Klub

CIVATA ABORÎYÊ YA ODTÜYÊ Û GIRÎNGIYA RAMANA AKADEMÎK DI ZANÎNGEHAN DE

 Doğaç Akbay

Ji bo nûçeyên Tirkî / Îngilîzî bikirtînin

Civata Aborîyê ya ODTÜyê 29 sal in bi tevî xwendekarên xwe mezin dibe û pêş dikeve.


Civata Aborîyê ya Zanîngeha Teknîk Ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) ku di sala 1993an de hate damezrandin, wekî 29 salên borî îro jî xebatên xwe didomîne. Hemû xebat û plan û çalakîyên Civata Aborîya ODTÜyê ji hêla xwendekarên ku tê de endam in tên birêvebirin. Ji ber ku tenê xwendekar kar û barên civatê bi rêk dixin, gengeşî dikin û bi hev re dinirxînin, ev yek taybetîyeke serbixwebûnê dide civatê.

Her çiqas sixletiya kar bi demê re biguhere û pêş bikeve jî 29 sal in civat di çarçoveya geşkirina lêkolîn û gengeşîya akademîk de peywira xwe pêk tîne.

Dorhêla serbixwe

Du taybetmendîyên herî girîng ên Civata Aborîyê ya ODTÜyê serbixwe û akademîkbûn e. Eger em bala xwe bidin serbixwebûna wê, Civata Aborîyê ya ODTÜyê bêyî ku di bandora tu sazî an jî civateke din de bimîne bi organîzasyona endamên xwe heyîna xwe didomîne. Civat, di dema lidarxistina atolyeyan, hilbijartina mijarên gengeşîkirinê yên van atolyeyan, biryardana li ser çavkanîyên ku dê li ser mijarên hilbijartî werin xwendin de ji hemûyan jî girîngtir bêyî ku di bin zextekê de bimînin dema gengeşî û veguhastina zanyarîyan a di atolyeyan de bi awayekî azad gengeşîyên xwe yên akademîk didomine û bi vî awayî di dorhêla azad de mirov him bi awayekî baştir û rehettir fikrên xwe vedibêjin him jî ji ber azadîya dorhêla gengeşîkirinê mirov bi awayekî rehettir gengeşî dikin û zanyarî bi awayekî rasttir werin bikaranîn.

Ev dorhêla serbixwe yek nirxên herî sereke yên Civata Aborîyê ya ODTÜyê ku civat girîngî pê dide. Him endamên berê him jî endamên nû ji bo dewamkirina vê dorhêla serbixwe ya gengeşîkirinê û ji bo sûdwergirtina zêdetir mirov ji vê dorhêla serbixwe ya gengeşîkirinê hewl didin.

Atolye û semîner

 Du ji awayên çalakîyê yên ku Civata Aborîyê ya ODTÜyê ku bi hin çalakîyan xwe kar û barên xwe didomîne atolye û semîner in.

Piştî ku endamên civatê li ser mijareke diyarkirî gengeşî dikin û bi awayekî hevpar biryar didin, atolye tên pêkanîn. Mijarên van atolyeyan dibe ku li ser xetên giştî jî bin her wisa dibe ku li ser xalên rojeva taybet an jî bûyere taybet a dîrokî jî bin. Di hilbijartina mijarên van atolyeyan de ya girîng hilbijartina mijareke balkêş e ku daxwaz ji bo gengeşîkirina wê heye. Ji ber ku ev mijar bi awayekî temamî ji hêla endamên civatê ve tên hilbijartin, ev mijarên han bêtir ew mijar in ku endamên civatê meraq dikin an jî dixwazin li ser wê gengeşî bikin û zanyarîyan werbigirin.

Piştî hilbijartina mijarê, endamên civatê li ser mijarê li çavkanîyan digerin. Armanca rasteqîn a lêgerîna van çavkanîyan ew e ku mirovên ku dê beşdarê atolyeyê bin, bibin xwedî zanyarîyeke wisa ku bikarin li ser mijarê gengeşî bikin. Bêtir çavkanîyên nezehmet û nedirêj ku xwendina wan hêsan e, zanyarîya hewce li ser mijara ku dê were gengeşîkirin didin an jî vîdeoyên wisa ji bo ku proseya wergirtina zanyarîyên bitendirust hêsan bike, tên hilbijartin. Di heman demê de ev çavkanî sînor, destpêk û awayên pêşketina gengeşîyê destnîşan dikin, ji ber vê jî dorhêlên gengeşîkirinê yên giştî û bitendirust pêk tên. Di dema lidarxistina atolyeyan de moderatorê ku tê hilbijartin dest bi gengeşîkirina mijarê dike, zanyarîyên kurt li ser mijarê dide û dora axaftinan destnîşan dike û bi wî awayî nahêle tevlihevîyek pêk were. Bi vî awayî di kontrola moderasyonekê de mafê gotinê tê kontrolkirin û bi awayekî giştî zanyarî li ser mijarê dide, dorhêleke bitendirust a gengeşîkirinê pêk tê.

Rêbazeke din a çalakîyan a Civata Aborîyê ya ODTÜyê semîner in. Mamosteyên ji akademîyê an jî mirovên ji sektorên din ku bi mijarê re eleqedar in dikarin tev li van semîneran bibin. Wekî ku di atolyeyan de dibe bi xwendina çavkanîyan li ser mijareke taybet jî semîner dikarin werin lidarxistin. Di mijara semîneran de xala herî girîng parastina dorhêla gengeşîya bitendirust e. Bi vî awayî beşdarên semînerê dema ku gotarên akamedîsyenan guhdarî dikin di heman demê de dibin xwedî dorhêleke wisa ku dikarin fikrên xwe gengeşî bikin û pirsan bikin.

Xemên akademîk

Mîsyoneke din a Civata Aborîyê ya ODTÜyê akademîkbûna civatê ye. Bi taybetî jî di demên dawîn de di zanîngehan de girîngî û efora ku ji bo akademî û gengeşîyên akademîk tê dayîn, kêm dibe û ev yek jî vê mîsyonê girîngtir dike. Civata Aborîyê ya ODTÜyê dema ku dorhêlên gengeşîkirinê pêk tîne xemên akademîk di mijarên hilbijartî û gengeşîyan de li ber çavan digire.

Îro gelek civatên di zanîngehan de li dûrî akademî û zanistê wekî derîyekî karîyerê ji bo dinyaya kar tên pêkanîn. Dema ku rewş wisa ye çalakîya gelek civatên ku tê îdîakirin ku li ser aborîyê gengeşîyan dike, wekî çalakîya bidestxistina sertîfîkayên ji bo karîyerê û di bin navê gengeşîyeke li ser aborîyê de pêk tên. Civata Aborîyê ya ODTÜyê, bi vê kêmasîya di nav civatên zanîngehan de dihese û hewl dide bi nêrîneke zanistî gengeşîyên akademîk werin pêkanîn.

Mijarên gengeşîyê ji bo ku pirsgirêkan bi awayekî zanistî û bi bingeha zanistên civakî were şîrovekirin, tên hilbijartin û îro di jîngeheke wisa de ku girîngîya akademîyê evqas kêm e gengeşî û lêkolînên akademîk dikare him xwendekaran him jî zanîngehê bigihîne asteke akademîk. Bi gotineke din, Civata Aborîyê ya ODTÜyê dema ku mijaran hildibêjere û gengeşî dike, dorhêleke wisa amade dike ku xwendekar tê de dikarin gengeşîyên akademîk bikin û lêkolînên zanistî bikin. Xwendekarên beşdar dorhêla gengeşîya akademîk ku di civatên din de zêde nayê dîtin tecrûbe dikin.

Wekî ku 29 sal in dibe, Civata Aborîyê ya ODTÜyê her tim gengeşîyên xwe bi awayekî zanistî bi rê ve dibe, dixwaze di karên xwe de mîsyonên xwe yên serekî biparêze. Ji bo ku ev dorhêla gengeşîkirina akademîk di zanîngehên din de bigihîje gelek xwendekaran, hevkarî bi civatên zanîngehên din re tên kirin, bi vî awayî ev civat dibe beşdar û rêkxera çalakîyên berfirehtir. Yek ji van çalakîyên herî girîng Kongreya Aborîya Serbixwe ya Xwendekarên Zanîngehê yên Tirkîyeyê (TÜÖBİK) ku 20 sal in tê lidarxistin. Di vê kongreyê de tenê xwendekar gotarên xwe amade û pêşkêş dikin û bi vî awayî xwendekar şîyana xwe ya pêşkêşkirina gotaran pêş dixin, gengeşîyan organîze dikin û lêkolînên akademîk bi rê ve dibin û di xwendekarîya xwe de van gengeşîyan li pêş civateke mezin pêşkêş dikin. Civata Aborîyê ya ODTÜyê 20 sal in di TÜÖBİKê de beşdar e û yek ji civakên avakar ên vê konrgreyê ye.

Civata Aborîyê ya ODTÜyê dema ku dorhêla gengeşîya akademîk diparêze alîkarîya wan civatan dike ku dixwazin dorhêla gengeşîya akademîk pêk bînin. Ev civat ji bo çalakîyên hevpar yên ku bi civatên dibistan an jî beşên cihê re tên kirin vekirî ye û her wisa li hember pêşketinên li welêt û zanîngehê jî hestîyar e. Ev civat rêkxer û beşdarê wan çalakîyan e ku tê de ev pêşketin tên gengeşîkirin. Civat dizane ku gengeşîkirina pirsgirêkên welêt û zanîngehê dikare zanyarî bide xwendekaran him jî bersivên çareser ên pirsgirêkan bide. Eger hûn jî bixwazin tev li gengeşîyên me bibin, bersiva pirsgirêkên di hişê xwe de bibînin an jî dorhêla gengeşîya zanistî tecrûbe bikin, dikarin her tim bi me re têkilî daynin.

*Tîrmeh 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button