Simge İngün
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Li Zanîngeha Boğaziçiyê piştî tayînkirina rektoran berxwedanê dest pê kir û di vê berxwedanê de em bûn şahidê gelek têkoşînên giring. Gelo têkoşîna femînîst jî ku yek ji wan e çawa dest pê kir, di berxwedanê de rastî çi hat, wê siberoja wê çawa be?
Berxwedana Boğaziçiyê di 2yê Rêbendana 2021an de bi tayînkirina namzetê parlamenterîyê yê AKPê yê berê, Prof. Dr. Melih Bulu, dest pê kir û gihişt roja îro. Berxwedana Boğaziçiyê ya rastî ne tenê têkoşîna zanîngehekê bû. Daxwazên ku xwendekaran di dawîya her daxuyanîya çapemenîyê de dianîn ziman wek nîşaneya gelek têkoşînan bû. Yek ji van têkoşînan jî têkoşîna femînîst e.
Jin û LGBTI+ên Berxwedana Boğaziçiyê, ligel têkoşîna zanîngehên demokratîk ji bo hebûna xwe jî li dijî qayûman û desthilatdarîyê têkoşîna xwe berdewam dikin.
Bingeha xurt ya têkoşîna femînîst a Berxwedana Boğaziçiyê berî ku Melih Bulu bo Zanîngeha Boğaziçiyê were tayînkirin hatibû avêtin. Me ji nêz ve berê xwe da têkoşîna femînîst a li Zanîngeha Boğaziçiyê. Gelo têkoşîna femînîst berî tayînkirina Bulu çawa dest pê kir, serpêhatîyên pêvajoya Berxwedana Boğaziçiyê çi bûn û piştî niha wê çawa bidome?
Berî Berxwedanê: Klûb û Komên Hevgirtinê
Ji roja ku êrîşên desthilatdarîyê yên li dijî jinan û LGBTI+an dest pê kirin heta niha, femînîstan jî li kolan û qadan ji bo hebûnê têkoşîn didan û li hember êrîşan li ber xwe didan. Femînîst ev demeke dirêj e li kampusan jî têkoşîna xwe didomînin.
Klûbên xwendekaran ji bo meşandina têkoşîna femînîst ya li kampusan qadên giring dabîn kirin.
Yek ji klûbên Zanîngeha Boğaziçiyê ku xebatên femînîstî dimeşîne, Klûba Lêkolînên Jinan ya Zanîngeha Boğaziçiyê (BUKAK) ye ku di sala 2000 de bi piştgirîya akademîsyenên jin hatiye avakirin. Yek ji van klûbên din jî Klûba Lêkolînên Lezbîyen, Hevzayend, Bîseksuel, Transeksuel, Interseks + (BULGBTI+) ya Zanîngeha Boğaziçiyê ye.
Van klûban tevî xebatên femînîst, ji bo jinan û LGBTI+an jî cihê hevgirtinê peyda dikir. Ji xeynî klûban jî li zanîngehê cihên hevgirtina femînîst hebûn.
Pêvajoya Berxwedana Boğaziçiyê: Klûbên hatine girtin, bûrsên hatine birîn, dozên hatine vekirin û têkoşîna ku berdewam dike
Pêkanînên li dijî jin û LGBTI+an, li Zanîngeha Boğaziçiyê di sala 2016an de bi tayînkirina Mehmed Özkan re dest pê kirin.
• Bursa Hande Kader a ku bi hevkarîya BULGBTI+ û Weqfa Zanîngeha Boğaziçiyê (BUVAK) hatibû destpêkirin, di 21ê Tebaxa 2017an de bi biryara rektorîyê hat betalkirin.
• Ji ber rêziknameya ku ferz dike warên xwendekaran wek jin û mêr ji hev bên cudakirin û mayîna du kesan qedexe dike, li Zanîngeha Boğaziçiyê warên têkel hatin girtin û nasnameyên zayendî yên xwendekaran hatin paşguhkirin.
• Berî ku Mehmed Özkan were tayînkirin jî rêjeya jinan a di rêveberina zanîngehê de ji sedî 82an daket ji sedî 55an.
Zilm û êrîşên bi piştgirîya desthilatdarîyê li dijî jin û LGBTI+an ku di bin rêvebirîya Mehmed Özkan de dest pê kirin, di serdema Melih Bulu û Naci İnci de jî berdewam kirin. Têkoşîna femînîst jî di heman demê de dest pê kir. Jin û LGBTI+ ji roja yekemîn a Berxwedana Boğaziçiyê ve li qadan bûn. Di tevahîya pêvajoyê de rastî zext, lêpirsîn, binçavkirin û girtinan hatin. Bi demê re, êrîşên li ser jin û LGBTI+an ên ku desthilatdarî bi rêya qayûman li zanîngehê pêk tîne jî didin xuyakirin ku Berxwedana Boğaziçiyê û têkoşîna femînîst çiqas girêdayî hevdu ne.
- Di 20ê Rêbendana 2021ê de li Zanîngeha Boğaziçiyê yekemîn Meşa Rûmetê ya salê hat lidarxistin û LGBTI+ên li zanîngehê bi gotina “Nakka ji bo Qayûm” re ev tayîn protesto kirin. Demeke kin piştî Meşa Rûmetê, kesên nasnameya wan nedîyar êrîş birin ser derîyê klûbê.
- Di pêşangeha ku ji aliyê BOUN Pêşangehê ve di 28ê Rêbendana 2021an de hat lidarxistin, bi bihaneya berhema bi navê “Şahmeran” LGBTI+, sîyasetmedar û medya jî di nav de gelek kes rastî hedefgirtin û gotinên nefretê hatin. Dema ku pêvajoya darizandinê ya ku 2 xwendekar bi girtî dihatin darizandin dest pê kir, bi nivîsa 1ê Sibata 2021ê ya Rektorîya Zanîngeha Boğaziçiyê biryar hat dayîn ku statuya klûba namzet ya BULGBTI+ê were rakirin û klûb were girtin. Endamên klûbê li qadan û li ser medyaya civakî bertek nîşanî vê biryarê dan û ji bo betalkirina biryara girtinê jî doz vekirin.
- Li dijî xwendekarekî, ji ber ku tundîya polêsan protesto kiriye û “pankarta LGBTI+ vekiriye” doz hat vekirin. Xwendekarên ku piştgirî dan hevalê hatin binçavkirin. Derbarê xwendekarên ku binçavkirin protesto kirine û yên din de doz hat vekirin.
- Di 2ê Nîsana 2021an de ji bo tekane xebatkara bimûçe ya Komîsyona Pêşîlêgirtina Tacîza Zayendî ya Zanîngeha Boğaziçiyê (CITOK) Cemre Baytokê, destûra bêdawî ya bêmûçe hat dayîn û fonksîyona CITOKê ji holê hat rakirin. Baytok di 3ê Tebaxa 2021ê de ji kar hat avêtin. Derbarê xwendekarên jin de ku li zanîngehê pankarta “Em dev ji Peymana Stenbolê û CÎTOK’ê bernadin” vekirine, lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
Naci İnci di 26ê Cotmeha 2021ê de ji bo 13 xwendekarên ku di nav wan de xwendekarên girtî jî hene bi qanûna bi hejmara 6284an biryara tedbîrê da girtin. Jinên ku di 1ê Mijdarê de dê bibêjin “Bila 6284 ji bo Şebneman bê sepandin, ne ji bo Naciyan!” li Kadikoyê hatin ba hev û gotin “Em ê Naci İnci bişînin, em ê Peymana Stenbolê û 6284ê bidin sepandin”. Li zanîngehê jî xwendekaran 12ê Cotmehê bi dirûşma“Jinên hatine qetilkirin serhildana me ne!” ev biryar protesto kirin. Di demên pêş de jî der barê 8 xwendekarên çalakvan de doz hatin vekirin û dozên xwendekaran dewam dikin.
• Di 20ê Gulana 2022an de, 9emîn Meşa Rûmetê ya Boğaziçiyê, ku yek ji çalakîyên salane yên Hefteya Rûmetê ya Boğaziçiyê ye û ji hêla BULGBTI+ê ve tê organîzekirin, 41 deqîqe berî çalakîyê bi e-nameyake ji rektorîyê hat qedexekirin. Daxuyanîyên çapemenîyê hatin astengkirin, 70 xwendekarên ku di meşê de bê hişyarî hatin dorpêçkirin bi îşkenceyê hatin binçavkirin.
- Di serdema İnci de dekanên hatine hilbijartin ji kar hatin girtin û li şûna wan dekanên nû hatin tayînkirin. Bi vê kiryarê re rêjeya jinan a di rêveberî û dekantîyan de daket ji sedî 8an.
Pêşeroja têkoşînê: “Bila qayûm herin û kampus ewledar bin”
Ligel berdewamîya berxwedanê, xwendekar tevî têkoşîna zanîngehê, têkoşîna femînîst jî didomînin.
Xwendekara Zanîngeha Boğaziçiyê Gülru Turhan û endamê BULGBTI+ê Mert Güneş, behsa îro û siberoja têkoşîna femînîst a li zanîngehê kirin.
Gülru Turhanê behsa têkoşîna femînîst a li zanîngehê didome kir û daxwazên xwe wiha anîn ziman:
“Têkoşîna me ya femînîst li hember zêdebûna zextên heteropatrîarkal her ku diçe bilind dibe. Em dixwazin ku qayûm demildest zanîngehê biterikînin, hemû pêvajoyên qayûmî ku li zanîngeha me rê li ber rêxistina femînîst digirin bi dawî bibin û zanîngeh ji bo jin û LGBTI+an bibe cihekî ewle.”
Gülru Turhanê anî ziman ku li dijî zext û êrîşên li ser jinan û LGBTI+an dirûşma “Divê zanîngeh bibe zanîngeheke femînîst a xweser” bilind kirine û bang li pêkhateyên zanîngehê kirine ku sîyaseta femînîst a rêxistinkirî bimeşînin.
Mert Güneş êrîşên ku li zanîngehê li dijî LGBTI+an tên kirin wiha anîn ziman:
“Ez wisa difikirim ku, ji xeynî girtina wê êrîşa herî krîtîk a li ser BULGBTI+ê ew e ku divîya di sala 2017an de ji asta klûba berendam bilind bibûya statuya klûba fermî lê ev yek pêk nehat. Ji qayûmê 1emîn heta niha gelek çalakîyên me di bin çavdêriya polêsên sîvîl de pêk dihatin. Carinan em bi hinceta ‘exlaqê civakî’ jî rastî sansur û astengîyan dihatin. Dîsa gelek caran li dijî me kampanyayên fobîk, reşkirin û hedefgirtinê jî hatin kirin. Helbet ev êrîş hemû berhema havîkirina nasname, arezû û sîtîgmazîsyona bedenê lubunyayan e. Ma pêkan e ku homofobîya li hember LGBTI+an ku ji aliyê dewletê ve tê sorkirin bandorê li lubunyayên li Boğaziçiyê neke?”
Güneş, diyar kir ku ew bi tweeta Fahrettin Altun ji biryara girtina klûbê agahdar bûne û diyar kir ku ev bi rastî jî nîşaneyeke xwezayî ye ku biryara girtina klûbê rasterast ji desthilatdarîyê hatiye. Wî pêvajoya dozê jî wiha nirxand:
“Niha derbarê girtina klûbê de pêvajoyeke dozê didome. Doza ku me li dadgeha îdarî vekir hat redkirin, lê me ev biryar bir dadgeha bilindtir. Em wisa difikirin ku encama biryara nehiqûqî û nelirê ya girtinê dê bi kêrî me bê.”
Mert Güneş pirsa me ya ku ‘Gelo tu li zanîngehên din xebatên LGBTI+ dişopînî an na?’ wiha bersivand:
“Mixabin tu zanîngeh tune ye ku konjuktura sîyasî ya li Tirkiyeyê bandor lê nekiribe û para xwe ji dijminatîya desthilatdarîyê ya li dijî LGBTIA+an nestandibe. Mînak, sala borî tevî qayûmê 2. Bulu, Meşa Rûmetê hat lidarxistin lê îsal bi destûra qayûmê 3. İnci 70 kes hatin binçavkirin. Ji ber vê yekê, meşa me ya par Meşa Rûmetê ya herî dawî bû ku lidarxistina wê li zanîngehan nehatibû qedexekirin. Me nedizanî! Herî dawî em jê agahdar bûn ku çalakîya KoçKuir hatiye sansurkirin. Her wiha lubunyayên Hacettepeyê jî ev demeke dirêj e bi sansurê re têdikoşin.”
Güneş diyar kir ku piştî biryara girtinê jî çalakîyên klûbê berdewam kirin.
“Klûb bi awayekî çalakîyên xwe didomîne. Wek mînak, hefteya borî 9. Hefteya Rûmetê ya Boğaziçiyê pêk hat. Di 20ê Gulanê de jî Meşa Rûmetê hat lidarxistin. Helbet gelek bi zehmetî derbas bû. Em her tim bi astengî û zehmetîyan re rû bi rû man. Kesên ku hewl didin bi me re hevkarîyê bikin jî rastî zehmetîyên bi vî rengî tên. Em ê teqez dev jê bernedin. Heta ku em lubunya li Boğaziçiyê hebin em ê bêdeng nebin, xwe veneşêrin; em ê her tim biqîrin, bimeşin, bên dîtin û hevgirtinê bidomînin.”
*Hezîran 2022