Azadiya RêxistinbûnêCivatî

Di ODTÜyê de Civatên Xwendekaran bi Hevkarîyê Astangî Derbaskirin

Almira Akbaş

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Civatên ODTÜyê bi lidarxistina şahîyan, bi birêvebira li derve ya wan çalakîyên ku cih jê re nehatine dayîn, lidarxistina çalakîyên nav dîsîplînan bi civatên din re, bi alîkarîya ekîpmanê û bi gelek awayên din ên hevkarîyê dij li zext û sînordarîyên rektorîyê yên li hember civatên xwendekaran derketin.

Civatên xwendekaran ku yek ji parçeyê girîng ê çanda ODTÜyê ne û zanîngehê ne tenê wekî cihekî akademîk lêbelê wekî qadeke jîyanê pêk tîne, di tevahîya sala perwerdehîya 2021-2022 de li rastî gelek astengî û sînordarkirinên rektorîyê hatin.

Rêveberîya ODTÜyê ku bi astengkirina bikaranîna budceya ku ji civatan re hatine veqetandin, gefxwarina lêpirsînê ji bo wan xwendekarên ku ji bo fînansmana çalakîyên xwe çalakîyên kermesê li dar dixin, bi hinceta danîna pankartan pêkanîna lêpirsînan ji bo xwendekaran, bi hincetên ne maddî nepejirandina çalakîyên civatê, ji bo çalakîyan cih veneqetîn ji civatan re tê naskirin, zêdekirina zextên li ser civatan li karîyera xwe zêde kir.

Oryantasyon digel zext û gefan hate birêvebirin

Qedexeya ewil ya rektorîya ODTÜyê li hember birêvebirina oryantasyona civatan bû ku bi vê çalakîyê civat di despêka her serdemê de hin çalakî, lîstik û xwepêşandan dikinn. Rektorî ragihand ku ew ê nehêle qada basketbolê ku her serdem ji bo van çalakîyan dihat bikaranîn, ji bo oryantasyonê were bikaranîn. 

Xwendekarên ODTÜyê yên ku digel biryara rêveberîya ODTÜyê ji bo ku xwedî li çanda oryantasyonê derkevin li qada basketbolê standên xwe danîn û civatên xwe dan naskirin bi danîna lêpirsînan hatin tehdîdkirin. Digel zext û gefan oryantasyon hatin kirin û bi vî awayî xwendekarên nû karîn civatên xwendekaran nas bikin û çanda oryantasyonê hate domandın.

Mafê afîşan ji 60 daket 30î

Rêveberîya Karên Çandî ya ODTÜyê, ragihand ku hejmara afîşên ji bo ragihandina çalakîyê civatan kêm kiriye. Berê ji bo her çalakîya civatan mafê çapkirina 60 afîşên bireng û bêreng dihat dayîn, lê bi biryara ku hatiye dayîn hejmara afîşên bêpere ku dikarin werin çapkirin bûn 30 afîşên bêreng an jî 10 afîşên bireng. Ji bo civatên ku budceya ku ji bo wan hatiye veqetandin nikarin bi kar bînin têçûna çapkirina afîşan bû barekî girang û hin civat  ji bo ku asta beşdarîya di çalakîyan de di astekê de bihêlin ji kirtasîyeyan re deyndar bûn. Ji bo ku van têçûnan peyda bikin civat dixwazin kermes û çalakîyên wekî wê li dar bixin lêbelê ji bo wan destûr nehate dayîn.

Rêveberîya ODTÜyê kêmbûna karmendan wekî hincet nîşan da û dema dayîna daxwaznameyên ku civat divê ji bo çalakîyên xwe bidin a ku berê pênc roj bû bi biryara nû ev dem wekî 10 rojan hate guherandin. Bi vê biryarê zehmettir bû ku civat çalakîyên li gor rojevê li dar bixin. Daxwazên jinavbirina kêmasîyên karmendan yên xwendekarên ODTÜyê jî bê bersiv man.

Xwestin avahîya civatan hilweşînin

Hewldaneke din a li hember civatan a rêveberîyê jî hilweşandina wan avahîyan bû ku tê de odeyên hin civatan hene. Rektorîya ji hêla fîzîkî ve kêm û bitalûkebûna van odeyan wekî hincet nîşan da û li hember vê civatên xwendekarên daxwaz kir ku ev avahî were bihêzkirin û tamîrkirin. Bêyî ku ji wan civatan re ku di vê avahîyê de karên xwe bi rê ve dibin bêjin û bêyî dîtina çareyeke din xwestin vê avahîyê hilweşînin. Ev yek ji hêla gelek xwendekaran ve wekî hewla hilweşandina wan qadan hate dîtin ku xwendekar bi hev re li hember êrişên rektorîyê lê dimînin. Civatên di vê avahîyê de li hember vê êrişê wekî çalakîyên civatan a li ser çîmenên avahîyê, çalakîyên muzîkê û nîşandana fîlman Şahîya Barakayê li der xist. Bi şahîya ku civatên cihê anîn ba hev û çanda Barakayê anî bîra xwendekaran, xwendekar xwedî li Barakayê derketin.

Heman awayî, Rektorî bi bahanekirina pandemîyê ragihand ku dê destûr neyê dayîn ku Amfîya Mîmarîyê ku sih sal in  ji hêla civatên hunerên pîşandan û dikê ve tê bikaranîn ji hêla civatan ve were bikaranîn. Ji bo civatên nîşandanê qedexekirina Amfîya Mîmarîyê him ji bo civatên pîşandanê him jî ji bo pêkhateyên din ên ODTÜyê nedihat qebûlkirin. Beşdarîya ji bo Şahîya Amfîyê ku civatên pîşandanê ji bo xwedîlêderketina çanda xwe li dar xist gelek zêde bû.

Şertê pejirandina projeksîyona Civata Sînemayê

Civata Sînemaya ODTÜyê yek ji wan civatan e ku bi zext û polîtîkaya bisînorkirina Rektorîya ODTÜyê gelek dihesin. Bikaranîna projeksîyon, kamera û amûrên deng ji hêla Civata Sînemayê ve îsal bi şertê wergirtina rizamendîya Rêveberîya Karên Çandî hate girêdan. Paşê bi hincêta neewlebûna avahîya Barakayê ku odeya civatê tê de ye, hate ragihandin ku Civata Sînemayê dê careke din nikare projeksîyonê bi kar bîne. Di dema Festîvala Sînemaya ODTÜyê de ku ji hêla Civata Sînemayê ya ODTÜyê ve hate lidarxistin, civat xwest di amfîya U3 de fîlm nîşan bide, lêbelê Karên Çandî ev civat arasteyê Beşa Fîzîkê kir. Beşa Fîzîkê jî got “Ji amfîyê ne em lêbelê rektorî berpirsîyar e” û ji ber vê jî têkilî bi rektorîyê re hate danîn. Rektorî jî careke din civat şand Karên Çandî. Vê yekê rewşa proseya burokratîk ya ODTÜyê û zehmetîyên civatên ku dixwazin çalakî li dar bixin nîşan da.

Endamên Civata Sînemayê ya ODTÜyê ev sînordarî wekî pêngavên ji bo sansûrê şîrove kirin û astengîyên rêveberîya ODTÜyê bi bikaranîna projeksîyonên civatên wekî Civata Hawîrdorê, Civata Aborîyê û bi hevkarîya bi civatên din re derbas kirin.

Ji bo sinifan ji TÜOBİKê destheq hate xwestin

Îsal Civata Aborîyê jî bû yek ji wan civatan ku li rastî zehmetîyên lidarxistina çalakîyan a ji ber rêveberîya ODTÜyê ve hatine. Di meha adarê de her çend e di pêvajoya amadekarîyê de Civata Aborîyê li rastî gelek astengîyan hat, karî hewla xwendekaran Kongreya Aborîya Serbixwe ya Xwendekarên Zanîngehê yên Tirkîyê ya 20an di mazûbanîya Civata Aborîyê de hate lidarxistin. Ji dema ku eşkere bû ku kongre dê di ODTÜyê de were lidarxistin ve Civata Aborîyê ya ODTÜyê ji bo ku fînansmana kongreyê bike kermes li dar xistin, kampanyayên bexşê di zanîngehên cihê de bi rê ve birin.

Rektoriya ODTÜyê jî li cihê piştgirîkirina kongreya ku bi tevahî ji hêla xwendekaran ve tê lidarxistin, ji bo berjewendîya aborî xwest astengî dayne pêş Civata Aborîyê. Rêveberîya ku ragihand ew ê ji bo kongreyê sinif jî dabîn neke, paşê ragihand ku bi destheqekî dîyarkirî dê ji bo xwendekaran sinif terxan bike. Rêveberî xwest pirtûkfiroşên ku di dema kongreyê de stand deynin û kitêban bifroşin kirê bistîne. Ji wê kêlîyê ve ku eşkere bû ku  kongre dê li ODTÜyê were lidarxisti, Civata Aborîyê ya ODTÜyê ji bo ku kongreyê fînanse bike di vê pêvajoyê de kermes li dar xistin, di zanîngehên din de kampanyayên bexşê dan destpêkirin.

Astengîya axêveran ji bo Civata Hawîrdorê

Civata Hawîrdorê ya ODTÜyê jî bû yek ji wan civatên ku di mijara lidarxistina çalakîyan de li rastî astengîya rektorîyê hatine. Rektorî, di nav salekê de du çalakîyên Civata Hawîrdorê betal kirin. Panela Qeyrana Kêş û Hewayê û Bandorên Wê Yên Civakî ku Civata Hawîrdorê ji bo minasebeta meha Şerefê li dar xist, ji hêla rektorîyê ve bi hincêta nebûna têkilîya komeleyên axêveran û mijara çalakîyê, hate betalkirin.

Di sala 2019an de çalakîya bi navê “Ekolojîya Queer” ya Civata Hawîrdorê bi gotinên “Queer çi ye?”, “Çi eleqeya ekolojîyê bi cinsîyetê heye?” hatibû astengkirin.

Endamên Civata Hawîrdorê ragihand ku ji bo ku bi awayekî piralî bandora qeyrana av û hewayê >ere nirxandin axêver bi taybetî hatine hilbijartin û du roj berê ragihandina betalkirina çalakîyê ji hêla rektorîyê ve wekî hamleyeke stratejîk nixandin. Atolyeya Qeyrana Av û Hewayê û Cinsîyeta Civakî ya çend meh berê dê ji hêla civata Hawîrdorê ve bihata lidarxistin bi awayekî wekî vê, bi sedema bêeleqabûna mijara çalakîyê û civatê hatibû betalkirin. Civata Hawîrdorê ku zextên rektorîyê qebûl nekir, ji bo hevkarîyê gazî her kesî kir û çalakîyan di rojên plankirî de li dar xistin.

Astengî û êrişa polîsan li ser Meşa Şerefê ya 10an ya ODTÜyê

Rektorî, tevî astengkirina çalakîyên civatên xwendekaran, hewl da rê li ber afirandina qadên hevdîtinê yên xwendekarên LGBTİQAA+ bigire. Hevkarîya LGBTİQAA+ ya ODTÜyê ji bo avakirina civateke fermî çend caran serî lê da, lêbelê hatin redkirin. Berîya Meşa Şerefê ya 10an ya ODTÜyê bi emaila ku hatiye şandin rektorî ragihand ku ew ê destûrê nede ji bo meşa ku qaşo “zerer dide îmaja aştîxwaz a zanîngehê”. Di emailê de rektorîyê ji bo van lubunyayan wekî “komeke dîyar” behs kir, ragihand ku eger meş pêk were ew ê her cure bergirîyên ewlekarîyê dayne. Berîya meşê nehiştin ku serdanvanên bidestûr têkevin kampûsê.

Diger gefên rektorîyê pêkhateyên ODTÜyê careke din bi bikaranîna mafên xwe yên zagona serekî Meşa Şerefê Ya 10an Ya ODTÜyê li dar xist. Di meşê de xwendekar li rastî êrişên polîsan hatin, hatin derbkirin, nêzî 40 kes hatin binçavkirin. Helwesta dijminane ya rektorîyê li hember LGBTİQAA+ê û mudaxeleya polîsan bû sedema berteka pêkhateyên ODTÜyê. Rektorîya ku hewl dide çalakîyê Lubunyayîyan ya li ODTÜyê qedexe bike, îsal jî bi ser neket. Pêlekanên Keskesorê yên ku ji hêla rêveberîya ODTÜyê ve bi boyaxa gewr hatibû boyaxkirin careke din bi rengên keskesorê hatin boyaxkirin. Di Hefteya Şerefê de civatan hin çalakî li dar xistin, di Meşa Şerefê de slogan hatin gotin, kampûs bi boyaxên rengîn hate boyaxkirin.

Xwendekar astengî qebûl nekirin

Wekî her sal civat bi bertekan dij li zexta rektorîya ODTÜyê ya li ser civatan rawestîyan û wan nîşan da ku ew ê vê helwesta rektorîyê qebûl nekin.

Civatên ODTÜyê bi lidarxistina şahîyan, ji ber terxannekirina sinifan lidarxistina çalakîyên li derve, lidarxistina çalakîyên navdîsîplînan, bi alîkarîya kelûpelan ji hev re û bi awayên din ên hevkarîyê li hember hemû zext û sînordarkirinên rektorîyê derketin.

*Tîrmeh 2022

**Wêneyê Nûçeyan: Doğu Erbaş/Evrensel

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button