergirî nehatin girtin. Loma xwendekar bertekê nîşanî vê rewşê didin.
Xwendekareke jin di sala 2014an de li pêşîya Wargeha Xwendekarên Jin a Fevzi Çakmakê qezaya trafîkê derbas kiribû û bi giranî birîndar bibû. Hevalên xwendekara ku rewşa wê giran xwîna xwe dabûn wê. Dîsa di Berfanbara 2018an de, li pêşîya Wargeha Xwendekarên Jin a Fevzi Çakmakê erebeyeke ku bi lez dihat li xwendekarekê qelibîbû. Di encama vê qezayê de xwendekar birîndar bibû û li nexweşxaneyê tedawîyeke giran derbas kiribû. Rektorê Zanîngeha Çukurovayê Prof. Dr. Meryem Tuncelê, serlêdana xwendekara ku di Mijdara 2021ê de birîndar bibû kiribû û anîbû ziman ku wan hin gav avêtine û bi Walîtî û Şaredarîya Mezin re têkilî danîne ku li pêşîya wargeha ku xwendekar lê gelek hene demildest serbihor were çêkirin.
Şûna serbihorê çêbikin, hevraz çêkirin û ronahîyên trafîkê danîn. Lê belê ji ber ku mobese tune ne û venêrîna lezê nayê kirin erebe gelek bi lez derbas dibin.
Civata Lêkolînên Jinan ji bo ku careke din qezayên trafîkê neqewimin ligel xwendekaran kampanyayeke îmzeyan li dar xist. Dema ku Civata Lêkolînên Jinan daxwaza çêkirina serbihorê ji rektorîyê kir, cîgirê rektor wek bersiv got ku îhale hatiye kirin, lê tu sazîyê ev berpirsîyarî nestandiye. Berî niha salekê dîsa dema ku Civata Lêkolînên Jinan ji bo agahîyekê bistînin çûn şaredarîyê, hîn bûn ku fakulteya mîmarîyê projeya serbihorê standiye. Lê di nava salekê de di vê mijarê de tu gav nehatin avêtin. Xwendekaran bertek nîşanî çênekirina serbihorê dan û diyar kirin ku ronahîyên trafîkê têrê nakin û divê demildest dest bi çêkirina serbihorê bê kirin.
Em bi xwendekaran re li ser daxwaza serbihorê axivîn.
“DEMA EZ DIXWAZIM DERBASÎ HEMBER BIBIM ZEHMETÎYÊ DIBÎNIM.”
Xwendekara beşa malîyeyê dibêje ku “Ronahîyên trafîkê û hevraz hene lê belê yên ku dizanin kamera tune ye di ronahîya sor de jî bi lez derbas dibin. Em bi zehmetî derbasî hember dibin. Em ditirsin. Par xwendekareke jin di qezaya trafîkê de birîndar bibû. Mijara çêkirina serbihorê berî qezayê jî dihat behskirin. Lê belê tu xebat nehate kirin.”
“AJOVANÊN KU DIZANIN DÊ TU CIZA LI WAN NEYÊ BIRÎN BI LEZ DERBAS DIBIN.”
Xwendekara Beşa Endezyarîya Elektrîk û Elektronîkê ku li wargehê dimîne got ku pêşîya wargehê ne ewle ye û dive demildest serbihor were çêkirin:
“Divê serbihor were çêkirin. Par ji ber vê kêmasîyê çend qeza çêbûn. Piştre rektor got ku dê serbihor were çêkirin lê belê dê çêbikin an jî dê kengî çêbikin ez wê nizanim. Li pêşîya wargehê gelek erebe diçûn û tên. Her çiqas ronahî hebin jî ajovan dema ku dizanin poles tune ne leza xwe zêde dikin. Ji ber ajovanên ku hêza xwe ji bêcizabûnê distînin hem xwendekar hem jî ajalên kolanan zirarê dibînin. Par min dît ku xwendekarek bi ambûlansê radikirin nexweşxaneyê. Bi ser de li kûçikekî jî dabûn û kûçik li nava rê hiştibûn û baz dabûn.”
“JÎYANA XWENDEKARAN NE XEMA WAN E”
Xwendekara Beşa Hiqûqê jî ku gazin kir ku ji ber xirabûna ronahîyên trafîkê û nebûna mobeseyan erebe gelek lez derbas dibin û wiha got:
“Yek ji hevrazên ku behsa wan tê kirin, par ji ber konvoya Serokkomar hat rakirin û li şûna wê yeka nû nehate çêkirin. Heger hevraz hebûya jî teqez têrê nedikir. Em gelek zehmetîyê dibînin dema derbasî hember dibin û ji ber ku hevraz û ronahîyên trafîkê jî têrê nakin qeza diqewimin. Di encama van qezayan de hevalên me birîndar bûn. Loma mirov nikare bibêje ev bergirî têrê dikin. Ya rastî soza çêkirina serbihorê di sala 2019an de piştî kampanyaya îmzeyan ku Civata Lêkolînên Jinan li dar xist hat dayîn. Ev kampanyaya îmzeyan jî piştî ku hevalên me birîndar bûn hat destpêkirin. Daxwaza serbihorê piştî berhevkirina îmzeyan ji şaredarîyê re hat ragihandin. Di serdema pandemîyê de daxwaz hat qebûlkirin. Lê belê mixabin hêj tu xebat nehatîye kirin. Par piştî ku hevaleke me ya din jî qeza kir, gotin ku dê bi meseleyê re eleqedar bibin lê belê tu pêşketin tune ye. Şaredarî dibêje ku di merhaleya îhaleyê de ye. Ev jî vê pîrsê tine hişê mirovî; ev sê sal in çima îhale nehatîye kirin? Ma tu qîmeta canê me xwendekaran tune ye? Tekane daxwaza me ew e ku demildest serbihor were çêkirin.”
“EM Ê DEV JI DAXWAZA XWE YA SERBIHORÊ BERNEDIN”
Xwendekareka din jî ya Beşa Hiqûqê anî ziman ku divê bo daxwaza serbihorê demildest dest bi xebatên pêwist were kirin û wiha got:
“Me wek Civata Lêkolînên Jinan a Çukurovayê, di sala 2019an de bi hezaran îmzeyan daxwaza serbihoran kiribû ku li pêşîya wargehên jinan bên çêkirin. Şaredarîyê bersiveke erênî da daxwaza me lê belê piştre me tu xebat nedît. Dema me daxwaza xwe dubare kir şaredarîyê got ku îhale di destê fakulteya mîmarîyê de ye lê belê wan jî tu agahî neda me. Me mijûl dikin. Her wiha bi ya me serlêdana rektora me Meryem Xanimê ya li xwendekara ku di qezayê de birîndar bûyî qet ne jidil e. Heger dixwaze ku ji bo xwendekaran tiştekî bike bila li pişt daxwaza me ya çêkirina serbihorê bisekine ku bi salan e em daxwaz dikin. Ji bo ku daxwaza me ya çêkirina serbihorê pêk were em ê her tişta ji destê me tê bikin. Em wek civata jinan heta hetayê piştgirîya daxwaza xwe dikin. Heger piştî hevdîtina me ya bi şaredarîyê re em bersiveke nerênî bistînin dibe ku em careke din kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin. An jî bi ya min mirov dikare çalakîyên cîyawaztir jî li dar bixe.”