Sevgi
Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin
Osman Baran Özdemir derçûyîyê Boğaziçiyê ye û bi kadraja xwe dîmenên Berxwedana Boğaziçiyê tomar kirine. Wî behsa bîra dîtbar ya berxwedanê kir.
Berxwedana Serdemê ya Boğaziçiyê ku di 1ê Çileya 2021an de bi tayînkirina qayûm li Zanîngeha Boğaziçiyê dest pê kir. Bi dîmen û vîdeoyên di çapemenîyê de hatin nîşandan em bûn şahidê kiryar û neheqîyên hatine kirin. Baş e dîtbarkirin û tomarkirina berxwedanê tê çi wateyê?
Em bi derçûyîyê Boğaziçiyê Osman Baran Özdemir re li ser bîranîna dîtbar ya berxwedanê axivîn ku bi kadraja xwe Berxwedana Boğaziçiyê tomar kiriye.
“Hewldana zindîhiştina bîranînê”
Dîtbarkirina û tomarkirina berxwedanê bi awayekî dîtbar û bihîzbar çima girîng e?
Mirov dikare hem bersivên şexsî û hem jî pratîkî bide vê pirsê. Roja ewil a berxwedanê ez bi kameraya xwe bi awayekî refleksîf li qadê bûm. Hêj ji roja yekem ve me dît ku li qadê hebûna kamerayekê, nemaze dema ku çapemenî li qadê hate astengkirin dikare fonksîyonên cuda bi cih bîne. Ji ber ku em ji berxwedanên din giringîya hilberandina wêneyên ku hem ji hêla çapemenîyê hem jî ji hêla medyaya civakî ve têne belavkirin dizanin, ez dikarim bibêjim di demeke kurt de me biryar da ku em însîyatîfa belavkirina berhemên dengî-vîdyoyî bigirin dest.
Çima belgeyên dîtbar tên çêkirin? Armanc ragihandina rûdanên “hundir” ji bo derve ye an belgekirina rûdanan ji bo pêşerojê…?
Ya rastî, em tenê belgeyên dîtbar-bihîzbar çênakin. Ji rojên destpêkê ve ravekirinên hemû pêkhate û însîyatîfên cuda ku niha li zanîngehê çalakîyan li dar dixin, pankart û metnên ku me ji bo ragihandina berxwedanê nivîsîne jî belge ne. Ji hêla din ve ji ber şêwazên bikaranîna wan û leza wan a belavbûnê, em pir caran hewce dibînin ku kopyayên dîtbar yên van çêkin. Ji bo vê yekê helbet pir giring e ku tiştên ku li hundir diqewimin ji aliyê kesên hundir ve ji bo yên derve bên veguhastin.
Dema ku me li qadê kêşan dikir, me bi demê re bi taybet kesên ku em pê bawer in û dikarin pê bawer bin nas kirin û dilê me hem li çalakvanan hem jî li kesên kêşanê dikin ronî bû. Di vê rewşê de, di dema çalakîyê de parvekirina wêneyan veguherî peymaneke hevpar. Vê peymanê hem li ser xuyabûn û temsîlîyeta me ya ji derve derdoreke nîqaşî pêşkêş kir hem jî keresteyên ku vê pêvajoya biryardayînê îspat dikin hilberandin. Her dîmena ku em radigihînin derve di heman demê de wekî belgeya hewla domandina berxwedanê ye jî. Ji ber vê yekê, her çiqas em ji bo agahdarkirina kesên derve dîmenan tomar bikin jî bi ya min palpişta me ya esas hewla zindîhiştina bîrê ye.
“Tişta ku herî zêde zehmetîyê dide min mesafe ye”
Gelo giringîya dîmenan ji bo çêkirina bîrê çi ye? Çêkirina kronolojîyê ye, bîranîn e yan rûbirûbûn e?
Zêdebûn û herikîna bênavber ya bûyeran bandorên mezin li ser me dike. Mezintirîn bandora wê jî ev e ku ji ber hewldana me ya domandina berxwedanê em demekê peyda nakin ku li ser bifikirin ka em çi hîs dikin, çi dijîn û çawa bertek didin. Kêlîyên cihêreng ên wêne û dengan, her hal ji ber wê bandora rasterast e ku bangî hestan dike, çi gava ku em li wêne û vîdeoyên wan kêlîyên berxwedanê dinêrin, em gelek caran wê kêlîyê, pêşî û paşîya wê bi hestîyarîyeke kêmpeyda parve dikin. Nêzîkbûna bûyeran ya ji çarçoveyeke berfireh, bi xwe re mesafeyekê ava dike ku em tecribeyên xwe analîz bikin û bi bergeheke din wan binirxînin.
Kêliyên rojane yên berxwedanê ku min hay jê nêbûye ku min kêşane jî, dema bi mehan şûnde derdikevin holê û bi taybetî jî dema ku em di nav xwe de parve dikin, em bi bîr tînin ku em çiqasî bihêz in. Her weha ev kêlî diyar dikin ku hesasbûn tu tiştî ji mirovan kêm nake. Em piranîya dema xwe bi berdewamkirina berxwedanê re didomînin û ev yek jî gelek bandorê li me dike û bêguman em diwestin. Yek ji van bandoran jî ku me gelek diwestîne ew e ku em hewl didin ku tecribeyên xwe yên şexsî binixumînin. Ez bawer dikim ku her cure materyalên dîtbar-bihîzbar vê qada parvekirinê vedikin û berfireh dikin û her wiha em bi saya wan xwe baş hîs dikin. Ez wisa difikirim ku yek ji hêmanên sereke yên refleksa arşîvkarîyê ev bawerî ye.
Berxwedan her roj bi awayekî dînamîk vediguhere. Belgekirina tişteke evqas guherbar hesteke çawa ye? Gelo zehmetî, hêsanî û derfetên wê jî hene?
Di vê pêvajoya belgekirinê de mijara herî zêde zehmetîyê dide min mesafe ye. Hem wek çalakvanek û hem jî wekî kameramanekî, min bi mehan hewl da ku mesafeya xwe ya di navbera van her duyan de biparêzim. Ev hewleke wisa bû ku min bi mehan xwe ceriband lê ez ji encama wê piştrast nînim. Hinek jî ji ber vê yekê di arşîva min a şexsî de du cure kereste hene. Hin ji van keresteyan ji bergeha çalakvanekî hin jî ji bergeheke nêzî çapemenîyê hatine tomarkirin.
Ev mijara mesafeyê li gor cihê ku em lê ne jî diguhere. Destpêkê em ditirsîyan ku em li kampusê werin mîmkirin. Lê piştre dema me zanî ku jixwe ev yek tê kirin meseleya dîyarkirina mesafeyê ji bo me hêsantir bû. Dema ku çalakî li kolanan berdewam dikin, hûn dibînin ku mirov çiqas bixwaze jî di mjara mesafeyê de ne azad e. Ji ber ku karta min a çapemeniyê tune bû, min nedikarî ez ji nav tebeqeyên cuda yên li qadê bi rehetî derbas bibim. Loma ez neçar bûm ku bêtir baldar bim. Jixwe me didît ku karta çapemenîyê jî her pirsgirêkê çareser nake û nikare pêşî li tundî û binçavkirinan bigire. Rewşa xwepêşandanan û hejmara polês û peywirdarên taybet dema digihişt asteke nebawer em neçar diman ku cihê xwe biguherînin. Bi vê yekê re qeydên min di pêvajoya berxwedanê de kirin bi awayekî kûr bandor li ser nêrîna min a qeydkirinê kirin.
“Yê/a ku we dikêşe hûn jî wî/ê dikêşin…”
Hin caran wêneyên dibine sedema bertekan têne weşandin. Li vir derbarê armanca wêneyan de pirsek heye: Mebest propaganda ye an rojnamegerî?
Di destpêka berxwedanê de, min arşîva xwe ne bi hişmendîyeke ku ez ê wê ji bo armanceke dîyar bi kar bînim çêkir. Arşîva min bi hişmendîyeke qeydên bileztir û reaktîftir kom bike pêk hatîye. Lê min ferq kir ku arşîva min jî dikare bikeve nav kategorîya “wêneyên bikêr”. Her wiha hûn êdî kêmzêde texmîn dikin ku kîjan wêne dikarin bala çapemenîyê û raya giştî bikişînin. Li şûna ku ez van kêlîyan bişopînim, ez hewl didim ku bala xwe bidim rastîya çalakîyê û tiştê ku çalakî dixwaze nîşan bide.
Ji aliyê din ve belgekirina tundî, îşkence û binpêkirinên mafan vediguhere çalakîyeke bivênevê. Çimkî ev belge werin belavkirin jî neyên belavkirin jî tê bawerkirin ku ew dê rasterast li qada têkoşînê bi cih bibin. Ji ber ku di gotina kesên di kadrajê de dikarin wekî propagandayê werin hesibandin, ez bi taybetî dema ku dîmenan tomar dikim li ser vê yekê nafikirim.
Dema em tên qonaxa belavkirina dîmenan, bi ya min em wan ji parzûnekê derbas dikin ku em bi rêya wan bikarin hesta çalakîyê bidin der. Ez dikarim bibêjim ku li vir rojnamegerî û propaganda dibin yek û vebêjeya mezin ya berxwedanê pêk tînin. Herî dawî ez dikarim bibêjim ku me ji bo propagandayê tu hewldaneke taybet nedaye. Nemaze ji ber ku nûçe bi xwe bi awayekî xwezayî behsa berxwedan û binpêkirina mafan dike ev wate/amûr dikare bi rengekî çêbibe.
Hûn bi piranî karê kêşanê dikin. Lê ji aliyekî ve hûn jî dibin alîyê ku tê kêşan. Mînak dema ku polês li qada çalakîyê bi kamerayên xwe kêşanê dikin hûn dikevine kadraja wan. Hûn li ser vê rewşê çi difikirin?
Bi taybetî di qonaxên destpêkê yên xwepêşandanan de, ji ber ku hem polêsên sîvîl hem jî me karê kêşanê dikir, em neçar man ku awayekî bidin hîskirin ku em ne polês in û em ê van dîmenan bi awayekî xirab bi kar neynin. Tenê hebûna kamerayê jî dibû sedema metirsîyê. Tirsa her kesî ya herî mezin ew bû ku ev wêne bi awayekî ji alîyê dewletê ve bên bikaranîn. Ji aliyê din ve me fêm kir ku dibe ku em dixafilin. Di vê rewşê de tişta ku divê em bala xwe bidinê ew bû ku em zerarê nedin jîyana taybet a hevalên xwe û kêşan û belavkirina wan jî li gor vê yekê bikin.
Dema te berê kamerayê da kesê ku te dikêşe, ev dibe rêyek ku tu jê re bibêjî ez li vir im û te dibînim. Helbet mirov nikare derkeve pêşîya her polêsê ku te dikêşe û wêneyên xwe nîşan bide û jê re bibêje ez li wir im. Lê belê ev yek hişmendîya ku dibêje îktîdar çavderîyê dike dişikîne. Her wiha dike ku arşîva îktîdarê eşkere bibe. Loma di warê lêpirsîn û dozan de ragihandına bûyeran û bikaranîna şert û mercên dîmenan pir giring e.
Ez dikarim bibêjim heya ku em dizanin têkoşîna me rast e û em pê bawer in ku arşîvkirin tevkarîyê li bîr û serpêhatîyên me dike, kêşan û tomarkirin ne xema me ye, berevajî wê ew materyalek e ku em dikarin pê bilîzin û kêfê jê bistînin.
Gelo li ser dîmenên berxwedanê bo pêşerojê plansazîyek heye?
Halêhazir wek kesên ku niha li qadê qeydê dikin û hevûdu nas dikin, her çend peyaneke me ya wiha tune be jî aşkera ye ku em ji bo vê yekê daxwazkar in. Û dema kesên ku li qadê qeydê dikin û haya me ji wan tune ye jî lê zêde dibin em bi projeyeke arşîvkirinê re rûbirû dimînin ku em nizanin em ê ji ku dest pê bikin. Ez ji arşîva xwe ya şexsî bi rê dikevim, ez hewl didim ku bifikirim ka ev bîr dê bişibe çi û dikare çawa were kategorîzekirin. Lê belê rêya herî baş dîsa xebata hevpar û naskirina dîmenên di destê me de ye.
Yekemîn xebata ku min ji arşîva xwe ya şexsî hewl da hin tiştan biafirînim û vê bîranînê nas bikim Atlas bû ku min ji bo rêze vîdyoyên Ji Jêr Ber Bi Jor Ve ya Altyazıyê amade kir. Atlas ligel ‘Tanık’a ku H. Işık amade kirî hat pêşxistin û ligel wê hat nîşandan. Di pêvajoya amadekirina her du vîdeo/fîlman de her çend me bi berdewamî pirsî ka em ê çawa vê arşîvê bi kar bînin û em çawa bi arşîv û bê arşîv bi bîr tînin, em hîn nizanin ka em ê çawa van materyal û serpêhatîyan bi awayê herî guncav li hev bicivînin. Ev mijar, dilxwazî û hewla min kêfxweşîyeke mezin dide min ku ez li ser vê mijarê hûr bibim. Dema ku em vedigerin arşîva xwe, em rastî gelek materyalên ku em nizanin li wir hene tên û ev ji bo me dibe fersend ku em serpêhatîyên xwe ji nû ve binirxînin. Gava ku hûn wêneyên di arşîvê de dibînin, hûn hîs dikin ku bêtir wêneyên mîna van li benda tomarkirin û jîyanê ne.
*Hezîran 2022