Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin.
Dema ku mijar tê ser endezyarîyê, nêzîkatiyên zayendperest ji serdema tercîhan heta stajyerîyê derketin pêşîya min. Endezyarekî pirseke wiha ji min kir: Te “wek jinekê çima ev pîşe hilbijart?”
Civaka baviksalarî ya ku em tê de asê mane, hewl dide me jinan bixe qalibekî. Em jinên ku li malê hatine asêkirin, mafê wan ê perwerdehîyê ji destê wan hatiye standin, nikarin tiştekê pirs bikin, ji jîyana karî hatine vederkirin an jî bi mûçeyekî erzan dixebitin, bi awayekî sîstematîk rastî tundûtûjîyîya fîzîkî û derûnî tên. Weke jinên zanîngehê em ji bo guhertina pergala vê cîhana ku em lê dijîn bi tevgera jinan têdikoşin. Her yek ji me ji alîyekî ve vê jiyanê hildigire loma pirsgirêkên me hevpar in, têkoşîna me hevpar e.
Dema ku min bi hevalên xwe re behsa van bûyeran kir, me fêm kir ku em hemû bi awayekî mexdûr bûne. Ger ez çarçoveya mijarê hinekî din teng bikim û ji fakulteya xwe mînakekê bidim; ez li Fakulteya Endezyarîya Avanîyê dixwînim ku mêr tê de gelek in. Dema ku min tercîhên xwe yên zanîngehê jî didan nêzîkatîyên cihêkar hebûn û digotin “endezyarî karê mêran e.” Ev pirsgirêkên hevpar ên min û hevalên jin ên ji pola min bûn û van pirsgirêkan nîşanî me da ku hin têkoşînên din hene ku divê em têbikoşin
Bûyera ku di dema staja min a havînê de hatî serê min ji bo tiştên tên serê me mînakek e. Dema ku min dawîya sala xwe ya duyemîn dest bi staja xwe ya havînê kir, min bi kelecana fêrbûna pîşeyê xwe bi berdewamî pirs ji endezyarên li sazîyê dikirin û min hewl dida ku agahîyan bistînim. Endezyarekî ev pirs ji min kir: “Te çima weke jinekê ev pîşe hilbijart?” Ji bo mirovê li hember min, astengîya yekemîn a li pêşîya min ku ez bikarim karê xwe bikim zayenda min bû. Nêzîkatîya zayendperest a ku ji hêla hevkarekî min ve li min hate kirin û zexta derûnî ya ku neçarî wê hatim wekî sehneyeke jîyana min a karî ya ji dahatûyê bû.
Ez dizanim ku hevalên min ên jin hene ku di jîyana xwe ya zanîngehê û pîşeyî de rastî nêzîkatîyên zayendperest ên bi vî awayî hatine. Em tên ba hev û çalakîyên xwendinê pêk tînin û em xwe hînî rêbazên têkoşîna ji bo mafên xwe dikin. Em ji hev hêzê digirin. Weke jinên zanîngehê em têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke adiltir û mirovane, li her qada civakê didomînin. Ji fabrîkeyan heta zanîngehan, ji kursîyan heta kolanên Îranê em vî agirê azadîyê di nava xwe de geş dikin.
Ji alîyêkê ve jî em wek jinên zanîngehê, li welatê xwe ji ber qeyrana aborî berdêlên giran didin. Bûrsa ku em distînin têra hewcedarîyên me yên bingehîn jî nake. Lêçûnên pirtûk, çûnûhatin û xwarinê li dû hev tên û em her roj bi zemeke nû hişyar dibin. Dema ku em lêçûnên xwe hesab dikin, tabloyên trajîkomîk derdikevin holê. Hevalên me yên ku bûrsa wan tune ye kredîyê distînin û em li ser kursîyên zanîngeha ku me bi heyecan û coş dest pê kiribû, bi hezaran lire deynê li ser pişta me siwar bûyî rûdinin. Gelek hevalên me ji ber sedemên civakî-aborî dev ji xwendina xwe berdidin û xwişkên me yên ku vedigerin mala xwe rastî zextên malbatî tên. Em ji bo xwendinê dixebitin û ji bo ku bixebitin jî dixwînin, em nikarin xwe baş têr bikin, em li wargehên xirab dimînin û nikarin hewcedarîyên xwe yên bingehîn dabîn bikin. Ji alîyekî ve em bi qeyrana aborî re têdikoşin, ji hêla din ve jî di civakeke baviksalarî de şerê jîyanê didin. Her wiha her roj xwişkeke me dibe qurbana tacîz û tecawizê.
Dema ku em wek jinên zanîngehê dahatûyê ava dikin, em hewl didin ku ji bo hemû hevalên xwe yên jin pergaleke cîhanê ya jîyanî ava bikin. Loma yekîtîya me hêvîya me ya herî mezin e.