Mafê PerwerdeyêMafê Starbûnê

Nûçeyên çalakîyên hêwirînê: Ligel Rojnamevan Hazar Dost Hevpeyvîn-II

Mert Batur

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Beşa yekemîn a hevpeyvîna ligel Rojnamevan Hazar Dost me li ser pirsgirêka hêwirînê û kuştina Mehmet Sami Tuğrul pêk anîbû, niha di beşa duyem de jî em li ser pêşnîyazên ji bo çareserkirina pirsgirêka hêwirînê axivîn.

Em bi Rojanmevan Hazar Dost re di beşa duyem ya hevpeyvîna xwe de li ser pêşnîyazên ji bo çareserkirina pirsgirêka hêwirînê axivîn.

TOKİ dê pirsgirêkê çareser bikin, qewirandina xwendekaran ji navendên bajaran tê çi wateyê, divê avakirina qadên giştî çawa be?

Baş e di vê tabloyê de tu gav nînin da ku pirsgirêka hêwirînê ya xwendekaran demildest were çareserkirin?

Rêya çareserkirina vê pirsgirêkê ew e ku divê bi lez û bez çavkanîyên giştî ji bo xwendekaran wek wargeh bên veqetandin û avahîyên ku ji bo weqfan hatine veqetandin dîsa bibin çavkanîyên giştî. Ya duyem jî heger hêj hewcedarî pê hebe divê bi lez û bez wargehên xwendekaran bên avakirin. Çareserîya vê pirsgirêkê ne alîkarîyên civakî yên wekî  danîna rêjeyeke dîyar bo daxistina kirêya xwendekaran e, çimkî di vê rewşê de xwedîyên xanîyan dê li gor vê zêde bikin û dîsa wî pereyî bistînin.  Pirsgirêka hêwirînê bi teslîmkirina xwendekaran bo sermaye û weqfên alîgir çareser nabe.

Ez ji sala 2012an daneyekê bi we re parve bikim; kapasîteya wargehên taybet 33 hizar 600 bû, îro kapasîteya wargehên taybet 90 hizar e. Wargehên taybet ji wargehên dewletê zûtir mezin bûne. Sedema vê çi ye? Dewlet dibêje ku li şûna ku ez li wir wargehan ava bikim û zirar bikim, ez ê ji van wargehên taybet bacê bistînim û bikim kaseya xwe. 

“Ez deynê xwe yê KYKyê bidim an ez serlêdana TOKİyê bikim û deynê wê bidim?”

Îsal ji bo pirsgirêka hêwirînê du rêzikname hatin weşandin. Ya ewil li ser qedexekirina gotina “em nikarin bihêwirin” hat weşandin, ya din jî li ser sererastkirina rêjeya zêdebûna bihayê wargehên taybet bû. Bi vê rêziknameyê, dema mirov enflasyonê jî li ber çavan digire, heta ji sedî 117an mafê zêdekirina bihayan dane wargehên taybet. Van her du rêziknameyan rewşa sala îro gelek baş nîşan dan. Ji alîyekî ve jî daxuyanîyên wekî “li TOKİyan ji bo xwendekaran kontenjan” hatin kirin. Tu çi dibêjî, bi ya te pirsgirêka hêwirînê dê bi TOKİyan were çareserkirin?

Ez jî bi zelalî bipirsim: Ma me karî em li Sulukuleyê pirsgirêkê bi TOKİyan çareser bikin? Li Fikirtepeyê, li Ataşehirê me çareser kir? Plansazîya me ya avakirina bînahîyên ji betonê yanî polîtîkaya avahî û bajarvanîyê ya Tirkîyeyê bi çareserkirina pirsgirêkan re eleqedar nîne, kêrhatî jî nîne. Tenê ji bo sektora avanîyê û sermayeyê kêrhatî ye. Çimkî sektora avanîyê yek ji wan sektoran e ku Erdoğan li ser pêyan digire û heta ya herî girîng e. Sektora avanîyê bi tena serê xwe 10-15 sektoran li ser pêyan digire. Loma li her derê avahî hatin çêkirin û TOKİyê jî para xwe ji vê yekê girt. 

Plansazîya ku Erdoğan nû eşkere kirî jî ne mizgîneyek e. Ne mimkin e ku ciwanekî 25 salî bi salan her meh nêzî 2800 lîreyî bide û bibe xwedî xanîyekî. Herî kêm heta 40 salîyê ev deyn wê dewam bike. Ya rastî ez li ser vê yekê fikirîm; Ez ê deynê xwe yê KYKyê bidim an ez ê ji TOKİyê xanîyekî bikirim û deynê wê bidim? Çimkî li Tirkîyeyê tu yekî xwedan şol jî bî tu dikarî encax deynê yekê bidî.

Dibe ku ev plansazî ji bo kesên ku rewşa wan a aborî baş e kêrhatî be lê belê dewletê dîsa xwendekar û feqîr paşguh kirine. Tevî her tiştî divê tu ji bo vê yekê pêşsencandinekê bikî. Ez tu ciwanekî nas nakim ku bikare vê pêşsencandinê bide. Axir plansazîya ku wek mizgînî hat eşkerekirin va ye wiha ye. 

Plansazîya avanîyê ya Tirkîyeyê ji ber ku li dor avahî û rantê pêk tê, îro bi taybetî ji bo sermayedarên ji derveyî welat tên kêrhatî ye. Li Esenyurtê sîte û avahîyên vikî vala hene. Polîtîkaya avanîyê ji bo gendelîyê an jî hemwelatîbûnê tê bikaranîn. Ne ji bo hêwirîna hemwelatîyan ji bo armancên wekî qezenckirina hilbijartinê bûye pêngaveke stratejîk. Ji xeynî armanca sereke ji bo her tiştî tê bikaranîn. 

Ya rastî ev rewş ne tenê li Tirkîyeyê li hemû cîhanê tê nîqaşkirin. Bo nimûne di têkoşîna li Almanyayê de bi hilbijartineke giştîkirinê li çareserîyê digerin. Ev yek zêde ne li gorî têkilîya xwedîyê xanîyan û kirêdarên li Tirkîyeyê ye, çimkî hema hema her xanîyek aîdî yek şexsî ye, wekî Almanyayê ne aîdî şîrkete nê. Li Tirkîyeyê em nikarin giştîkirina bi vî awayî nîqaş bikin. Mînakên din jî hene; Tevgera Karkerên Bêmal, têkoşîna li hember êrîşa li hember malên dagirkerîyê yên ku xwendekaran li Atinayê li Politeknikê ava kirine, li Fransayê ji bo mafê hêwirînê tevgerên dagirkerîyê… Hemû bi awayekî hatine qebûlkirin û di hin xalan de serketî bûne û carna jî bi ser neketine. Dibe ku ev derbarê çareserîya dawî ya pirsgirêkê de fikirekê jî bide. Bi ya min divê li ser bingeha vê pirsgirêkê nîqaşek were kirin. Tu van pêşketinan çawa dibînî?

Bêguman ez jî wekî te difikirim. Dema ku em dibêjin hêwirîna baş divê em vê yekê paşguh nekin: Xwendekar li Stenbolê parçeyeke mezin ê jîyana bajarî û sosyolojîya bajarvanîyê ne. Li cihên wekî Dolmabahçe û Beyazitê gelek bîranînên xwedekaran hene. Ji ber vê yekê dê şaş be ku xwendekar mecbûrî cihên wekî Başakşehirê werin kirin û ji van deran werin dûrxistin. Bêyî bajar û çanda bajaran ne mimkin e ku mirov li ser mafê hêwirînê tew hêwirîna baş bifikire. Heger îro ez ji alîyekî Stenbolê diçim alîyekî wê yê din, ez xwe xerîb hîs bikim, nexwe ev sedemeke din ya vê bîyabîbûna me ya li hember bajarî ye. Stenbol êdî hatîye wê rewşê ku sosyolojîya xwe ya bajarvanîyê winda dike. Dema ku em li ser çareserîya pirsgirêka avanîyê difikirin divê em li ser çareserîyeke wisa bisekinin ku di navbera bajar, xwendekar û zanîngehan de nebe sedema bîyanîbûnê.

Bo nimûne divê xwendekar li navendên bajaran an jî qet nebe nêzî navendên bajaran; nêzî cihên hatûçûnê, jîyana çand-hunerê û parkan bihêwirin. Divê dewlet li hember zêdebûna kirêyên van deran polîtîkayekê bi rê ve bibe. Em malpera îhaleyan ya Gerînendetîya Giştî ya Weqfan vekin. Ev cihên ku em behsa wan dikin ji bo sed salan tên kirêkirin. Ji bo kê tên kirîkirin? Ji bo Sütiş, Starbucks û komên sermayedaran tên kirêkirin. Dikarin sererastkirinekê bikin û van deran ji bo xwendekaran vekin û divê bikin. Divê xwendekar bi awayekî  çalak beşdarî polîtîkayên ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêka hêwirînê were birêvebirin bibin. Çimkî xwendekar jixwe dizanin ka pêdivîya wan bi çi heye.

“Çareserîya van pirsgirêkan hemûyan çavkanîyên giştî ne”

Wisa xuya dike em ji navenda bajarî hatin qewirandin. Ev yek dîsa bi nîqaşa li cîhanê re eleqedar; bi gelemperî li dor têgehên wekî “şirîk û qadên giştî” tê nîqaşkirin lê belê di encamê de pêşnîyazên wekî avakirina qadên giştî yên nû tên kirin. Halbûkî mirovan bi sedan salan e jixwe hin qad kirine meydan, lê belê ev ne tişteke wisa ye ku piştre were avakirin û ji bo raya giştî were vekirin. Niha tevahîya van qadan tên arizîkirin û em ji van deran tên qewirandin. 

Ez jî wek we difikirim û bi ya min jî divê ev qad neyên terikandin. Karê me ne jinûveavakirina qadên giştî ye. Bo nimûne li Stenbolê wekî Kocamustafapaşa û Çapayê qadên jîyanê yên xwendekaran hene. Xwendekar niha ji cihên ku ji berê ve ye lê dijîn tên qewirandin û li şûna xwendekaran kesên ku rewşa wan a aborî baştir e tên lê bi cih dibin. Heta demeke din ev jî dê veguhere û belkî jî dê were rewşeke xirabtir. Dê veguhere qadeke ku avanîyên bihatir lê hene û tenê dewlemend dikarin lê bijîn… 

Berî ku em van tevan nîqaş bikin, di serî de xwendekar divê her kes fêm bike ku çareserîya vê pirsgirêkê bikaranîna çavkanîyên giştî ne. Bo nimûne li Başakşehirê wargeh tên çêkirin. Hema bibêje Başakşehir li derveyî Stenbolê ye. Xwendekar hem ji Zanîngeha Teknîk a Stenbolê hem ji Zanîngeha Stenbolê hem jî ji Başakşehirê diçin bo vê derê… Îktîdar li wir li ser erdê giştî wargehan çêdike lê belê qadên giştî yên navenda Stenbolê difiroşe weqfan. Her du jî çavkanîyên giştî ne. Ma nikarin li qadên giştî yên li navenda bajarî wargehan çêkin? An jî li ser erdê Zanîngeha Stenbolê ku hatiye arizîkirin û ji bo kafeyan hatiye veqetandin. Ma nikarin li van deran wargeh an jî xanîyan çêkin? Mînakên vê li her derê hene. 

Yek ji van jî nayê kirin lê belê ji xwendekaran re dibêjin ku “Me kapasîteya wargehan zêde kir.” Çawa? “Me ranzeyeke din li odeyan zêde kir.” Jixwe em dikarin îktîdara 20 salane AKPyê bi gotina “Tu tiştî tam neke lê belê bila sêgoşeyek xuya bike û wê bifiroşe!” terîf bikin. Ev jî îro bi krîza avahîyan derdikeve holê. Li her bajarî zanîngeha veke, li her derê înşaeta wargehan bide destpêkirin lê belê yekê jî tam ava neke û wekî te tam ava kirîye nîşan bide. Bi vê polîtîkayê jî ne pirsgirêk dikarin werin çareserkirin ne jî hêrs kêm dibe. Encax dikarin mafê perwerdehîya baş ya xwendekaran ji destê wan bistînin. 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button