Mustafa Özaydın
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Me di dema pandemiyê de û piştî wê ji nêz ve mi li guherîna têkiliyên di navbera bajar, kampûs û xwendekaran de di karsazî û xwaringehê de nihêrî.
Em niha ji pandemîya ku ji du salan zêder dewam kir, derdikevin. Vê pêvajoya li ser jîyan û awayê me yê nihêrînê û tendirustîya me bandoreke berfireh kir bandor li ser her kesî kir û her wisa bandor li ser hemû pêkhateyên ODTÜyê kir.
Karsazî
Karsazîyên di ODTÜyê de ji 16ê adara 2022an vir ve piştî pêvajoyeke 16 mehî ya ku derîyên xwe girtin, di bin qeyran û polîtîkayên rektorîyê de perçiqîn bi zamên giran re xêrhatinîya sala nû ya akademîk kirin. Piştî qedîna pêvajoya girtinê di serdema ewil de (nîsan, gulan, hezîran) esnafên ku bi paşxistina bacan dixwestin bêhna xwe vedin, bi meha çirîya paşîn re nekarîn dest bi kar bikin û naçan man van bacan (baca demxeyê, bacên demkî hwd.) du qat bidin. Di vê serdemê de xwedîyên van karsazîyan ku tu dahateke wan tune bû û dikanên xwe venekiribûn hatin naçarhiştin ku kirê dikanên xwe bidin. Bi taybetî jî xwedîyên kantînan ji Odeya Bazirganîya Enqereyê (ATO) re pêşnîyarek pêşkêş kir, lê ji ber hinceta ku ev karsazî di ATOyê de ne qeydkirî ne û ne di statûya esnafê de ne, ev pêşnîyar hate paşguhkirin. Ji bo xala 8an a di peymanên wan de ji ber sedemên mecbûrî (lehî, erdhej hwd.) her çende derfeta nedana kirê hebe jî not û heşt esnafên ku nêzî çar mehan bi rektorîyê re hevdîtin kirin, tu encam bi dest nexistin û rektorîyê ji wan xwest ku kirê werin dayîn. Bersivên ji bo dawakarîyên ku ji hin sazîyên wekî Sazîya Perwerdehîya Bilind (YÖK), Wezareta Hawîrdor û Bajarvanîyê hatine kirin ji hêla rektorîyê ve nehate liberçavgirtin û rektorî ji esnafan “Biryara Serokkomarîyê” xwest. Bi encamnebûna vê xwedî karsazîyên ODTÜyê ketin bin deynên mezin. Di van mercên ku kirê li dora heft, deh, panzdeh hezarî ne de, xwedîyê karsazîyan dibêjin ku wan ji dev ji veberhênanên xwe berdane, heta erebe û xanîyên xwe firotine. Bêguman ji bo wan kesên ku ji bilî karsazîya xwe ne xwedî tiştekî din in rewş hîn xirab e.
Di encama ji rewşên li jorê û qeyranê de jîyana nava kampûsê ya ku bi awayekî nisbî erzan bû ji holê rabû. Di serdema nû de bihayê tiştan bû du heta sê qat û vê serdemê ji bo xwendekar û karkerên kampûsê mercên giran anîn.
Di encama lêkolîna xwendekareke/î beşa aborî ku di Kongreya Aborîya Serbixwe ya Xwendekarên Zanîngehê Yên Tirkiyê de ku îsal di ODTÜyê hate lidarxistin, beşeke mezin a xwendekaran (%40) mehane xwedî dahateke navbera 1.000 û 2.000 lîre, %40ê wan xwedî dahateke navbera 2.000 heta 3.000 lîre ye. Dema mirov wê rastîyê bîne ber çavan ku bi wê dahatê mirov nikare sê dan xwarineke bitendirust û pêdvî bixwe, giranîya rewşê eşkere dibe.
Xwaringeh nebû alternatîf
Xendekarên ku ji ber bihabûna jîyanê li çareserîyek û rîyeke xilasbûnê digerin, naçar man berê xwe bidin xwaringehê ku li gor xwarinên karsazîyên taybet bihayê wê erzantir e. Helbet ev hewldan jî bêencam ma. Rêveberîya ODTÜyê li ser kêmîya serdema yekem, ji destpêka serdema duyem ve %44 bihayê xwarinê zêde kir û bi vî awayî naçar hişt ku xwendekar bi awayekî kêm xwarin bixwin û birçî bimînin. Xwaringeha ODTÜyê têra xwe pêdvîyên xwarinê yên xwendakaran pêk neanî, xwarinên kêm dan, tenê rojên kar du danên wekî hev xwarin dan û ji bo kesên vegan jî xwarinên alternatîf nedan.
Her çende sedema mezin a van pirsgirêkan kêmbûna personelê be jî sedema herî mezin di rastîyê de ew e ku dixwazin daxwazek ji bo taybetkirina xwaringehê pêk bînin û ji bo vê derî vekin. Ev karsazîya ku pênc sal berê bi sed û bîs karmendan dixebitî wê demê jî kêm bû îro hejmara xwendakaran zêde bûye lê belê hejmara karmendên wê tenê bîst û du kes in.
Rêveberîya ODTÜyê ku nesîbê xwe ji polîkayên taybetkirina desthilatdarên demê girtiye çavkanîyên xwe ji bo pêşxistina xwaringehê û temamkirina kêmbûna karmendan xerc nekir û di serê xwendekaran de ev pirs pêk anî: “Eger xwarineke biqelîte bixwim lê bihayhe wê jî bi qasî karsazîyên taybet be gelo ez ê wê xwarinê hîn jî bixwim?” Girseya ciwanan a di nav qeydana aborî û hejarîyê de ye, ji bo vê pirsê bi berhevkirina ji pênc hezarî zêdetir daxwazname û çalakîyeke girseyî bersiv da: NA.
Di têkoşîna xwendekaran de du hêmayên li tenişt hev serinc kişand. Daxwaza xwarina bitendirust, bes û bêlaş û hebûna mercên kar yên mirovî ji bo karkerên xwaringehê. Girseya ku bi hişmendîya çînî xwe bi rêk dixe û dev ji dawakarîya mafên xwe bernade, her çiqas daxwazên xwe bi temamî bi dest nexe jî gihişt asteke wisa ku destkeftên giring bi dest xist. Zêdebûna porsîyonan, wergirtina porsîyonên kêm û bufeya vejetaryen hin ji wan destkeftan e.
Têkiliya Xwendekar û Bajêr
Em di sêgoşeya desthilatdarîya kapîtalîst – Paytaxtê sîyasî – Kampûs de xwendekarên di nav qeyranê de bixin navendê û berê xwe bidin têkiliya bajêr ya bi komên mirovan re.
Yek ji serkêşên betornameyê Le Corbusier xwedî nêzikahîyekê wisa bû ku bi bikaranîna “betona brût” (brûtalîzm) bêyî bikaranîna siwax û boyax, tazîbûna stûnan û sivikkirina barê dîwaran dixwest dîzayna vê bînasazîya sivik ji nav çar dîwaran xilas bike.
Di dîzayna ODTÜyê de bi taybetî di dîzayna Koleja Mîmarîyê de ev nêzikbûn xwedî cihekî mezin digire. Piştî ku sazî hate kampûsa serekî bînayên ewil bi vê dîzaynê hatin çêkirin, paşê bi demê re ev hevgirtin xirab bû, ahenga hejî nehate parastin. Dema ku mirov bala xwe dida wan bînayên ku vê ahengê xirab dike, tabloyeke wiha derdikeve: Di xetekê re şopên xweşik û biaheng yên mîmarîya ceribandî û brûtalîst û neciwanîyeke bi betonên siwaxkirî ku bi temamî dij nêzikahîya berê!
Dema ku em mekanê wekî nêzikbûneke totolojîk a ku xwe vedibêje qebûl bikin, di têkiliya civak û takekesî de temamkarîya bajar, avahî û mekanê û giriftîya jîyana civakî de hewcedarîya hevahengîyê teqez e. Robert Pak dema ku “mirovê marjînal” wekî mirovê di navenda pevçûnên çanda nûjen de salox dide, qala têgihaneke berhemanîna takekesîyê di civakê de dike û radigihîne bajar û takekes bêtir pev diçin.
Hebûna pirsgirêkên marjînalîteyê mirovê ku heyîna xwe ya civakî bi bajêr re pêk tîne dibe yek ji rastîyên me. Takekes dema ku di qadeke pirçandî de hewl dide kirdeya xwe ava dike ji bo jinavbirina tevlihevîya mêjîyê xwe li çareyekê digere. Ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku ev çare ahenga di nav bajêr de ye. Her wisa takekes bixwe û bajer bixwe di civaka me ya îro de du avahî ne ku ketine nav hev û nikarin ji hev cihê bin. Berjewendîya desthilatdarîya kapîtalîst û burjûvayan bangewazîya azadkirinê ya bi ahengekê ji takekesî re dike û di rastîyê de bajarekî wisa diafirîne ku rê li ber koletîya nûjen û kedxwarîyê vedike. Ev yek ne estetîk û erkê, lêbelê avahîyeke neahengîyê pêk tîne ku serîtewandinê naçar dike. Û ev bixwe jî ji bo ku di nav vê girseyê de nemîne ji bajêr dûr dikeve û wateyeke nû li bajêr bar dike: MUŞTEMÎLAT!
Xwendekar her çiqas di kampûsa ku di paytextê sîyasî de beşeke mezin ya hewcedarîyên xwe pêk tîne de bijî jî, ew ji jîyana bajêr cihê nayê fikirîn. Ji hêlekê ve em dikarin bêjin ku ev girse di nav du bajaran de di eynî kêlîyê de dijî. Xwendekarê zanîngehê “civakeke marjînal a mirovan” e ku di nav du çand û cih de tengav bûye. Li hember tevlihevîya derve û derfetên bêhejmar kampûseke ku bi awayekî nisbî sadetî û azadî lê ye, vê marjînalîteyê dibe pirsgirêkeke cihê ya avakirina kirdeyê û derî li pêvajoya nedîyarîya vê avakirinê vedike. Xwendekarê ku di navbera zextên desthilatdarîya sîyasî û qeyrana aborî de hewl dide jîyana xwe bidomîne û nasnameya xwe pêk bîne, rêyeke revînê dixwaze. Xwendekar parçeyeke hesin ku ku li benda wê rojê ye ku dê tev li nav çerxên sîstemê be. Bêguman ew nikare vê qebûl bike û pirsekê ji xwe dike: “Ma ez dikarim vê biguherînim?” Sedema li pişt potansîyela birêkxistinbûn û birêkxistina vê koma ku piranîya wê bêkar e, ev e. Birêkxistinbûn, ji bo hilweşandin û ji nû ve avakirina girse û avahîyê, lêbelê ji bo pêkanîna berjewendîya avakarê ango çîna kedkar, çareya tekane ye êdî.
Di berdewambûna mode û guherîna bilez de ji bo xwendekar bêguman gelek pirsgirêk hene. Bi rêbaz û hişmendîya teorîyê ketina nav pêvajoya avakirina nasnameyê, îro bi taybetî ji bo xwendekar rêya rizgarîyê ye ku nikare were devjêberdan. Destkefta avakirina vê nasnameyê bêguman dê bibe rêya herî rastîxwaz a rizgarîyê ye.
*Tîrmeh 2022