Mafê PerwerdeyêZanko

Rewşa jidestdana Lîyaqetê di Serdema AKPyê da û Polîtîkayên Perwerdeya Bilind yên Partîyên Muxalefetê

Ömer Faruk Can

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Di 20 salên serdema îktîdara AKPyê da hema bibêje hemî sazîyên resen yên Komara Tirkîyeyê pûç bûn û nasanameyên wan yên sazûmanî peritîn.

Sebebên bingehîn yên problemên Tirkîyeyê ji ‘bêdamûdezgehî’ û birêvebirineka tekane teşeyê xwe digire ku belkî heta niha di dîroka Tirkîyeyê da neqewimî be. Ev yek tesîreka mezin li ser îro û siberoja Tirkîyeyê dike.

Piştî hewildana darbeya 15ê Tîrmehê hin sazîyan serxwebûn û lîyaqeta xwe ji dest da. Bi tesfîyeyan Hêza Artêşa Tirkî, bi Sîstema Hikûmeta Serokomarîyê meclîsê, bi qeyûman zanîngehan her wiha di encama ferzkirina polîtîkayên ekonomîyê da Bankaya Navendî ya Komara Tirkîyeyê serxwebûn û lîyaqeta xwe ji dest da.

Hejmara Zanîngehên Taybet Zêde Dibe û Zanîngeh Dibin Şîrketên Malbatan 

Di serdema AKPyê da, li ser guherînên zanîngehan, dîyardeya herî berbiçav bû zêdebûna hejmara zanîngehan. 

Ji destpêka avabûna komara Tirkîyeyê (1923) heta 2003yan bi giştî 71 zanîngeh hebûn, ji 2022yan û şûnde ji 200î derbas bû. Li gorî rapora 2020an ya Sazîya Perwerdeya Bilind  (YÖK) serê xwendekarî teqrîben heşt pirtûk dikevin. Ev nîşaneya wê çendê ye ku ev hejmar, li gelek zanîngehan bi qasî pirtûkxaneyeka şexsî jî nîne.

Hema bibêje her sal 3 milyon xwendekar dikevin ezmûna bicihkirina zanîngehan lê dîsa jî hejmara kesên ku bi cih dibin çarêka wê jî nîne.

Di serdema AKPyê da zêdebûna berbiçav ya zanîngehên taybet (ji zanîngehên dewletê zêdetir zanîngehên taybet vebûn) vê nîşan dide. Benda li ber ezmûna bicihbûna zanîngehan radibe û ev yek dibe dermanê ser birînan ji bo wan zanîngehên xwedî kontenjanên vala. Her çend Serokê YÖKê bibeje ev biryar dê rekabetê di nav xwendekaran da zêde bike jî di eslê xwe da ev guherîn ji bo wan zanîngehên kontenjanên wan tije nabin hemleyek e. 

Tişteka din a balkêş jî ew e ku bi taybetî jî di medyaya civakî da tê dîtin, zanîngehên bajarên biçûk/nenavendî dibine şîrketên malbatan. Kadroyên zanîngehan bi mirovên heman binemalê tije dibin, di eslê xwe da ev yek rengvedana rêvebirina îktîdarê jî ye. Di rêvebirineka bi vî rengî da hevjîn, zarok, zava û hemî mirovên ji heman binemalê tên tolerekirin, ne pêkan e ku zanîngeh jî ji vê yekê dûr û bêpar bimînin.

Li gorî nûçeya ODA TVyê di Zanîngeha Çorum Hititê da nêzikî 30 akademîsyen bi hev ra zewicî ne. Her wiha li zanîngeha Katip Çelebi rektor, cihgirên rektorî, dekan, mamoste û 27 kesên din ji heman binemalê ne. Bi giştî bê ezmûn tayîna van kadroyan hatiye kirin an jî hima dîrek ji wan ra kadro hatine vekirin. Bêguman ne tesadif e ku rûdanên bi vî rengî li cihên ku di serdema AKPyê da ‘zanîngehên lojmanan’ vebûne çêbibin.  

Zanîngeh bi Awayekî ‘Legal’ Tên Dagirkirin

Herî dawî ez dixwazim behsa zexta sîyasî ya li ser zanîngehan bikim. Bi taybetî di demên dawî de zexta li ser zanîngehên kokdar û xwedî kevneşopîyeke dewlemend roj bi roj zêdetir bû. Bi rayeyên xwe dispêrin Pergala Hikûmeta Komarê zanîngehên xwedî kevneşopîyeke dewlemend bi awayekî “qanûnî” hatin guherandin û “dagirkirin”. Tayînkirina namzedê parlementerîyê yê AKPê yê berê Melih Bulu ya ji bo Zanîngeha Boğaziçiyê bûyera herî sembolîk ya van midaxele û dagirkirinan bû. 

Bêyî ku rêzê li paşxaneya zanîngehan bigirin, kevneşopîya ku di demeke dirêj de hatîye bidestxistin hildiweşînin û bi midaxeleyên ji jor û ji derve hewl didin ku zanîngehan lawaz bikin.  Dibistana Hêzên Bejayî ku di sala 1834an da hatiye avakirin jî hat guhertin û di bin navê Zanîngeha Parastina Neteweyî da perwerdeyê dide. Di encama van mudaxeleyan da zanîngehên wekî ODTÜ, Boğaziçi û İTÜyê di van salên dawî da, tê dîtin ku di lîsteya zanîngehên herî baş da paş ve diçin. 

Polîtîkayên zext û bişaftinê bi gelek awayan tên kirin. Tayînkirinên dîrek ji jor ve ve tên kirin jî yek ji wan e. Hema bibêje her cure çalakîyên xwendekaran tên astengkirin. Bo nimûne festîvalên navdar ên biharê yên ODTÜyê gelek caran hatin astengkirin lê bele bi xêra berxwedana xwendekaran festîval pêk hat. Kevneşopîya ‘Cejna Çêlekan-İnek Bayramı’ ku bi salan e li Zanîngeha Enqereyê berdewam dike, ji ber ku di vê çalakîyê da xwendekaran ‘duayên çêlekê’ kirine derbarê wan de ji ber egera ku li dijî prensîbên zanîngehê tevgerîyane ji aliyê rektorîyê ve lêpirsîn hat vekirin. Her wiha li ODTÜyê ji aliyê pêkhateyan ve çalakîyên 1ê Gulanê tên lidarxistin û di vê çalakîyê da ji ber ku xwendekarek standê vedike derbarê wî de lêpirsin tê vekirin, vekolerên Beşa Zanista Sîyasetê û Rêveberîya Kamûyê û Civaknasîyê Mehmet Mutlu û Sibel Bekiroğlu bêyî ku egerek bê nîşandan ji kar tên dûrxistin, çalakîya Civata Jîngehê berî lidarxistina xwe du rojan tê betalkirin û maîlên gefxwar yên rektorîya ODTÜyê yên bi boneya lidarxistina 10. Meşa Rûmetê  mînakên van zext û bişftinan in.

Mînakên vê rewşa zext û zordarîyê hêj in û ev, xwendekaran diltirs dike. Xwendekaran dikin mirovên neçalak û bêkêr. Dixwazin ku xwendekarên zanîngehan bibin kesên ji meseleyên civakî û sîyasî dûr, xemsar û eleqeya xwe ji tu kesî naynin.

Bar Dikeve Ser Milê Muxalefetê

Kêşeyeka ev qas kûr û dûr bi tenê bi kesekî zana û bi nêrîneka birêkûpêk dê bê çareserkirin. Di vê rewşê da bar dikeve ser milê partîyên muxalefetê yên li meclîsê jî. Lê belê baş jê ne piştrast im gelo ka partîyên muxalefetê planeka ‘tekûz’ ji bo perwerdeya bilind heye an na. Aniha li ser zanîngehan fikra herî radîkal ya partîya DEVAyê ye ku soz daye YÖKê rake. DEVAyê di kongreya xwe ya ewil da bi awayekî zelal bal kişand ser vê yekê. Ya rastî soza rakirina YÖKê ne cara ewil e tê dayîn.  Heke bê bîra me Erdoğan jî di wextê xwe da soza vê dabû, ji ber vê yekê jî wekî tiştekî gelek radîkal xuya nake. ‘Komxebata Mafê Perwerdeyê ya di Sedsala Duyem da’ ku Chpyê di 2021an da hazir kir derbarê polîtîkayên perwerdeya bilind ya muxalefetê da fikrekê dide. Di encama daxuyanîya komxebatê da ev serenav derketin pêş: rakirina YÖKê, pêkanîna xweserîya îdarî û malî ya zanîngehan, normalîzekirina zanîngehan, plansazîya vekirina zanîngehên nû, di tayînkirinê da lîyaqet û ewlehîya karî. Talîya talî li hember van hemî kiryarên îktîdarê yên li ser zanîngehan, em dibînin ku gotinên muxalefeta li meclîsê pûç û vala ne.  

Wek encam, wekî gelek sazîyên resen zanîngeh jî para xwe ji bêlîyaqetî, bêeslî û bêhiqûqîyê digirin. Digel vê atmosfera reşbîn jî yên dixebitin, yên hildiberînin, vekolerên li ber xwe didin û xwendekar hene. Wexta ez vê dinivîsim, li Zanîngeha Boğaziçiyê mamosteyên me ji salekê zêdetir e berxwedana xwe didomînin. Heke em ‘ya herî baş’ bixwazin, bêyî ku em xwe li benda xilaskerekî an jî xwe li benda hilbijartinê bigirin divê bi xwendekar, mamoste û xebatkarên xwe, bi hemî pêkhateyên zanîngehê em li ber xwe bidin û divê em ‘tevlî’ hemî karê wan bibin.

*Tîrmeh 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button