Klub

Li dijî qayûman qadên çalak ên berxwedanê: Klûbên xwendekaran ên Boğaziçiyê

Oğuz Berkcan Üstün

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilî bikirtînin

Ligel ku li zanîngeha Boğaziçiyê girîngîya hebûna klûbên xwendekaran a bo xwendekaran eşkere ye, qayûman bandoreke erênî li ser komeleyan nekir.


Klûbên xwendekaran ên Zanîngeha Boğaziçiyê li gor derdora civakî ya zanîngehên din di jiyana xwendekaran de cihekî pir mezintir digirin.


Me ji Klûba Sînemayê ya Zanîngeha Boğaziçiyê ligel Oğuz û ligel endama berê ya Lijneya Rêvebirinê ya Lijneya Navbeynkarîya Klûban (KAK) Öyküyê qala girîngiya klûbên xwendekaran kir.

Klûb berdewamiya daneheva çandî dabîn dikin


Klûbên xwendekaran ên Zanîngeha Boğaziçiyê xwedîyê du alîyan in ku di derdora civakî de cihekî berfireh digirin. Ya yekem, xwendekar li Boğaziçiyê gelek hewesdar in ku li qadên xwe hilberînin û bi hev re bixebitin. Ya duyemîn jî ev e ku zanîngehê li gor pîvanên Tirkîyeyê daneheveke rewşenbîrî ya bêhempa hilberandiye û hîn jî şopa vê hilberînê dihewîne.


Dema hûn di navbera dersan de ligel akademîsyenekî/ê dikevin sohbeteke kûr hûn hîn dibin ku berê bûye endamê gelek klûbên xwendekaran û çalakî meşandine. Her wiha dema hûn weşanên bîst sal berê yên klûbekê dixwînin hûn dikarin xwe bigihînin nivîseke derbarê nîqaşeke berbelav ya wan demên zanîngehê. Bi kurtasî, mîrateya çandî ya ku em li Boğaziçiyê dibînin bi rêjeyeke mezin bi klûb û derdora civakî ya ku ew diafirînin berdewam dike.


“Bi beşekê re ji klûbekê mezûn bibe”


Fonksiyona duyemîn a klûban jî ev e ku ev yek li derveyî zanîngehê jî zêde nayê zanîn; xwendekar ji bo xwe cihekê peyda dikin ku bikarin li ser her nîqaşê ramanên xwe bînin ziman û di heman demê de hevkariyê jî bikin. Ji vî alîyî ve klûb, derdoreke civakî pêk tînin ku tê de îradeya xwendekaran herî zêde tê temsîlkirin. Wekî din, ew toreke hevgirtinê ava dikin ku tê de xwendekar dikarin di gelek mijaran de piştgirîya hev bikin. Li ser pirsgirêkên cûrbecûr, ji zehmetiyên darayî heya pirsgirêkên dibistanê piştgirîyeke bêhempa dabîn dikin.


Gotineke navdar heye ku xwendekarên nû dikarin di semîner û hefteya oryantasyonê de û dema bi şêwirmendan re diaxivin dê gelek caran bibihîzin; ” Bi beşekê re ji klûbekê mezûn bibe.”
Ji Klûba Sînemayê ya Zanîngeha Boğaziçiyê Oğuz vî sernavê duyemîn wiha rave dike:
“Dema ku nûçeya tayînkirina Melih Bulu ji raya giştî re hat ragihandin me ligel BU(S)Kê çalakiyek dimeşand. Piştî ku ev nûçe hat rojevê bi qasî nîv saetê çalakiya me bi dawî bû û em demek dirêj li ser vê rojevê axivîn. Me li ser nerehetiya ku vê rojevê li nav mirovan afirandîye axivî û xemgînîya xwe anî ziman. Di hişê me hemûyan de gelek pirs hebûn û ji bo tiştên dê werin serê me jî em metirsîdar bûn. Axaftina wê rojê ya li klûbê bandoreke baş li ser piraniya me kiribû. Me hemûyan hîs dikir ku her çend qayûm bên jî, em li vir bi hev re ne, metirsîyên me yek in û em ê li kêleka hev bisekinin.”


Têkilîya di navbera klûban de KAK pêk tîne


Lijneya Navbeynkarîya Klûban (KAK) wek rêxistineke peywendîdar ku diyaloga di navbera klûb û rêveberiyê de dimeşîne û nûnertiya xwendekaran digihîne rêveberiya zanîngehê dixebite.
Zabitnameyên vê lijneyê ku li ser bingeheke qanûnî têkarîyê li karkirina navxweyî ya zanîngehê dikin, bi rengekî ku her kes dikare xwe bigihînê ligel komeleyan tên parvekirin. Ev lijne her çend ji her klûbekê nûnerekî dihewîne jî her xwendekarê ku dixwaze dikare li civînan temaşe bike. Ji vî alîyî ve li zanîngehê bi Lijneya Nûnertiya Xwendekaran (ÖTK) re nûnertiya herî mezin a xwendekaran dike. Endamê Lijneya Rêveber a KAKê ya berê Öykü xebatên navxweyî yên KAKê û rêgezên ku li ser hatine avakirin wiha parve dike:
“KAK ji bo niqaşên li ser rojeva welat, rojeva dibistanan û xebatên xwendekaran platformekê pêşkêş dike. Armanc ew e ku têkilî û hevrêziya di navbera klûban de kûrtir bibe. Tevî vê yekê, ew modeleke xwe-rêveberinê ya bêrêveber jî bi rê ve dibe. Lijneya wê ya rêveberîyê tune ye. Ew xwedî lijneya rêvebirinê ye. Endamên komîteya rêvebir tenê xwedî van rayeyan e: organîzekirina civînan, moderatorî û ji civînê girtina notan. Ji ber derdora xwe ya demokratîk ya nîqaşî, civîn ji tevkariya her kesî re vekirî ne. KAK wek hemû komîteyên din ên zanîngehê girêdayî prensîbên exlaqî yên zanîngehê ye. Û di nav van rêgezan de ya ku herî zêde girîng prensîba wekheviyê ye. Wek platformeke ku her kes li dijî cudakariyê têdikoşe hebûna xwe didomîne.”


Klûb di pêvajoya qayûman de xwedî bandoreke mezin bûn


Bi tayînkirina qayûm Melih Bulu re di rojeva zanîngehê de dorhêleke nîqaşê ya pir dijwar derket holê. Lijneya Navbeynkarîya Klûban, li ser navê îradeya klûban wek platformeke ku ev nîqaş ji aliyê xwendekaran ve tê birêvebirin derket pêş.


Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Klûba Sînemayê yê berê Oğuz bi kurtasî vê pêvajoyê wiha tîne ziman:
“Piştî ku agahiya tayînê hat, klûb ketin nav nîqaşeke tund ku dê bi nivîseke çawa bersiva vê bidin. Nîqaşên ku du rojan dom kirin ji hemû endamên me re vekirî pêk hatin. Weke lijneya rêvebir me nedikarî em bi tena serê xwe vê pêvajoyê bimeşînin. Me biryarên xwe bi dengdayînê û civînên onlîne ên ku bi saetan dom kirin diyar dikirin. Di dawiya pêvajoyê de metna endamên hîndekarîyê ya tayînkirinê red dike û rêgezên di sala 2012an de ji aliyê senatoya zanîngehê ve hatibûn qebûlkirin bi bîr dixe, ji aliyê komeleyan ve hat qebûlkirin. Metn di platformên medyaya civakî de hatin parvekirin û bi vî awayî îradeya Boğaziçiyê ji alîyê raya giştî ve hat dîtin.”


Fonksîyona KAKê ya wekî qadeke ku klûb dikarin li ser helwesta xwe ya li hember qayûman nîqaş bikin, di demên pêş de jî berdewam kir.


43 klûban li hember standina statuya klûban ji Klûba Lêkolînên LGBTI+ ya Zanîngeha Boğaziçiyê (BULGBTI+) danezanek îmze kir. Danezanê bi van gotinan dest pê dikir: “ Ev daxuyanîya 43 klûb û komên Zanîngeha Boğaziçiyê ye ku li dijî girtin, bi awayekî nedurist lêgerîna odeya klûba LGBTI+ û kampanyaya reşkirinê ya li ser medyaya civakî dide.” Bi vê sernavê jî tê fêhmkirin ku klûb li dijî qayûman bûne kirdeyên berxwedanê yên çalak.


Fonksiyona KAKê ya wekî qadeke ku klûb dikarin li ser helwesta xwe ya li hember qayûman nîqaş bikin, di demên pêş de jî berdewam kir.



Cizayên qayûman li dijî klûbên xwendekaran


Li gel vê erkê, mafê KAKê heye ku ji bilî gelek akademîsyenan di xebatên hundirîn ên zanîngehê de, di Lijneya Koordînasyona Çalakiyên Xwendekaran (ÖFKK) de endamekî/ê ku nûnertiya xwendekaran dike bihewîne. Lê belê ji tayînkirina Melih Bulu û heta niha, rêveberiya qayûm berevajî karkirina hundirîn a zanîngehê, civîna ÖFKKyê çênake û klûb bêyî ku bi xwendekaran bişêwire, gelek caran jî bêyî îzahekê bike, li gorî daxwaza xwe biryarên xwe dide. Pasîvîzekirina ÖFKKyê ku îradeya klûbên xwendekaran ya li qadên çalakîyan e, bingeha dîyaloga di navbera rêveberîya zanîngehê û xwendekaran de hilweşand. Rêvebirîya qayûm hewl dide ku mîna awayê tayînkirina xwe têkiliyên xwe yên bi xwendekaran re jî bêyî ku li xwendekaran bişêwire bi sansûrê bidomîne.


Yekemîn derbeya mezin girtina klûba BULGBTI+yê bû. Di 30ê Rêbendana 2021ê de, odeya klûba BULGBTI+yê bêyî agahdarkirina endamên klûbê û endamên hîndekarîyê yên ku şêwirmendîya wê dikin hate girtin.


Piştî girtina BULGBTI+’yê zextên li ser klûban hîn zêdetir bûn. Çalakiyên ku Klûba Zanistên Helwestan ya Zanîngeha Boğaziçiyê bi Feyzi Erçin re û ya Klûba Sînemayê ya Zanîngeha Boğaziçiyê (BU(S)K) bi Can Candan re hatibûn organîzekirin li ser hev ji aliyê Dekanîya Karên Xwendekaran ve bi tunehesibandina KAK û ÖFKKyê hatin betalkirin. Rêveberîyê ji bo betalkirina çalakiya BUDAVê tu sedem nîşan neda û Fazil Önder Sönmezê ku ji bo Dekanîya Karûbarên Xwendekaran weke qayûm hat tayînkirin, li ser betalkirina çalakîya BUŞKê bi rêya koordînatoran ji xwendekaran re ragihand ku qedexe ye ku Can Candan bikeve zanîngehê. Dekantîyê der barê naveroka “Pêşangeha Wêneyan a Rûmetê” de ku kulûba wêneyan a Boğaziçiyê, BÛFK, li dar dixe jî agahiyên berfireh xwestin. Piştî kulûbê bi berfirehî agahî da hat diyarkirin ku tu îtîraza dekanîyê tune ye. Lê belê dema endamên BUFOKÊ dest bi çalakîyê kir, nekarîn bikevin odeya klûbê û çalakî nehat lidarxistin. Di dawîya vê pêvajoyê de 30 klûban ji dekantiyê re ragihand ku wan çalakîya Can Candan li gel BUSKê bi hev re pêk anîye û bi îmzeya 30 klûban ji dekantîyê daxwaza destûreke nû kirin. Lê belê ev çalakî jî bi tunehesibandina KAK û ÖFKKyê û pêvajoyên burokratîk, bi awayekî dij-hiqûqî hat betalkirin. Di encamê de li ser hesabên medyaya civakî yên klûban, daxuyaniyek hat parvekirin ku li dijî sansur û helwesta qedexekirinê ya li zanîngehê derdikeve û 42 klûban îmze kiriye.

Di vê pêvajoyê de qayûman bi awayekî neqanûnî midaxeleyî derdora xwendekaran a li zanîngehê kirin. Hewl dan ku bi gelek rêbazan daneheva çandî, çanda nîqaşên bêsansûr, platform û derdorên ku xwendekar tê de li dijî pirsgirêkên cûrbecûr piştgirîya hev dikin, nûnertiya xwendekaran ya li rêveberiya zanîngehê û beşdarbûna wan a bo rêveberiyê bitepisîne. Lê tê dîtin ku xwendekar li hember van hewldanan rêbazên nû peyda dikin, li rê û rêbazên piştgirîyê digerin û bi şêwazên nû têkoşîna xwe didomînin. Di dawiya rojê de gotina li jêr ku di tevahîya pêvajoyê de bû slogan, pêvajoyê bi yek hevokê rave dike: “Qayûm tenê ne, lê em ne tenê ne.”

*Hezîran 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button