Azadiya KombûnêLGBTI+/KU

“Binçavkirinên keskesorê yên li Boğaziçiyê mînakên sûcên nefretê ne”

Olcay

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Xwendekaran behsa pêvajoya “Binçavkirinên Keskesorê” kirin ku di çarçoveya çalakiyên li Zanîngeha Boğaziçiyê de rû dan.


Nerazîbûnên li dijî tayînkirina rektorê Zanîngeha Boğaziçiyê ku ji aliyê serokkomar ve hat kirin, ji sala 2021an ve berdewam dikin. Ligel binçavkirin, girtin û dozan ku di çarçoveya van çalakiyan de pêk tên, xwendekar rastî binpêkirinên mafan ên giran û sûcên nefretê tên.

Bûyerên ku di 25-26ê Adara 2021an de qewimîn ji aliyê xwendekaran ve wek “Binçavkirinên Keskesorê” hatin binavkirin. Binçavkirina N.D. û S.Y. jî sûcekî nefretê ye ku hikûmet li dijî LGBTI+yan weke bersiva Berxwedana Boğaziçiyê dide xwendekaran. Em bi du xwendekaran re li ser vê pêvajoyê axivîn.



Ala Keskesor a kampusê



Pêvajoyê di 1ê Sibata 2021ê de dest pê kir. Du xwendekar, bi hinceta ku di pêşangeha zanîngehê de li ser wêneyê Kabeyê ala keskesor xêz kirine, hatin binçavkirin û girtin. Xwendekaran da ku hevalên wan demildest bêne berdan xwestin li Zanîngeha Boğaziçiyê kom bibin. Lê belê ji bilî qedexeyên çalakîyan bi dîmeneke din a xemgîn re rû bi rû man.

Gelek nîşandêr li ser avahiyên li ber zanîngehê bi cih bibûn. Ev yek ji bo xwendekarên ku bi hefteyan di bin çavdêriya polêsên bi çekên giran de dijiyan jî rewşeke seyr bû.


N.D. wiha behsa wê rojê kir:

“Nîşandêr li ser banê avahîyên li hember zanîngeha me nixumîbûn û bi çekên xwe amade bûn. Tişta ku wê rojê jê ditirsiyan ne çeteyên çekdar û ne jî mafya bûn. Heger taxa çete û çekdaran bûya jixwe polês jî nedihatin vê derê. Tişta ku jê ditirsiyan em bûn ku em bi hemû rengên xwe, bi keskesora xwe, xwedî li mafên xwe û zanîngeha xwe derdiketin.”


N.D. anî ziman ku bi vê hişmendiyê wî baş dizanî ka dê çi bike û got, “Min dixwest tişta ku herî zêde jê ditirsin nîşanî wan bidim. Min meraq dikir gelo ji wan re hatibû gotin ku gava ku we keskesor dît wan gulebaran bikin?” N.D. dûv re hew xwe dîtîye ku hildikişe ser deriyê zanîngehê û gava ku ew gihîştîye jor wî ala keskesor ber bi nîşandêran ve hejandîye.


Dema ji bo lêpirsînê diçûn hatin binçavkirin


Di encama vê rewşê de beşa wî der barê wî de lêpirsîn vekir. Roja lêpirsînê heşt hevalên wî ku piraniya wan xwendekarên LGBTI+ bûn dixwestin bi N.D re biçin cihê lêpirsîna ku dê di 25ê Adara 2021ê de bê kirin. Xwendekar ji kampusa başûr derbasî kampusa bakur bûn û ber bi cihê lêpirsînê ve çûn.

Bûyerên ku wê demê rû dan N.D. wiha anîn ziman:


“Her komeke xwendekaran jixwe ji kampusê bi awayekî komî derdikeve, dimeşe û diçe cihê ku dixwaze. Me jî xwest em herin cihê ku em dixwazin, lê me bi xemgîniyeke mezin dizanî ku dewletê hem ji meşê hem jî ji daxwazkirina mafan hez nedikir.”

“Dema em ji kampusê derdiketin me fêhm kir ku koma polêsan a li pişt me her ku diçe mezin dibe. Hevalê me yê bi navê Olcay jî digot ku ew ji ber tirsa alayan me dişopînin.”

“Dema ku em derbasî peyarêya kampusa bakur bûn, hêj kêmtirî pêncî metreyan bo derî mabû, me li pişt xwe nêrî û me dît ku ji pêncîyî zêdetir polês bi lez û bez direvin da ku dora me heşt kesan bigirin. Ew jî derbasî alîyê me dibûn. Loma me bi peyaman hevalên xwe agahdar kirin.”

Koma ji heşt kesan pêk dihat ku polêsan ew dişopandin di demeke kurt de hatin dorpêçkirin. Polêsan ji xwendekaran re gotin ku keskesor qedexe ye û ger ku wan venegirin hûn dê bên binçavkirin.

N.D. wiha behsa tiştên ku di wê demê de ji wan re hatine gotin kir:

“Dema hatin cem me, gotin ku ferman ji ‘jor’ hatiye û divê demildest em hemû keskesorên li ser xwe û yên di çanteyên xwe de rakin û diyar kirin ku keskesor qedexe ye. Me pirs kir ku di kîjan qanûnê de keskesor wek sûc hatiye nîşandan, lê belê bersiva me nedan. Her wiha me pirs kir gelo di qanûnê de xalek rê dide polêsan ku ew midaxeleyî cil û bergên mirovan bikin an na, heger xalek wiha hebe di çi şert û mercan de polês dikarin midaxele bikin, me dîsa bersiv nestand. Paşê me bersiv da, me hiqûq jî mafên xwe jî dizanîn. Lê pirsgirêkên wan cuda bûn, em ne wek hev bûn, em ne bûkokên wan bûn, em li vir bûn, me serî hildida û ev jî ‘sûc’ bû. Ya rastî tekane sûc ya polês û fermandarên wan bû. Ev ne sûcekî wisa sivik bû, li hember kesên wekî me daxwaza wekhevîyê dikin sûcê nefretê bû.”

Xwendekarên ji aliyê polêsan ve hatin tehdîdkirin, alayên xwe ranekirin. Polêsan 4 xwendekar birin wesayîta binçavkirinê.


Dema xwestin hevalên wan ên di binçavan de bên berdan hatin binçavkirin


Piştî binçavkirinên ewil xwendekarên ku ji bo hevalên xwe hatin cihê bûyerê, ji bo ku polês zêdetir kesan binçav nekin û hevalên wan bên berdan, dest bi çalakiyên spontane kirin. Di axaftinên di navbera polês û xwepêşanderan de polêsan got ku ew ê tenê Venêrîna Agahiyên Giştî (GBT) bikin û ger xwendekar belav bibin dê bên berdan, lê belê ji girseya kombûyî re negotin ku hevalên wan li ku ne.

S.Y.yê ku tam wê demê hat cihê bûyerê berteka polêsan wiha anî ziman:

“Polêsan bersiv nedidan pirsên me, dema bersiv didan jî derew dikirin û digotin em ê GBTyê bikin û wan serbest berdin. Wek xwendekar me fikara hevalên xwe dikir, polêsan jî tevgerên xwe yên êrîşkar û îstîsmara xwe didomand.”

Di vê navberê de polêsên hêzên çewîk ên ku hejmara xwe bi lez zêde kirin, midaxele li xwendekaran kirin. Polêsan xwendekar ber bi Deriyê Bakur ve dehf dan û xwestin wan binçav bikin. Yek ji van kesan jî S.Y. bû. Tundîya fîzîkî ya polêsan li ser S.Y. pêk anî di kamerayan de jî xuya kiribû. S.Y. pêvajoya binçavkirina xwe wiha anî ziman:

“Ji nişka ve, kesekî sîvîl ez nîşan dam û got, ‘Vî bigirin’. Polêsên li dora min dema ku min hewl dida ez birevim ez li erdê rast kirim. Gelek birîn li ser laşê min çêbûn û xwîn jê hat. Di heman demê de ji ber ku pirsgirêkên min ên derûnî hebûn, min panîk atak jî derbas dikir. Nêzî 10 polêsan li min xist û ez bi erdê re kaş kirim, piştre ez li wesayîtê siwar kirim.”

Piştî 4 kesên ewil 8 kes din jî hatin binçavkirin, N.D. ew kêlî bi kurtasî wiha anî ziman:

“Hejmara kesên di wesaîta ku em tê de bûn zêde dibû. Em kiribûn wesaîtekê û em ji hevalên xwe dûr xistibûn. Ji ber ku desthilatdarîyê em tenê hiştibûn û êrîşî me dikir ez li hember wê hêrsdar bûm. Lê belê vê hêrsê ji nişka ve cihê xwe da hêvîyekê. Ev hêvî dengê hevalên min bû ku min dibihîst. Polêsên di wesayîta binçavkirinê de jî ji weşana zindî ya Berxwedana Boğaziçiyê pêvajo dişopandin. Me dengê bilind ê hevalên xwe dibihîst û em bi hêvî dibûn. Bêguman ne ji bo serbestberdan an zanîngeha me, ji bo pêşerojê.”



Li ber edliyeyê jî binçavkirin çêbûn


Piştî van kêliyan polêsên herikîn qadê bi midaxeleyeke dawî xwendekar avêtin Kampusa Bakur. Xwendekaran agahî da parêzer û komên din ên ji bo mafên xwe têdikoşin. Di demek kurt de zanîn ku 12 çalakgerên ku ji bo piştgirîyê bidin hevalên xwe hatine jî ji aliyê polêsan ve hatine binçavkirin. Hejmara binçavkirinan bû 24. Bi sedan xwendekar li Kampusa Bakur bûn û hatibûn dorpêçkirin. Xwendekarên ku hîna der barê hevalên xwe de agahî nestandibûn, dema ku bûn yek û plansazîya xwe kirin hîn bûn ku hevalên wan dê şeva xwe di nezaretê de derbas bikin.

Piştî vê agahiyê koma xwendekaran biryar da ku şeva xwe li avahiya xwendinê derbas bikin. Koma xwendekaran tevahîya şevê li avahîya xwendinê plansazîya çalakiyê kirin, stran gotin û xwestin hevalên wan vegerin û ji bo hevalên wan bên berdan biryar dan ku piştî ku şeva xwe li vir derbas kirin sibê li Çağlayanê çalakîyekê li dar bixin.

Xwendekarên ku 26ê Adara 2021an danê sibê ber bi Dadgeha İstanbulê ya Çağlayanê ve derketin rê, dema hatin wir rastî girseyeke qelebalix a polêsan hatin. Dema ku berê xwe dan edliyeyê û dest bi xwendina daxuyanîya çapemenîyê kirin, bêyî hişyarî rastî midaxeleya polêsan hatin. Polêsên ku girseya ji 70 kesî pêk dihat bi mertalên xwe dehf dan, piştî ku berê girseyê dane alîyê piştê nû hişyariyên xwe kirin. Di wê demê de polêsên ku ji bo cihêkirina komên xwendekaran hejmara xwe zêde kiribûn, bi avakirina xelekên biçûk bi lez dest bi binçavkirina xwepêşanderan kirin.

Dawîya rojê tam 45 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin diyar kirin ku di dema binçavkirinê de rastî îşkence, kelepçe, tehdîdên tecawizê yên homofobîk û gotinên nefretê hatine.


“Bûka Baranê dê bikeve şûna baranan!”



S.Y. bandorên tevahiya vê pêvajoyê wiha anî ziman:

“Rewşeke tirsnak e ku mirov bi destê dewletê rastî êrîşên nefretê yên were. Em nikarin li welatê xwe bijîn. Ligel ku divê hikûmet wek kêmar mafên biparêze êrîşî me dike. Dema ku li şûna wan em hewl didin mafên xwe bi dest bixin em dîsa rastî êrîşan tên. Mixabin ji bo paşeroja xwe, ji bo tenduristî û ewlehîya xwe ez nikarim li vî welatî di nav tirs û xofê de bijîm. Ew rewş ji bo min û ji bo her kesê ku li wir bû û bû şahidê van têra xwe trawmatîk bû.”


N.D. jî dibêje ku “Êrîşên ji dema ku me xebera qayûm bihîst heta niha li ser me tên kirin em têk nebirin û dê me têk nebin. Em dev ji lêgerîna mafê xwe bernadin, em bi xwe serbilind in. Keskesor dê bikeve şûna baranan! Em ê rê nedin kevneperestên simbêlboq, paşdemayî, berjewendîparêz û gemar ku êrîşên bêhed tînin li ser jiyan û azadîya ciwanên me .”


Binçavkirinên Keskesorê bûn mijara belgefîlmekê jî. Belgefîlma xwendekaran a bi navê “Alaimisema” ku navê xwe ji straneke osmanî ku tê wateya “Keskesor”ê girtiye û tê de behsa wê yekê tê kirin ku baran dê teqez bibe keskesor, li ser rûpela youtubeê ya Berxwedana Boğaziçiyê hate weşandin.

*Hezîran 2022



Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button