Azadiya KombûnêBrîfînga ÇapemeniyêCivatîPankart/KU

Zextdanîn li ser mezûnîyetan ji bo ku xwendekar werin ba hev qadek afirand

Gültekin Arık

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Zextên li ser qadên jîyanê yên xwendekaran a ji hêla desthilatdarî û rektorîyên ku bi destê desthiltadarîyê hatine destnîşankirin ve û qedexekirina mezûnîyetên xwendekaran, ji bo ku xwendekar bi hev re tevbigerin motîve dike.

Zextên li ser qadên jîyanê yên xwendekaran a ji hêla desthilatdarî û rektorîyên ku bi destê desthiltadarîyê hatine destnîşankirin ve bi qedexekirina merasîmên mezûnîyetê jî xwe nîşan da.

Di sala dawîn de ewil li Zanîngeha Hacettepeyê de axaftina Dr. Kaya Avşar ku nûnerê serdemê bû û ji Koleja Tibê mezûn bû ji hêla Dekan Prof. Dr. Deniz Demiryürek ve hate xwestin ku were astengkirin û ev hewlda astengkirinê ji hêla xwendekarên ku nû mezûn bûne ve hate şermezarkirin.

Ji salekê zêdetir li hember rektorên ku hatine tayînkirin, endamên perwerdehîyê û xwendekaran bi hev re bertek nîşan dabû. Di dawiyê de rektorê Zanîngeha Boğaziçiyê yê ku hatiye tayînkirin bi hincêta kêmbûna budceyê biryar girt ku merasîma mezûniyetê neyê kirin. Xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê ku demildest bertekên xwe li hember vê biryarê nîşan dan digel mudaxeleyên karmendên ewlekarîya taybet û gefên rektorîyê yên bi rêya emailan merasîmeke alternatîf ya mezûniyetê li dar xistin ku rektor bixwe tê de beşdar nebû.

Cara dawî jî merasîma mezûniyetê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) ku her sal di rojeva Tirkiyeyhe de cih digire ji hêla rektorê tayînkirî Verşan Kök ve bi hincêtên ewlekarîyê hate qedexekirin.

Di ODTÜyê de li hember qedexeyê berteka hevpar

Di ODTÜyê de bi ragihandina betalkirina merasîma mezûniyetê ya bi rêya emailan, hemê pêkhateyên zanîngehê, civatên xwendekaran, komên ciwanan, komeleyên mezûnan, nûnerîya ODTÜyê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Eğitim-Sen) ji bo berdekeke hevpar hatin ba hev. Di tevahîya zanîngehê de bi bangewazîya ji bo hemû pêkhateyan û bi forumên ku ji xwendekarên her beşekê hatin wergirtin, tevahîya xwendekar û komeleyên mezûnan hatin ba hev.

Van forumên ku di vê pêvajoyê de bi beşdarîya pêkhateyên ODTÜyê di jîngeheke demokratîk de hatin lidarxistin, nîşan da ku bihevrebûna pêkhateyên zanîngehê digel zext û qedexeyan bi hêz dibin. Beşên zanîngehê nûneriyên xwe ava kirin û bi endamên perwerdehiyê, kesên mezûn û xwendekarên ku mezûn nebûne re têkilî danîn û ji bo ku bertek li hember vê qedexeyê nîşan bidin him yek bi yek her kesî re him jî di asta beşên zanîngehê de civîn li dar xistin û bi vî awayî xebateke yekgirtî pêk anîn. Di vê pêvajoyê de beşdarîya civatên zanîngehê û xwendekarên serbixwe û avabûna nûnerîyê mezûniyetê nîşan da ku nûnerîyên xwendekaran ji bo xwendekaran him hewcedarî him jî daxwazek e.

Nûnerên mezûn yên her beşekê ku bi rêyên demokratît tên hilbijartin, bi rêya daxwaznameyên ku ji bo ku bi rektoriyê re têkilî daynin hatine amadekirin, gelek car daxwaza hevdîtînê hate kirin. Lêbelê çi mixabin rektorî bêdeng ma. Merasîma mezûniyetê ku kevneşopeke girîng ya zanîngeha me ye û bêparhiştina şahîya mezûniyetê ya xwendekarên ku derdê vê zanîngehê bi salan dikişînin helbet bi qasî xwendekaran bû sedema berteka hevpar a endamên perwerdehîyên her beşekê. Di demeke kin de di tevahîya 38 beşan de endamên perwerdehîyê bi belavokerekê ragihandin ku qedexeya li ser merasîma mezûniyetê ya rektorîyê were betalkirin û cihê mezûniyeta ODTÜyê Stadyuma Şoreşê ye û ev belavok di rûpelên serekî yên beşan de hatin weşandin. Ji ber bêdengiya rektoriyê û bêbertekbûna wê li hember daxwazên xwendekaran di 30ê tîrmehê de xwendekarên zanîngeha me û mezûnên zanîngehê ku wê rojê hatibûn li pêş rektoriyê ragihand ku rektorî bixweze jî nexweze jî merasîma mezûniyetê dê di 6ê tebaxê de were lidarxistin. 

kişi, açık hava, insanlar, kalabalık içeren bir resim

Açıklama otomatik olarak oluşturuldu

(Fotograf: Evrensel)

Protesto ji hêla xwendekaran ve

Rektorî dema ku ragihand dê merasîma mezûniyetê ya di Stadyuma Şoreşê de hatiye qedekirin, ragihandibû ku mezûniyetên fermî dê di beşan de were lidarxistin. Hin beşên zanîngehê di Navenda Çand û Kongreyê de cih veqetand û hin beşan jî di otoparkên beşan de dîplomayên xwendekaran dan.

Di vê pêvajoyhe de mezûnên sala 2022an ên hin beşan merasîma mezûniyeta li pêş beşan şermeraz kir û wan ragihand ku ew vê biryara rektoriyê qebûl nakin. Di nav wan de belku jî ya herî bibandor berteka xwendekarên Endazyariya Kompûterê bû. Roja belavkirina dîplomayan de xwendekarên Endazyariya Kompûterê roja ku mezûniyete “fermî” hat lidarxistin, bi hev re çûn hola ku dîploma tê de bihatana dayîn. Piştî ku wan got cihê mezûniyeta akademîsyenên beşê Stadyuma Şoreşê ye, dê bi xwendina yek bi yek ya navê mezûnan dê dîploma bihatana dayîn. Lêbelê xwendekarên Endazyariya Kompûterê dema ku navê wan hat xwendin, cubeyên xwe derxistin û li cihê xwe rûniştin. Bi vî awayî xwendekarên ku mezûn bûn, ji bilî xwendekarekê/î dîplomaya xwe wernegirtin û berteka xwe li hember vê biryara rektoriyê bi awayekî bibandor nîşan dan.

Mezûniyeta ser milê pêkhateyên ODTÜyê

Xwendekarên ODTÜyê ku di çalakiya 30ê tîrmehê de û merasîmên belavkirina dîplomayan de ragihand ku ew ê rê li ber zext û qedexeyan venekin û ew ê bi xwendekarên mezûn û endamên perwerdehiyê û xwendekaran bi hev re dê li ber xwe bidin û wan ji bo ku di 6ê tebaxê merasîma mezûniyetê were lidarxistin kar kir. Xwendakaran bi hev re li ser cihê kombûna mezûn û endamên perwerdehîyê, rêza têketina nav stadyumê û arastekirina malbatên xwendekarên mezûn û hwd. tev organîze kirin. Sîstemên deng û pêşkêşî tev ji hêla xwendekaran ve hate birêkxistin. Pêkhateyên ODTÜyê yên ku wê rojê bûn yek, merasîma mezûniyetê li ser milê xwe pêk anî. Wê rojê ji bo 4 saetan jî be desthilatdar ne kesên tayînkirî lêbelê xwendekarên ODTÜyê, kesên mezûn akademîsyen bûn.

(Fotograf: Arşiva Şexşî)

*Tîrmeh 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button