Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin.
Em ligel xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê li ser azadîya ramanî ya li zanîngehan axivîn.
Azadîya ramanî, mafekî mirovî ye ku mirov fikrên xwe wekî ku dixwazin tînin ziman. Azadîya ramanî ku di nav çarçoveya maf û azadîyên bingehîn de ye, yek ji hêmanên bingehîn ên civaka demokratîk e. Tirkîyeya ku di qanûnên xwe de azadîya ramanî mîsoger dike, di Endeksa Azadîya Çapemenîyê ya 2022an de di nav 180 welatan de di rêza 154an de bû. Di sala 2015an de jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar hat dayîn ku welatê ku herî zêde mafê azadîya ramanî bin pê kiriye Tirkîye ye.
Ligel ku rewşa li welat wiha ye gelo li zanîngehan rewş çawa ye? Gelo li zanîngehan azadîya ramanî heye û xwendekar dema ku van mafên xwe bi kar tînin rastî astengîyan tên?
Em ligel xwendekarê Fakulteya Zanistên Sîyasî ya Zanîngeha Çukurovayê Mert, xwendekara Fakulteya Hiqûqê Özge û xwendekarê Fakulteya Hekîmtîya Diranan Barış axivîn.
Azadîya ramanî ya li zanîngehê jî ne xwedîyê avanîyeke homojen e”
Hûn derbarê azadîya ramanî de çi difikirin? Bî ya we li zanîngehê azadîya ramanî heye?
Mert: Bi ya min azadîya ramanî têgeheke polîtîk e. Tezahureke şerê hêzê ya di nav dînamîkên civakê de ye. Çawa ku di sesala 17. de li Ewropayê dinya li dor tavê nedizivirî(!) îro jî azadîya ramanî nikare derkeve derveyî rastîyên desthilata heyî. Azadîya ramanî ya li zanîngehê jî ne xwedîyê avanîyeke homojen e. Xwendekar di nav xwe de xwedî azadîya ramanî ne lê bele di nav akademîyê de ku bi zext û jikardûrxistinan nava wê hatîye valakirin û qeyûm hatine tayînkirin ne xwedîyê van mafan in.
Özge: Her ferdek xwedîmaf e ku ramanên xwe bi rêya ku dixwaze bîne ziman û belav bike. Divê her ferdek xwedîmaf be ku bêyî ku bibe sedema sûcekî, bi azadî ramanên xwe bîne ziman. Nabe ku ev maf were sînordarkirin lê bele ji ber ku rêveberîyên zanîngehan ne serbixwe û xweser in, bi rêziknameyan azadîya ramanî ya xwendekaran tê sînordarkirin.
Barış: Ez dibêjim qey dê gelek şaş be ku mirov bibêje her ferdek dikare ramanên xwe bi rehetî tîne ziman an jî belav dike. Bo nimûne îro li Tirkîyeyê ciwanek dema hevpeyivîneke kolanê jî dike dibêje “Gelo hêj ez neçûyîm malê dê werin min binçav bikin? Dê derbarê min de lêpirsîn were destpêkirin?” û nikare bi dilekî rehet ramanên xwe bîne ziman.
“Xwendekar azadîya ramanî ji xwe re wekî mafekî nabînin”
Xwendekar dikarin bi rehetî ramanên xwe bînin ziman? Hûn dikarin çend mînakan bidin?
Mert: Zexta li ser qadên ku xwendekar dikarin xwe lê bi rehetî îfade bikin li hember rewşa azadîya ramanî wek astengîyeke mezin derdikeve pêşberî me. Sepanên antîdemokratîk tên birêvirin: Bêyî ku xwendekaran agahdar bikin nûnertîyên xwendekaran hildibijêrin, wateya vê têgehê pûç dikin û serokê konseya xwendekaran bêyî ku hilbijartinê bikin hildibijêrin. Di vê rewşê de ku xwendekar nikarin daxwazên xwe bînin ziman, ma dê çiqas azad bin ku bikarin ramanên xwe bînin ziman.
Özge: Xwendekar nikarin bi rehetî ramanên xwe bînin ziman. Heger bînin ziman jî rastî cizakirinan tên. Par li Zanîngeha Çukurovayê, me gilîyên xwe yên derbarê pergala ezmûnan de ragihandin mamosteyên Fakulteya Hiqûqê û wek cizayê van gilîyan ezmûn zehmettir hatin amadekirin. Heger azadîya ramanî hebûya bertekeke bi vî awayî nedidan me.
Barış: Xwendekarên zanîngehan ditirsin ku ramanên xwe bînin ziman û azadîya ramanî ji bo xwe wekî mafekî nabînin. Bo nimûne li zanîngehê em biçin ku derê em vê hişyarîyê dibînin; “Hûn mecbûr in ku daxuyanîya çapemenîyê li cihên ku me dîyar kirine li dar bixin, bereksê wê nabe ku tu çalakîyeke din were kirin. Ji bo daxuyanîya çapemenîyê jî divê we destûr ji me xwestibe.” Belavkirina danezanan, daliqandina afîşan hemû bi hev re qedexe ne.
Tiştên wekî vê dibin sedem ku xwendekar nikarin bi rehetî ramanên xwe bînin ziman. Xwendekar, dema li zanîngehê wan pirsgirêkek çêbibe nikarin daxwaznameyekê bidin. Dibêjin “Em van mijaran bi tena serê xwe biaxivin, dê mamoste jê agahdar bibin an jî dê xebatkarê paqijîyê seh bike.” Bi vî awayî ditirsin ku daxwaznameyê bidin. Ez wisa difikirim ku xwendekar ne li zanîngehan ne jî li welat nikarin bi rehetî ramanên xwe bînin ziman.
“Kulûb tew nikarin bi mebesta şahîyê jî çalakîyan li dar bixin”
Bi ya we zanîngeh li ser civat û kulûban zextan disepîne? Civat û kulûb dikarin bi rehetî çalakî û xebatên xwe bi rê ve bibin?
Mert: Wezareta Navxweyî di malpera xwe de ji bo serdema nû ya perwerdehîyê giştînameya “Bergirîyên Hêwirîn û Ewlehîyê yên Li Zanîngehan” weşand. Di giştînameyê de hat destnîşankirin ku dê derbarê civat û kulûbên xwendekaran de agahî werin berhevkirin. Ev yek jî nîşan dide ku bi rêya van hincetan dê zexta li ser civat û kulûbên xwendekaran jî zêde bibe. Jixwe aşkera ye ku daxwazên herî biçûk ên civat û kulûban jî bi cih nayên û car caran kulûbên xwedî bergeheke polîtîk jî tên girtin.
Özge: Rêveberîya zanîngehê dixwaze bi zextan xebatên kulûb û civatên xwendekaran di bin kontrola xwe de bigire. Kulûbên fermî yên zanîngehê tew nikarin ji bo şahîyê jî çalakîyan li dar bixin. Xwendekar ne xwedîmaf in ku nîqaşên derbarê pirsgirêkên xwe de jî gotina xwe bibêjin. Mixabin ev kulûbên ku ji hêla rêveberîyê ve her ku diçe nava wan tê valakirin êdî ji bo xwenderan jî tu girîngîya wan nîne.
Me wek civata jinan par xwest ku danezaneke ku xêrhatina dibistanê dike amade bikin û xwe bigihînin xwendekarên jin. Lê belê dema ku me li kampusê ev danezan belav dikirin, ewlekarên zanîngehê danezanên me ji me standin û nasnameyên me ji me xwestin. Her wiha gotin ku ev yek qedexe ye û heger em vê yekê dubare bikin dê me radestî polêsan bikin. Tê qedexekirin ku em wek jin li hember tacîz, destdirêjî û tundûtûjîyê helwestekê nîşan bidin û jinan li dor vê fikirê kom bikin. Em wek jin û xwendekar dixwazin di jîyana xwe ya kampusê de ramanên xwe bi azadî bînin ziman û nîqaş bikin. Dema em di dersan de diaxivin em naxwazin ligel mamosteyan xwedî heman ramanê bin. Em perwerdehîya nealîgir û zanistî dixwazin.
Barış: Mirov ji bo ku bikare kulûbekê ava bike divê gelek kar û barên fermî û belgeyî bi cih bîne. Divê civatên zanîngehan xwedî wê avanîyê bin ku xwendekar bikarin hem bi rehetî werin ba hev û çalakîyan li dar bixin hem jî têkarîyê li rêveberîya zanîngehê bikin. Lê belê bereksê vê yekê civat û kulûbên xwendekaran hatine wê rewşê ku xwendekar bêzar dibin, jê dûr dikevin û kêm caran serî lê didin. Du sedemên vê yekê hene: Ya yekem zehmetîya bicihanîna belge û kar û barên fermî ye, ya duyem jî ew e ku zanîngeh zêdetir girîngîyê dide kulûbên ku mebesta wan karîyer e û zêdetir budçeyê ji bo van kulûban vediqetîne. Civat û kulûbên derveyî van bê wesf dimînin. Çimkî hem budçeyeke wan tune ye hem jî dema ku bixwazin çalakîyeke biçûk jî li dar bixin nikarin bêyî ku li şêwirmend û mamosteyên xwe yên rêber bişêwirin tiştekî bikin. Bi vî awayî pirsgirêk, daxwaz û çalakîyên xwendekaran rasterast di bin bandora rêveberîya zanîngehê de pêk tên. Bo nimûne xwendekaran bi xwe rasterast nekarîn serokê ÖTKyê (Lijneya Nûnertîya Xwendekaran) hilbijêrin. Serok rasterast ji alîyê rêveberîya zanîngehê ve hat dîyarkirin. Qayûm wek rektor ji bo zanîngehan tên tayînkirin. Jixwe li dereke ku ev yek diqewimin û mirov nikare bi xwe nûner û rêveberîya xwe hilbijêre, azadîya ramanî hebe dê bi kêrî çi bê. Rast e azadîya ramanî têgeheke giring e lê belê di heman demê de pêkhatina cih û çawanîya xweîfadekirinê jî gelek giring e. Yanî azadîya ramanî heger ji zanîngehê dûr tenê di navbera du kesan de xwe bide der gelek kêm dimîne. Ya giring ew e ku xwendekar bikarin pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, li ser wan biaxivin, xwe wek endam û hêzeke guherbar ê zanîngehê bibînin û bi hev re zanîngehê bigihînin asteke baştir. Loma azadîya ramanî wek têgeh bi tena serê xwe têrê nake.