JinKlubTacîza Zayendî

Daxwaza Yekîneya Têkoşîna Çalak a Li Dijî Tacîzê Li Zanîngeha Çukurovayê

Özge Türkoğlu

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Kêmasîyên Yekîneya Piştevanîya Li Dijî Tacîz û Êrîşa Zayendî ya Zanîngeha Çukurovayê çi ne, çawa dikare xwe bîne rewşeke baştir?

Yekîneya Piştevanîya Li Dijî Tacîz û Êrîşa Zayendî ya Zanîngeha Çukurovayê (CTS) salek berê hatiye avakirin, lê belê di warê meşandina xebateke çalaktir de ku xwendekaran dihewîne û di xwegihandina wan de zehmetîyan dikêşîne.

Divê yekîne çi bike û kêmasîyên xwe çawa ji holê rake? Em bi Delal Özbeyê re ku endama Civata Lêkolînên Jinan a Zanîngeha Çukurovayê ye û endama berê ya Civata Lêkolînên Jinan Seren Eletaşê re axivîn.

“Pêwîst bû ku yekîneyek li kampusê hebe”

Civata Jinan a ku ji alîyê jinên ciwan ên zanîngehê ve bi daxwazên kampuseke ewle, jîyaneke ewle û siberojeke ewle hatiye avakirin, li dijî tacîz, destdirêjî û tundîya li hemû qadên jîyanê diqewime di nava zanîngehê de xebatên xwe didomîne. Jin bi rêya vê civatê bi awayekî azad fikrên xwe tînin ziman, pirsgirêkên xwe nîqaş dikin û bi hev re xebatan dimeşînin.

Hin cihên kampusa Zanîngeha Çukurovayê tenya ne û dergehên dibistanê yên li van cihan nayên kontrolkirin. Bergirîyên ewlehîyê yên ku nehatine girtin bi taybetî bûne sedema destdirêjîyê. Daxwaza herî mezin a civatê ya ji roja hatî damezrandin heta îro ew bû ku yekîneya pêşîlêgirtina destdirêjîya zayendî were avakirin. Bi hezaran îmzeyên ku ji alîyê civatê ve hatin komkirin pêşkêşî rêveberîya zanîngehê hatin kirin. Yekîne jî par hat avakirin. Jin çiqas werin cem hev, ewqasî bi hêz dibin. Çareserîyên pirsgirêkan bi hevgirtinê peyda dikin.

Selen Eletaşê bi van hevokan behsa pêvajoya avakirina yekîneyê kir:

“Piştî bûyerên destdirêjîya zayendî yên li zanîngehê, em wek civat ji bo peydakirina bergirîyên li dijî destdirêjîyê hatin cem hev. Pêwîst bû ku li zanîngehê li dijî destdirêjîya zayendî û tundûtûjîya li dijî xwendekaran yekîneyek li kampusê hebe.  Helbet diviya yekîneyek bûya ku rêveberîya zanîngehê jî bibûya parçeyeke wê û tê de xwendekar jî cih bigirin. Wek Civata Jinan daxwaza me ya avakirina Yekîneya Pêşîlêgirtina Destdirêjîya Zayendî bû karê me yê pêşîn. Rêveberîya zanîngehê par jî dabû zanîn ku ew ê Yekîneya Pêşîlêgirtina Destdirêjîya Zayendî ava bikin. Em dikarin bibêjin ku xebatên civatê û keda wê ya ji bo jibîrnekirina vê mijarê kir ku rêveberîya zanîngehê dest bi xebatan bike.”

“Yekîneyê di warê xwegihandina xwendekaran de kêmasî hene”

Ji Civata Lêkolînên Jinan Delal Özbeyê diyar kir ku her çend yekîne li gor yekîneyên gelek zanîngehan çalaktir be jî di mijara xwegihandina xwendekaran de kêmasîyên wê hene:

“Xwendekar yekîneyê nas nakin. Pêdivî ye ku yekîne di nav zanîngehê de bêhtir were nasandin. Kesa ku li zanîngehê rastî tacîzê tê divê bizane ka dê çi bike û divê bikare serî li yekîneyê bide. Nasandin li salonên konferansê yên zanîngehê hatin kirin û ji ber vê yekê nekarîn bi van şêwe nasandinan bala gelek xwendekaran bikişînin û van hewlan têrê nekir. Divê yekîne bi klûb û komînan re çalakîyên hevpar li dar bixe, li zanîngehê afîşan daliqîne û bi avakirina kargehan xwe bigihîne xwendekaran.

“Xuya ye ku daxwazên xwendekaran bi cih hatine, lê belê ne bi tevahî. Dibêjin piştgirîya derûnî didin xwendekaran, lê dema ku em daxwaza piştgirîya derûnî dikin berê me didin xwendekarên pola 4an. Ev nayê qebûlkirin. Yekîneya pêşîlêgirtina destdirêjîya zayendî divê bi derûnnasên xwe piştgirîya derûnî bide xwendekarên ku rastî destdirêjîyê hatine. Ev jî yek ji daxwazên herî mezin ên xwendekaran e. Divê piştgirîya hiqûqî bê dayîn. Di vî warî de ez nikarim bibêjim ku daxwazên xwendekaran bi tevahî hatine bicihanîn. Ez hêvî dikim ku veguhere yekîneyeke çalaktir ku daxwazên me pêk tên. Çimkî li zanîngeha me gelek bûyerên tacîzê rû didin. Pêdivî ye ku xwendekar bizanin ku ew dikarin bi ewlehî biçin dibistanê, ew ne tenê ne û dikarin li mafên xwe bigerin.” 

Kêmasî çi ne, divê çawa be?

Tevî ku hewce ye di CTSyê de ji her fakulte û her wargehê herî kêm du xwendekar wek nûner hebin, tenê du xwendekaran karî beşdarî yekîneyê bibin. Ev nîşan dide ku xwendekar di yekîneyê de têra xwe ne xwedîyê mafê gotinê ne. Divê di nav yekîneyê de nûnertîyeke çalak a xwendekaran hebe.

Li yekîneyê hêj ji bo rewşên lezgîn nimareya lezgîn nîne û ji ber ku yekîne di nav xwendekaran de nayê zanîn, xwendekarên ku rastî tacîzê tên her tim nikarin xwe bigihînin yekîneyê. Xwendekareke jin a ku di hefteyên borî de rastî tacîzê hat, xwe gihand Civata Lêkolînên Jinan a Zanîngeha Çukurovayê û civatê ji bo piştgiriya hiqûqî û derûnî ew sewqî CTSyê kir. Divê yekîne bê rewşê ku bêyî piştgirîya civatan bi tena serê xwe vî karî bike.

Divê CTS piştgirîyê bide xwendekarên ku rastî tacîz û destdirêjîyê hatine, lê divê yekîne tenê bi vê yekê nemîne û ji bo pêşîlêgirtina van bûyeran bergirîyan bigire û bi çalakîyên ku dê bihistyarîyê zêde bikin hewl bide pêşîya tacîz, destdirêjî û tundûtûjîyê bigire.

Gelek cihên kampusa zanîngehê ku xwedî qadeke pir mezin e tenya ne. Ev pirsgirêk dikare bi vekirina cihên nû yên ku xwendekar dikarin wextê xwe lê derbas bikin û bi xurtkirina ronahîyê were çareserkirin. Dema ku roj diçe ava kampus tarî dibe. Piştî ku tarî dibe derfeta xwendekaran namîne ku li zanîngehê wextê xwe derbas bikin. Her wiha tê dîtin ku li ber dergehê kampusê tu kontrol tune ye û her kesê ku xwendekar û ne xwendekar bi hêsanî dikare bikeve kampusê. Ev têketina bêkontrol ewlehîya xwendekaran ya li kampusa ku jixwe tenya ye dixe xetereyê. Rêya li kêleka wargehên nêzî kampusê ji bo trafîkê hatin vekirin. Xwendekar ji vê rewşê nerehet in. Xwendekarên jin gotin “Jixwe ji me tu kes ne xwedî erebe ye” û anîn ziman ku piştî ku rêya wargehê ji bo trafîkê hat vekirin, erebe tên wê derê û bi gotinên devkî wan nerehet dikin.

Civata Lêkolînên Jinan a Çukurovayê balê dikişîne ser pirsgirêka ewlehîyê ya xwendekarên jin ên li kampusê û ji rêveberiyê daxwaz dike ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bixebite. Divê CTS berî ku bûyerên tacîzê rû bidin bergirîyan bigire. Divê peywirdarên ewlehîyê li kampusê tim bigerin û derîyên kampusê bên kontrolkirin. Divê yekîne bi xwendekaran were nasandin û xebatên serwextkirinê bên kirin. Civata Lêkolînên Jinan a Çukurovayê diyar kir ku ew ê der barê vê mijarê de daxwaznameyê pêşkêşî yekîneyê bikin û daxwazên xwe ragihînin.

Daxwaza Civata Lêkolînên Jinan a Zanîngeha Çukurovayê ew e ku Yekîneya Pêşîlêgirtina Destdirêjîya Zayendî bê avakirin ku armanca wê dabînkirina ewlekarîya kampusê be. Her wiha li dijî tacîz, destdirêjî û tundûtûjîyê perwerdehîyê dide xwendekaran, balê dikişîne ser wekhevîya zayendî û di vî warî de li kampusê xebatên çalak bimeşîne. Ligel van perwerdeyên li ser tundûtûjî û tenduristîya zayendî organîze bike, piştgirîya derûnî, tibî û hiqûqî bide xwendekarên ku rastî tacîz, destdirêjî û tundûtûjîyê hatine û girîngîyê bide fikirên xwendekaran û bi wan re xebatan bimeşîne.  Divê yekîne van daxwazan bi hesasîyeteke mezin bi cih bîne.

Wêne: Volkan Pekal/ Evrensel

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button