Mafê Starbûnê

Li İzmirê Hêwirîn û Pirgirêkên Rojane

Beril

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Kapasîteya waran sînordar e û kirêya xanîyan bilind e. Ferqa di navbera hêwirînê û hêwirîna baş de her ku diçe vedibe.

Pirsgirêka hêwirînê ku berê bi awayên cihê di nav kar û barên me yên rojane de serê me mijûl dikir, piştî pandemîyê û bi vebûna dibistanan re bû wekî qeyraneke mezin û wek Tirkîyeyê bandor li İzmirê jî kir. Ligel ku pirsgirêkên têkildarî hêwirînê bandorê li gelek beşên gelheyê dikin, mirov dikare bibêje ku çalakî û daxwazên sereke bi rêya hewlên xwendekaran pêk tên.

Ya rastî piştî pandemîyê di pêvajoya vegera dibistanê de, her çiqas pirsgirêkên wekî kapasîteya kêm, odeyên teng û bihayên bilind rû dabin jî xwendekar jixwe bi gelemperî hînî van in. Lê dîsa jî axaftina li ser bajaran û rewşên taybet yên li bajaran diqewimin, bi hûrgulî qalkirina qeyrana hêwirînê, li ser çareyan fikirîn dê ji bo hevalên me yên ku dê nû werin bajarî û plansazîya hêwirînê bikin baş be da ku zûtir hînî van pêvajoyan bibin. 

Ji bo xwendekarên ji 150 hezarî zêdetir wargeha kapasîteya wê 28 hezar

Li İzmirê ku ligel dibistanên bilind bi tevahî 13 zanîngehên wê hene, li gorî daneyên sala 2021an hatin diyarkirin ji 150 hezarî zêdetir xwendekar hene. Dema ku em zêdekirina kontenjanên beşên zanîngehan ya îsal li ber çavan digirin, divê mirov dupat bike ku ev hejmar dê hîn zêdetir bibe.

Mirov dikare ji daneyên berdest bibîne ku hejmara xwendekaran û qadên hêwirînê yên berdest îsal jî têra xwendekaran nakin. Bo nimûne li gor ku di sala 2021an de hate gotin, wargehên dewletê bi giştî 16 hezar, wargehên taybet jî 12 hezar kapasîteya wan hebû.

 Piştî lêçûna hêwirînê di bêrîka xwendekaran de 90 lîre dimîne

Piştî çalakîyên di Îlona 2021an de ji ber mezinbûna qeyrana hêwirînê hatin kirin, Şaredarê Bajarê Mezin Tunç Soyer diyar kir ku wan li İzmirê 2 wargehên nû kirê kirine, gelek sazîyên dewletê veguherandine mêvanxaneyan û got ku xwendekar dikarin bi awayekî demkî li van deran bi cih bibin. Li vir, divê ku mirov bandora çalakîyên protestoyî yên Tevgera Em Nikarin Bihêwirin berbiçav bigire ku bi hewldanên xurt û bi şêwazên xwe yên çalakîyan heqîqetê eşkere dikin.

Her wiha diyar e ku nêzîkatîya rayedaran a ji bo hêwirîna xwendekar û feqîran hebûna çar dîwar û banekî ye. Werin em berê xwe bidin Gundê Xwendekarên Zanîngeha Egeyê. Heta sala 2021an gelek xwendekarên zanîngehê li vê wargeha ku aîdî zanîngehê bû û odeyên wê yên yek kesî û du kesî hebûn dijîyan. Bi biryara ku di sala 2021an de hat girtin, odeyên 15 metrekareyî yên ku ji bo du kesan jî biçûk bûn, veguherandin odeyên sê kesî. Wekî hejmara kesên di odeyan de zêde bû, ji bo sala perwerdehîyê ya 2022-2023an bihayê ku 470 lîre bû derket 760 lîreyî. Bi heman awayî bihayê odeyeke ku 800 lîre bû derket 1300 lîreyî. Li alîyê din kredî/bûrsa Gerînendetîya Giştî ya Kredî û Wargehan (KYK) jî mehane 850 lîre ye. Yanî xwendekarên ku li Gundê Xwendekaran di odeyeke sê kesî de dimînin ji bûrsa wan tenê 90 lîre di bêrîka wan de dimîne. Bihayê Gundê Xwendekaran jî xwarinên wek taştê û şîvê nahewîne.

Xwendekarên ku di sala nû ya xwendinê de li wargehên KYKyê dimînin jî bi zêdebûna ji sedî 80î re rû bi rû ne. Lê belê rayedaran ji bo KYKya ku jixwe derbarê hêwirînê de xizmeteke baş nade, wek çareserî kapasîteya heyî kir. Bo nimûne tenê mehek berîya vekirina dibistanan, xwendekarên Zanîngeha Bakırçayê û Zanîngeha Katip Çelebiyê ku bi gelemperî li Wargeha Xwendekarên Mêr ya Çiğli ya KYKyê dimînin, hatin agahdarkirin ku kapasîteya odeyên çar kesî derketîye şeş kesan.  Xwendekarên li vê wargehê dijîn diyar kirin ku hemam, tuvalet û salona xwarinê ya heyî têra kapasîteya kevin jî nake û ji bo serşok û salona xwarinê jî dorên dirêj çêdibin.

Warên kapasîteya wan sînordar û xanîyên kirêya wan bilind

Niha em hinekî derkevin derveyê İzmirê û li Enstîtuya Teknolojîya Bilind ya İzmirê (İYTE) binêrin. İYTE li İzmirê zanîngeheke din e ku ji hêla hêwirînê ve xwedî avanîyeke taybet e. Kampusa İYTEyê 52 kîlometre dûrî navenda İzmirê ye. Zêdetirî pênc hezar xwendekar li dibistanê dixwînin, lê belê tevî ku zanîngeh evqas dûrî bajêr e, wekî ku li ser malpera Ofîsa Têkilîyên Navneteweyî ya İYTEyê hatîye diyarkirin, tenê 1032 xwendekar dikarin nêzî zanîngehê bihêwirin. Yanî tenê ji sedî 20ê xwendekaran dikari li wargehên erzan ên dewletê bimînin. Ji ber ku dibistan li derveyî bajêr e û derfetên çûnûhatinê kêm in, bereksî xwendekaran ev yek xwedîyên xanîyên taxê kêfxweş dike.

Hevalên me yên xwendekar ên ku niha li İYTEyê dixwînin diyar dikin ku li Gülbahçeya ku gundekî nêzî dibistana wan e, kirêya xanîyên 1+1 ji çar hezar lîreyî dest pê dike. Mirov dikare ku van bihayan li ser malperên emlakfiroşan jî bibîne. Ji ber ku ji navenda İzmirê ji bo zanîngehê servîs û otobus kêm diçin ev yek jî zehmetîyê dide xwendekaran. Ev jî ji xeynî xanîyên nêzî zanîngehê tu alternatîfeke din ji bo xwendekaran nahêle.

Xwendekarên İYTEyê ne tenê ji warên kapasîteya wan sînordar û xanîyên biha gazindan dikin. Sala borî xwendekar ewil li xwaringeha KYKyê bi jehrê ketin. Di vê bûyerê de nêzî 100 xwendekar bi gilîya jehrîbûnê rakirin nexweşxaneyê. Xwendekaran ji ber vê bûyerê çalakî li dar xistin lê belê bersiva pirsên xwendekaran yên ku xwendekar ji ber çi bi jêhrê ketine an jî dê çi bi şîrketa xwarinê dide bibe nehat dayîn. Tevî vê yekê, piştî çend mehan li xwaringeha aîdî zanîngehê bûyereke din a jehrîbûnê rû da û gelek xwendekar dîsa rakirin nexweşxaneyê. Di vê çarçoveyê de, ji hêla derdorên cûda ve dîsa hate destnîşankirin ku hêwirîn ne tenê mayîna di bin banekê de ye û hêwirîna baş mafek e.

Dema em li İzmirê berê xwe didin vebijarkên ji bilî warên kapasîteya wan sînordar, gelek caran em dibînin ku xwendekar ji bo bihêwirin dibin yek û lêçûnên hêwirînê parve dikin û wisa dijîn. Mirov dikare bibêje Bornova, Konak-Üçyol û Buca ji ber ku navçeyên nêzî zanîngehan in, xwendekar herî zêde li van deran dijîn. Dema em li derfetên xwendekarên ku di malên curbecur de bi hev re bijîn dinihêrin, mirov dikare bibêje ku li İzmirê rêjeya kirêya xanîyên 3+1 ji pênc hezar lîreyî derbas dibe. Her çend xwendekar dikarin xanîyekê peyda bikin jî, dema em li van xanîyan dinêrin, ev xanî pir caran piçûk in, ne germ in, li dijî erdhejê qahîm nînin û xanîyên piçûk in. Li aliyê din xanîyên ku bihayê wan hînekî guncan e jî ji dibistan û navenda bajêr pir dûr in û xwendekar neçar dimînin ku li derdora bajêr bi cih bibin. Loma, ferqa di navbera hêwirînê û hêwirîna baş de her ku diçe mezin dibe.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button