Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Em hewl didin ku zehmetîyên jinbûnê yên li Zanîngeha Çukurova û Edeneyê rasterast ji jinên ciwan bipirsin û hîn bibin.
Em ji serdemeke wisa derbas dibin ku nîqaş û rêyên çareserîyê yên derbarê pirsgirêka jinan de roj bi roj giringtir dibin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, di sala 2021an de li Tirkîyeyê mêran 280 jin kuştine. Piştî ku Tirkîye ji Peymana Stenbolê derket, li Tirkîyeyê nîqaşa li ser têkoşîna li dijî tundûtûjîya mêran berdewam dike.
Li gor daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê, di sala 2021an de rêjeya kesên ku dema bi şev li taxa xwe bi tenê dimeşin lê metirsîdar dibin, bi tevahî ji sedî 25,0 bû, ev rêje ji bo jinan ji sedî 35,5 û ji bo mêran jî ji sedî 14,2 bû.
Di sedsala 21. de ku serdema zanist û teknolojîyê ye, jinên ku di nav nasnameyên civakî-çandî de asê bûne, li her qada jîyanê rastî mobîng, zext û tacîzê tên, hêj jî neçar in ku daxwaza xwe ya jîyaneke ewledar biparêzin. Di bin sîya van hemû pirsgirêkan de, me hewl da ku metirsî û fikarên wan û bi kurtî zehmetîyên jinbûnê yên li Zanîngeha Çukurova û Edeneyê rasterast ji jinên ciwan bipirsin û hîn bibin.
“Em wek jin nikarin jîyana xwe bê tirs bidomînin”
Eceyê bi van gotinan behsa bûyereke tacîzê kir ku di otobusa şaredarîyê de hatîye serî:
“Bêguman li gor deverên din ên Edeneyê jinbûn li Zanîngeha Çukurovayê rehettir e, lê belê ez nikarim bibêjim ku em wek jin dikarin li gelek bajar û navçeyan bê tirs bijîn. Dema ez 17 salî rojekê ji bo ku ji dersxaneyê biçim malê ez li otobusa şaredarîyê siwar bûm û zilamekî 30-35 salî hat li cem min rûnişt. Heta ku ez ji otobusê dakevim vî kesî nimareya xwe li ser telefona xwe nivîsî û nîşanî min da û ez li cihê xwe asê kirim. Dema ku ev hemî diqewimîn, wekî her kes difikire min cilekî vekirî jî li xwe nekiribû. Li ser min tîşorteke mildirêj û pantorek hebû. Wê gavê min nekarî bertekekê nîşan bidim çimkî ez bi rastî jî tirsîyam. Di tevahîya rêwîtîyê de, min qet serê xwe nezivirande alîyê wî û heta ez çûm mala xwe min her li derve nêrî. Digel ku dem pir hêdî derbas dibû, dawîya dawî ez gihîştim rawestgeha ku ez ê lê dakevim. Heta ez çûm malê ez ligel dîya xwe axivîm û her tim li paş xwe nêrî. Ya herî xirab ew bû ku ev bûyer di otobusa şaredarîyê de hatibû serê min ku em jê ewle ne. Her wiha ev ji bo temenê min ê biçûk bûyereke gelek mezin bû û demeke dirêj bandor li min kir. Yanî ya ku ez dixwazim bibêjim her çiqas ez li gor kesên din ên ku li deverên din ên Edeneyê dijîn xwedî şans bim jî ev nayê wê maneyê ku ez dûçarî tacîzê nabim. Mixabin weke jin em li vê herêmê jî di talûkeyê de ne. Ez gelek bişans im ku ew bûyer wê rojê dirêj nebû û wî kesî ez neşopandim lê belê dibe ku çîroka her kesî ne wekhev be. Weke jin ez hêvî dikim ku herêma ku em lê dijîn ewletir bibe.”
“Her tim li her derî tirsa ‘Ka dê çi were serê min”
Beyzayê jî wiha got: “Ji ber bêewlebûna hin rêyan û kêmasîya ronahîyê êvaran çûna malê zehmet dibe. Em hewl didin ku şev dereng nemînin. Pêşdarazîya di trafîkê de ya li hember ajokarên jin jixwe pirsgirêkeke din e. Ev rewş dikare bibe sedema pirsgirêkên din jî.”
Elîfê di destpêka axaftina xwe de gazinên xwe anîn ziman û got hemû karên li malê tenê weke erka jinan tê qebûlkirin:
“Dema jin derkevin derveyî feraseta bedewîyê ya ji alîyê civakê ve hatiye diyarkirin, rastî tundî û mobîngên cuda tên. Her wiha fikra ku jin her tim mihtacê mêran in û nikarin azadîya xwe ya aborî bigirin destê xwe pirsgirêkeke giring e. Ez wisa difikirim ku her tim li her derê tirsa ‘dê çi were serê min’ yek ji mezintirîn zehmetîyên îiyana jinan e.”
“Min xwe gihand dîmenên kamerayê”
Tuğçeyê jî bi van gotinan behsa bûyereke tacîzê ya hatî serê wê kir:
“Ez bi hevala xwe re li Beyazevlerê diçûm marketê, dema ku em vedigerîyan malê zilamekî xwedî motor em dîtin û ket pey me û bi destên xwe ez tacîz kirim. Piştî bûyerê me gazî polêsan kir. Dema em çûn qereqolê û me îfade da, zêde guhê xwe nedan me û ji me re gotin “Li Beyazevlerê her tim bûyerên bi vî rengî çêdibin, hûn çima li wir dimeşin” û bi ser de tinazên xwe li me kirin. Polêsan diyar kir ku nikarin bibin alîkar û gotin ku ji kamerayên ewlehîyê tu dîmenên wan nehatine dîtin. Ez lê gerîyam û min dîmen peyda kirin. Min careke din telefonî qereqolê kir û ji wan xwest ku dîmenan lêkolîn bikin. Lê belê polêsan gotin “Tiştek ji van dernakeve, rû û plaqeya zilamî nayê dîtin” û ser guhê xwe re avêtin. Em li Beyazevlerê jî ku navenda herî zindî û ya xwendekaran a Edeneyê ye, em nikarin bi rehetî bimeşin. Dema tiştek tê serê me kes pê re eleqedar nabe. Dibêjin rewşeke pir asayî ye. Em wek jin ji kolan û sikakan hatine vederkirin û di bin van şert û mercan de divê her jinek ji bo daxwaza derdoreke ewle ya jîyanê, bê tirs têkoşîna xwe bidomînin.”
Wekî ku di tabloya jorîn de jî tê dîtin, jin li ku derê bijîn bila bijîn pirsgirêkên wan hevpar in. Rewşa heyî ew e ku ji bo jinan ewlehîya jîyanî nayê dabînkirin û di nav kodên çandî de cihê wê wekî berpirsîyara karûbarên malê hatîye dîyarkirin û bi vî awayî tê xwestin ku şexsîyeta wê ya hilberîner ji holê were rakirin. Ev rastîyeke teqez e ku her tişta hatî gotin wekî nîşaneyeka cihê jinê ya di nav pergala heyî de ye. Rewş hatiye asteke wisa ku li şûna mafên jinan bidin wan êrişî mafên wan dikin û ev yek weke rastîyeke zelal li meydanê ye. Li hember van hemû pirsgirêk û rewşan diyar e ku xilasîya jinan girêdayî jinên li kêleka hevdu ne. Yanî, tekane tişta ku dê vê pergala tarî ji holê rake, dê têkoşîna wan jina be ku ji bo bidestxistina ronahîyê didin.