Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Eywanên dawetan, ofîsên dîyetîsyenan, qehwexane, pirtûkxane… Em ligel xwendekarên ku li cihên cuda dixebitin li ser serpêhatîyên wan axivîn.
Dahata gelek xwendekaran bi taybetî di demên dawî de ji ber zêdekirina bihayan êdî têrê nake. Tevî ku tenê lêçûna hewcedarîyên bingehîn ên wekî hêwirîn, xwarin û vexwarinê jî gelek bilind e, lêçûna hatûçûnê jî xwendekaran ji alîyekî din ve têxe tengasîyê. Ji ber vê sedemê xwendekaran dest bi karên nîvdemî kirine. Lê belê, ev karên nîvdemî piranîya enerjî û wextê wan dixwe. Xwendekarên ku piştî dibistanê wextê xwe ji bo qezenckirina pereyan terxan dikin, mixabin sosyalîzasyon, xwendin û karên wan yên şexsî li alîyekî tew wextê wan têra razanê jî nake.
Xwendekarên ku dikarin bi gelemperî di sektora xizmetguzarîyê de karên nîvdemî bibînin enerjîyeke zêde ya bedenî xerc dikin. Xwendekarên ku di karên nîvdemî de dixebitin, di hevdîtinan de anîn ziman ku ew bi erênî li meleseya xebatê dinêrin lê belê pereyê ku heq dikin nastînin, rastî mobîng û tacîzê tên. Heqdestîya saetî ya xwendekarên ku karên wek garsonî, firoşkarî û asîstanîyê dikin bi gelemperî 20 lîre ye. Yanî xwendekarek nikare bi heqdestîya xwe ya saetekê qehweyekê jî vexwe. Xwendekarên ku staja xwe li kargehên bi beşa wan û pîşeya wan re eleqedar dikin jî li şûna ku xwe ji hêla pîşeyî ve pêş bêxin, kardêr bi gelemperî “kar û barên bêeleqe” bi wan didin kirin û gelek caran meaşekê jî nadin wan.
Em ligel xwendekarên ku di beşên cuda de dixwînin û karên cuda dikin axivîn.
“Wext ji bo sosyalîzasyonê namîne”
Jina 21 salî, xwendekara derûnnasiyê: Ez li ba dîyetîsyenekê rojê 10 satean dixebitim; jivanan organîze dikim, paqijîyê dikim, çay û qehweyê çêdikim, heta kar û barên cîhazê zeîfbûnê jî ji bo mişterîyan dikim. Her wiha, di dema min a bêhnvedanê de jî ku10 deqîqe ye, kardêrê min hin tiştan ji min dixwaze. Halê min namîne, lê ez ewqasî hewcedarê vî karî me ku xwe li hember hemû piçûkxistinên kardêrê xwe û bêrêzîya mişterîyan digirim.
Jina 21 salî, xwendekara derûnnasiyê: Ez dawîya hefteyê li eywana dawetê dixebitim. Ez nava hefteyê pêdivîyên beşa xwe bi cih tînim, lê wextê min ji bo sosyalîzasyonê namîne. Ez nagihêjim tama salên xwe yên herî xweş. Li eywana dawetê ya ku ez 12 saetan dixebitim, ji xeynî navbera xwarinê em bêhna xwe venadin. Gelek caran, vexwendîyên dawetan ku em xizmeta wan dikin, nimareya me ya telefonê an jî navên hesabên me yên medyaya civakî dixwazin û me aciz dikin. Carinan ew bi awayekî nimare an jî hesabên me peyda dikin. Lê belê ji bo ku debara xwe bikim mecbûr im vî karî bikim.
“Pirsgirêka xewê û xwarina nerêkûpêk, kêmasîya sosyalîzasyonê”
Mêrê 22 salî, xwendekarê derûnnasiyê: Ez rojê 6-7 saetan li pirtûkxaneyeke taybet ku saeta wê bi 20 lîre ye dixebitim. Ji ber ku ez mecbûr im dereng biçim malê pirsgirêkên xewê dijîm. Tevî ku bi bêhntengîya vê yêkrêzîyê re têdikoşim, saetên bêpergal ên karî jî dibin sedem ku pergala min a xwarin û vexwarinê serûbin bibe. Ez 2-3 rojan dixebitim. Rojên ku ez dixebitim, tenê du saet ji min re dimînin. Ji ber vê yekê jî nikarim derfeta sosyalîzasyonê peyda bikim. Lê ji ber ku ez di pirtûkxaneyê de dixebitim, ji bo xwendinê tu pirsgirêka min tune ye.
Mêrê 22 salî, xwendekarê tekstîl û modeyê: Ez rojê 10 saetan û saeta wê bi 12 lîreyan li barekê wek garson dixebitim. Wextê min têra tiştekî nake û ez mecbûr dimînim ku bi tevgerên bêrêz û xirab yên mişterîyan re têkoşim. Çimkî em bi rêgeza ku mişterî her tim mafdar e dixebitin. Ez sebir dikim ji ber ku peydakirina karekî pir zehmet e.
“Ez hewl didim ku wextê xwe yê ji karî dimîne ji bo xwendinê veqetînim”
Mêrê 21 salî, xwendekarê avahîsazîyê: Ez li kafeyekê rojê 7 saetan dixebitim û heqê min ê saetekê 15 lîre ye. Ez hewl didim wextê xwe yê mayî ji bo xwendinê veqetînim, lê belê di vê rewşê de jî wextê min ji bo sosyalîzasyonê namîne û ev yek ji hêla derûnî ve gelek zehmetîyê dide min. Ji ber mişterîyên ku nizanin ka çi dixwazin pirsgirêkan dijîm û ev jî bandorê li ser bawerîya kardêrê min a li hember min dike.
Jina 23 salî, xwendekara derûnnasiyê: Ez di şirîkeyeke tekstîlê ya sazûman de dixebitim. Tevahîya wextê ku ez li ser kar derbas dikim 9 saet e, 7 saetan dixebitim û 1,5 saet jî bêhna xwe vedidim. Rojê bi 50 lîreyî dixebitim û heqê xwarina xwe jî distînim. Hevalê min ê kar hewl da ku xwe li ser serê min mezin bike, lê belê me ev yek bi kardêrê xwe re çareser kir. Karê min ew e ku ez reyona xwe biparêzim û hewl bidim ku mixaze tim lêkdayî be. Ez qet li cîyê xwe nasekinim û her diçim û têm û bi vî awayî awayî dixebitim. Carinan pişt û pêyên min pir diêşin. Di heman demê de ez rapirsîyeke li ser memnûnîyeta mişterîyan belav dikim û dawîya rojê derbarê vê mijarê de agahîyan didim midûrê xwe. Li ser vê yekê carna hişyarîyên hişk jî dikin. Bêguman ev rewş jî bandoreke xirab li ser derûnîya min çêdike. Ji ber ku ez hefteyê du rojan dixebitim, ji bo dersan û civakîbûnê tu pirsgirêka min tune ye.
“Heger wext û enerjîya me hebe em dersên xwe dixebitin”
Jina 22 salî, xwendekara zanistên sîyasî û rêveberîya giştî: Ez li şirîkeyeke sîgortayê li ser xeta lêgerînê dixebitim. Saeta vî karî 8 lîre ye û ji bo her mişterîyê ku ez qanih dikim prîmê distînim. Dema ku mişterî nexwazin em şêwirmendîya ku em pêşkêşî wan dikin bistînin, ew bi zimaneke hişk û xirab diaxivin. Ev jî ji aliyê derûnî ve bandoreke xirab çêdike. Ez hefteyê du rojan dixebitim loma wextê min ji bo xwendin û sosyalîzasyonê dimîne. Lê belê, ji ber ku girseya me ya mişterîyan ji wan jin û mêran pêk tê ku xwedî derdorên civakî û perwerdehîyên cuda ne û temenê wan diguhere, em rastî helwestên gelek cuda tên. Dîsa jî ji bo ku debara xwe bikim divê ez vî karî bidomînim.Jina 23 salî, xwendekara hiqûqê: Dema ez xwendekar ez li gelek kafeyan xebitîm. Rojê 6 saetan di karên nîvdemî de xebitîm. Min dersên taybet jî dan. Min meaşên ji maeşê kêmtirîn jî kêmtir standin. Niha 4 saetan dersên taybet didim, heqê 4 saetan 130 lîre ye. Tevî van ji bo karmêndên jin metirsîya tacîzê zêdetir dibe. Kardêr wisa difikirin ku dema em li ser kar çawa dixwazin dikarin wisa ligel me biaxivin. Ew ji cil û bergên me heta axaftina me xwe têkilî her tiştî dikin. Dema em li hember vê rewşê nerazîbûna xwe tînin ziman, dibêjin hûn dikarin dev ji kar berdin. Her wiha mişterî jî dikarin hewl bidin ku bi garsonan re flortê bikin. Dema em gilî û gazinên xwe ji bo kardêran tînin ziman, ne mişterî em dibin sûcdar. Mixabin, ev tiştên ku min anîn ziman çavdêrîyên min ên giştî yên li ser jîyana min a karî ne ku ez an jî hevalên min ên kar dijîn. Zehmetîyên min ên jîyana karî bi piranî bi demdirêjîya maweya karî ve eleqedar bûn. Dema ku ez di navbera saet 18.00-24.00an de wek garsona nîvdemî dixebitîm, carinan min nedikarî sibehê ji xew şiyar bibim û herim dibistanê. Dema min li hember kêmbûna meaşê xwe yê kêm nerazîbûna xwe dianî ziman jî her tim bi helwestên xirab re rû bi rû dimam, Ji ber vê sedemê, ji bo min her tim zehmet bûye ku têkilîyê bi kardêran re danim. Karê me giran û gelek e û ji ber ku kardêr me wekî mekîneyan dibînin wextê me yê bêhnvedanê pir kurt e. Zehmetîya herî mezin ji bo min ew e ku ez gelek diwestim. Xwendin û sosyalîzasyon niha ji bo xwendekarên dixebitin pir zehmet e. Heger wext û enerjîya me hebe em dikarin dersên xwe bixebitin. Lê belê gava ku ji bo hobîyekê pereyê me hebe wextê me tune ye û dema ku wextê me hebe pereyê me tune ye. Ez niha xwendekarê pola 4emîn im û dema ez diçûm pola 1emîn, ez diçûm kursên dans û îngilîzî, lê belê ev ji bo min niha wekî xeyakê ye.