LGBTI+/KUMafê Starbûnê

Pirsgirêka Hêwirînê Li Mêrsînê: Jin, LGBTİ+ û Penaber

Rojda Öncel

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Xwendekarê Beşa Makîneyê ya Zanîngeha Mêrsînê Halil Can, jina trans Öykü û Nadina ku li kampa penaberan a Mêrsînê dijî, serpêhatiyên xwe yên hêwirînê bi me re parve kirin.


Dema em ji Mêrsînê li pirsgirêka hêwirînê dinêrin, rastî gotina Walî Ali Hamza Pehlivan a “Ji bo ku tu xwendekarekî me pirsgirêka hêwirînê nejî me bergirîyên pêwîst girtine.” tên. Lê belê di encamê de li Mêrsînê jî bi hezaran xwendekar bê wargeh man û mecbûrî xanîyên kirêya wan 4 hezar lîre, tavê nabînin û bi kîlometreyan dûrî zanîngehê man.

Gelek xwendekar neçar man ku navberê bidin xwendinê. Yek ji van xwendekaran jî ew kes e ku malbata wî li Konyayê dijî û ji bo wî wargeha KYKyê derneketîye. Wî anî ziman ku eger wargeh jê re derkeve jî ew ê nekare li Mêrsînê debara xwe bike û ji ber vê yekê nikare perwerdeya xwe bidomîne.

Qeyrana aborîyê ku her roj diçe mezintir dibe ewilî wextê ku me ji xwe re vediqetand ji me stand. Em mecbûr man ku demên ku em naçin zanîngehê karên ku saeta wan 10 lîre ye bikin. Em hatin wê rewşê ku nikarin biçin sînema, şano û konseran û nikarin li derve şîvekê bixwin. Êdî dema ku em ji dikanê nanekî jî dikirin difikirin. Me dia kirin ku em bikarin li wargehên ku şert û mercên wê ji dijî mafên mirovan in bimînin. Ji bo ku em jîyaneke jirêzê bijîn me bi hizaran lîre pere dan. Ev pirsgirêkên hevpar yên hemû xwendekaran in ku li Mêrsînê heta li her derê Tirkîyeyê dixwînin û hewl didin bixwînin. Niha jî em berê xwe bidin jîyana mirovên bidezavantaj ku  ji ber rewşa sîyasî jîyana wan hîn zêdetir bidezavantaj bûye binêrin. 

Xwendekarê Beşa Makîneyê ya Zanîngeha Mêrsînê Halil Can, jina trans Öykü û Nadinaya ku li kampa penaberan a Mêrsînê dijî, serpêhatiyên xwe yên hêwirînê bi me re parve kirin.

“Heger ji bo mayînê ji xwe re cihekî peyda nekim wê zanîngeh ji bo min bibe xeyal”

Xwendekarê Beşa Makîneyê ya Zanîngeha Mêrsînê Halil Can, dema behsa pêvajoya ji bicihbûna li Zanîngeha Mêrsînê heta kirêya xanîyan dikir diyar kir ku heger ji bo mayînê cihekê nebîne dê dev ji xwendina xwe ya zanîngehê berde.

“Dema min dît ku ez li Zanîngeha Mêrsînê bi cih bûme, ez gelekî kêfxweş bûm. Xwendina li bajarekî nû û fikra ez ê ji malbata xwe dûr bim û hewl bidim li ser pêyên xwe bisekinim kelecaneke mezin dida min.  Ev kêfxweşî û kelecana min dema ku ji bo min wargeha KYKyê derneket, hinekî şikest.”

“Haya min ji rewşa kirêya xanîyan tunebû, çimkî berê min qet xanîyek kirê nekiribû. Min çend parçe cil û tişt bi xwe re anîn û hatim Mêrsînê li xanîyekê bigerim. Min qet nedizanî ku ez ê rastî tişteke wiha werim. Xanîyên ku min lê dinêrîn herî kêm sê hezar lîre bûn. Dêûbavên ku hewl didin bi mûçeya herî kêm debara xwe bikin dê çawa zarokên xwe bidin xwendin?”

“Ev pênc roj in ez li beravê li ser bankan radizêm. Her roj herî kêm du sê malan digerim. Min cihek nîne ku ez biçim lê bimînim, dê hewa sar bibe, dê kolan bê ewle bibin. Ez naxwazim li wargehên terîqetan bimînim, ji ber ku ez kesên ku bûne sedema xwekuştina Enes Kara nas dikim. Ez nizanim ez ê çi bikim.”

“Min hewl da ez bi walîtî û şaredarîyê re bikevim têkilîyê ku gotibûn, “Em ê pirsgirêka hêwirînê ya xwendekarên xwe çareser bikin.” Kesekî ji wan bersiva min neda. Ez meraq dikim li Mêrsînê pirsgirêka hêwirînê ya kê çareser kirin. Ger ez vê hefteyê jî cihekî ji xwe re peyda nekim ez ê vegerim cem malbata xwe û xwendina li zanîngehê ji bo min dê bibe xeyalek. Du cot gotinên min hene ji bo wan kesên ku em pê direwên xwe xapandin û em anîn vê rewşê: Em ê van tiştan ji bîr nekin û dê rojek were em ê her tiştê we ji me dizîne ji we bistînin.”

“Ji ber ku ez jineke trans im nikarim karekî peyda bikim, xanîyekê bigirim û bixwînim”

Jina trans Öykü ji ber nasnameya xwe ya trans di pêvajoya hêwirînê de rastî cudakarîyê hat û wiha behsa wê kir:

“Jiyana min ji ber nasnameya min a trans her tim bi dijwarî derbas bû. Ez di temenekî biçûk de ji mala dê û bavê xwe revîyam û min di biçûkatîya xwe de dest bi kar kir. Min gelek xwest ez bikarim têkevim pêvajoya lihevhatinê. Ji bo vê jî min xeyala xwe ya zanîngehê danî alîyekî û ez di karên pir zehmet de xebitîm. Min dev ji dibistanê berda lê evîna min a li hember xwendinê qet neqediya. Min hewl da li dijî transfobîya ku AKP roj bi roj ji hemû qenalên xwe organîze dike bijîm.

“Ez di sala 2021an de li Zanîngeha Mêrsînê bi cih bûm. Ez bi pereyê ku min bi salan berhev kir bi rojan li seranserê Mêrsînê gerîyam ku ji xwe re xanîyekî peyda bikim. Ji ber ku ez jineke trans im, derfeta min tune bû ku ez li wargehê bimînim. Min got ez xanîyekê peyda bikim dê ji bo min baştir be lê belê ji ber ku ez jineke trans im tu kesî xanîyê xwe neda min. Min serî li her derê da, min her tişt ceriband. Derîyek nema ku min lê nexist. Herî dawî ji bo demeke kurt li mala hevaleke xwe ya karê seksê dike ku mala wê gelek dûrî zanîngehê ye bi cih bûm. Ez nizanim ev ê heta kengî berdewam bike. Ez dixwazim ji kesên ku nahêlin em karê seksê bikin, me bêexlaq û averêbûyî îlan dikin bipirsim; Ma we derfetek din ji me re hişt ku em bijîn? Ji ber ku ez jineke trans im ez nikarim karekî peyda bikim, ez nikarim xanîyekî bibînim, ez nikarim bixwînim. Ez nikarim bijîm, em nikarin bijîn.

Ez bi bîranîna Eylül Cansınê ku bi gotina “Min nekarî çimkî mirovan destûr neda” neçar ma dawî li jîyana xwe anî, dibêjim em ê jîyana ku we ji me dizî, ji we bistînin. Xwekuştinên trans sîyasî ne!” 

“Li kampê dev ji hebûna înternetê berdin me nedikarî em biçin tuvalet û serşokê”

Nadinayê diyar kir ku ji kampa penaberan a Mêrsînê şopandina dersan gelek zehmet bû û vê zehmetîyê dema dibistan vebû jî dewam kir:

“Min di şerî de malbata xwe winda kir. Ez ji mala xwe, ji welatê xwe, ji hevalên xwe, bi rastî ji her tiştê xwe veqetîyam. Ez dibêjim veqetîyam çimkî bi dilê xwe nehatim vî welatî. Ez ji şer revîyam. Heger ez li wir mabam min nedikarî ez bijîm.

“Ligel kesûkarên min rawestgeha me ya ewil Hatay bû. Piştre me koçî Mêrsînê kir. Ji ber ku tu kes ji me ne xwedî statuya penaberîyê bû, tu mafê me tunebû.

“Di nava evqas tiştên dijwar de ez li Zanîngeha Mêrsînê bi cih bûm. Di pênc salên dawî de yekem car ez kêfxweş bûbûm. 2020 sala min a yekem bû li dibistanê û hemû ders ji dûr ve (online) bûn. Li kampa ku ez lê dimam, bihêlin înternetê me nedikarî em xwe bigihînin tuvalet û serşokê. Min ji her kesî alîkarî xwest, rojê saetek be jî, min dikarî ez înternetê bi kar bînim û beşdarî dersan bibim. Min digot qey perwerdehîya ji dûr ve karê min gelek zehmet dike, lê belê gava ku di sala 2021ê de ders rû bi rû hatin dayîn, ji ber ku kamp ji dibistanê pir dûr bû ez bi saetan rê diçûm ku biçim dibistanê. Min nekarî serî li wargeha KYKyê bidim, jixwe ji bo hevalên min ên din ên Sûriyeyî jî ku serlêdan kiribûn wargeh derneketibû.

“Me biryar da ku ez û kesûkarên xwe ji xwe re malekê bigirin. Em 11 kes di heman xanîyî de man. Ji bo ku ez biçim dibistanê divîya ez du saetan zûtir derkevim rê. Min di sala 2022an de serlêdana wargehê kir, lê dîsa derneket. Ez bi xwe jî nizanim çawa bigihêjim mafên xwe yên însanî yên wek perwerde, hêwirîn, tenduristî û ji kê alîkarîyê bistînim. Îro şer biqede jî ji ber ku maleke ez biçimê nemaye ez nizanim ez ê çi bikim. Bêyî ku bikarim şîna malbata xwe bigirim min xwe di nav şerê man û nemanê de dît. Nizanim ev şerê jîyanê dê kengî biqede.”

“Em ê rewşa xirab û qirêj ku we afirandiye tune bikin”

Pêdivîya hêwirînê tenê bi hebûna çar dîwar û banekî re sînordar nîne. Lê belê roja îro hêwirîna li malekê an jî li wargehekê bûye xeyalek. Ev pêdivî, di serî de ji bo xwendekar, jin, LGBTİ+, penaber, kurd û kesên ku hewl didin bi mehaneya herî kêm debara malbata xwe bikin bû qeyraneke gelek mezin ku bandorê li her kesî dike. Ev qeyran her ku diçe mezin dibe û bi xwe re hin cûre têkoşînan ava dike. 

Çalakîyên Tevgera Em Nikarin Bihêwirin ku di Îlona 2021ê de dest pê kirin, mirov dikare wek mînakeke baş ya vê nîşan bide. Kesên ku hêz û çalakvanîya Tevgera Em Nikarin Bihêwirin pêk dianîn ew xwendekar bûn ku nedikarîn bihêwirin. Bêyî navbeynkarekî di encama vê tevgerê de dengê xwendekaran hat bihîstin û li gelek derên Tirkîyeyê nobedên kolan û parkan dest pê kirin. Dengê me belav bû û her ku belav bû me karî em hêza xwe ferq bikin. Hûn êdî nikarin ciwanên ku tu tiştê wan nemaye bitirsînin. Wekî duhî em ê îro jî rewşa xirab û qirêj ya we afirandî tune bikin. 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button