Mafê Starbûnê

Rewşa Ciwanan  Li Enqereyê

Li Tirkîyeyê hema bibêje ji sedî 40ê mirovan bêmal in. Di nav vê rewşê de em ê berê xwe bidin xwendekaran ku herî zêde tên asêkirin,  bi xizanîyê re têdikoşin û wek zêdehî an jî bar (parazît) tên dîtin.

 Li Tirkîyeyê qeyraneke mezin a hêwirînê heye. Ya rastî ev pirsgirêk ji pirsgirêkên din serbixwe nîne. Qeyrana hêwirînê hema bibêje li hemû qadên jîyanê tê dîtin: xwarin, vexwarin, xwepêçan, germahî, xwendin… Ji ber ku bandorê li van pirsgirêkan hemûyan dike divê em van rezîlahîyan hemûyan bi hev re bifikirin.

Pirsgirêka hêwirînê pirsgirêka jîyanê ye, ya rastî ya nejîyanê ye. Bêguman li Tirkîyeya ku şerê çînî bi hemû dijwarîya xwe tê dîtin, jîyana piranîya mirovan bi xebatê derbas dibe û li her kêlîya jîyana civakî newekhevî tê dîtin. Loma dê şaş be ku mirov di nav sedemên vê pirsgirêkê de çînayetîyê nehesibîne. Li vê cîhana ku sermayedar hikimdar in, tişteka ku nebûye meta nemaye. Bêguman malbatên me jî para xwe ji vê girtine. Di nav çil pêncî salên dawî de xanîyên ku mirovan baş û xirab dikarîn lê bihêwirin, bi vê pêvajoyê re wekî amûreke razemenîyê hatin pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê mirovên ku ketin ber bextê pîyaseyan bêmal û bêstar man.  

Li gor îstatîstîka ku Ofîsa Îstatîstîkê ya Ewropayê (European Statistical Office-Eurostat) ya derbarê şert û mercên jîyana Ewropayê de di sala 2020an de amade kirîye, lî Tirkîyeyê nêzî ji sedî 40ê mirovan bêmal in. Ev hejmareke gelek dijwar e. Li Tirkîyeyê ji sedî 40ê mirovan jîyaneke wisa nîne ku maleke wan hebe, bi dilekî rehet bêyî ku kirêya meha bê bifikirin bijîn û mecbûrê xirabîya xwedîyê malê nemînin. Ev tê wê maneyê ku ji sedî 40ê mirovan, bi bihayên bilind be jî da ku li malekê bihêwirin ji xwarin, vexwarin û germahîya xwe diqusînin. ( Ya rastî em ji rojên wisa derbas dibin ku kesên ku baş û xirab xwedîyê xanîyekê ne jî êdî ji xwarin û vexwarina we diqusînin. Çimkî li Tirkîyeyê êrîşeke gelek dijwar a sermayeyê heye. Ev mijar dikare li dereke din were nîqaşkirin.)

Di nav van şert û mercan de em ê berê xwe bidin xwendekaran ku herî zêde tên asêkirin, bi  xizanîyê re têdikoşin û wek zêdehî an jî bar (parazît) tên dîtin. Em ê ji paytexta welatî ji Enqereyê ku hem ji hêla îdeolojîk ve hem jî ji hêla mekanî ve navenda Komarê ye, li vê meseleyê binêrin.

 “Em najîn, tenê nefesê distînin û didin”

Rastî jî xwendekar wekî kêzikan dijîn. Çawa ku kêzik li quncikên tena yên malan bi cih dibin, quncikên pîs û qirêjî ji xwe re hildibijêrin, li dû şûnmayên xwarinan dikevin; li Enqereyê xwendekar jî neçarî qatên bodrom û kotan bûne ku di nav şert û mercên asayî de tu kes naxwaze lê bijî. 

Li Enqereyê jî wekî bajarên din ciwan bi xizanîyê re car caran jî bi birçîbûnê re têdikoşin. Li malên tengav, rutûbet, dîwarên wan hildiweşin û kehnîyên wan sist dijîn (Li gor heman daneyên Eurostatê Tirkîye di warê malên bi vî awayî de li Ewropayê di rêza duyem de ye. Divê mirov bandora vê yekê ya li ser rûhîyeta mirovan paşguh neke). Her wiha xwendekar kirêyên gelek zêde didin van xanîyên 60-70 salî ku tu ferqa wan ji xirabeyan tune ye. Kirêya xanîyan aniha li gor taxê sê-çar hezar lîre ye. Piştî kirê, ji ber fatûreyên gaza xwezayî, av, ceryan û înternetê hinek pereyê ku bikarin xwe pê têr bikin an dimîne an jî na. Hûn dikarin ji devê piranîya xwendekaran van gotinan seh bikin: “Em najîn, tenê nefesê distînin û didin.”

Hejmara xwendekarên ku dixebitin zêde dibe

Baş e gelo ciwanên Enqereyê çawa li ser pêyan dimînin? 

Di van rojan de ku bernameya navdar Survivor a Acun Ilıcalı ku veguherîye parodîya jîyana civakî, ciwan çawa dijîn? Di bîst salên dawî de, bûrs û kredîyên ku ji aliyê dewletê ve tên dayîn, destpêkê rastî ji sê paran pareke mehaneya herî kêm dihat. Lê belê niha daketîye ji şeş paran parekî mehaneya herî kêm. (Bûrs û kredîya niha 850 lîre ye. Divê mirov vê yekê jî bîne ziman ku kredîyên tên dayîn li ser ciwanan dibin barekî gelek mezin û dibin mezintirîn sedem ku xwendekar ji bo pêşeroja xwe bikevin nav bêhvîtîyekî û depresyoneke derûnî bijîn).

Dema em şert û mercên aborî yên îroyîn berbiçav bigirin, ne zehmet e mirov texmîn bike ku piştgirîya madî ya xwendekarek dikare ji malbata xwe bistîne gelek kêm e. Şert û mercên xirab bûne sedem ku em zêdetir metirsîdar bin.

Hejmara xwendekarên ku neçar in di heman demê de hem bixebitin hem jî bixwînin bi lez zêde dibe. (tê behskirin ku şert û mercên garsonîyê ku bi gelemperî wek “karê xwendekaran” tê bîra mirovan, li Enqereyê li gor Stenbolê gelek xirab in).

Xwendekar Nikarin Taştê Bixwin

Piranîya me êdî rojê du danan xwarinê dixwe. Xwendekar êdî nikarin taştê bixwin. Li şûna taştê, li zanîngehê ji ber ku erzantir e firavînê dixwin. Bi vî awayî, danekê ji xwe kêm dikin û “teserifê” dikin.  

Şaredarîya Çankayayê her roj şîvê bêpere dide xwendekarên zanîngehê. Daxwaza li hember vê xwarinê ewqas zêde ye ku pirî caran dawîya dorê nayê dîtin. Xwendekar di bin wê sir û seqemê de bi saetan li benda dora xwarinê dimînin, ji ber ku tu çareya wan tune ye. Qet nebe danek xwarina belaş mirovan qanih dike ku li ber sermayê xwe bigirin. 

Bi ser de danên ku xwendekar bi sîmît, kulêre an jî tehmtîtikan xwe têr dikin jî hene û hejmara van jî gelek zêde ye. Wekî tê fêmkirin em gelek xirab xwe xwedî dikin û di encama vê de çavên me wekî ji kortikên xwe derketine xuya dikin, pirzik li rûyê me çêdibin û em bêhal dikevin…

Pirsgirêka hêwirînê li her qada jîyanê xwe dide der

Zivistana Enqereyê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Germkirin pir zehmet e. Di vî warî de jî bêperetî bela xwe ji me venake, gaza siruştî û ceryan ewqas biha ne ku xwendekarê ku kombîyê vedike an jî sobeyan bi kar tîne berdêla wê bi fatûreya wek barê hespî giran dide. Yên ku çareya wan tune ye jî rojên xwe li pirtûkxane, navendên danûstendinê an jî Starbucksê derbas dikin ku tu ne mecbûr î lê bi berdewamî bixwî û vexwî. 

Di van şert û mercên rezîl de, bi awayekî xwezayî, mirov nikare bibêje perwerdehî ji bo xwendekaran pêşîya her tiştî tê. Em li dawîya pîramîda Maslow dijîn. Ji bo ku em xwe di warê akademîk de pêş bixin, qet nebe ji me re malek germ, tasek şorbe lazim e. Pereyê tu kesî tune ye ku pirtûkekê bikire û tew carinan dema ku em fotokopîyên pirtûk an jî notên dersan digirin jî, em kûr û hûr difikirin. Em careke din bînin bîra xwe; pirsgirêka hêwirînê di her warê jiyanê de xwe dide der.

Ciwanên Tirkîyeyê û Ciwanên di Romanên Rûsî de

Berpirsîyarê van hemûyan kî ye? Dewleta ku bêyî ku xema akademîsyan û xwendekaran bike, tenê ji bo vejandina aborîya wî bajarî û bo ku esnaf pereyan qezenc bikin li her bajarî zanîngehek vekir. Dewleta ku zanîngehê ji bo derengxistina bêkarîya ciwanan bi kar tîne. Dewleta ku ji ber ku ciwan li dijî neheqî, krîza aborî, perwerdehîya nebaş derdikevin û dibêjin em nikarin bijîn, bûrs an jî kredîya ciwanan qut dike û wan mehkûmî birçîbûnê dike. Dewleta ku Enes Kara jî wekî hezaran ciwanan di nav geremola warên terîqetan da asê kir û berê wî da întîxarê. Dewleta ku sermayedaran diparêze.

Roja îro gelek caran ciwanên Tirkîyeyê dişibînin lehengên ciwan yên melankolîk û belengaz yên romanên rûsî. (Ya rastî ji vê yekê qest karakterê bêhempa yê Sûc û Cizayê (Suç ve Ceza) Raskolnikov e. Di vê navberê de mirov ji bo ku jê feyzê bigire dikare berê xwe bide klasîkên îngilîzî û fransî jî ku bi pêşketina kapîtalizmê re mehkûmkirina girseyan bo xizaniyê radixe ber çavan. Bi vî rengî, em dikarin gerdûnîbûna vê pirsgirêka ku wek xewnereşkekê ketiye nav jîyana civakan bibînin.). Çîrokên van lehengên ciwan gelek caran bi xemgînî diqedin.

Pêdivîya me bi encamên ku dê me li hember pirsgirêkên bêdawî biçûk bixin an jî xemsar bikin tune ye, pêdivîya me bi wan çîrokan heye ku dê nîşan bidin ku em dikarin ji vê dorpêça belengazîyê derkevin. Ciwan dikarin bi hêza xwe vê yekê bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button