Azadiya Kombûnê

Çîroka konê nobedê

Rümeysa Özüyağlı

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Her çend çîroka konê nobedê yê Zanîngeha Boğaziçiyê, ji alîyê Hêzên Ewlekarîyê yên Taybet ve bi êrîş, desteserkirin û hilweşandinê bi dawî bû jî, çîrokê bi vî rengî dest pê nekir.


Berxwedana Boğaziçiyê bi qasî sal û nîv berê dema Melih Bulu bû rektorê Zanîngeha Boğaziçiyê dest pê kir. Bêguman di dema Berxwedana Boğaziçiyê de em bûne şahidê dîyardeyekê ku di hemû demên naskirî yên şoreş an jî berxwedanên dîrokî de me dîtiye. Ev dîyardeya wan kesan e ku di kêlîyên şoreşê an jî berxwedanê de li ber xwe didin. Wekî Walter Benjamin dibêje wek gulberojan berê xwe dane tavê û haya wan ji rastîya dilşewat ya cîhane heye.


Her kesê ku bi awayekî Berxwedana Boğaziçiyê şopandibe jî dizane, berxwedan xwedî çarçoveyeke berfireh bû. Her pêkhateya zanîngehê bi hemû îmkanên xwe dest bi berxwedanê kiribû û heta niha jî di wê çarçoveyê de didome. Lê belê di demeke ji salekê zêdetir de berxwedan ne di çapemenîyê de wek destpêkê hat nîşandan ne jî şert û mercên hevalên me ku bi kedeke mezin piştgirîyeke mezin dane çalakîyên berxwedanê weke destpêkê bû. Lewma, di vê nivîsê de ez ê behsa konê me yê nobedê bikim, ku di rojên ewil ên berxwedanê de jî hema bêje qet di çapemenî û navgîneke din de behsa wê nehat kirin. Hêvîdar im ev nivîs di vî warî de ji bo min jî baş bibe. Çimkî ez dikarim bibêjim ku ez hê jî bi awayekî şîna konê me yê nobedê digirim.


Me konê nobedê ku nîşaneya israr û berxwedêrîya berxwedana xwendekaran bû, nêzî salekê li ber avahîya qayûman ya li Kampusa Başûr a Zanîngeha Boğaziçiyê vekir. Her çend çîroka konê nobedê ji alîyê Hêzên Ewlekarîyê yên Taybet ên Zanîngeha Boğaziçiyê ve bi êrîş, desteserkirin û hilweşandinê bi dawî bû jî, çîrokê bi vî rengî dest pê nekir.


Konê nobedê tu carî nebû navenda pevçûnan. Heta di serî de, me çay û filan jî bi peywirdarên taybet ên ewlehîyê re vedixwar. Konê me ne ji bo komên xwendekaran ên ku bi hev re di nava nakokiyên îdeolojîk de bûn û ne jî ji bo komên din bû bingeha pevçûnan. Dema ku konê me hat desteserkirin, hevalên me yên “çepgir” jî, ku digotin “ya hûn jê re dibêjin kon ji du-sê hesinan û perçeyeke qumaşî pêk tê”, li binê wî konî rûniştin û çayeke me vexwarin.


Gelek caran kon bû qada çalakîyên vîyan û fedakarîyê jî ku îro ez bi matmayî bi bîr tînim. Bo nimûne 19ê Rêbendanê bîranîna Hrant Dink ku rastî meha yekem a berxwedanê dihat, tê bîra min. Me bi komek xwendekaran re rojek organîze kir ku bi tevahî em bikarin qala Hrant û çîroka ku wî dixwest bibêje bikin. Ez li ser navê xwe bibêjim heger îro bûya, ne heft saetan min nedixwest bi qasî saetekê jî di wê roja sir û seqem de li derve bimînim. Tevî van yekan me wê rojê bi rengekî projektor peyda kir û me Hrant di bin berfê de li ser perdeya ku me li binê konê duyemîn danî bi bîr anî.


Bêguman, bi qasî wateya hebûna konê nobedê tu tişt bi qasî ku me hêvî dikir pêk nehat. Peywirdarên taybet ên ewlehîyê cara ewil di dawîya Rêbendanê de hewl dan êrîşî konê me bikin. Pişt re konê me gelek caran ji alîyê peywirdarên taybet ên ewlehîyê ve rastî êrîşan hat. Di destpêkê de me dikarî konê xwe li nêzî meydana başûr vedin, lê piştre ev yek pêk nehat. Me jî êdî li cihekî aîdî Komeleya Derçûyîyên Zanîngeha Boğaziçiyê konê xwe veda. Lê belê ev der gelek dûrî meydana başûr bû û vedan û barkirina konê ji ber dûrbûnê zehmet bû. Gelek caran, komên ku ji bîst xwendekaran derbas nabin bi dorê nobed digirtin û kon wekî şêwirmendîya berxwedanê dixebitî. Xwendekarên ku bi gotin an jî abi awayekî din piştgirîya berxwedanê dikirin, li wê derê dişêwirîn ka dê li ku derê û çawa çalakîya wê rojê pêk bînin. Herçiqas me nedikarî em konê xwe nêzî meydana başûr vedin jî, me hema hema şeş mehan bê navber her roja xwendinê nobeda xwe berdewam kir. Di vê demê de, çend xwendekar ku ez jî di nav de bûm, em çûn ba mamosteyên ku em pê bawer in an jî hatine pêşnîyazkirin. Me ji wan re got ku cihê ku me lê kon vedaye gelek dûr e û hevalên me yên ku dikarîn konî hilgirin êdî gelek westîyane. Me hewl da ku dîplomasîyê bimeşînin, lê em bi ser neketin.


Dibe ku ji ber ku berpirsiyarîya ku em dixwazin hilgirin ji şîyana me mezintir û girantir bû. Piştî çend mehan me yekane xala hevpar a çalakîya mamoste û xwendekaran, çalakîya bêîteatiya sîvîl, yanê konê xwe ji dest da. Li vir ez dixwazim van tiştan destnîşan bikim; berxwedana Boğaziçiyê bi tayînkirina Melih Bulu dest pê nekir. Di dema Mehmet Özkan de dest pê kir ku em dikarin jê re bibêjin prototîpa qayûman bû. Lê belê wê demê qutbûna di navbera pêkhateyên zanîngehê de û bawerîya nisbî ya bi Mehmet Özkan a di nav akademîsyenan de rê li ber mezinbûna berxwedana xwendekaran ya di sal û nîveke dawî de em bûne şahid girt. Navê Nobeda Boğaziçiyê, ku yek ji sih însiyatîfên xwendekaran e ku di dema berxwedanê de hatine avakirin, xwe dispêre Konê Dîrokê ku me wê demê ji bo mamosteyên xwe yên serdema Mehmet Özkan de bi biryarnameyên bi hikmê zagonan, bi awayên cuda ji zanîngehê hatin dûrxistin vekiribû. Sembola wê jî konê nobedê ye.


Pirsgirêkên ku min li jor hewl da behs bikim, ne ji bo vedana konê me bûne asteng ne jî ev pirsgirêk bûn sedem ku em konê xwe ji dest bidin. Îradeya me ji pirsgirêkên asayî yên ku di berxwedanên demdirêj de rû didin bihêztir bû. Hevalên min ên ji konê ku gelek caran xwe weke apolîtîk bi nav dikirin, tevî ku ji aliyê bedenî û derûnî ve gelek piştgirî dane berxwedanê, carekê jî gazinde nekirin. Dema ku em “kesên siyasî” bi vê tevlihevîyê re mijûl dibûn, van hevalên min bi sebir guh dane nûçeyên herî neyînî yên derbarê me de. Ez bi rastî spasdar im ji bo şîyan û sebra wan ku nîşanî me dan.


Heger ez nebûma şahidê jîrbûna hevalên xwe yên ku em jê re dibêjin ekîba konê ku piranîya wan di Nobeda Boğaziçiyê de cih girtine, belkî dê ji min re pir dijwar bûya ku ez wateya çalakîya me ya bêîteatiya sîvîl û girîngîya wê fêm bikim. Lê belê niha ev hemû tenê bîranînên rûbirûyî jibîrkirinê ne. Ji ber ku serdema borî peywirdarên ewlehîyê yên taybet bi rayeya ku ji qayûm Naci İnci girtine êrîş anîn ser konê me yê nobedê. Dûre em hînî vê rewşê bûn û polês ketin kampusa me. Hevalên me Perit û Berke jixwe hatibûn girtin, em bê moral bûn. Hevalên me yên ku li gor hemû hişyarîyên polêsan tevgerîyan, dîsa jî rastî lêdanê hatin û hatin binçavkirin. Bi vî awayî konê nobedê, yê ku nêzî salekê bû ku me vekirî, bi dawî bû. Hin ji me bi hin tiştan hewl didin ku piştgirîyê bidin çalakîya mamosteyên xwe, lê piranîya me li gor destpêka berxwedanê îro bêhtir meyldarê çepgirîyê ne. Ez wisa difikirim ku ev yek hem li seranserê welat û hem jî li derdora Zanîngeha Boğaziçiyê; bi hesta bêçaretiyê ve girêdayî ye ku rêveberîya ku îrorôj me bi rê ve dibe sedema vê hestîyarîyê. Îro em xwendekarên ku me bi kedeke mezin di Berxwedana Zanîngeha Boğaziçiyê de cih girtiye, divê li xwe mikur bên ku me hemhestîya xwe winda kiriye.


Çalakîyên xwe dispêrin bêîteatiya sîvîl, wekî ku Henry David Thoreau dibêje ji hêla hebûna fazîletê, berpirsîyarîya mirovan û îtîraza bo neheqîyê ve bêguman hêja ne. Lê belê, ez difikirim ku awayê ku me di Berxwedana Boğaziçiyê de tercîh kir jî rengekê taybet yê bêîteatiya sîvîl e. Mînak, çalakîyên bêîteatiya sîvîl ên di wateya erênî de provokatîf jî hene; mîna çalakîya hevalê me Berke ku ew bi awayekî neheq wek girtî hat darizandin. Lê belê, awayê bêîteatiya sîvîl ku bi taybetî bi nobeda konê ya xwendekaran û nobeda ku mamoste pişta xwe dizivirînin pêk tê, divê hem bi hev re were kirin û hem jî bi şertê ku her beşdarek bi vîna xwe bi tena serê xwe bike. Di vê rewşê de yên ku li ber xwe didin, jixweber, ango bi awayekî determînîst, di nav herka dîrokê de bi hin mebestên dîyar berê xwe nadin rojê. Bereksê vê xwedî wê hişmendîyê ne ku ji hilweşîna ku Angelus Novus dibîne haydar in û bi vîna xwe berê xwe dane rastîyê û li ber xwe didin. Ev çalakîyeke berdewam ya bêîteatîya sîvîl e ku hilbijartina rawestandina demê wekî nîşaneya neheqîyê derdikeve pêş. Çimkî her çiqas hefte, meh an jî sal derbas bibin jî, heya ku hêvî pêk neyê, bendewarî bi dawî nabe.

*Hezîran 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button